Roja Yekşemê, 16 Mijdar
Kesê zû hêrs nabe, ji mêrxasekî, kesê hay ji nefsa xwe heye, ji kesê fetha bajaran kiriye çêtir e (Methelokên Silêman 16:32, Mizgînî).
Gava hevalkar yan hevaldersek li ser baweriya te tiştekî dipirse, gelo tu biheyecan dibî? Ev yek tiştekî normal e. Pirsa kesekî din eşkere dike ku ew çawa difikire yan bi çi bawer dike. Bi vî şeklî, fersend dikeve destê me ku em jê re behsa xebera xêrê bikin. Lê car caran, niyeta hin kesan ew e ku li ser baweriya me minaqeşe bikin. Em ji vê yekê re ecêbmayî namînin, çimkî hin kesan fikrên şaş li ser baweriya me bihîstine (Karên Şandiyan 28:22). Wekî din, di van “rojên dawîn” gelek kes “lihevneker” û heta “har” in jî (2. Tîmotêyos 3:1, 3, KP). Belkî tu ji xwe dipirsî: “Gava kesên din dixwazin li ser baweriya min minaqeşe bikin, ez çawa dikarim sakîn û dilrihet bimînim?” Çi wê alî te bike? Bi gotinekê – sernermî. Kesekî sernerm, gava tê acizkirin yan jî ne emîn e ku çawa cewabê bide, ew zû hêrs nabe, lê bi xwe dikare. w23.09 14 par. 1-2
Roja Duşemê, 17 Mijdar
Tê wan bikî serok li tevahiya welat (Zebûr 45:16).
Carinan, ji me re şîret tê dayîn ku bila em nekevin pey mal û milk û hay ji xwe hebin ku em qanûnên Xwedê binpê nekin. Di vî warî de jî, rêberiya Yehowa ji bo me bifeyde ye (Îşaya 48:17, 18; 1. Tîmotêyos 6:9, 10). Di dema tengasiya mezin de û di dema Hukimdariya Hezarsalî de jî, Yehowa wê bê guman bi destê însanan rêberiya me bike. Gelo emê guh bidin vê rêberiyê? Cewaba vê pirsê bi vê yekê ve girêdayî ye ku em îro li rêberiya Yehowa çawa dinêrin. Loma, bila em her gav li pey rêberiya Yehowa herin û guh bidin kesên ku wek çavdêrên me hatine tayînkirin (Îşaya 32:1, 2; Îbranî 13:17). Bila em her tim îtibara xwe bi rêberiya Yehowa bînin. Ew me ji her tiştê ku dikare dostaniya me ya bi wî re xera bike dûr digire û li ser rêya jiyana herheyî rêberiya me dike. w24.02 25 par. 17-18
Roja Sêşemê, 18 Mijdar
Hûn bi keremê xilas bûn (Efesî 2:5).
Pawlosê şandî bi dilxweşî ji Yehowa re xizmet dikir, lê ew rastî gelek tengasiyan hatibû. Wî gelek caran li ser rêyên dûr û dirêj rêwîtî dikir, û rêwîtiyên berê ne ew qas rihet bûn. Li ser rêya xwe, Pawlosê şandî carinan “di talûkeyên çeman re” û “di talûkeyên rêbiran de” derbas dibû. Carinan jî, wî ji aliyê dijminan ve lêdan xwar (2. Korîntî 11:23-27). Wekî din, xwişk û birayan car caran qîmet nedida ked û xîreta wî (2. Korîntî 10:10; Filîpî 4:15). Çi alîkariya Pawlosê şandî dikir ku ew bi dewamî ji Yehowa re xizmetê bike? Pawlosê şandî bi destê Nivîsarên Pîroz û tecrûbeyên xwe sifetên Yehowa baştir nas dikirin. Wî bawer dikir ku Yehowa Xwedê ji wî hez dike (Romayî 8:38, 39; Efesî 2:4, 5). Û hezkirina Yehowa di dilê wî de mezintir dibû. Pawlosê şandî hezkirina xwe ya ji Yehowa bi vê yekê nîşan dida ku wî “ji pîrozan re” xizmet dikir (Îbranî 6:10). w23.07 9 par. 5-6