KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Bi xêr hatî!
Bi destê vî hacetê lêgerînê, tu dikarî weşanên Şahidên Yehowa bi gelek zimanan lêkolîn bikî.
Ji bo daxistina weşanan, ji kerema xwe re here jw.org.
  • Îro

Roja Şemiyê, 15 Mijdar

Baş min bibihîzin! Bila hûn tiştên qenc bixwin, bila bi xwarina dewlemendan canê we zewqê bistîne (Îşaya 55:2, Mizgînî).

Yehowa rêya dilxweşiyê nîşanî me dide. Yên ku teklîfa “pîreka bêaqil” qebûl dikin difikirin ku gunehkirina bi dizî tiştekî şîrîn e. Rêya wan di “binê qebrê” de diqede (Methelokên Silêman 9:13, 17, 18). Halê kesên ku teklîfa hîkmeta rastîn qebûl dikin bi temamî cuda ye (Methelokên Silêman 9:1). Em dielimin ku çawa ji tiştên ku Yehowa ji wan hez dike, hez bikin û ji tiştên ku ew ji wan nefret dike, nefret bikin (Zebûr 97:10). Wekî din, em bi dilxweşî kesên din jî teklîfî mala hîkmeta rastîn dikin. Tu dibêjî qey em li meydana bajêr wisa bang dikin: “Kî hişsivik be, bila were vir!” Hemû kesên ku guh didin vê bangê dikarin ne tenê îro, lê her û her “li pêy rêya aqil herin” (Methelokên Silêman 9:3, 4, 6). w23.06 24 par. 17-18

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025

Roja Yekşemê, 16 Mijdar

Kesê zû hêrs nabe, ji mêrxasekî, kesê hay ji nefsa xwe heye, ji kesê fetha bajaran kiriye çêtir e (Methelokên Silêman 16:32, Mizgînî).

Gava hevalkar yan hevaldersek li ser baweriya te tiştekî dipirse, gelo tu biheyecan dibî? Ev yek tiştekî normal e. Pirsa kesekî din eşkere dike ku ew çawa difikire yan bi çi bawer dike. Bi vî şeklî, fersend dikeve destê me ku em jê re behsa xebera xêrê bikin. Lê car caran, niyeta hin kesan ew e ku li ser baweriya me minaqeşe bikin. Em ji vê yekê re ecêbmayî namînin, çimkî hin kesan fikrên şaş li ser baweriya me bihîstine (Karên Şandiyan 28:22). Wekî din, di van “rojên dawîn” gelek kes “lihevneker” û heta “har” in jî (2. Tîmotêyos 3:1, 3, KP). Belkî tu ji xwe dipirsî: “Gava kesên din dixwazin li ser baweriya min minaqeşe bikin, ez çawa dikarim sakîn û dilrihet bimînim?” Çi wê alî te bike? Bi gotinekê – sernermî. Kesekî sernerm, gava tê acizkirin yan jî ne emîn e ku çawa cewabê bide, ew zû hêrs nabe, lê bi xwe dikare. w23.09 14 par. 1-2

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025

Roja Duşemê, 17 Mijdar

Tê wan bikî serok li tevahiya welat (Zebûr 45:16).

Carinan, ji me re şîret tê dayîn ku bila em nekevin pey mal û milk û hay ji xwe hebin ku em qanûnên Xwedê binpê nekin. Di vî warî de jî, rêberiya Yehowa ji bo me bifeyde ye (Îşaya 48:17, 18; 1. Tîmotêyos 6:9, 10). Di dema tengasiya mezin de û di dema Hukimdariya Hezarsalî de jî, Yehowa wê bê guman bi destê însanan rêberiya me bike. Gelo emê guh bidin vê rêberiyê? Cewaba vê pirsê bi vê yekê ve girêdayî ye ku em îro li rêberiya Yehowa çawa dinêrin. Loma, bila em her gav li pey rêberiya Yehowa herin û guh bidin kesên ku wek çavdêrên me hatine tayînkirin (Îşaya 32:1, 2; Îbranî 13:17). Bila em her tim îtibara xwe bi rêberiya Yehowa bînin. Ew me ji her tiştê ku dikare dostaniya me ya bi wî re xera bike dûr digire û li ser rêya jiyana herheyî rêberiya me dike. w24.02 25 par. 17-18

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025
Bi xêr hatî!
Bi destê vî hacetê lêgerînê, tu dikarî weşanên Şahidên Yehowa bi gelek zimanan lêkolîn bikî.
Ji bo daxistina weşanan, ji kerema xwe re here jw.org.
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne