NEMA ROMAYARA
1 Ez, Pawlos, xulamê Mesîh Îsa, yê ku ça şandî hatime gazîkirin û bijartinê, wekî mizgîniya Xwedê bela kim, vê nemê dinivîsim. 2 Xwedê ev mizgînî hê berêda bi pêxemberên xwe Nivîsarên Pîrozda soz dabû. 3 Ev mizgînî derheqa Kurê wî ye, yê ku ji zureta Dawid bû. 4 Eşkere ye ku ew Kurê Xwedê ye, çimkî Xwedê bi saya qewata ruhê xweyî pîroz ew ji mirinê rakir. Belê, ew Xudanê me Îsa Mesîh e. 5 Me pê wî ji Xwedê qenciya mezin stand. Îsa ez ça şandî bijartime, wekî alî merivên ji hemû mileta bikim, seva ku ewana bawer bikin, guhdar bin û rûmetê bidine navê wî. 6 Hûn jî nav van miletada nin, yên ku hatine gazîkirinê ku pey Îsa Mesîh herin. 7 Ez wan hemûyara dinivîsim, yên ku Romêda nin, hezkiriyên Xwedêra, kîjana ewî bijartiye ku bibine yên pîroz:
Bira qenciya mezin û edilaya ji Bavê me Xwedê û Xudan Îsa Mesîh, ji we kêm nebe.
8 Pêşiya her tiştî ez bi navê Îsa Mesîh bona we hemûya Xwedayê xwera şikiriyê didim, çimkî nav temamiya dinyayêda derheqa baweriya we xeber didin. 9 Xwedê, kîjanîra ez bi temamiya dilê xwe xizmet dikim û mizgîniya derheqa Kurê wî bela dikim, şede ye ku ez hertim duayên xweda besa we dikim. 10 Ez dua dikim ku hergê bê standinê û hergê Xwedê bixwaze, ezê rojekê bême cem we. 11 Ez hizreta wê rojê me, ku we bivînim û pêşkêşeke ruhanî bidime we, wekî hûn baweriyêda qewî bin; 12 awa gotî em hevdu qewî kin, ez bi baweriya we qewî bim, hûn jî bi baweriya min.
13 Birano, ez dixwazim hûn bizanibin, wekî min gelek car xwestiye bême cem we, lê heta niha riya min tê girtinê. Min dixwest ku xizmetiya min nav weda jî berên baş bîne, çawa nav miletên dinda. 14 Ez him borcdarê* Yûnana, him miletên din, him bîlana him jî yê nezana me. 15 Lema ez bi dil û can dixwazim Romêda wera jî mizgîniyê bela kim. 16 Ez mizgîniyê şerm hesab nakim, çimkî ev bi rastî qewata Xwedê ye, bona xilazbûna hemû bawermenda, pêşiyê bona Cihûya, paşê bona Yûnana. 17 Rastiya Xwedê eşkere dibe wanra, yên ku bawer dikin, û ev yek baweriya wan qewî dike, çawa ku Nivîsarên Pîrozda hatiye nivîsarê: “Yê rast wê bi saya baweriya xwe bijî”.
18 Xezeba Xwedê ji ezmên ser hemû merivên zulm û neheq xuya dibe, yên ku bi neheqiyên xwe nahêlin ku rastî eyan be. 19 Çi ku gerekê bona Xwedê bizanibin wanra zelal eyan e, çimkî Xwedê ev tişt wanra zelal kirine. 20 Hergê ewana hûr bi hûr dîna xwe bidinê ku dinya çawa hatiye çêkirinê, wê xeyset-hunurên wîye ku nayêne dîtinê, bivînin. Hergê ewana ser tiştên ku ewî çêkirine kûr bifikirin, wê têderxin wekî Xwedê yekî ça ne. Ev tişt qewata wîye bêsînor nîşan dikin û îzbat dikin, wekî ew Xwedê ye. Kesên ku çevên xwe ser van îzbatiya digirin, nikarin heq derên. 21 Çimkî rast e wana Xwedê nas dikir, lê yeke rûmet nedane wî çawa Xwedê, ne jî razîbûn dane kifşê. Wana xwe dane fikirên pûç, û dilê wanî bêfem, bû terî. 22 Ewana xwe bîlan hesab dikin, lê bi rastî bêfem in. 23 Dewsa ku rûmetê bidine Xwedayê ku her û her dijî, ewana rûmetê didine pûta, yên ku mîna meriva ne ku dimirin, û usa jî yên ku mîna çivîka, heywanên çarnig û şûlikiya ne.
24 Lema jî Xwedê hîşt, wekî ewana pey xwestinên heram kevin yên ku dilê wanda nin, û usa bedena xwe biherimînin. 25 Wana dewsa rastiya Xwedê, derewî hez kir. Ewana efrîna dihebînin, ne ku Efirandar, yê ku heta-hetayê hêjayî pesina ye. Amîn. 26 Lema jî Xwedê ew dane xwestinên eyb û şerm, çimkî jina terka heleqetiya xweye tebiyetî dane û ne ku mêrara, lê jinara serê xwe datînin. 27 Hema wî cûreyî, mêra jî terka heleqetiya xweye tebiyetî dane û serê xwe ne ku jinara datînin, lê mêr tevî mêra tiştên heram dikin û pê temên xweye xirab ser hev dişewitin. Ewana wê seva gunê xwe bi temamî cezayê bistînin.
28 Çimkî wana hesab nekir ku hêja ye Xwedê nas kin,* lema Xwedê hîşt ku ewana berdewam kin ser tiştên pûç bifikirin û tiştên necayîz bikin. 29 Ewana bi van tişta tije ne: Neheqî, zulmî, timayî, xirabî, hevsûdî, kuştin, şer, derewî û mixenetî. Ewana geveze ne, 30 buxdanbêj in, Xwedê nefret dikin, bêşerm in, kubar-babax in, qure ne û xirabiyê tivdîr dikin.* Ewana gura dê-bavada nînin, 31 serhişk in, xweyê sozê xwe nînin, hezkirina wan tune û bêrem in. 32 Ewana rind zanin wekî merivên ku tiştên usa dikin, li gora qanûna Xwedê hêjayî mirinê ne. Dîsa jî ewana ne tenê berdewam dikin wan tişta bikin, lê usa jî qebûl dikin merivên ku tiştên usa dikin.
2 Lema firqî tune tu kî yî, tu nikarî xwe heq derxî hergê kesên din sûcdar dikî, çimkî tu bona çi jî meriva sûcdar dikî, tu xwexa jî wan tişta dikî. Gava tu kesên din sûcdar dikî, tu xwexa xwe sûcdar dikî. 2 Lê em zanin gava Xwedê dîwana wan meriva dike, yên ku tiştên usa dikin, dîwana wî rast e.
3 Lê çaxê tu meriva sûcdar dikî bona wan tişta çi ku tu xwexa jî dikî, te tirê tê ji dîwana Xwedê birevî? 4 Yan tu bêhurmet dikî qenciya wîye mezin, rem û sebira wî, ku ew hindava teda dide kifşê? Tu fem nakî ku Xwedê dixwaze bi qenciya xwe alî te bike, wekî tu tobe kî? 5 Lê ji bo wê yekê ku tu serhişk î û naxwazî tobe kî, tu hêrsa Xwedê ser xweda tînî, ya ku Xwedê wê roja xezebê birêjîne, gava dîwana heq bike. 6 Ewê heqê her kesî li gora kirên wan bide wan. 7 Xwedê wê jîyîna her-heyî bide kesên ku rûmet, hurmet û jîyîna heta-hetayê digerin, çimkî ewana berdewam dikin qenciyê bikin. 8 Lê Xwedê wê xezeb û hêrsa xwe ser wanda birêjîne, yên ku şer-dewa hez dikin, guh nadine rastiyê, lê pey neheqiyê diçin. 9 Her merivê ku xirabiyê dike wê tengasiyê û cefê bikişîne, firqî tune ew Cihû be yan Yûnan be. 10 Lê her merivê ku qenciyê dike, wê rûmet, hurmet û edilayê bistîne, pêşiyê Cihû û paşê jî Yûnan. 11 Çimkî Xwedê firqiyê nake nava meriva.
12 Her kesê ku bin Qanûnêda nîbûn û gune kirine, wê bê Qanûn jî bimirin. Lê her kesê ku bin Qanûnêda nin û gune kirine, ewê li gora Qanûnê bêne dîwankirinê. 13 Ne ku kesê ku Qanûnê zane ber çevê Xwedê rast e, lê kesê ku li gora Qanûnê dijî. 14 Lê gava miletên din, ku Qanûnê nizanin wan tişta dikin çi ku Qanûn dibêje, usa ewana nîşan dikin wekî Qanûn nav wanda ye. 15 Ewana didine kifşê, wekî tiştên ku Qanûn hîn dike dilê wanda nivîsar in, û îsafa wan jî şedetiya vê yekê dide. Ewana bi fikirên xwe yan xwe sûcdar dikin, yan jî xwe heq derdixin. 16 Anegorî wê mizgîniya ku ez bela dikim, wê ew hemû tişt wê rojê biqewime, gava Xwedê bi saya Mesîh Îsa dîwana meriva bike, bona kirên wan û fikirên wane veşartî.
17 Tu xwe Cihû hesab dikî, baweriya xwe qanûnê tînî, û Xwedêra firnaq dibî. 18 Tu qirara Xwedê zanî û tiştên rast qebûl dikî, çimkî tu li gora Qanûnê hatî hînkirinê. 19 Tu xweda bawer î, wekî tu bona kora rêber î, bona wan yên ku teriyêda nin, ronayî yî, 20 şîretkarê nezana yî, dersdarê zara yî û hîmê zanebûnê û rastiya Qanûnê zanî. 21 Tu, yê ku kesên din hîn dikî, çira xwe hîn nakî? Tu dibêjî “Nedize”, lê xwexa didizî. 22 Tu dibêjî “Qaviyê neke”, lê tu xwexa qaviyê dikî. Tu dibêjî wekî pûta nefret dikî, lê tu paristgeha talan dikî. 23 Tu, yê ku firnaq dibî wekî qanûna Xwedê zanî, çira Qanûnê pêpes dikî û bi vê yekê Xwedê bêhurmet dikî? 24 Çawa ku Nivîsarên Pîrozda hatiye nivîsarê: “Rûyê weda nav miletên dinda navê Xwedê tê bêhurmetkirinê”.
25 Hergê tu xwe li Qanûnê digirî, hingê kara sinetê heye. Lê hergê tu xwe li Qanûnê nagirî, hingê sineta te dibe bêsinetî. 26 Hergê merivekî nesinetkirî xwe li temiyên Qanûnêye rast digire, ewê ber çevê Xwedê sinetkirî bê hesabê, usa nîne? 27 Te hînkirina derheqa sinetê û Qanûnê standiye, lê tu li gora Qanûnê najîyî. Ji bo vê yekê kesê nesinetkirî, yê ku li gora Qanûnê dijî, wê te sûcdar ke. 28 Çimkî Cihûyê rast ne tenê rûva Cihû ye, û sinet jî ne tenê ser bedenê tê kirinê. 29 Lê Cihûyê rast dilê xweda Cihû ye, û sineta wî jî bi ruhê pîroz ser dilê wî hatiye kirinê, ne ku bi Qanûna nivîsar. Kesê usa ne ku ji meriva, lê ji Xwedê pesina distîne.
3 Kara vê yekê çi ye, ku meriv Cihû ye? Yan jî kara sinetê çi ye? 2 Kara vê yekê gelek e: Mesele, Xwedê xeberên xweyî pîroz tesmîlî Cihûya kirine. 3 Awa hergê ji wan hinek amin neman, gelo kêmbaweriya wan tê hesabê ku Xwedê neamin e? 4 Hemikî na! Hergê hemû meriv derewa bikin jî, Xwedê wê hertim rastiyê bêje. Çawa ku hatiye nivîsarê: “Tuyê gotinên xweda rast derêyî, û tuyê serkevî gava te sûcdar kin”. 5 Neheqiya me hê zelal nîşan dike ku Xwedê heq e. Îja Xwedê neheq e çaxê xezeba xwe tîne ser me? (Ez usa dibêjim, ça hine meriv difikirin.) 6 Tu car na! Hergê Xwedê neheq be, wê çawa dîwana dinyayê bike?
7 Usa jî hergê derewiya min hê zêde nîşan dike, wekî Xwedê rast e û hê zêde rûmetê dide wî, îja ez çira mîna yekî gunekar tême sûcdarkirinê? 8 Û çira em aha nabêjin: “De were em xirabiyê bikin, wekî qencî derê”, çawa hine meriv şera me gilî dikin, ku yançi em usa dibêjin? Ew meriv wê li gora heqiyê bêne dîwankirinê.
9 Îja em Cihû ji kesên din çêtir in? Hemikî na! Çawa ku me îda gotibû, him Cihû him jî Yûnan bin hukumê guneda nin. 10 Nivîsarên Pîrozda hatiye nivîsarê: “Merivê rast tune, qe yek jî tune. 11 Kesekî ku fem bike tune; kesekî ku Xwedê digere tune. 12 Hemû meriv ji rê derketin û bêkêr bûne. Kesekî ku qenciyê dike tune, qe yek jî tune”. 13 “Xeberdana wan, meriva dikuje.* Ewana bi zimanê xwe derewa dikin”. “Jera mera ser lêvên wan e”. 14 “Devê wan bi nifira û giliyên tel tije ye”. 15 “Nigên wan xûnrêtinêra lez in”. 16 “Riyên wan qeda-belayê tînin, 17 û ewana riya edilayê nizanin”. 18 “Tirsa Xwedê dilê wanda tune”.
19 Em zanin Qanûn çi ku dibêje bona wan e, yên ku bin Qanûnêda nin, wekî devê her kesî bê dadanê, û eşkere be ku temamiya dinyayê ber Xwedê neheq e û hêjayî cezakirinê ye. 20 Lema jî tu kes nikare ber çevê Xwedê rast bê hesabê bi vê yekê ku xwe li Qanûnê digire. Bi rastî Qanûn alî me dike, wekî em hê zelal fem kin, ku gune çi ye.
21 Lê niha em fem dikin ku meriv bêyî Qanûnê dikare ber çevê Xwedê rast bê hesabê. Ev yek Qanûn û Nivîsarên Pêxemberada jî tê gotinê. 22 Belê, hemûyên ku baweriya xwe Îsa Mesîh tînin, dikarin ber çevê Xwedê rast bêne hesabê, çimkî Xwedê firqiyê nake orta meriva. 23 Hemûya gune kiriye û nikarin bigihîjine rûmeta Xwedê. 24 Lê Mesîh Îsa ewana xilaz kirin, ku bona gune heq da û usa ewana ber Xwedê rast hatine hesabê. Û ev yek pêşkêş e, ku Xwedê bi qenciya xweye mezin daye wan. 25 Xwedê, Mesîh kire qurban, seva ku meriv bi saya baweriya hindava xûna wî, tevî Xwedê li hev bên.* Xwedê ev yek kir, seva ku heqiya xwe bide kifşê. Bi vê yekê ku ewî gunên ku pêşda hatibûn kirinê, dibaxşand, ewî sebira xwe nîşan dikir 26 Lê ew usa jî heqiya xwe mera nîşan dike bi vê yekê, ku rast hesab dike wî merivî, yê ku baweriya xwe Îsa tîne.
27 Îja qe menî heye, wekî em payê xwe bidin? Na, qe menîk jî tune. Gelo em gerekê payê xwe bidin, ku Qanûnê tînin sêrî? Na, em gerekê firnaq bin ku em pey qanûna baweriyê diçin. 28 Çimkî em zanin wekî meriv pê baweriya xwe rast tê hesabê, ne ku bi vê yekê ku ew xwe li Qanûnê digire. 29 Gelo Xwedê tenê Xwedayê Cihûya ye? Ne ew Xwedayê miletên din e jî? Belê, ew Xwedayê hemû mileta ye. 30 Çimkî Xwedê yek e, ewê him kesên sinetkirî, him jî kesên nesinetkirî bi saya baweriya wan, wana rast hesab ke. 31 Hergê usa ye, gelo em bi baweriya xwe Qanûnê betal dikin? Na! Em piştgiriya Qanûnê dikin.
4 Em derheqa kal-bavê me Birahîm çi dikarin bêjin? 2 Hergê Birahîm pê kira rast bihata hesabê, meniya wî wê hebûya payê xwe bida, lê ne li ber Xwedê. 3 Nivîsarên Pîroz çi dibêjin? “Birahîm baweriya xwe Yehowa anî, û yekî rast hate hesabê”. 4 Merivê ku xebatekê dike, heqê xwe ne ku ça pêşkêş distîne, lê ça heqê ku wîra dikeve. 5 Lê merivê ku gumana xwe nade ser kirên xwe, lê baweriya xwe Xwedê tîne, Xwedêyê ku merivê gunekar rast hesab dike, wê wî bona baweriya wî rast hesab ke. 6 Dawid jî ser wî merivî dibêje bextewar, kîjanî Xwedê rast hesab dike, lê ne bona kirên wî. Ewî usa got: 7 “Çiqas bextewar in ew meriv, yên ku kirên wane xirab hatine baxşandinê û gunên wan jî hatine bîrkirinê. 8 Çiqas bextewar e merivê ku Yehowa gunê wî, wê bîra xweda xwey neke”.
9 Gelo tenê merivên ku hatine sinetkirinê bextewar in? Yan merivên ku nehatine sinetkirinê jî dikarin bextewar bin? Çimkî em dibêjin: “Birahîm pê baweriya xwe yekî rast hate hesabê”. 10 Gelo kengê ew bi saya baweriya xwe yekî rast hate hesabê? Pêşiya ku ew hate sinetkirinê, yan paşî sinetkirinê? Çaxê hê nehatibû sinetkirinê. 11 Belê, gava Birahîm hê nesinetkirî bû, ew pê baweriya xwe yekî rast hate hesabê. Ewî nîşanek, dêmek sinetkirin ça mor stand, seva ku bibe bavê hemû nesinetkiriya, yên ku pê baweriya xwe rast bihatana hesabê. 12 Birahîm usa jî bû bavê sinetkiriya, ne tenê yê sinetkiriya, lê yê wan jî, yên ku pêgeha baweriya bavê me Birahîmda diçin, kîjan ku hê pêşiya sineta wî hebû.
13 Çimkî ew sozê ku Birahîm û zureta wîra hate dayînê, wekî dinyayê war bin, ne ku bi Qanûnê bû, lê bi wê yekê bû, ku ewî bawer kir û yekî rast hate hesabê. 14 Hergê ewên ku xwe li Qanûnê digirin, bibûna xweyê war, hingê bawerî wê pûç bûya û ev soz jî betal bûya. 15 Bi rastî teribandina Qanûnê xezeba Xwedê pêşda tîne, lê hergê qanûn tune be, teribandina qanûnê jî wê tune be.
16 Bi wî awayî, em vî sozî bi saya baweriyê distînin, çimkî ev qenciya Xwedêye mezin e bona me. Temamiya zureta Birahîm dikare vî sozî bistîne, belê, ne tenê yên ku xwe li Qanûnê digirin, lê usa jî yên ku baweriya wan mîna baweriya Birahîm e, yê ku bavê me hemûya ye. 17 (Çawa ku Nivîsarên Pîrozda nivîsar e: “Min tu kirî bavê gelek mileta”.) Birahîm baweriya xwe Xwedê anî, Xwedayê ku miriya sax dike û bona tiştên ku hê tune ne, usa xeber dide, tê bêjî ew îda hene. 18 Rast e hîmê gumana Birahîm tune bû, lê dîsa jî gumana wî hebû, û ewî bawer dikir ku wê bibe bavê gelek mileta, çimkî Xwedê jêra usa got: “Zureta teyê aha zêde be”. 19 Birahîm baweriyêda sist nebû, rast e difikirî ku wîra wê zar nebin, (çimkî ew emirda nêzîkî 100 salî bû), û Serah jî îda pîr bûye, nikare zara bîne, 20 lê ji bo sozê ku Xwedê dabû wî, ewî bawer dikir û tu car dudilî nedibû. Baweriya wî ew qewî dikir, û ewî rûmet dida Xwedê. 21 Ew bi temamî bawer bû ku Xwedê dikare sozê xwe bîne sêrî. 22 Bi saya baweriya xwe “ew yekî rast hate hesabê”.
23 Lê ev gilî “ew yekî rast hate hesabê”, ne tenê bona Birahîm hatine nivîsarê, 24 lê usa jî bona me. Emê jî ça kesên rast bêne hesabê, çimkî em Xwedayê ku Xudan Îsa ji mirinê rakiriye, bawer dikin. 25 Îsa bona gunên me hate kuştinê, û ew ji mirinê hate rakirinê, wekî em rast bêne hesabê.
5 Awa çimkî em bi baweriya xwe rast hatine hesabê, werên em bi saya Xudanê me Îsa Mesîh, tevî Xwedê edilayêda şa bin.* 2 Baweriya me hindava Îsa bona me rê vedike, wekî em nêzîkî Xwedê bin û qenciya Xwedêye mezin bistînin, kîjanê jî em niha distînin. Û werên em şa bin,* çimkî gumana me heye ku Xwedê wê me rûmet ke. 3 Usa jî werên em şa bin çaxê em tengasiya dikişînin, çimkî em zanin ku tengasî sebirê pêşda tîne. 4 Sebir jî alî me dike ku razîbûna Xwedê bistînin, û razîbûna wî gumanê dide me, 5 û guman me dilteng nake, çimkî Xwedê pê ruhê pîroz, kîjan ku mera hatiye dayînê, dilê me bi hezkirina xwe tije kiriye.
6 Gava em hê bêçare* bûn, Mesîh bona me merivên gunekar wedê kifşkirîda mir. 7 Diqewime tu kes hazir nîbe bona merivekî rast emirê xwe bide. Lê bona merivekî qenc dibeke kesek hazir be emirê xwe bide. 8 Lê Xwedê hezkirina xwe hindava meda da kifşê bi wê yekê, ku Mesîh bona me mir, gava em hê gunekar bûn. 9 Ev yek ku em bi xûna Îsa rast hatine hesabê, me hê zêde dide bawerkirinê, ku emê ji xezeba Xwedê xilaz bin. 10 Rast e em dijminên Xwedê bûn, lê bi saya mirina Kurê wî em bûne dostên wî.* Îlahî niha ku em dostên Xwedê ne, em dudilî nabin, ku bi saya jîyîna Îsa emê xilaz bin. 11 Usa jî, tiştên ku Xwedê bi destê Xudanê me Îsa Mesîh kirine, me şa dikin, çimkî bi saya wî em niha bûne dostên Xwedê.
12 Çawa bi merivekî gune kete dinyayê û ji gune mirin hat, usa mirin derbazî ser hemû meriva bû, çimkî hemûya jî gune kir. 13 Hê pêşiya Qanûnê, dinyayêda gune hebû, lê hergê qanûn tune, meriv nikare seva gunên xwe bê sûcdarkirinê. 14 Ji rojên Adem heta rojên Mûsa, mirin padşatiyê dike hela hê ser wan jî, gunên kîjana mîna yên Adem nîbûn. Adem jî mîna wî kesî bû, yê ku gerekê bihata.
15 Lê pêşkêşa Xwedê ne mîna gunê Adem e. Gelek meriv seva gunê Adem mirine. Lê qenciya Xwedê û pêşkêşa ku ewî bi qenciya merivekî, dêmek Îsa Mesîh, daye, hê zêde ye. Bi saya vê pêşkêşê, Xwedê keremên xwe ser gelek merivada dibarîne. 16 Usa jî firqiya orta pêşkêşa Xwedê û gunê Adem ev e: Gunê vî merivî bû sebeb, wekî hemû meriv neheq hatine hesabê, lê bi saya pêşkêşa Xwedê gelek meriv rast hatine hesabê. 17 Hergê ji bo gunê merivekî, mirinê padşatî kir, lê çiqas hê zêde em dikarin bawer bin, wekî bi saya yekî, dêmek Îsa Mesîh, ewên ku qenciya Xwedêye mezin û pêşkêşa rastiyê distînin, wê bijîn û padşatiyê bikin.
18 Lema jî çawa gunek bû sebeb, wekî hemû meriv neheq hatine hesabê, hema usa kirineke rast bû menî, ku gelek meriv rast têne hesabê û jîyînê distînin. 19 Çawa ku bi neguhdariya merivekî, gelek bûne gunekar, hema usa bi guhdarîkirina merivekî, gelek wê rast bêne hesabê. 20 Qanûn hatiye dayînê, seva ku eşkere be wekî meriv çiqas gunekar in. Lê kîderê gune zêde bûye, qenciya Xwedêye mezin jî hê zêde bûye. 21 Çawa ku gune padşatiyê dike û mirinê tîne, qenciya Xwedêye mezin jî niha bi saya rastiyê padşatiyê dike û bi saya Xudanê me Îsa Mesîh, me berbi jîyîna heta-hetayê dibe.
6 Îja em niha çi bêjin? Gelo em gerekê berdewam kin gune bikin, seva ku qenciya Xwedêye mezin hindava meda zêde be? 2 Hemikî na! Em bona gune mirine, îja em ça dikarin berdewam kin gune bikin? 3 Yan hûn nizanin, wekî em hemûyên ku Îsa Mesîhda hatine nixumandinê,* mirina wîda jî hatine nixumandinê? 4 Gava em mirina wîda hatine nixumandinê, em tevî wî hatine definkirinê, seva ku çawa Mesîh pê rûmeta Bav ji mirinê hate rakirinê, em jî bi jîyîneke teze bijîn. 5 Hergê em mîna wî mirin û usa tevî wî yektiyêda bûn, emê usa jî tevî wî yektiyêda bin, çaxê mîna wî ji mirinê bêne rakirinê. 6 Em zanin ku şexsiyeta meye berê tevî wî ser stûnê hatiye mixkirinê, seva ku qewata gune bedena meda nemîne û em îda gunera xulamtiyê nekin. 7 Çimkî gava meriv dimire, ew ji gunê xwe aza dibe.*
8 Em tevî Mesîh mirine, û em bawer dikin ku emê tevî wî bijîn jî. 9 Çimkî em zanin wekî Mesîh ku ji mirinê rabûye, îda namire. Mirin îda ser wî hukum nake. 10 Ew carekê mir, wekî gune bide hildanê. Lê niha ew dijî, wekî qirara Xwedê bîne sêrî. 11 Hûn jî xwe bona gune mirî hesab kin, lê bijîn seva ku qirara Xwedê bînin sêrî, çawa şagirtên Îsa Mesîh.
12 Nehêlin ku gune ser jîyîna we hukum ke, û we mecbûr ke gura xwestinên bedena xwe bikin. 13 Bedenên xwe nedine gune ça hacetên bona xirabiyê.* Lê xwe tesmîlî Xwedê bikin, çawa merivên ku ji mirinê hatine rakirinê û bedenên xwe jî ça hacetên bona qenciyê* tesmîlî Xwedê kin. 14 Bira gune ser we hukum neke, çimkî hûn bin Qanûnêda nînin, lê bin qenciya Xwedêye mezinda nin.
15 Îja hergê em bin Qanûnêda nînin, lê bin qenciya Xwedêye mezinda nin, em gerekê gune bikin? Tu car na! 16 Hûn nizanin ku hergê hûn mîna xulama guhdariya kesekî dikin, hûn dibine xulamên wî? Hergê hûn xulamên gune ne, hûnê bimirin, hergê hûn xulamên Xwedê ne û guh didine wî, hûnê merivne rast bêne hesabê. 17 Lê şikir Xwedêra, wekî rast e hûn wextekê xulamên gune bûn, lê niha hûn gura vê hînkirinêda nin, ku we standiye. 18 Belê, hûn ku ji gune aza bûne, hûn bûne xulamên rastiyê. 19 Ji bo wê yekê ku hûn kamil nînin, ez bi zimanekî hêsa tevî we xeber didim. We li gora xwestinên bedena xwe dikir, û hûn xulamên heramiyê û bêqanûniyê bûn. Lê niha hûn gerekê li gora wan xwestina bikin, kîjan ku we dikine xulamên tiştên rast û pîroz. 20 Çimkî gava hûn xulamên gune bûn, we xulamtiya tiştên rast nedikir.
21 Hingê we ji kirên xwe çi ber distand? We tiştên usa dikir, ji bo kîjana hûn niha şerm dikin, û axiriya wan tişta mirin e. 22 Lê niha gava hûn ji gune aza bûne û bûne xulamên Xwedê, hûn berê pîroziyê tînin, û ew yek berbi jîyîna heta-hetayê dibe. 23 Çimkî heqê gune mirin e, lê pêşkêşa Xwedê jîyîna heta-hetayê ye, kîjan ku ew bi saya Xudanê me Îsa Mesîh dide me.
7 Birano, hûn nizanin wekî Qanûn ser meriv hukum dike, heta ew sax e? (Ez wanra xeber didim, yên ku qanûnê zanin) 2 Mesele, heta ku mêrê kulfeta mêrkirî sax e, ev kulfet pê qanûnê wîva girêdayî ye. Lê hergê mêrê wê bimire, ew hingê ji qanûna wî aza dibe. 3 Hergê mêrê wê hê sax e û ew bibe jina mêrekî din, ew qaviyê dike. Lê hergê mêrê wê bimire, ew ji vê qanûnê aza dibe, û hergê ew bibe jina mêrekî din, ew qaviyê nake.
4 Bi vî cûreyî, birano, bedena Mesîh hûn ji Qanûna Mûsa aza kirine, seva ku hûn bibine para wî kesî, ku ji mirinê hate rakirinê, wekî hûn berên baş Xwedêra bînin. 5 Gava me li gora xwestinên bedenê dijît, Qanûnê eşkere kir, wekî xwestinên gunekar bona bedena me bûne meniya gune. Û ev gune me berbi mirinê dibe. 6 Lê em bona Qanûnê mirin, lema jî em niha ji Qanûnê aza ne. Niha em Xwedêra bi cûrê teze xizmet dikin, dêmek bi ruh, ne ku bi cûrê kevin, çawa ku Qanûnêda nivîsar bû.
7 Îja em çi bêjin? Gelo Qanûn gune ye? Hemikî na! Qanûnê nîbûya, minê fem nekira ku gune bi rastî çi ye. Mesele, hergê Qanûnêda usa nehata gotinê: “Havijiya xwe tiştên xelqê neyne!”,* minê nizanibûya wekî dilhavijî nerast e. 8 Lê gune bi vê temiyê nava minda her cûre dilhavijî pêşda anî. Lê bêyî vê Qanûnê, gune mirî bû. 9 Bi rastî jî, gava Qanûn hê tune bû, ez sax bûm, lê gava Qanûn derket, gune sax bû û ez mirim. 10 Û min dît wekî temiya ku gerekê ez berbi jîyînê bivirama, ez berbi mirinê birim. 11 Gune bi vê temiyê ez xapandim û ez kuştim. 12 Dîsa jî Qanûn pîroz e û temî jî pîroz e, rast û qenc e.
13 Wekî usa ne, tiştekî qenc ez kuştim? Hemikî na! Gune bû sebebê mirina min. Qanûn qenc e, lê ew eyan dike ku gune bû sebebê mirina min. Bi vî cûreyî, temiyê da kifşê, wekî gune bi rastî çiqas xirab e. 14 Em zanin ku Qanûn ji Xwedê ye,* lê ez bende me* û ça dîl gunera hatime firotanê. 15 Çimkî ez fem nakim çi dikim. Ne ku wî tiştî dikim, çi ku dixwazim, lê wî tiştî dikim, çi ku ber çevê min reş e. 16 Ez qebûl dikim ku Qanûn qenc e, lê dîsa jî tiştên ku ez naxwazim bikim, ez dikim. 17 Wekî usa ne, ne ku ez van tişta dikim, lê gunê ku nav minda ye, dike. 18 Ez zanim ku nav minda, dêmek bedena mine gunekarda, tiştekî qenc tune. Ez dixwazim tiştên qenc bikim, lê nikarim bikim. 19 Tiştên qenc yên ku ez dixwazim bikim, ez nakim, lê tiştên xirab, yên ku ez naxwazim bikim, ez dikim. 20 Hergê ez wan tişta dikim çi ku naxwazim bikin, wî çaxî ne ku ez dikim, lê gunê ku nav minda ye, dike.
21 Ez dereca xweda vê qanûnê divînim: Gava ez dixwazim tiştê rast bikim, ji min xirabî dertê. 22 Bi rastî ez kûraya dilê xweda qanûna Xwedê hez dikim. 23 Lê bedena xweda ez qanûneke din divînim, kîjan ku tevî qanûna hişê min şer dike. Ev yek min dike dîlê qanûna gune, ya ku bedena minda ye. 24 Ez merivekî hêsîr-belengaz im! Kî wê min ji bedena ku min berbi mirinê dibe, xilaz ke? 25 Şikir Xwedêra, çimkî ew min bi Xudanê me Îsa Mesîh xilaz dike! Belê, bi hişê xwe ez xulamê qanûna Xwedê me, lê bi bedena xwe ez xulamê qanûna gune me.
8 Lema jî ewên ku tevî Îsa Mesîh yektiyêda nin, nayêne dîwankirinê. 2 Qanûna ruh, ya ku jîyînê dide yên ku tevî Îsa Mesîh yektiyêda nin, hûn ji qanûna gune û mirinê aza kirin. 3 Qanûna Mûsa nikaribû hûn aza kirana, çimkî meriv gunekar û sist in, lê Xwedê ew yek kir. Ewî Kurê xwe bi bedena mîna ya merivê gunekar şande dinyayê, wekî gune bide hildanê. Usa Xwedê dîwana gune kir, ku nava merivada ye, 4 seva ku em bikaribin dewakirinên Qanûnêye rast bînin sêrî û li gora ruh bijîn, ne ku li gora bedena gunekar. 5 Çimkî kesên ku li gora bedena gunekar dijîn, ser xwestinên bedena gunekar difikirin, lê kesên ku li gora ruh dijîn, ser tiştên ruhanî difikirin. 6 Çimkî gava hiş-aqil ser xwestinên bedena gunekar e, ew berbi mirinê dibe. Lê gava hiş-aqil ser tiştên ruhanî ye, ew berbi jîyînê û edilayê dibe. 7 Hiş-aqilê kê ser xwestinên bedena gunekar e, ew dibe dijminê Xwedê, çimkî bedena gunekar gura qanûna Xwedê nake, ne jî dikare bike. 8 Dêmek ewên ku li gora bedena xweye gunekar dijîn, nikarin Xwedê xweş bên.
9 Lê hûn li gora bedena gunekar najîn, hûn li gora ruh dijîn, hergê bi rastî ruhê Xwedê nav weda ye. Hergê bal kesekî ruhê Mesîh tune, ev meriv para Mesîh nîne. 10 Rast e bedena we ji bo gune mirî ye, lê hergê hûn tevî Mesîh yektiyêda nin, ruh we sax dike, çimkî hûn rast hatine hesabê. 11 Ruhê Xwedê, Îsa ji mirinê rakiriye. Hergê ew ruh nav weda ye, Ewê ku Mesîh Îsa ji mirinê rakiriye, wê bi vî ruhê xweyî ku nav weda ye, bedena we jî ya ku dimire, sax ke.
12 Lema jî birano, em borcdar nînin gura bedena xweye gunekar bikin. 13 Hergê hûn li gora bedena xweye gunekar bijîn, hûnê bimirin. Lê hergê hûn îzinê bidin, wekî qewata ruhê pîroz xwestinên bedena weye gunekar bikuje, hûnê bijîn. 14 Çimkî kesên ku bin rêberiya ruhê Xwedêda nin, kurên Xwedê ne. 15 We ruhekî usa nestandiye ku we dike xulam û ditirsîne. Lê we ew ruh standiye, yê ku we dike kurên Xwedê. Bi vî ruhî em dikine gazî: “Abba,* Bavo!” 16 Ruhê Xwedê mera eyan dike,* ku em zarên Xwedê ne. 17 Hergê em zarên wî ne, ev tê hesabê ku em him warên Xwedê ne, him jî tevî Mesîh xweyîwar in. Lê pêşiyê em gerekê mîna wî cefê bikişînin, wekî mîna wî bêne rûmetkirinê.
18 Bi texmîna min cefên ku em niha dikişînin, qe tiştek nînin himberî rûmeta ku wê mera eyan be. 19 Hemû efrîn* hizreta wî wedeyî ne, gava Xwedê rûmeta kurên xwe eyan ke. 20 Çimkî efirîn ber bayê boş-betaliyê ketin, ne ku bi xwestina xwe, lê Xwedê ew yek hîşt. Lê ewî guman jî da, 21 wekî efrîn ji dîltiya gune û mirinê aza bin, û çawa zarên Xwedê, azaya rûmetî bistînin. 22 Çimkî em zanin ku hemû efrîn heta niha dinalin û êşê dikişînin. 23 Me berê pêşin standiye, dêmek ruhê pîroz, û em jî dinalin. Lê em hizreta wî wedeyî ne, ku Xwedê me ça kurên xwe qebûl ke û aza ke ji bedenên me, çimkî Îsa bona me heq* da. 24 Em pê vê gumanê xilaz bûne. Lê ew gumana ku hatiye sêrî, îda guman nîne, çimkî gava gumana bende tê sêrî, ewê ça dîsa guman be? 25 Lê gava gumana me ser wan tişta ye, çi ku me nestandiye, em bi sebir berdewam dikin hîviyê bin.
26 Usa jî gava em sist in, ruhê pîroz alî me dike. Dibeke em zanin ku gerekê dua bikin, lê nizanin seva çi dua bikin. Û gava em dinalin û nizanin çi bêjin, ruhê pîroz xwexa bona me hîvî dike. 27 Xwedayê ku dila dixûne, zane ruh çi dixwaze, çimkî ruh vê yekê bona pîroza hîvî dike, çi ku li gora qirara Xwedê ye.
28 Em zanin ku Xwedê hemû kirên xwe usa hev tîne, wekî ew bona kara wan meriva be, yên ku wî hez dikin û li gora qirara wî hatine gazîkirinê. 29 Xwedê sêrîda ewana bijartin û sêrîda safî kir, ku ewana bibine mîna Kurê wî, wekî ew nixurî be nav gelek birada. 30 Xwedê gazî wan kir, yên ku ewî bijartibû û ewana rast hesab kirin. Axiriyêda Xwedê ewana rûmet kirin, yên ku ewî rast hesab kirin.
31 Îja em derheqa van tişta çi bêjin? Hergê Xwedê tevî me ye, kî dikare miqabilî me be? 32 Hergê ewî heyfa xwe Kurê xwe neanî û bona me hemûya kire qurban, gelo ewê ji qenciya xwe hemû tiştên din jî nede me? 33 Kî dikare bijartiyên Xwedê neheq derxe? Yê ku wana rast hesab dike, Xwedê ye. 34 Kî dikare wana sûcdar ke? Çimkî Mesîh Îsa mir û ji mirinê hate rakirinê, ewê ku aliyê milê Xwedêyî rastê ye û ewê ku bona me reca dike.
35 Çi dikare me ji hezkirina Mesîh biqetîne? Gelo tengasî, kul-derd, zêrandin, xelayî-celayî, kesîbî,* xofî, yan zordarî* dikare me ji hezkirina Mesîh biqetîne? 36 Nivîsarên Pîroz dibêjin: “Bona te em hertim ber mirinê ne. Meriv me hesab dikin ça pezên bona serjêkirinê”. 37 Bi saya wî, yê ku me hez dike, em van hemû tiştada bi temamî ser dikevin. 38 Çimkî ez bawer im ku tu tişt nikare me ji hezkirina Xwedê biqetîne: Ne mirin, ne jîyîn, ne melek, ne serwêrtî, ne tiştên niha, ne tiştên ku wê bên, ne qewat, 39 ne bilindayî, ne kûrayî, ne jî efrînekî din. Qe tu tişt nikare me ji hezkirina Xwedê biqetîne, ya ku bi saya Xudanê me Mesîh Îsa tê eyankirinê.
9 Ez ça şagirtê Mesîh rastiyê dibêjim û derewa nakim. Îsafa min, ya ku bin rêberiya ruhê pîrozda ye, şedetiya vê yekê dide, 2 ku derd û êşa mezin dilê minda ye. 3 Minê bixwesta nifir li min bûya û ji Mesîh qetandî bûma dewsa birên xwe, miletê xwe. 4 Ewana Îsraêlî ne, û hatine bijartinê ku bibine zarên Xwedê. Xwedê rûmeta xwe nîşanî wan kir, û peyman, Qanûn, soz û xizmetiya pîroz jî da wan. 5 Ewana zureta kal-bavên me ne, û Mesîh jî ji zureta wan hat. Bira Xwedayê ku li ser hemûyara ye, heta-hetayê bê rûmetkirinê. Amîn.
6 Ev yek nayê hesabê ku xebera Xwedê nehatiye sêrî. Çimkî ne her kesê ku ji Îsraêl bûye, bi rastî Îsraêlî ye. 7 Ewana ku ji zureta Birahîm in, nayê hesabê wekî ewana gişk bi rastî zarên wî ne. Xwedê Birahîmra gotibû: “Zureta te wê ji Îshaq be”. 8 Dêmek ne hemû zarên Birahîm zarên Xwedê ne. Lê bi rastî zarên ku bi sozê Xwedê dinê ketine, zureta Birahîm têne hesabê. 9 Çimkî Xwedê ev soz dabû: “Saleke din, vî çaxî ezê bêm, û wê kurekî Serayê hebe”. 10 Ev soz ne tenê hingê hatibû dayînê, lê usa jî gava Rêvêka ji bavê me Îshaq cêwiyada hemle bû. 11 Hê ewana dinê neketibûn û tiştekî qenc yan xirab nekiribûn, Xwedê nîşan dabû ku ewê kîjanî bijbêre. Çimkî Xwedê meriva ne li gora kirên wan, lê li gora qirara xwe dijbêre. 12 Xwedê wêra got: “Kurê mezin wê bibe xulamê kurê biçûk”. 13 Û çawa hatiye nivîsarê: “Min Aqûb hez kir, lê Esaw nefret kir”.
14 Îja em çi bêjin? Neheqiya Xwedê heye? Hemikî na! 15 Çimkî Xwedê Mûsara got: “Ez kê jî bijbêrim wekî rema xwe lê bînim, ezê rema xwe wî bînim, ez kê jî bijbêrim wekî hindava wîda dilşewat bim, ezê hindava wîda dilşewat bim”. 16 Dêmek ev xwestin yan xîreta mêrivva girêdayî nîne, lê rema Xwedêva girêdayî ye. 17 Nivîsarên Pîrozda Xwedê Firewinra got: “Min tu sax hîştî, wekî ez qewata xwe ser te nîşan kim û seva navê min temamiya dinyayêda eyan be”. 18 Awa Xwedê kîjana dixwaze tê remê û kîjana dixwaze wana serhişk dike.
19 Tuyê pirsê bidî min: “Xwedê çira meriva neheq dike? Kî dikare miqabilî qirara wî rabe?” 20 Lê tu kî yî, wekî miqabilî giliyê Xwedê radibî? Gelo cêr dikare cêrkerra* bêje: “Te çima ez usa çêkirime?” 21 Gelo destê cêrkerda nîne, wekî ew ji herîkê, him firaqeke bona derecên mexsûs* û him jî firaqeke bona xebitandina herrojî* çêke? 22 Usa jî Xwedê. Ewî dixwest hêrsa xwe ser merivên xirabda birêje û qewata xwe nîşan ke. Lê dîsa jî ew hindava merivên ku hêrsa wî radikirin û hêjayî qirkirinê bûn, gelek bi sebir bû. 23 Ewî ev yek kir, seva ku rûmeta xweye mezin nîşanî wan meriva ke, yên ku hêjayî rema wî bûn. Ewî ewana hazir kirine, wekî rûmetê bistînin, 24 dêmek em, yên ku ewî bijartine ne tenê ji nav Cihûya, lê ji nav miletên din jî. 25 Çawa ku Xwedê kitêba Hoseyada gotibû: “Cimeta ku ne cimeta min e, ezê nav kim ‘cimeta min’, û ya nehezkirî, ezê nav kim ‘ya hezkirî’. 26 Û wî ciyê ku wanra hate gotinê, ‘Hûn cimeta min nînin’, wêderê ser wan wê bê gotinê ‘kurên Xwedayê sax’”.
27 Him jî Îşaya ser Îsraêlê got: “Hergê hejmara Îsraêliya qasî qûma berê be jî, tenê hine kes wê xilaz bin. 28 Çimkî Yehowa wê ji dinyayê cabê bixwaze; ewê fermana xwe zû bîne sêrî”. 29 Çawa ku Îşaya berêda gotibû: “Hergê Yehowa, Xwedayê ordiya ji zureta me kesek sax nehîşta, emê bibûna mîna Sodom û Gomorayê”.
30 Îja em çi dikarin bêjin? Rast e merivên ji miletên din xwe li rastiyê nedigirtin, lê bi saya baweriya xwe gihîştine rastiyê. 31 Îsraêliya xîret dikir ku xwe li qanûna rastiyê bigirin, lê dîsa jî wana nikaribû wê qanûnê bînin sêrî. 32 Çima? Çimkî wana xîret dikir ne ku bi baweriyê rast bêne hesabê, lê bi kirên xwe. Ewana li “kevirê likumandinê” ketin. 33 Çawa ku Nivîsarên Pîrozda tê gotinê: “Va ye, ezê li Siyonê kevirekî daynim, yê ku wê bibe sebebê ketina meriva, û ezê zinarekî daynim ku riya wan bigire, lê kesê ku baweriya xwe wî tîne, wê dilşkestî nebe”.
10 Birano, xwestina dilê min û dua-dirozgên min Xwedêra ew e, ku miletê min xilaz be. 2 Ez dikarim şedetiya vê yekê bidim, ku xîreta wan hindava Xwedêda heye, lê ewana qirara Xwedê bi temamî fem nakin. 3 Wana nizanibû ku ber çevê Xwedê çi rast e û bi nihêrandina xwe dikirin, lema jî wana xwe li rastiya Xwedê nedigirt. 4 Mesîh, xilaziya Qanûnê ye,* lema her kesê ku baweriya xwe wî tîne, wê rast bê hesabê.
5 Derheqa vê yekê ku ça li gora Qanûnê bigihîjine rastiyê, Mûsa aha dinivîse: “Merivê ku van tişta dike, wê bi saya wan bijî”. 6 Derheqa rastiya ku ji baweriyê tê, Xebera Xwedê usa dibêje: “Dilê xweda nebêje: ‘Kî wê hilkişe li ezmên?’ (wekî Mesîh bîne xwarê), 7 yan, ‘Kî wê dakeve çela bê binî?’ (wekî Mesîh ji mirinê rake)”. 8 Lê Nivîsarên Pîroz çi dibêjin? “Xeber nêzîkî te ye, ser zar-zimanê te û dilê teda ye”. Ev “xeber”, xebera baweriyê ye, ya ku em bela dikin. 9 Hergê tu eşkere bêjî wekî Îsa Xudan e, û dilê xweda bawer kî ku Xwedê ew ji mirinê rakiriye, tuyê xilaz bî. 10 Çimkî seva ku tu rast bêyî hesabê, gerekê bi dilê xwe bawer kî, lê seva ku tu xilaz bî, gerekê derheqa baweriya xwe merivara gilî kî.
11 Çimkî Nivîsarên Pîroz usa dibêjin: “Kesê ku wî bawer dike, wê dilşkestî nebe”. 12 Nav Cihû û Yûnanada qe firqî tune. Xudanê hemûya yek e. Ew bi merdanî alî wan hemû kesa dike, yên ku gazî wî dikin. 13 Çimkî “her kesê ku gazî navê Yehowa ke, wê xilaz be”. 14 Lê hergê ewana wî bawer nekin, wê ça gazî wî kin? Û hergê wana derheqa wî qe nebihîstiye, wê ça baweriya xwe wî bînin? Lê hergê kesek derheqa wî elam neke, wê çawa ewana bibihên? 15 Û wê çawa elam kin, hergê neyêne şandinê? Çawa ku Nivîsarên Pîrozda tê gotinê: “Çiqas xweş e bivînin kesên* ku mizgîniyê bela dikin!”
16 Lê hemûya mizgînî qebûl nekir. Çimkî Îşaya got: “Yehowa, kê xebera me bawer kiriye?” 17 Awa bawerî ji bihîstinê tê, û seva meriv bibihên, gerekê xebera derheqa Mesîh bê belakirinê. 18 Lê ez derheqa Îsraêlê dipirsim: Gelo mecala wan tune bû, ku bibihên? Belê, mecala wan hebû. Çimkî Nivîsarên Pîroz usa dibêjin: “Dengê wan temamiya dinyayêda hate bihîstinê, û xebera wan gihîşte hemû qulbên dinyayê”. 19 Lê ez dipirsim: Gelo Îsraêlê fem nekir? Pêşiyê Mûsa got: “Ezê usa bikim ku hûn hevsûdiya wan bikin, yên ku milet nînin. Ezê pê miletekî bêfem hêrsa we rakim”. 20 Paşê Îşaya bi mêrxasî got: “Kesên ku ez nedigeriyam, wana ez dîtim; kesên ku bona min nedipirsîn, ez nas kirim”. 21 Lê ew derheqa Îsraêlê usa dibêje: “Temamiya rojê min destê xwe dirêjî merivên neguhdar û serhişka dikir”.
11 Îja ez dipirsim: Gelo Xwedê terka cimeta xwe da? Hemikî na! Ez xwexa jî Îsraêlî me, ji zureta Birahîm û bereka Binyamîn im. 2 Xwedê terka cimeta xwe neda, yê ku ewî ji destpêkê bijartibû. Gelo hûn nizanin ku Nivîsarên Pîroz derheqa Êlyas çi dibêjin, û ewî çawa Xwedêra gazinê Îsraêliya dikir? 3 Ewî got: “Yehowa, wana pêxemberên te kuştin û qurbangehên te hilşandin. Tenê ez mame, û niha ewana dixwazin min jî bikujin”. 4 Lê Xwedê ça caba wî da? “Ji cimeta min hê 7 000 meriv hene, yên ku serê xwe ber Bael danenîne”.* 5 Niha jî hema usa ye. Komeke biçûk heye, ya ku Xwedê bi qenciya xweye mezin bijartiye. 6 Hergê Xwedê ewana bi qenciya xweye mezin bijartine, wekî usa ne ev yek ji bo kirên wan nîne, yan na qenciya wîye mezin wê îda nehata hesabê qenciya mezin.
7 Îja em çi dikarin bêjin? Tiştê ku Îsraêlî hizret bûn, nestandin, lê tenê wana stand, yên ku Xwedê ewana bijartibûn. Yên mayîn nedixwestin guh bidin. 8 Çawa ku Nivîsarên Pîrozda tê gotinê: “Xwedê ewana kirine xeweke kûr, wekî çevên wan nevînin û guhên wan nebihên, û ev yek heta roja îro usa ye”. 9 Usa jî Dawid dibêje: “Bira sifra wan, wanra bibe telik û kevirê likumandinê, seva ku ewana bikevin û bêne cezakirinê. 10 Bira çevên wan terî be, wekî nevînin, û bira pişta wan bin barekî giranda xar be”.
11 Îja pirsa min ev e: Gelo Cihû likumîn û ketin, wekî îda ranebin? Hemikî na! Lê bi gavê wane şaş, rê vebû ku merivên ji miletên din bikaribin xilaz bin, û ev bû sebebê hevsûdiya Cihûya. 12 Awa hergê ji bo gava wane şaş kerem kete dinyayê, û bi kêmbûna hejmara wan merivên ji miletên din hê zêde kerema distînin, îja çaxê hejmara Cihûya û miletên din temam be, ewana wê çiqas zêde kerema bistînin!
13 Niha ez wera, yên ku ji miletên din in, dibêjim: Ez ça şandî bona miletên din, xizmetiya xwe qîmet dikim. 14 Usa jî ez guman im, ku ezê bikaribim bi tiştên ku we standine, nav miletê xweda hevsûdiyê pêşda bînim, wekî ji wan hineka xilaz kim. 15 Xwedê terka wan da, û bi vî cûreyî rê bona hemû merivên dinyayê vebû, wekî tevî Xwedê li hev bên. Hergê Xwedê wana niha qebûl ke, ne ew wê mîna vê yekê be ku ewana ji mirinê vedigerin jîyînê? 16 Hergê pareke hevîr, ya ku ça berê pêşin hatiye hildanê, pîroz e, temamiya hevîr jî pîroz e. Û hergê koka darê pîroz e, çiqil jî pîroz in.
17 Lê hergê çend çiqil ji darê hatine şkênandinê, hingê tu, yê ku çiqilê dara zeytûnêye beyanî bûyî, dewsa wan hatî pêvakirinê,* û tevî wan tu ji koka dara zeytûnê karê distînî. 18 Lê nefikire ku tu ji çiqilên din çêtir î. Hergê tu difikirî ku ji wan çêtir î, bîr neke wekî ne ku tu kokê digirî, lê kok te digire. 19 Hingê tuyê bêjî: “Çiqilên din hatine şkênandinê, wekî ez darêva bême pêvakirinê”. 20 Erê, rast e! Ewana şkestin, çimkî baweriya wan tune bû, lê tu bi saya baweriya xwe qewî sekinî yî. Lema qure nebe, lê haj xwe hebe. 21 Çimkî hergê heyfa Xwedê çiqilên esilî nehat, heyfa wî wê te jî neyê. 22 Dîna xwe bidine qencî û sertbûna Xwedê. Ew hindava kesên ku ketine, sert e, çimkî baweriya wan tune bû. Lê hergê tu qenciya wîda bimînî, Xwedê wê hindava teda qenc be. Yan na, tuyê jî ji darê bêyî birînê. 23 Hergê Cihû nava nebaweriyêda nemînin, wê bêne pêvakirinê, çimkî Xwedê dîsa dikare wan pêva ke. 24 Tu ji dara zeytûnêye beyanî hatî birînê, û miqabilî tebiyeta xwe dara zeytûnêye baxçeva hatî pêvakirinê. Îja wê çiqas hêsa be, ku çiqilên esilî dara xweye zeytûnêva bêne pêvakirinê!
25 Birano, ez dixwazim ku hûn haj ji vê sura pîroz hebin, wekî hûn çevê xweda xwe dewsa bîlana daneynin: Heta ku hejmara merivên ji miletên din, yên ku hatine bijartinê, temam nebe, hine Îsraêlî wê serhişk bimînin. 26 Bi vî cûreyî temamiya Îsraêlê wê xilaz be. Çawa ku Nivîsarên Pîrozda tê gotinê: “Ji Siyonê Xilazkarek wê derkeve, û ewê xirabiyê ji zureta Aqûb dûr xe. 27 Û ev e peymana mine tevî wan, gava ez gunên wan bibaxşînim”. 28 Belê, ewana bûne dijminên mizgîniyê, û ev yek bona kara we ye. Lê Xwedê ewana bijartine, û wana hez dike bona xatirê kal-bavên wan. 29 Xwedê wê poşman nebe bona pêşkêşên ku ew dide û bona kesên ku ew dijbêre. 30 Wextekê we guhdariya Xwedê nedikir, lê niha ji bo neguhdariya Cihûya, Xwedê rema xwe we anî. 31 Niha ewana neguhdar in, û Xwedê rema xwe we tîne. Lê ew dikare rema xwe wan jî bîne, çawa ku li we anî. 32 Xwedê ew hemû kirine girtiyên neguhdariyê, wekî ew bikaribe rema xwe wan hemûya bîne.
33 Çiqasî kûr in dewlemendtî, serwaxtî û zanebûna Xwedê! Gelo kî dikare qirarên wî fem bike, û kî dikare riyên wî bizanibe? 34 “Gelo kî fikirên Yehowa zane, û kî dikare şîretê bide wî?” 35 Yan “Kî pêşiyê tiştek daye Xwedê, ku Xwedê gerekê li wî vegerîne?” 36 Çimkî her tişt ji Xwedê ye, bi wî ye û bona wî ye. Ew her û her hêjayî rûmetê ye. Amîn.
12 Birano, ez hîvî ji we dikim bona wê dilşewatiya Xwedê, hûn bedenên xwe ça qurbaneke sax, pîroz û li Xwedê xweş, pêşkêşî wî bikin. Û hiş-aqilê xwe bidine xebatê, wekî Xwedêra xizmet kin. 2 Û îda îzinê nedine vê dinyayê ku ser we hukum ke, lê cûrê fikirandina xwe biguhêzin, wekî hûn xwexa qirara Xwedê fem bikin, ya ku qenc e, xweş e û bêkêmasî ye.
3 Çimkî Xwedê minra qenciya mezin kiriye, lema ez ji we hemûya reca dikim ku çiqas we dikeve, ji wê zêdetir ser xwe nefikirin. Lê bira her kes ji we li gora baweriya ku Xwedê daye we, bi serwaxtî bifikire. 4 Çimkî bedenekêda gelek endem hene, lê kirên wan ji hev cude ne. 5 Mîna vê yekê, em çiqas gelek bin jî, em bedenek in, çimkî em tevî Mesîh yektiyêda nin û hevva girêdayî ne. 6 Ji bo qenciya mezin ku Xwedê bona me kiriye, me her kesî cûre-cûre pêşkêş standiye. Hergê me pêşkêşa pêxembertiyê standiye, werên em li gora baweriya xwe pêxembertiyê bikin; 7 hergê ya xizmetiyê standiye, werên em çiqas dikarin xizmet kin; hergê ya hînkirinê standiye, werên em çiqas dikarin hîn kin. 8 Hergê pêşkêşa me ew e, ku em dilê meriva qewî kin, werên em dila qewî kin. Hergê pêşkêşa me dayîn e, werên em bi merdanî bidin. Yê ku rêberiyê dike, bira bi xîret rêberiyê bike. Yê ku dilremtiyê dide kifşê, bira vê yekê bi dil û can bike.
9 Bira hezkirina weda durûtî tune be. Xirabiyê nefret kin û xwe li tiştê qenc bigirin. 10 Bira hezkirin û dilgermî nav weda hebe. Qedirgirtinêda hûn gava pêşin bavêjin. 11 Xebathez* bin, ne ku tembel bin. Bira ruhê pîroz dilê weda agirê xîretê vêxe. Bi temamiya dilê xwe Yehowara xizmet kin. 12 Bi gumana xwe şa bin. Tengasiyên xweda sebir kin. Her gav dua bikin. 13 Alîkariyê bidine cimeta Xwedê,* li gora hewcên wan. Timê mecala bigerin ku mêvanheziyê bidine kifşê. 14 Dua li wan bikin yên ku we dizêrînin, belê dua li wan bikin, û nifira li wan nekin. 15 Tevî yên şa dibin şa bin û tevî yên digirîn bigirîn. 16 Hûn çawa derheqa xwe difikirin, derheqa kesên din jî usa bifikirin. Bi zêdeyî ser xwe nefikirin, lê xweyê nihêrandineke milûk bin. Hûn çevê xweda xwe dewsa bîlana daneynin.
17 Gava meriv xirabiyê li we dikin, hûn xirabiyê li wan nekin. Çi ber çevê hemû meriva qenc e, wê bikin. 18 Çiqas ji destê we tê, tevî hemû meriva edilayêda bin. 19 Delalno, heyfê hilnedin, lê cî bidine xezeba Xwedê, çimkî Nivîsarên Pîrozda usa tê gotinê: “Yehowa dibêje: ‘Heyfhildan ya min e; ezê heyfê hildim”. 20 Lê tu usa bike: “Hergê dijminê te birçî ye, xwarinê bide wî. Hergê ew tî ye, avê bide wî. Hergê tu usa bikî, tuyê dilê wî nerm kî”.* 21 Nehêle ku xirabî ser te keve, lê bi qenciyê tu ser xirabiyê keve.
13 Her merivek bira gura wan hukumetiyada be, yên ku ser wîra nin, çimkî her hukumetî ji Xwedê ye. Kesên ku niha hukum dikin, wî ciyî digirin, kîjan ku Xwedê îzin daye wan. 2 Lema jî kî miqabilî hukumetiyê radibe, ew miqabilî terbetiya ji Xwedê radibe. Ewê ku miqabilî vê terbetiyê radibe, wê bê dîwankirinê. 3 Ne ku yên qenciyê dikin ji serwêra ditirsin, lê yên ku xirabiyê dikin. Nelazim e tu ji serwêra bitirsî. Hergê tu qenciyê bikî, ewana wê pesinê te bidin. 4 Çimkî ewana xulamên Xwedê ne bona kara te. Lê hergê tu xirabiyê dikî, bitirse, çimkî şûr badîhewa destê wanda nîne. Ewana xulamên Xwedê ne û wan meriva ceza dikin, yên ku xirabiyê dikin.
5 Lema jî meniya teye baş heye, ku gura wan bikî, wekî ne tenê ji hêrsa wan birevî, lê usa jî îsafa te rihet be. 6 Lema tu xerca jî didî, çimkî serwêr xulamên Xwedê ne, yên ku timê bona kara meriva qulix dikin. 7 Kêra çi dikeve, bidinê: kêra xerc, xerc bidinê, kêra qedir, qedirê wî bigirin, kêra hurmet, hurmetê bidinê.
8 Tu tiştîda nebine deyndarê tu kesî, xêncî hevduhezkirinêda. Kesê ku meriva hez dike, qanûn aniye sêrî. 9 Çimkî qanûn dibêje: “Qaviyê neke, nekuje, nedize, havijiya xwe tiştên xelqê neyne”, û her qanûnên din jî ku hene, dikevine nava vê gotinê: “Meriva hez bike çawa tu xwe hez dikî”. 10 Hezkirin merivara xirabiyê nake; lema jî hezkirin Qanûnê tîne sêrî.
11 Vê yekê bikin, çimkî hûn zanin ku wext îda hatiye, wekî hûn ji xewê hişyar bin. Niha xilazbûn diha nêzîkî me ye, ne ku hingê gava em bûne bawermend. 12 Şev derbaz dibe û roj nêzîk bûye. Awa were em kirên terîstaniyê ji xwe dûr xin, û çekên ronayê li xwe kin. 13 Bira rabûn-rûniştina me layîq be, çawa bin ronaya rojêda. Bira em xwe ji van tişta dûr bigirin: Ji kêfkirina bêsînor û necayîz, serxweşiyê, bênamûsiyê, rabûn-rûniştina necayîz, şer-dewa û hevsûdiyê. 14 Lê çev bidine mesela Xudan Îsa Mesîh, û nefikirin ku çawa xwestinên bedena gunekar razî kin.
14 Yê ku baweriyêda sist e, qebûl kin. Û hergê nihêrandina kesekî ji nihêrandina we cude dibe, wî sûcdar nekin. 2 Ewê ku baweriyêda qewî ye, her tiştî dixwe. Lê ewê ku baweriyêda sist e, tenê sebze* dixwe. 3 Ewê ku her tiştî dixwe, bira xwe ser wîra negire, yê ku her tiştî naxwe. Û ewê ku her tiştî naxwe, bira kesê ku her tiştî dixwe sûcdar neke. Çimkî Xwedê ev meriv qebûl kiriye. 4 Tu kî yî wekî xulamê xelqê sûcdar dikî? Wê axayê wî safî ke ew rast e yan nerast e.* Bi alîkariya Yehowa ev meriv dikare pêşdaçûyî be.*
5 Bona kesekî rojek ji rojên din ferztir e, lê bona yekî din hemû roj jî weke hev in. Bira her meriv safîkirina xweda bi temamî bawer be. 6 Ewê ku rojekê diha ferz hesab dike, vê yekê bona Yehowa dike. Ewê ku her tiştî dixwe, bona Yehowa dixwe, çimkî ew bona xwarinê şikiriyê dide Xwedê. Û ewê ku naxwe, ew bona Yehowa naxwe, lê yeke şikiriyê dide Xwedê. 7 Tu kes ji me tenê seva xwe najî, û tu kes ji me tenê seva xwe namire. 8 Çimkî hergê em dijîn, bona Yehowa dijîn, û hergê em dimirin, bona Yehowa dimirin. Lema jî firqî tune em dijîn yan dimirin, em para Yehowa ne. 9 Bona vê yekê jî Mesîh mir û vegeriya jîyînê, seva ku ew him bona kesên mirî, him jî bona kesên sax bibe Xudan.
10 Lê tu çima birê xwe sûcdar dikî? Yan tu çima xwe ser birê xwera digirî? Em hemûyê ber Xwedê bisekinin, û ewê dîwana me hemûya bike. 11 Çimkî Nivîsarên Pîrozda usa tê gotinê: “Yehowa dibêje: ‘Ez serê xwe sond dixwim, her kes wê ber min bikeve ser çoka, û her kes wê qebûl ke wekî Xwedê ez im’”. 12 Hingê, her yek ji me wê bona xwe ber Xwedê cabê bide.
13 Lema were em îda hevdu sûcdar nekin. Lê dewsê çi ji destê we tê bikin, wekî hûn baweriya birê xwe sist nekin û wî nebine berbi gune. 14 Ez ça şagirtê Xudan Îsa, bawer im wekî her tiştê ku em dixwin, heram nîne. Lê hergê kesek difikire ku tiştek heram e, ew bona wî heram e. 15 Hergê tu bi xwarina xwe dilê birê xwe ji xwe dihêlî, tu îda hezkirinê nadî kifşê. Bi xwarina xwe, baweriya wî unda neke, bona kîjanî Mesîh mir. 16 Tiştê ku tu hesab dikî rast e jî neke, hergê ewê bibe menî ku meriv ser te xirab xeber din. 17 Çimkî Padşatiya Xwedê ne ku xwarin û vexwarinêva girêdayî ye, lê rastî, edilayî û şabûnêva girêdayî ye, kîjana ku ruhê pîroz dide. 18 Yê ku bi vî cûreyî Mesîhra xizmet dike, dilê Xwedê xweş tê û meriv ji wî razî ne.
19 Lema jî werên çi ji destê me tê em bikin, wekî nav meda edilayî hebe û em hevdu qewî kin. 20 Rûyê xwarinêda şixulê Xwedê xirab nekin. Rast e hemû xwarin helal e, lê ew xwarina ku dikare kesekî berbi gune bive, tu gerekê nexwî. 21 Ya baş ew e ku tu ne goşt bixwî, ne şeravê vexwî û ne jî tiştekî usa bikî, çi ku dikare bibe sebeb, wekî birê te gune bike. 22 Tu çi jî bawer dikî, bira nav te û Xwedêda bimîne. Bextewar e kesê ku xwe sûcdar nake bona tiştên ku li gora nihêrandina wî rast in. 23 Hergê merivek dikeve bin şikê, wekî filan tiştî bixwe yan na, lê dîsa jî dixwe, ew îda neheq dertê, çimkî ew bê bawerî dike. Her tiştê ku meriv bê bawerî dike, gune ye.
15 Em ku baweriyêda qewî ne, gerekê kêmasiyên kesên sist hildin hesab û tenê kara xwe negerin. 2 Her yek ji me gerekê xîret ke ku bikeve heyra kesê din û tiştê ku bona wî qenc e, bike, wekî wî bişidîne. 3 Çimkî Mesîh jî kara xwe nedigeriya. Çawa Nivîsarên Pîrozda tê gotinê: “Bêhurmetkirina kesên ku te bêhurmet dikin, hate ser min”. 4 Çimkî her tiştên ku Nivîsarên Pîrozda pêşda hatine nivîsarê, bona hînkirina me hatine nivîsarê, wekî pê sebirê û dilbîniya ku Nivîsarên Pîroz didine me, gumana me hebe. 5 Bira Xwedayê ku sebir û dilbîniyê dide we, alî we bike ku nihêrandina we jî mîna nihêrandina Mesîh Îsa be. 6 Bi vî cûreyî, hûnê yektiyêda rûmetê bidine Xwedê, Bavê Xudanê me Îsa Mesîh.
7 Çawa ku Mesîh hûn qebûl kirin, gerekê hûn jî hevdu qebûl kin. Ev yek rûmetê dide Xwedê. 8 Ez wera dibêjim: Mesîh bû xizmetkarê Cihûya,* wekî nîşan ke ku Xwedê rast e û îzbat ke, wekî sozên ku Xwedê dane kal-bavên me, bi îtbar in, 9 û wekî miletên din bona rema wî rûmetê bidine Xwedê. Çawa ku Nivîsarên Pîrozda tê gotinê: “Lema ezê nav miletada şikiriyê bidime te û bi kilama pesinê navê te bidim”. 10 Û usa jî tê gotinê: “Miletno, cimeta wîra şa bin”. 11 Usa jî tê gotinê: “Hûn, hemû miletno, pesinê Yehowa bidin, bira hemû cimet pesinê wî bidin”. 12 Usa jî Îşaya dibêje: “Koka Yêşa wê derkeve, ewê rabe ku ser miletara serwêrtiyê bike. Û milet wê gumana xwe bidine ser wî”. 13 Bira Xwedayê ku gumanê dide, we bi şabûn û edilayê tije ke bona vê yekê ku hûn îtbariya xwe wî tînin. Belê, bira pê qewata ruhê pîroz gumana we diha qewî be.
14 Birano, ez bawer im ku hûn bi qenciyê tije ne û zanebûna we heye, û hûn dikarin hevdu şîret kin.* 15 Min derheqa hine tişta eşkere wera nivîsî, wekî ez van tişta dîsa bînime bîra we, çimkî Xwedê qenciya mezin bona min kiriye, 16 wekî ez bibime xizmetkarê Mesîh Îsa, ku miletara mizgîniyê bela kim. Ez vî şixulê pîrozda gelek xîret im, wekî ev milet bibine qurbaneke ku li Xwedê xweş tê, ya ku bona wî bi ruhê pîroz hatiye pîrozkirinê.
17 Ez şa me ku şagirtê Mesîh Îsa me û şixulê Xwedê dikim. 18 Ezê derheqa tiştên ku min kirine, xeber nedim. Lê ezê tenê derheqa tiştên ku Mesîh pê min kiriye û gotiye, xeber dim, wekî alî miletên din bikim, ku ewana guhdariya wî bikin. 19 Wana ji bo nîşan û keremetên ku bi ruhê Xwedê hatine kirinê, guhdarî kirin. Bi vî cûreyî, ji Orşelîmê girtî heta Îlîrkûmê, min bi temamî mizgîniya derheqa Mesîh bela kir. 20 Min xwera nêt danî, ku ez mizgîniyê li ciyên ku navê Mesîh hatiye bihîstinê, bela nekim, çimkî min nedixwest şixulê ku merivekî din destpêkiriye, berdewam kim.* 21 Çawa ku Nivîsarên Pîrozda tê gotinê: “Kîjanara bona wî nehatiye gotinê, wê bivînin û kîjana nebihîstiye, wê fem bikin”.
22 Ji bo vê yekê, riya min gelek car dihate girtinê ku ez bême bal we. 23 Lê niha min xizmetiya xwe van herêmada xilaz kiriye, û îda gelek* sal e ku ez dixwazim teseliya we bikim. 24 Lema ez guman im ku gava herim Îspanyayê, ezê we bivînim, emê hinek wext tevayî derbaz kin, û paşê hûnê min verêkin. 25 Lê niha ez rê dikevim ku herim Orşelîmê, wekî alîkariyê bidime bira.* 26 Birên Makedonyayêda û Axayayêda şa bûn, wekî alîkariyê* bidine birên Orşelîmêda, yên ku kesîb in. 27 Belê, wana ev yek bi dil û can kir. Bi rastî, ewana deyndarên wan bûn, çimkî birên Orşelîmêda tevî wan bira tiştên ruhanî parevekiribûn. Lema ew bira jî gerekê aliyê hebûkêda komekê bidine birên Orşelîmêda. 28 Gava ez van qurbankirina bigihînime wan, ezê herim Îspanyayê û rêda ezê serîkî we xim. 29 Ez zanim ku gava ez bigihîjime we, ezê têr-tije keremên Mesîh wera bînim.
30 Birano, bi saya baweriya we hindava Xudanê me Îsa Mesîh û hezkirina ku ruhê pîroz dide, ez hîvî ji we dikim ku hûn tevî min ji dil bona min Xwedêra dua bikin. 31 Dua bikin ku ez ji destê nebawermendên ku Cihûstanêda nin, xilaz bim, û wekî birên li Orşelîmê ev qurbankirinên ku ez tînim bi şabûn qebûl kin. 32 Hingê, hergê xwestina Xwedê be, ezê bi şabûn bême cem we û emê hevdu qewî kin. 33 Bira Xwedayê ku edilayê dide, tevî we hemûya be. Amîn.
16 Ez dixwazim ku hûn xûşka me Foybê qebûl kin, ya ku civata Kenxêryayêda xizmet dike. 2 Ji kerema xwe wê usa qebûl kin, çawa layîqî xizmetkarên* Xudan e. Hergê ew hewcê tiştekî be, alî wê bikin, çimkî ewê alîkarî daye* geleka, usa jî min.
3 Silavê bidine Prîskayê û Ekîla, hevalkarên min şixulê Mesîh Îsada. 4 Wana bona min emirê xwe kirine bin xofê, û ne ku tenê ez ji wan razî me, lê temamiya civatên miletên din jî. 5 Û civata mala wanda jî silav kin. Apênetoyê hevalê minî delal jî silav kin. Apêneto yek ji wan merivên pêşin bû, yên ku Asyayêda bûne şagirtên Mesîh. 6 Silavê bidine Meryemê, ya ku bona we gelek xebitiye. 7 Silavê bidine Endronko û Yûnyas. Ewana merivên min in û tevî min girtî bûn. Şandî wana rind nas dikin, û ewana gelek sal pêşiya min bûne şagirtên Mesîh.
8 Silavê bidine Empliyato hevalê minî delal, ku şagirtê Xudan e. 9 Silavê bidine Ûrbano. Ew şixulê Mesîhda hevalkarê me ye, û usa jî silavê bidine hevalê minî delal Staxo. 10 Silavê bidine Apêlîs, qebûlkiriyê Mesîh. Silavê bidine neferên mala Arîstopolo. 11 Silavê bidine merivê min Hêrodiyon. Silavê bidine neferên mala Nerkîso, yên ku şagirtên Mesîh ne. 12 Silavê bidine Trîfînayê û Trîfosayê. Ev xûşk bi kedeke mezin bona Xudan şixul dikin. Silavê bidine xûşka meye delal Persîsê, çimkî ewê bi kedeke mezin bona Xudan şixul kiriye. 13 Silavê bidine Rûfo, bijartiyê Xudan. Û silavê bidine diya wî jî, ew bona min jî ça dê bû. 14 Silavê bidine Asînkrîto, Flêgon, Hermês, Patrobas, Hermas û birên ku tevî wan in. 15 Silavê bidine Fîlologo, Yûliya, Nêroyîs û xûşka wî, usa jî Olîmpas û hemû birên* ku tevî wan in. 16 Bi dilgermî* hevdu silav kin. Hemû civatên Mesîh we silav dikin.
17 Birano, ez ji we reca dikim, ku hûn haj kesên usa hebin, yên ku dutîretiyê pêşda tînin, baweriya kesên din sist dikin û miqabilî wê hînkirinê radibin, ya ku hûn hîn bûne. Xwe ji kesên usa dûr bigirin. 18 Çimkî kesên usa ne ku xulamên Xudanê me Mesîh ne, lê xulamên xwestinên xwe ne. Ewana bi giliyê xweş û xeberdana şîrin merivên dilê xweyî sax dixapînin. 19 Her kes zane wekî hûn merivne guhdar in, û ez vê yekêra gelek şa me. Ez dixwazim ku hûn bîlan bin û tiştên qenc bikin, bêsûc bin û xwe ji xirabiyê dûr bigirin. 20 Xwedayê ku edilayê dide, wê zûtirekê Şeytan binê nigên weda bihincirîne. Bira kerema Xudanê me Îsa, tevî we be.
21 Hevalkarê min Tîmotêyo we silav dike. Merivên min Lûkyo, Yason û Sospatro jî we silav dikin.
22 Ez Tertiyo, bi destê kîjanî ev neme hate nivîsarê, we bi navê Xudan silav dikim.
23 Gayos jî yê ku ez ça mêvan qebûl kirime, mala kîjanîda civat top dibe, ew jî we silav dike. Êrasto, yê ku bona xizna bajêr cabdar e û birê wî Kiwarto jî we silav dikin. 24* ——
25 Xwedê dikare bi saya mizgîniya ku ez bela dikim û bi xebera derheqa Îsa Mesîh, we qewî ke. Ev xeber eşkerekirina sura pîrozva girêdayî ye, ya ku wexteke dirêj veşartî bû. 26 Lê niha ev sur eşkere bûye. Bi saya Nivîsarên pêxembertiyê hemû milet ev sura pîroz pêhesiyan. Xwedayê meyî heta-hetayê temî da, ku ev sur nav miletada eşkere be, seva ku ewana bawer kin û gura wî bikin. 27 Bira Xwedêra, yê ku tek bîlan e, rûmet bê dayînê heta-hetayê bi saya Îsa Mesîh. Amîn.
Bi Yûnanî “deyndarê”.
Yan jî “zanebûna rast derheqa Xwedê bistînin”.
Dêmek “çêdikin”.
Raste-rast “Devê wan gora vekirî ye”.
Yan tevî Xwedê edilayêda bin.
Yan dibeke “edilaya me tevî Xwedê heye”.
Yan dibeke “em şa dibin”.
Raste-rast “sist”.
Raste-rast “tevî Xwedê li hev hatine”.
Nixumandin edeteke rêlîgî ye, ku meriva pêda dikine bin avê û derdixin.
Yan “xilaz dibe”.
Raste-rast “çekên neheqiyê”.
Raste-rast “çekên heqiyê”.
Yan “Çevê xwe nede ser tiştên xelqê”.
Raste-rast “Qanûn ruhanî ye”.
Raste-rast “xûn û goşt im”.
Ev xebereke Îbranî yan Aramî ye, ya ku tê hesabê “Bavo”.
Raste-rast “tevî ruhê me şedetiyê dide”.
Wan rêzada xût besa meriva tê kirinê.
Yan “bona me heq da ku me xilaz ke”.
Raste-rast “tezîbûn”.
Raste-rast “şûr”.
Dêmek merivê ku pê heriyê derdana çêdike.
Raste-rast “firaqeke bona xebitandina rûmetî”.
Raste-rast “firaqeke bona xebitandina nerûmetî”.
Dêmek Qanûna Mûsa ye.
Raste-rast “nigên kesên”.
Raste-rast “ber Bael neketine ser çoka”.
Yan “servakirinê”.
Yan “xîret”.
Raste-rast “pîroza”.
Raste-rast “komirên agirî ser serê wî top kî”.
Dêmek tiştên ku bostanda şîn dibin.
Raste-rast “ew wê bisekine yan bikeve”.
Raste-rast “Yehowa dikare wî bide sekinandinê”.
Raste-rast “yên sinetkiriya”.
Yan “hevdu hîn kin”.
Raste-rast “ser hîmê merivekî din ava kim”.
Yan dibeke “çend”.
Raste-rast “pîroza”.
Yan “qurbankirin”.
Raste-rast “pîrozên”.
Yan “parastiye”.
Raste-rast “yên pîroz”.
Raste-rast “bi ramûsana pîroz”.
Rêza 24 hine destnivîsarên herî kevine Yûnanîda tune. Lê hine destnivîsarada ev rêz heye.