KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Bi xêr hatî!
Bi destê vî hacetê lêgerînê, tu dikarî weşanên Şahidên Yehowa bi gelek zimanan lêkolîn bikî.
Ji bo daxistina weşanan, ji kerema xwe re here jw.org.
  • Îro

Roja Duşemê, 17 Mijdar

Tê wan bikî serok li tevahiya welat (Zebûr 45:16).

Carinan, ji me re şîret tê dayîn ku bila em nekevin pey mal û milk û hay ji xwe hebin ku em qanûnên Xwedê binpê nekin. Di vî warî de jî, rêberiya Yehowa ji bo me bifeyde ye (Îşaya 48:17, 18; 1. Tîmotêyos 6:9, 10). Di dema tengasiya mezin de û di dema Hukimdariya Hezarsalî de jî, Yehowa wê bê guman bi destê însanan rêberiya me bike. Gelo emê guh bidin vê rêberiyê? Cewaba vê pirsê bi vê yekê ve girêdayî ye ku em îro li rêberiya Yehowa çawa dinêrin. Loma, bila em her gav li pey rêberiya Yehowa herin û guh bidin kesên ku wek çavdêrên me hatine tayînkirin (Îşaya 32:1, 2; Îbranî 13:17). Bila em her tim îtibara xwe bi rêberiya Yehowa bînin. Ew me ji her tiştê ku dikare dostaniya me ya bi wî re xera bike dûr digire û li ser rêya jiyana herheyî rêberiya me dike. w24.02 25 par. 17-18

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025

Roja Sêşemê, 18 Mijdar

Hûn bi keremê xilas bûn (Efesî 2:5).

Pawlosê şandî bi dilxweşî ji Yehowa re xizmet dikir, lê ew rastî gelek tengasiyan hatibû. Wî gelek caran li ser rêyên dûr û dirêj rêwîtî dikir, û rêwîtiyên berê ne ew qas rihet bûn. Li ser rêya xwe, Pawlosê şandî carinan “di talûkeyên çeman re” û “di talûkeyên rêbiran de” derbas dibû. Carinan jî, wî ji aliyê dijminan ve lêdan xwar (2. Korîntî 11:23-27). Wekî din, xwişk û birayan car caran qîmet nedida ked û xîreta wî (2. Korîntî 10:10; Filîpî 4:15). Çi alîkariya Pawlosê şandî dikir ku ew bi dewamî ji Yehowa re xizmetê bike? Pawlosê şandî bi destê Nivîsarên Pîroz û tecrûbeyên xwe sifetên Yehowa baştir nas dikirin. Wî bawer dikir ku Yehowa Xwedê ji wî hez dike (Romayî 8:38, 39; Efesî 2:4, 5). Û hezkirina Yehowa di dilê wî de mezintir dibû. Pawlosê şandî hezkirina xwe ya ji Yehowa bi vê yekê nîşan dida ku wî “ji pîrozan re” xizmet dikir (Îbranî 6:10). w23.07 9 par. 5-6

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025

Roja Çarşemê, 19 Mijdar

Bila her kes guhdariya kesên ku hukim dajon, bike (Romayî 13:1, NWT).

Gelek kes qebûl dikin ku em hewceyî hukûmetekê ne û gerek em bi ya hin qanûnên hukûmetê bikin. Lê eynî kes belkî guh nadin qanûnên ku ew ji wan hez nakin yan jî qanûnên ku li ber çavê wan bêedalet xuya dikin. Kitêba Pîroz dibêje ku hukûmetên mirovan dibin sebebên kul û derdan, ew di bin kontrola Îblîs de ne û wê di demeke nêzîk de bên tunekirin (Zebûr 110:5, 6; Waiz 8:9; Lûqa 4:5, 6). Wekî din, li gor Peyva Xwedê, “yê ku li hember desthilatiyê derkeve”, bi eslê xwe ew li dijî tertîba Xwedê radibe. Ji bo parastina nîzam û emniyetê, Yehowa niha îzna hukimdariyê dide hukûmetan. Loma, gerek em “heqê her kesî bidinê”. Yanî, gerek em bacê bidin, qedrê hukûmetê bigirin û ji qanûnan re îtaet bikin (Romayî 13:1-7). Belkî em qanûnekê bêmantiq û bêedalet dibînin û loma li me zor tê ku em guh bidinê. Lê dîsa jî, heta ku ew qanûn ne li dijî qanûnên Yehowa be, em guh didinê, çimkî Yehowa vê yekê ji me dixwaze (Karên Şandiyan 5:29). w23.10 8 par. 9-10

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025
Bi xêr hatî!
Bi destê vî hacetê lêgerînê, tu dikarî weşanên Şahidên Yehowa bi gelek zimanan lêkolîn bikî.
Ji bo daxistina weşanan, ji kerema xwe re here jw.org.
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne