KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Bi xêr hatî!
Bi destê vî hacetê lêgerînê, tu dikarî weşanên Şahidên Yehowa bi gelek zimanan lêkolîn bikî.
Ji bo daxistina weşanan, ji kerema xwe re here jw.org.
  • Îro

Roja Înê, 21 Mijdar

Ev li gor mebesta Xwedê ya ji demên bêdestpêk ve bû, ku wî bi saya Xudanê me Mesîh Îsa pêk anî (Efesî 3:11).

Di Kitêba Pîroz de, Yehowa mexseda xwe ya herheyî gav bi gav zelal kiriye. Yehowa dikare gelek rêyên cuda bi kar bîne. Ew her tim serkeftî ye, çimkî ew “her tiştî li gor armanca xwe çê dike” (Methelokên Silêman 16:4). Û netîceyên kirinên Yehowa her û her dimînin. Îcar armanca Yehowa çi ye? Ji bo ku armanca wî here serî, gava şert û merc tên guhertin, ew çi dike? Xwedê ji mirovên pêşîn re gotibû ku armanca wî ya ji bo wan çi ye. Wî dixwest ku ew “berdar bibin, zêde bibin, rûyê erdê dagirin” û serweriya “hemû bicanên ku li rûyê erdê” ne bikin (1. Mûsa 1:28). Lê Adem û Hewayê li hemberî Yehowa serî hilda. Bi vî awayî, wan guneh derbasî hemû mirovan kir. Lê belê, mexseda Yehowa qet nehat guhertin. Wî rêya gihîştina mexseda xwe li gor rewşa nû guhert. Di cih de, wî qerar da ku li ezmanan Padîşahiyekê ava bike, da ku armanca wî ya eslî bê cih (Meta 25:34). w23.10 19-20 par. 6-7

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025

Roja Şemiyê, 22 Mijdar

Eger Xudan nebûya alîkarê min, niha zû çûbû diyarê bêdengiyê canê min (Zebûr 94:17).

Yehowa dikare alî me bike ku em dev ji xîreta xwe bernedin. Lê eger em ji bo wexteke dirêj li hemberî eynî qisûr û kêmasiyê micadele dikin, ev yek zehmet e. Car caran, belkî wisa xuya dike ku qisûr û kêmasiyên me ji yên Petrûsê şandî mezintir in. Lê Yehowa dikare qewetê bide me ku em xwe teslîmî tengasiya xwe nekin (Zebûr 94:18, 19). Mesela, berî ku birayekî me rastiyê nas bike, wî gelek salan jiyaneke homoseksuel derbas dikir. Bi alîkariya Kitêba Pîroz, wî jiyana xwe bi temamî guhert. Lê dîsa jî, wî car caran li hemberî daxwazên şaş micadele dikir. Çi alî wî dikir ku ew dilsoz bimîne? Ew dibêje: “Yehowa qewetê dide me. Bi saya ruhê wî yê pîroz … ez hîn bûme ku di riya rastiyê de bimînim … Her çi qas ez qisûrdar im jî, Yehowa min xurt dike û di xizmeta xwe de bi kar tîne.” w23.09 23 par. 12

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025

Roja Yekşemê, 23 Mijdar

Xelata nefsbiçûkî û tirsa Xudan, Jiyan, rûmet û dewlemendî ye (Methelokên Silêman 22:4, Mizgînî).

Birayên ciwan, hûn dikarin bi ked û xîret bibin şagirtên Îsa Mesîh yên gihîştî. Ji bo vê lazim e ku hûn ji xwe re emsalên baş hilbijêrin, her tim kûr bifikirin, yekî pêbawer bin, ji bo jiyanê hunerên bifeyde bielimin û ji bo wezîfeyên nû xwe hazir bikin. Belkî hûn difikirin ku hûn nikarin bi kêrî van tiştan werin. Lê em bawer in ku hûnê bi ser bikevin. Ji bîr nekin, Yehowa her tim hazir e ku alî we bike (Îşaya 41:10, 13). Bê şik xwişk û birayên civatê jî wê alî we bikin. Gava hûn bibin mirovên li gor dilê Yehowa Xwedê, hûnê jiyaneke xweş û bextewar derbas bikin. Xortên hêja, ji bo hûn bibin şagirtên Îsa Mesîh yên gihîştî, em bereketa Yehowa ji bo we hemûyan dixwazin. Em ji we pir hez dikin! w23.12 29 par. 19-20

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025
Bi xêr hatî!
Bi destê vî hacetê lêgerînê, tu dikarî weşanên Şahidên Yehowa bi gelek zimanan lêkolîn bikî.
Ji bo daxistina weşanan, ji kerema xwe re here jw.org.
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne