KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Bi xêr hatî!
Bi destê vî hacetê lêgerînê, tu dikarî weşanên Şahidên Yehowa bi gelek zimanan lêkolîn bikî.
Ji bo daxistina weşanan, ji kerema xwe re here jw.org.
  • Îro

Roja Înê, 24 Cotmeh

Bila berî her tiştî, hezkirina we yî bi hev û din re, ji dil û can be; ji ber ku hezkirin, gellek gunehan dinixumîne (1. Petrûs 4:8, KP).

Peyva ku Petrûsê şandî ji bo “ji dil û can” bi kar aniye bi herfî tê maneya “hatiye vezilandin”. Qismê diduyan ê ayetê behsa tesîra hezkirina “ji dil û can” dike. Ew alî me dike ku em gunehên xwişk û birayan binixumînin. Em dikarin hezkirina jidil wek qumaşekî nerm bînin ber çavê xwe. Ev qumaş ew qas tê vezilandin ku ew ne yek, ne du, lê “gelek gunehan dinixumîne”. Yanî “nuximandin” tê maneya efûkirina gunehan. Çawa ku qumaş dikare lekeyekê binixumîne, hezkirin jî dikare qisûr û kêmasiyên kesên din binixumîne. Hezkirina me gerek ew qas xurt be ku em bikaribin qisûr û kêmasiyên xwişk û birayan, heta eger pir zor be jî, efû bikin (Kolosî 3:13). Gava em kesên din ji dil efû dikin, em nîşan didin ku hezkirina me xurt e û em dilê Yehowa şa dikin. w23.11 10-11 par. 13-15

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025

Roja Şemiyê, 25 Cotmeh

Şafan li ber qiral jê xwend (2. Dîrokan 34:18).

Gava Yoşiya Padîşah 26 salî bû, wî dest bi tamîrkirina îbadetgehê kir. Di wexta wî karî de, kitêba Qanûna Yehowa hat dîtin. Dema ku padîşah bihîst ku tê de çi hatiye nivîsandin, wî di cih de xwest li gor gotinên wê hereket bike (2. Dîrokan 34:14, 19-21). Belkî tu xîret dikî ku Kitêba Pîroz her roj bixwînî. Gelo kêfa te ji xwendina Kitêba Pîroz re tê? Gelo tu ji xwe re ayetên ku wê alî te bikin, not dikî? Gava Yoşiya nêzîkî 39 salî bû, şaşiyeke wî bû sebebê mirina wî. Li şûna ku ew ji Yehowa rêberiyê bixwaze, wî bi ya xwe kir (2. Dîrokan 35:20-25). Ji vê yekê, em dikarin dersekê ji xwe re derxin. Gerek em her tim li Yehowa bigerin – ferq nake ku em çend salî ne yan jî çi qas wext Kitêba Pîroz lêkolîn dikin. Yanî, em her roj ji bo rêberiya Yehowa dua dikin, Peyva wî dixwînin, li ser wê kûr difikirin û guh didin şîretên ji xwişk û birayên gihîştî. Bi vî awayî, emê şaşiyên mezin kêmtir bikin û bêtir dilxweş bibin (Aqûb 1:25). w23.09 12 par. 15-16

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025

Roja Yekşemê, 26 Cotmeh

Xwedê li hember pozbilindan disekine, lê keremê li nefsbiçûkan dike (Aqûb 4:6).

Serpêhatiyên gelek jinên ku ji Yehowa hez dikir û jê re xizmet dikir, di Kitêba Pîroz de hatine nivîsandin. Ew “di hedê xwe de” bûn û “di her tiştî de dilsoz” bûn (1. Tîmotêyos 3:11). Îro di civatên me de jî, xwişkên ku ji dil ji Yehowa hez dikin û bûne şagirtên Îsa Mesîh yên gihîştî, hene. Xwişkên ciwan dikarin ji wan gelek tiştan bielimin. Xwişkên delal, bifikirin ku hûn dikarin ji xwişkên gihîştî çi hîn bibin. Dû re bala xwe bidin sifetên wan ên baş. Ji bo xizmetkarên Xwedê yên gihîştî nefsbiçûkî pir muhîm e. Eger jinek nefsbiçûk be, dostaniya wê ya bi Yehowa û kesên din re wê xweş be. Mesela, jina ku ji Yehowa hez dike bi nefsbiçûkî prensîpa serîtiyê destek dike (1. Korîntî 11:3). Ev prensîpa ku Bavê me yê li ezmanan daniye, gerek hem di civatê de hem jî di malbatê de bê bikaranîn. w23.12 18-19 par. 3-5

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025
Bi xêr hatî!
Bi destê vî hacetê lêgerînê, tu dikarî weşanên Şahidên Yehowa bi gelek zimanan lêkolîn bikî.
Ji bo daxistina weşanan, ji kerema xwe re here jw.org.
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne