2 KORINTÎ
1 Ez Pawlos, yê ku bi qirara Xwedê bûme şandiyê Mesîh Îsa, tevî birê me Tîmotêyo civata Xwedêye Korintêra vê nemê dinivîsim. Ev neme bona wan hemû pîroza ye jî, yên ku li temamiya Axayayêda nin.
2 Bira kerema mezin û edilaya ji Bavê me Xwedê û ji Xudan Îsa Mesîh, ser we be!
3 Bira pesin Xwedêra bê dayînê, yê ku Bav û Xwedayê Xudanê me Îsa Mesîh e. Ew Bavê dilovaniyê û Xwedayê hemû berdiliyê ye. 4 Ew hemû tengasiyên meda berdiliyê dide me,* wekî em jî bikaribin wedê tengasiya ber dilê kesên dinda bên, bi vê berdiliyê, ya ku em ji Xwedê distînin. 5 Em bona Mesîh gelek çetinaya dikişînin, lê em usa jî hê zêde berdiliyê bi saya Mesîh distînin. 6 Hergê em rastî tengasiya tên, ev yek bona berdilî û xilazbûna we ye. Û hergê em berdiliyê distînin, ew jî bona berdiliya we ye. Bi alîkariya vê berdiliyê hûn dikarin ber wan çetinaya teyax kin, kîjan ku em jî dikişînin. 7 Em bi temamî weda bawer in, çimkî zanin wekî çawa hûn tevî me çetinaya dikişînin, hûnê tevî me dilrihetiyê jî bistînin.
8 Birano, em dixwazin ku hûn haj wê yekê hebin, ku me li Asyayê çi telî-tengasî kişandiye. Halê me usa giran bû, ku me pê qewata xwe nikaribû teyax kira, û hela hê jî me nizanibû emê sax bimînin yan na. 9 Bi rastî em difikirîn ku emê bimirin. Lê vî halîda em hîn bûn, wekî gumana xwe ne ku bidine ser xwe, lê ser Xwedayê ku miriya radike. 10 Ewî em ji mirinê xilaz kirin, û wê dîsa jî xilaz ke. Û em gumana xwe didine ser wî û bawer dikin, wekî ewê axiriyêda jî me xilaz ke. 11 Hûn jî dikarin komekê bidine me pê dua-dirozgên xwe. Hergê gelek meriv bona xatirê me Xwedêra dua bikin, ewê guh bide wan û alî me bike, hingê gelek meriv wê şikiriyê bidine Xwedê.
12 Em firnaq dibin ku îsafa me temiz e, çimkî em hindava merivên vê dinyayêda û îlahî hindava weda, çawa ku Xwedê hîn dike bi pîrozî û helalî xwe didine kifşê, ne ku bi bîlaniya vê dinyayê, lê bi kerema Xwedêye mezin. 13 Tiştên ku hûn dikarin hêsa bixûnin û fem bikin,* em wera dinivîsin. Gumana min heye, ku hûnê wan tişta jî bi temamî fem kin. 14 Ji we hineka îda fem kiriye, wekî hûn dikarin mera firnaq bin. Hema bi vî cûreyî, emê jî wera firnaq bin roja Xudanê me Îsada.
15 Û çimkî ez vê yekêda bawer bûm, min dixwest cara duda bême bal we, wekî hûn dîsa şa bin. 16 Min xwera nêt danîbû, wekî çaxê berbi Makedonyayê herim, ser riya xwe serîkî we xim. Û ji Makedonyayê jî dîsa vegerim bal we, û paşê hûn min berbi Cihûstanê hinekî verêkin. 17 Gava min ev yek safî kir, gelo min bi sivikayî ser vê yekê nihêrî? Yan jî min usa safî kir çawa bende, ku pêşiyê bêjim “Erê”, paşê jî “Na”? 18 Çawa ku hûn dikarin îtbariya xwe Xwedê bînin, usa jî îtbariya xwe giliyên me bînin. Em wera nabêjin “erê”, lê paşê “na”. 19 Çimkî Kurê Xwedê Îsa Mesîh jî, derheqa kîjanî me, dêmek min, Sîlvanûs* û Tîmotêyo wera elam kir, nebû “erê” û “na”, lê giliyê wîye “erê”, hertim “erê” ye. 20 Çimkî çiqas sozên Xwedê hebûn, ew hemû bi saya Îsa bûne “erê”. Bona vê yekê em usa jî pê wî Xwedêra “Amîn” dibêjin, çi ku rûmetê dide Xwedê. 21 Lê Xwedê ye, ku we dide bawerkirinê, wekî hûn û em para Mesîh ne û yê ku em bijartine. 22 Ewî usa jî mora xwe daniye ser me, û ruhê pîroz çawa soz* kiriye dilê me, bona tiştê ku wê bê.
23 Xwedê şede ye, ez heta niha nehatime Korintê, wekî hûn hê zêde xemgîn nebin. 24 Ev nayê hesabê ku em axayên baweriya we ne, çimkî hûn bi saya baweriya xwe disekinin. Em bona şabûna we hevalkarên we ne.
2 Min safî kir ku gava ez dîsa bêm, we dilteng nekim. 2 Çimkî hergê ez we dilteng kim, kê wê dilê min şa ke, ewên ku min ew dilteng kirin? 3 Lema jî min wera nivîsî, ku çaxê ez bêm, bona we dilteng nebim, lê şa bim. Çimkî ez bawer im, wekî çi ku dilê min şa dike, dilê we jî şa dike. 4 Min bi keser, bi êşa dil û hêsira wera nivîsî, ne ku wekî we dilteng kim, lê wekî hûn bizanibin ku ez we gelek hez dikim.
5 Hergê kesek bûye sebebê xemgîniyê, ewî ne ku dilê min, lê alîkîva dilê we hemûya êşand. Lê ez naxwazim bi giliyên xwe sert bême kifşê. 6 Ew ceza besî wî merivî ye, ku ewî ji we geleka stand. 7 Niha gerekê hûn bi dil û can bibaxşînine wî û ber dilê wîda bên, wekî ew nav xemgîniya xweda nexeniqe. 8 Lema jî ez hîvî ji we dikim, wî bidine bawerkirinê wekî hûn wî hez dikin. 9 Hema bona wê yekê jî min wera nivîsiye, wekî ez bivînim hela hûn her tiştîda guhdar in yan na. 10 Hergê hûn dibaxşînine kesekî, ez jî dibaxşînim. Bi rastî her tiştê ku min baxşandiye (hergê tiştekî baxşandinê hebûye), Mesîh şede ye ku min ev yek bona xatirê we kiriye, 11 wekî em aliyê Şeytanda neyêne xapandinê, çimkî em nêtên wî zanin.
12 Gava ez bona belakirina mizgîniya derheqa Mesîh gihîştime Troyayê û mecal kete destê min,* wekî şixulê Xudanda kar bikim, 13 dilê min ne rihet bû, çimkî min birê xwe Tîto nedît. Lema min xatirê xwe ji wana xwest û ez çûme Makedonyayê.
14 Şikir Xwedêra, yê ku hertim meşa serketinêda* tevî Mesîh yektiyêda me pey xwe dibe, û ew bi me bîna xweş ya zanebûna derheqa xwe bela dike. 15 Çimkî em bona Xwedê bîna Mesîhe xweş in, him nav kesên ku xilaz dibin, him jî nav kesên ku qir dibin. 16 Ev bona kesên ku wê qir bin bîna mirinê ye, lê bona kesên ku wê xilaz bin, bîna jîyînê ye. Lê kî layîq e evê xizmetiyê bîne sêrî? 17 Em, çimkî mîna geleka em xebera Xwedê nafiroşin. Lê em çawa aliyê Xwedêda şandî, yektiya Mesîhda, ber Xwedê bi helalî xeber didin.
3 Gelo em dîsa destpêdikin payê xwe bidin? Yan mîna hineka em hewcê nema ne, ku wera bişînin, yan jî bistînin ji we, kîderêda payê me tê dayînê? 2 Hûn in nema ku ser dilê me hatiye nivîsarê, kîjan ku hemû kes zanin û dixûnin. 3 Eşkere ye ku hûn nema Mesîh ne, ya ku aliyê me xizmetkarada hatiye nivîsarê. Ev neme ne bi hubirê hatiye nivîsarê, lê bi ruhê Xwedayê sax, û ne ser selên kevir, lê ser dila.
4 Em vê yekêda bi saya Mesîh Xwedêda bawer in. 5 Û em nabêjin ku em vî şixulî bi qewata xwe dikin, lê em bi alîkariya Xwedê dikin. 6 Belê, yê ku em kirine xizmetkarên peymana nû, Xwedê ye. Em ne xizmetkarên qanûna nivîsar in, lê em xizmetkarên ruh in. Qanûna nivîsar cezayê mirinê dide, lê ruh jîyînê dide.
7 Qanûna ku mirinê tîne û ser kevira hatibû nivîsarê, bi rûmeteke usa hatibû dayînê, ku Îsraêliya nikaribûn rûyê Mûsa binihêriyana ji bo rûmeta rûyê wî, kîjan ku wê betal bûya. Hergê qanûn bi rûmet hatibû dayînê, 8 gelo ruh gerekê bi rûmeteke hê mezin neyê dayînê? 9 Hergê qanûna ku meriv berbi dîwanê dibir bi rûmet bû, lê çi ku berbi rastiyê dibe wê çiqas hê zêde rûmet be! 10 Belê, hela hê çi ku wextekê xweyîrûmet bû jî, rûmeta xwe unda kir, ji bo wê rûmeta ku ser wêra bû. 11 Hergê tiştê ku gerekê betal bûya, bi rûmet bû, lê îja rûmeta tiştê ku wê bimîne çiqas diha mezin e!
12 Awa çimkî gumana meye usa heye, em bi mêrxasî xeber didin, 13 û mîna Mûsa nakin, yê ku rûyê xwe bi xêliyê vedişart, wekî Îsraêlî rûmeta ku gerekê betal bûya, nevînin. 14 Lê hişê wan girtî bû. Û heta roja îro, gava peymana kevin tê xwendinê, xût ew xêlî ser hişê wan dimîne, çimkî ew tenê bi saya Mesîh dikare bê hildanê. 15 Erê, heta roja îro, gava nivîsarên Mûsa têne xwendinê, xêlî ser dilê wan dimîne. 16 Lê gava kesek vedigere cem Yehowa, ev xêlî tê hildanê. 17 Yehowa Ruh e, û ruhê Yehowa kîderê be, wêderê azayî heye. 18 Me hemûya xêlî ser rûyê xwe hildaye û em mîna neynika, rûmeta Yehowa nîşan dikin. Em têne guhastinê, wekî hê zêde bibine mîna Xwedê û rûmeta wî hê rind nîşan kin, usa çawa ku Yehowa dixwaze, yê ku Ruh e.
4 Bona vê yekê ku Xwedê ji rema xwe ev xizmetî daye me, em nawestin. 2 Me terka kirên eybe* veşartî daye. Em fêlbaziya nakin û xebera Xwedê naguhêzin. Bi vê yekê ku em rastiyê eşkere dikin, em ber Xwedê bona her merivekî dibine mesela baş. 3 Hergê mizgîniya ku em bela dikin veşartî be, ew bona kesên ku qir dibin veşartî ye. 4 Çimkî xwedayê vê dinyayê hişê nebawermenda kor kiriye, wekî ronaya mizgîniya rûmet derheqa Mesîh, yê ku sûretê Xwedê ye, ser wan şewq nede. 5 Em mizgîniyê ne ku derheqa xwe bela dikin, lê derheqa Îsa Mesîh ku Xudan e, û em bona xatirê Îsa xulamên we ne. 6 Çimkî Xwedê xwexa usa got: “Bira ji teriyê ronayî şewq bide”, û ewî dilê me bi zanebûna xweş derheqa xwe, ya ku ji rûyê Îsa şewq dide, ronayî kir.
7 Ev xizne nava me derdanên herîda ne, seva ku eşkere be wekî qewata ku ji sînorê meriva zêdetir e, ne ku ji me ye, lê ji Xwedê ye. 8 Her aliyava zorê didine me, lê halê me usa nîne ku em nikarin bilipitin. Em tevlihev in, lê bêçare nînin. 9 Me dizêrînin, lê Xwedê em nehîştine. Em lêdayî-ketî ne, lê ne undabûyî ne. 10 Mîna Îsa, em her gav diçine ber devê mirinê, wekî jîyîna Îsa bedena meda jî eşkere be. 11 Çimkî em, yên ku dijîn, bona xatirê Îsa diçine ber devê mirinê, wekî jîyîna Îsa usa jî bedena meda ya ku dimire, eşkere be. 12 Belê, em diçine ber devê mirinê, lê ev yek bona we riya jîyînê vedike.
13 Hema baweriya* me jî vî cûreyî ye, çawa ku hatiye nivîsarê: “Min bawer kir, lema jî min xeber dida”. Em jî bawer dikin, lema xeber didin. 14 Çimkî em zanin Xwedayê ku Îsa ji mirinê rakir, ewê me jî ji mirinê rake, wekî em tevî Îsa bin. 15 Ev hemû tişt bona we ye, wekî hê zêde meriv kerema Xwedêye mezin bistînin. Bi vî cûreyî hê zêde meriv wê şikirî û rûmetê bidine Xwedê.
16 Lema jî em nawestin. Hergê jî em rûva diçilmisin, yeke dilda em roj bi roj nû dibin. 17 Çimkî cefên meye ku wedekî kin dikişînin û sivik in, mera rûmeteke usa mezin tînin, ya ku heta-hetayê ye. 18 Lema jî em dîna xwe nadine tiştên ku têne dîtinê, lê em dîna xwe didine tiştên ku nayêne dîtinê. Çimkî tiştên ku têne dîtinê bona wextekî ne, lê tiştên ku nayêne dîtinê heta-hetayê ne.
5 Em zanin wekî mala meye ser erdê, dêmek ev kon, wê bê hilşandinê, emê li ezmana cem Xwedê maleke heta-hetayê bistînin, ya ne bi desta çêkirî. 2 Em mala xweye ser erdêda dinalin û hizreta vê yekê ne, ku em mala xweye teze ya li ezmên mîna kinca li xwe kin. 3 Bi vî awayî, gava em wê malê li xwe kin, emê tezî nemînin. 4 Bi rastî, em yên ku vê malêda* nin, bin barekî giranda dinalin. Ne seva vê yekê ku em dixwazin vê malê ça kinc ji xwe bêxin, lê çimkî em dixwazin mala ezmanî bistînin, wekî dewsa bedena ku dimire, jîyîna heta-hetayê be. 5 Xwedê ye, yê ku em bona jîyîneke usa hazir kirine. Ewî ruhê xwe ça soz* bona keremên ku wê bên, daye me.
6 Lema em bawer in û zanin, heta ku em vê bedenêda dijîn, em ji Xudan dûr in. 7 Çimkî em ne li gora tiştên ku em divînin, lê li gora baweriyê dijîn. 8 Erê, em mêrxasiya xwe unda nakin, û dewsa ku em vê bedenêda bin, xwestina me ew e ku em tevî Xudan bijîn. 9 Em tevî wî bijîn yan ji wî dûr bin jî, nêta me ew e ku em wî xweş bên. 10 Çimkî em hemû gerekê ber textê dîwana Mesîh bisekinin. Û her kes wê heqê xwe bistîne anegorî kirên xwe çaxê ew hê bedenêda bû, yên qenc yan xirab.
11 Awa em ku zanin tirsa Xudan çi ye, em hertim meriva didine bawerkirinê ku guh bidine me. Lê Xwedê me rind nas dike, û ez guman im ku hûn* jî me rind nas dikin. 12 Em naxwazin dîsa ber we payê xwe bidin, lê em mecalê didine we, ku hûn mera firnaq bin. Hingê hûnê bikaribin caba wan meriva bidin, yên ku pê tiştên ku çev divîne xwe qure dikin, ne ku pê tiştên dilda. 13 Hergê me hişê xwe unda kiriye, ew bona Xwedê bû. Lê hergê em ser hişê xwe ne, ew bona we ye. 14 Hezkirina Mesîh me hêlan dike, çimkî me fem kiriye, ku merivek bona hemûya mir, çimkî hemû miribûn. 15 Ew bona hemûya mir, wekî kesên ku dijîn îda ne ku bona xwe, lê bona wî bijîn, yê ku bona wan mir û ji mirinê hate rakirinê.
16 Lema nihêrandina me ser meriva îda vê yekêva girêdayî nîne, çi ku em divînin. Û hergê jî me berê ser Mesîh vî cûreyî dinihêrî, em îda usa nakin. 17 Ji bo vê yekê, hergê kesek tevî Mesîh yektiyêda ye, ew efrînekî teze ye. Tiştên kevin derbaz bûn, û va ye tiştên teze hatin. 18 Lê hemû tişt ji Xwedê ne. Ewî bi Mesîh em kirine dostên xwe û ev xizmetî daye me, wekî em alî meriva bikin, ku ewana tevî wî li hev bên. 19 Dêmek Xwedê bi Mesîh tevî dinyayê li hev hat, gunên wan hilneda hesab, û Xwedê ev şixul tesmîlî me kiriye, wekî em xebera derheqa vê lihevhatinê bela kin.
20 Lema jî, dewsa Mesîh em qasidên Xwedê ne, ça bêjî Xwedê pê me gazî meriva dike. Em bi navê Mesîh hîvî dikin: “Tevî Xwedê li hev werên”. 21 Xwedê seva gunên me kesê bê gune kire qurban, wekî em bi saya wî, ber çevê Xwedê rast bêne hesabê.
6 Em çawa hevalkarên Xwedê, hîvî we dikin, wekî hûn bîr nekin bona çi Xwedê kerema xweye mezin hindava weda dide kifşê. 2 Çimkî Xwedê dibêje: “Wedê qebûlkirinê min dengê te bihîst, û roja xilazbûnê min alî te kir”. Va, wedê qebûlkirinê niha ye! Va, roja xilazbûnê niha ye!
3 Em tu tiştîda nabine sebebê likumandinê, wekî xizmetiya meda tu kêmasî neyê dîtinê. 4 Lê em her aliyava xwe ça xizmetkarên Xwedê didine kifşê, ku em gelek teyax dikin, tengasiyada, rojên zemetda, 5 lêdanada, kelada, tevlihevbûnada, şixulên giranda, şevên bêxewda, birçîbûnêda. 6 Em xwe ça xizmetkarên Xwedê didine kifşê usa jî temizayêda, zanebûnêda, sebirêda, qenciyêda, ruhê pîrozda, hezkirina bêdurûtîda, 7 gotinên rastda, qewata Xwedêda, çekên rastiyêda yên destê rastê û çepêda,* 8 hurmetiyêda yan bêhurmetiyêda, navê başda yan navê xirabda. Me ça kesên derewîn hesab dikin, lê em kesên rast in. 9 Me hesab dikin ça kesên nenas, lê em kesên nas in, me hesab dikin ça kesên mirî,* lê em kesên sax in, me hesab dikin ça kesên cezakirî, lê me cezaya mirinê nestandiye, 10 me hesab dikin ça kesên xemgîn, lê em her gav şa ne, me hesab dikin ça kesên kesîb, lê em geleka dewletî dikin, me hesab dikin ça kesên ku tu tiştê wan tune, lê her tiştên me hene.
11 Gelî Korintiya, me eşkere wera xeber daye, û me dilê xwe wera fire vekiriye. 12 Dilê me bona we teng nebûye, lê ka hezkirina weye bona me? 13 Lema ez wera ça zarên xwera dibêjim: Hûn jî dilên xwe fire vekin.
14 Tevî nebawera nekevine binê nîrekî. Çi karê heqiyê tevî neheqiyê heye? Yan çi hevgirêdan heye orta ronayê û teriyê? 15 Çi yektî heye orta Mesîh û Bêlyarda?* Yan çi hevgirêdan heye orta bawermend* û nebawermendda? 16 Û çi hevgirêdan heye orta paristgeha Xwedê û pûta? Çimkî em paristgeha Xwedayê sax in. Çawa ku Xwedê got: “Ezê nav wanda bijîm, û nav wanda bim. Ezê bibime Xwedayê wan û ewana wê bibine cimeta min”. 17 “Yehowa dibêje: ‘Lema ji nav wan derkevin û cude bin. Destê xwe nedine tiştê heram’, ‘û ezê we qebûl kim’”. 18 “‘Ezê wera bibime Bav, lê hûnê minra bibine kur û qîz’, Yehowa, Xwedayê Himzor dibêje”.
7 De îja delalên min, hergê em xweyê van soza ne, werên em xwe ji wan hemû tişta paqij kin, çi ku bedenê yan ruh heram dike, û em bi xofa Xwedê bigihîjine pîroziya kamil.
2 Bira dilê weda bona me cî hebe. Me neheqî tu kesî nekiriye, me tu kes ji rê dernexistiye, me tu kes bona kara xwe nedaye xebatê. 3 Ez vê yekê nabêjim ku we sûcdar kim, ne min îda gotiye, hergê em bimirin yan bijîn jî, hûn dilê meda nin. 4 Ez dikarim aza wera xeber dim. Ez wera gelek firnaq dibim. Dilê min rihet bûye. Nav hemû tengasiyên meda ez bi şabûnê tije me.
5 Belê, gava em gihîştine Makedonyayê, em* nerihet bûn, lê me hemû aliyava telî-tengî kişandin: Derva şer-dew, dilada jî tirs. 6 Lê Xwedayê ku berdiliyê dide kesên dilşkestî, bi hatina Tîto dilê me rihet kir. 7 Lê ne ku tenê bi hatina wî, lê bi vê berdiliyê ku ewî bi saya we standibû.
8 Hergê min bi nema xwe hûn xemgîn kirin jî, ez poşman nabim. Sêrîda ez poşman bûm ji bo wê yekê, ku min hûn xemgîn kirin. Ez zanim wekî xemgîniya we dirêj nekişand. 9 Lê niha ez şa me. Ez şa me ne seva wê yekê, wekî hûn xemgîn bûn, lê seva wê yekê, ku evê xemgîniyê hûn berbi tobekirinê birin. Xemgîniya we li gora qirara Xwedê ye, û bona vê yekê we ji giliyên me tu ziyan nestand. 10 Çimkî xemgîniya li gora qirara Xwedê rê ber meriva vedike, wekî gunên xwe tobe kin û xilaz bin. Lê xemgîniya li gora vê dinyayê mirinê tîne. 11 Ka binihêrin hela xemgîniya li gora qirara Xwedê çawa ser we hukum kiriye: Navê we hatiye temizkirinê, hûn ji tiştên xirab eciz dibin, hûn Xwedê ditirsin, hûn hazir bûn tobe kin, hûn ji dil Xwedêra xizmet dikin û we tiştên nerast rast kirin! Vê yekêda we hemû aliyava nîşan kir, ku hûn temiz in.* 12 Ew nema ku min wera nivîsî, ne bona wî bû, yê ku gune kir, ne jî bona kesê ku hindava wîda neheqî hate kirinê. Lê min ev neme nivîsî, seva ku hûn ber Xwedê nîşan kin, wekî hûn xîret dikin guh bidine me. 13 Bona vê yekê dilê me rihet bûye.
Lê em bona şabûna Tîto hê zêde şa ne, çimkî we hemûya dilê wî qewî kiribû. 14 Min ku Tîtora got wekî ez wera firnaq dibim, ez bona vê yekê şerm nakim. Bona çi jî me ber wî payê we dabû rast derket, çawa hemû tiştên ku me wera gotibû, rast bûn. 15 Usa jî çaxê ew tîne bîra xwe guhdariya we hemûya û çawa we ew bi qedirekî* mezin qebûl kiriye, hezkirina wî hindava weda hê zêde dibe. 16 Ez şa me ku her tiştîda dikarim îtbariya xwe we bînim.
8 Îja birano, em dixwazin hûn derheqa kerema Xwedêye mezin, ya ku civatên Makedonyayêra hatiye dayînê, bizanibin. 2 Wana nava cêribandinada tengasî dikişand, lê dîsa jî şabûna xwe unda nedikirin, û ewana çiqas jî kesîb bûn, dîsa jî destvekirî bûn. 3 Ez şedetiya vê yekê didim, ku çi ji destê wan dihat, wana dikir. Erê, wana hela hê ji qewata xwe der jî dikirin. 4 Wana xwexa ji me reca dikir, ku em îzinê bidine wan, wekî ewana jî komekê bidine pîroza. 5 Wana hê zêde kir, ne ku çiqas em hîviyê bûn. Belê, li gora qirara Xwedê, wana bi dil û can Xudanra xizmet kiriye û komek dane me jî. 6 Lema jî me Tîto hêlan kir, wekî wî şixulê ku ewî bal we destpêkiribû, dêmek topkirina qurbankirinên we, temam ke. 7 Çawa ku her tiştên we têr-tije hene: bawerî, feresetê xeberdanê, zanebûn, xîret, û hezkirina meye hindava weda, bira qurbankirinên weye bi merdanî jî usa têr-tije bin.
8 Bi van gotinên xwe ez ne ku fermanê didime we, lê dixwazim dîna we bikişînime ser xîreta kesên din û têderxim hela hûn bi rastî kesên din hez dikin yan na. 9 Hûn kerema mezin ya Xudanê me Îsa Mesîh zanin: Çiqas ew dewletî bû jî, ew bona xatirê we bû kesîb, seva ku hûn bi saya kesîbiya wî dewletî bin.
10 Ez aha difikirim: Bona we wê baş be, wekî hûn vî şixulî temam kin, çimkî îda salek pêşda we ne tenê ev şixul destpêkir, lê we usa jî nîşan kir, ku hûn dixwazin vê yekê bikin. 11 Lema jî şixulê ku we destpêkiriye, temam kin. Gava hûn li gora vê yekê ku çiqas ji destê we tê, bidin, hûnê hazirbûna xwe nîşan kin. 12 Tiştên ku ji dil tên, li Xwedê xweş tên. Çimkî Xwedê dixwaze ku meriv haqasî bide, çiqas dikare, ne ku çiqas nikare. 13 Ez naxwazim barê kesên din sivik kim, lê barê we giran kim. 14 Lê ez dixwazim ku zêdeya destê weda, kêmasiya kesên din tije ke, û zêdeya kesên din jî, kêmasiya we tije ke, seva ku weke hev be. 15 Çawa ku hatiye nivîsarê: “Bal kê gelek hebû, zêde nîbû, û bal kê hindik bû, kêm nîbû”.
16 Şikir Xwedêra wekî Tîto jî mîna me bi dilê sax bona we xem dike. 17 Û ew ne tenê hîvîkirina mera razî bû, lê xwexa jî gelek dixwaze alî we bike, lema bi rezedilî tê bal we. 18 Em birakî din jî tevî wî dişînin, yê ku hemû civat payê wî didin bona tiştên ku ew seva belakirina mizgîniyê dike. 19 Xêncî wê yekê, ev bira aliyê civatada hatiye bijartinê, wekî bona rûmeta Xudan tevî me ev pêşkêşa qurbankirî bigihîne cî û bela ke, ku bê îzbatkirinê, wekî em hazir in alî kesên din bikin. 20 Bi vî awayî, tu kes nikare gazina me bike bona vê yekê, ku em çawa wan qurbankirina bela dikin. 21 Çimkî em ‘xîret dikin ku her tiştî rast û helal bikin, ne tenê ber Yehowa, lê ber meriva jî’.
22 Em tevî wan usa jî birakî xweyî din dişînin. Me ew gelek car cêribandiye, û me dît ku ew gelek tiştada xîret e. Lê niha ew hê zêde xîret e, çimkî ew baweriya xwe we tîne. 23 Hergê pirsên we derheqa Tîto hebin, bizanibin wekî ew dostê min û hevalkarê min e, yê ku bona kara we xizmet dike. Û hergê pirsên we derheqa birên me hebin, bizanibin ku ewana şandiyên civata ne û rûmetê didine Mesîh. 24 Lema jî hezkirina xwe hindava wan birada îzbat kin, û civatara nîşan kin ku çira em payê we didin.
9 Ne hewce ye ku ez wera derheqa xizmetiya ku pîrozara tê kirinê, binivîsim. 2 Çimkî ez derheqa rezediliya we zanim û bona vê yekê ber Makedoniya payê we didim. Ez wanra dibêjim ku Axayayêda îda salek e hûn hazir in alîkariyê bidin, û xîreta we hêlan da geleka ji wan. 3 Lê ez bira dişînim bal we, wekî usa nîbe ku me badîhewa payê we daye, û çawa ku min wera gotibû, hûn bi rastî hazir bin. 4 Yan na, hergê birên ji Makedonyayê tevî min bên û bivînin ku hûn hazir nînin, emê ji bo we şermî bin, çimkî me baweriya xwe we anî, û hûnê jî şerm kin. 5 Lema jî ez fikirîm wekî lazim e bira hêlan kim, ku ewana pêşiya me bêne bal we û qurbankirinên ku we soz dane û hazir kirine, top kin. Bi vî cûreyî, wê zelal be wekî ev qurbankirin ne ku bi mecbûrî, lê bi rezedilî hatine dayînê.
6 Lê vê yekê bizanibin: Yê ku hindikî diçîne wê hindikî jî bidirû, û yê ku gelekî diçîne wê gelekî jî bidirû. 7 Bira her kes ne ku bê dil yan bi destê zorê, lê çawa ku ewî dilê xweda safî kiriye, usa bike, çimkî Xwedê wî hez dike, yê ku bi dil û eşq dide.
8 Xêncî vê yekê, Xwedê dikare kerema xweye mezin hemû aliyava ser weda bibarîne, wekî hûn hewcê tu tiştî nîbin, û bona her şixulê qenc her tiştê we bi zêdeyî hebe. 9 (Çawa ku hatiye nivîsarê: “Ewî bi merdanî bela kir û da belengaza. Rastiya wî heta-hetayê dimîne”. 10 Xwedêyê ku bi merdanî toxim dide cotkar û bona xwarinê nan dide, ewê têr-tije toximê çandinê bide we. Û ewê berê weye rastiyê zêde ke.) 11 Xwedê her tiştîda risqê we zêde dike, wekî hûn destvekirî bin, û bi vê yekê kesên din wê şikiriyê bidine Xwedê. 12 Çimkî ev xizmetî ne tenê bona vê yekê ye, ku hûn bona hewcên pîroza xem bikin, lê usa jî wekî gelek kes şikiriyê bidine Xwedê. 13 Ewana wê şikiriyê bidine Xwedê, çimkî alîkariya vî cûreyî îzbat dike, wekî hûn gura mizgîniya derheqa Mesîh dikin, kîjanê ku hûn hemû ciya bela dikin, û çimkî hûn destvekirî ne hindava wanda û hindava hemûyada. 14 Û ewana wê seva we dua bikin û we hez bikin, bona wê kerema Xwedêye mezin ser keremara, ya ku wera hatiye dayînê.
15 Şikir Xwedêra bona pêşkêşa wîye mexsûs, ya ku em nikarin bi giliya jî şirovekin.
10 Ez Pawlos, bi şkestîbûn* û qenciya Mesîh hîvî ji we dikim. Hinek ji we dibêjin ku gava ez tevî we me, ez yekî sist tême kifşê, lê gava ez tevî we nînim, ez yekî mêrxas im. 2 Lê ez hîvî ji we dikim, ku gava ez bême bal we, usa nîbe wekî ez mecbûr bim wana sert şîret kim, yên ku difikirin ku em li gora nihêrandina vê dinyayê dijîn. 3 Rast e em mîna merivên din dijîn, lê şerê me ne mîna yê wan e. 4 Em ne ku pê çekên meriva şer dikin, lê pê çekên ku Xwedê dane me, yên ku dikarin bircên qewî hilşînin. 5 Em înkar dikin her fikireke nerast û tiştên ku riya meriva digirin, wekî Xwedê nas kin. Em her fikirekê dikine dîl, ku ew Mesîhra guhdar be. 6 Gava hûn nîşan kin, wekî bi temamî guhdar in, emê hazir bin her kesê neguhdar ceza kin.
7 Hûn bi tiştên rûva dîwanê dikin. Hergê kesek bawer e ku ew para Mesîh e, bira ew dîsa jî ser vê yekê bifikire: Çawa ku ew para Mesîh e, usa jî em para Mesîh ne. 8 Xudan hukum daye me, wekî em baweriya we qewî kin, ne ku hilşînin. Hergê min bona vê yekê hinekî zêde payê xwe bida jî, wê tiştekî şermî têda tune bûya. 9 Nefikirin ku ez pê nemên xwe dixwazim we bidime tirsandinê. 10 Çimkî hine kes dibêjin: “Nemên wî bi hukum in û qewî ne, lê gava ew vira ye, ew ça kesekî sist tê kifşê, û xeberdana wî netiştek e”. 11 Yê ku usa dibêje, bira bizanibe ku gava em bên, emê li gora tiştên ku em nemada dinivîsin, bikin. 12 Em naxwazin xwe beramberî kesên ku payê xwe didin, bikin, yan jî mîna wan bin. Ewana pê hev xwe çap dikin û xwe beramberî hev dikin. Bi wê yekê ewana nîşan dikin, ku tiştekî fem nakin.
13 Em bona şixulên ku me nekirine, payê xwe nadin. Lê em tenê bona şixulên ku me ji Xwedê standiye payê xwe didin, û hûn jî pareke vî şixulî ne. 14 Gava em hatine cem we, me tu şixulê ku Xwedê nedaye me, nekir. Lê em kesên pêşin bûn, ku mizgîniya derheqa Mesîh gîhande we. 15 Em ji sînor dernayên û pê şixulê kesên din, payê xwe nadin. Lê gumana me ev e, ku çawa baweriya we hê zêde mezin dibe, tiştên ku me nav weda kirine jî, wê hê zêde mezin bin. Hingê emê bikaribin hê zêde bikin, 16 û mizgîniyê bela kin wan ciya jî, kîjan ku ji we dûr in. Bi vî cûreyî, emê payê xwe nedin bona şixulê ku yên din herêma xweda kirine. 17 “Lê yê ku payê xwe dide, bira bi Yehowa payê xwe bide”. 18 Çimkî Yehowa ne ku wî qebûl dike, yê ku payê xwe dide, lê wî qebûl dike, payê kîjanî ew xwexa dide.
11 Hergê ez carna bêfem tême kifşê jî, ez guman im hûnê li min sebir kin. Lê hûn usa jî li min sebir dikin. 2 Çawa ku Xwedê dixwaze we biparêze, ez jî dixwazim we biparêzim. Çimkî min xwexa hûn Mesîhra nîşan kirin, û ez dixwazim we ça qîzeke bikir bidime wî. 3 Lê tirsa min ew e, ku çawa mer bi fêlbazî Hêwa xapand, usa bê serê we jî û hişê we xirab be, û hûn ji temizayî û helaliya hindava Mesîhda dûr kevin. 4 Çimkî çaxê yek tê û ne derheqa vî Îsayî gilî dike, derheqa kîjanî me gilî kiriye, yan jî çaxê hûn ruhekî din distînin, kîjan ku we nestandiye, yan jî çaxê wera mizgînîke din bela dikin, ne ku kîjan ku we qebûl kiriye, hûn wî merivî sebir dikin. 5 Lê ez difikirim tu tiştekî usa tune ku îzbat ke, wekî ez ji şandiyên weyî “herî baş” kêmtir im. 6 Hergê ez xeberdanêda ser xwe nîbim jî, zanebûna min derheqa Xwedê heye. Me ev yek hemû aliyava û her tiştîda wera zelal kiriye.
7 Min bi dil û bêheq mizgîniya Xwedê da we, û min xwe nimiz kir, wekî hûn bilind bin. Gelo min bi vê yekê gune kir? 8 Min alîkarî ji civatên din distand, ça bêjî min ew talan kirin, seva ku ez wera xizmet kim. 9 Çaxê ez bal we bûm û bûme hewcê tiştekî, ez tu kesîra nebûme bargiranî. Gava birên ji Makedonyayê hatin, wana destê xwe dirêjî min kir çida jî ez hewce bûm. Belê, min her tiştîda xîret kir, ku wera nebime barê giran, û ezê hema usa jî berdewam kim. 10 Heta ku ez şagirtê Mesîh me, tu tişt wê riya min negire, ku derheqa vê yekê herêmên Axayayêda payê xwe bidim. 11 Çima min xwe usa da kifşê? Çimkî ez we hez nakim? Xwedê zane ku ez we hez dikim.
12 Hine kes payê xwe didin û dibêjin, ku ewana jî mîna me şandî ne. Lema tiştê ku ez dikim, ezê berdewam kim bikim, wekî tu menîkî nedime wan ku ewana payê xwe bidin. 13 Çimkî merivên usa şandiyên qelp in, ewana kesên din dixapînin, û xwe ça şandiyên Mesîh didine kifşê. 14 Ez vê yekêra ecêbmayî namînin, çimkî Şeytan jî xwe ça melekê ronayê dide kifşê. 15 Lema jî ecêbmayî nîne, ku xizmetkarên wî jî xwe ça xizmetkarên rastiyê didine kifşê. Lê axiriya wan wê li gora kirên wan be.
16 Ez dîsa dibêjim: Bira tu kes nefikire, wekî ez yekî bêfem im. Lê hergê hûn usa bifikirin jî, min qebûl kin, wekî ez jî hinekî payê xwe bidim. 17 Çi ku ez niha dibêjim, usa nabêjim çawa ku wê Xudan bigota, lê ça yekî bêfem dibêjim, yê ku xweda bawer e û payê xwe dide. 18 Hergê gelek kes bi tiştên vê dinyayê payê xwe didin, ezê jî payê xwe bidim. 19 Rast e hûn usa “serwaxt” in, lê ji dil kesên bêfem sebir dikin. 20 Hergê yek we dike xulam, yan hebûna we dixwe, yan we talan dike, yan xwe li ser wera digire, yan rûyê we dixe, hûn wan tişta sebir dikin.
21 Çiqas şerm e ku em usa dibêjin, çimkî dikare usa bê kifşê, wekî em sist in.
Lê hergê hine kes şerm nakin payê xwe bidin, ez jî şerm nakim payê xwe bidim, hergê jî kesek min bêfem hesab ke. 22 Ewana Îbranî ne? Ez jî Îbranî me. Ewana Îsraêlî ne? Ez jî Îsraêlî me. Ewana ji zureta Birahîm in? Ez jî ji zureta Birahîm im. 23 Ewana xizmetkarên Mesîh ne? Ezê mîna yekî bêaqil bêjim: Ez hê zêde usa me. Ez hê zêde xebitî me, hê zêde kelêda bûme, hê zêde hatime lêdanê, û ez gelek cara ber mirinê bûme. 24 Min aliyê Cihûyada pênc cara 39 lêdan standiye. 25 Ez sê cara bi şiva hatime lêdanê, carekê ez dame ber kevira, sê cara ez rastî gemîwelgerandinê hatime, şev û rojekê ez bera vekirîda mame. 26 Ez gelek cara rêwîtiyêda bûme û ketime cûre-cûre qeziya çemada, ji destê qaçaxa, ji destê miletê xwe û ji destê miletên din, bajêrda, beriyêda, ser berê, ji destê birên qelp. 27 Ez nava şixulê giranda bûme, min gelek şev bê xew derbaz kirine, ez tî û birçî mame, gelek car bê xwarin mame, sermêda û bê kinc* mame.
28 Xêncî wan tişta, derdekî min heye, kîjan ku her roj min eciz dike, ev heye xemgîniya min bona hemû civata. 29 Gava kesek sist e, ne ez jî sist dibim? Gava kesekî dilikumînin, ne ez hêrs dikevim?
30 Hergê lazim e payê xwe bidim, ezê bi tiştên ku halê minî sist didine kifşê, payê xwe bidim. 31 Xwedê, Bavê Xudan Îsa, yê ku her û her hêjayî rûmetê ye, zane ku ez derewa nakim. 32 Şamêda, weliyê Arêtas padşa, nobedar ber dergehên bajêr danîne, seva ku min bigire. 33 Lê ez pê sevetê* ji pencera dîwarê bajêr hatime daxistinê, û ez ji destê wî xilaz bûm.
12 Ez gerekê payê xwe bidim. Rast e kara vê yekê tune, lê ez dixwazim besa dîtinok û eyantiyên ji Xudan bikim. 2 Ez merivekî nas dikim, ew şagirtekî Mesîh e.* Çardeh sal pêşda, ew meriv heta ezmanê sisiya hate hildanê. Ez nizanim ew bedena xweda bû yan na, Xwedê zane. 3 Erê, ez merivekî usa nas dikim, ew hate hildanê li cinetê. Ez nizanim ew bedena xweda bû yan na, Xwedê zane. 4 Û gava ew cinetêda bû, ewî giliyên usa bihîstin, kîjan ku îzin tune ye bêne gotinê. 5 Erê, ez dixwazim payê merivê usa bidim. Lê ezê payê xwe nedim, ezê tenê pê kêmasiyên xwe paya bidime xwe. 6 Hergê ez payê xwe bidim jî, ez tiştekî bêfemtî nakim, çimkî ezê rastiyê bêjim. Lê ez payê xwe nadim. We dît ku min çi kir û çi got, lema bira tu kes nefikire ku min ji wan tişta zêdetir kir, 7 tenê bona vê yekê, ku tiştên mexsûs minra hatine eyankirinê.
Û seva ku ez qure nebim, û derheqa xwe zêde nefikirim, bedena minda stirî hate dayînê, û ev mîna milyaketekî Şeytan e, kîjan ku timê min dixe. 8 Min sê cara ji Xudan lava kir, ku vê yekê ji min dûr xe. 9 Lê ewî usa minra got: “Kerema mine mezin besî te ye, çimkî çaxê tu sist î, hingê qewata min bi temamî eyan dibe”. Û bona vê yekê ezê bi şabûneke mezin sistbûnên xwera firnaq bim, wekî qewata Mesîh mîna kon ser min bimîne. 10 Lema jî ez bona xatirê Mesîh, sistbûnara, bêhurmetiyara, wedê zemetra, zêrandinara û tengasiyara şa dibim. Çimkî gava ez sist im, hingê ez qewî me.
11 Ez bûme yekî bêfem. We ez mecbûr kirim, çimkî gerekê we payê min bida. Ez tu tiştîda ji wan şandiyên weye “herî baş” kêmtir nînim, lê ez xwexa jî ne tu tişt im. 12 We bi çevê xwe îzbatî dîtin ku ez şandî me, we sebir, nîşan, kerem û kirên mine mezin dît. 13 Sebebê ku hûn ji civatên din biçûktir hatine hesabê, tenê ev bû ku ez wera nebûm barekî giran. Ji kerema xwe bona vê şaşiyê bibaxşînine min.
14 Eva cara sisiya ye ku ez xwe hazir dikim, wekî bême bal we, lê ezê wera nebime barekî giran. Ez ne ku mal-milkê we dixwazim, lê kara we digerim. Çimkî gerekê ne ku zar bona dê-bavê xwe mal-milk top kin, lê dê-bav bona zarên xwe. 15 Ezê bi şabûn bona we her tiştî bidim, hela hê emirê xwe jî. Hergê ez we usa zef hez dikim, gelo gerekê hûn min kêm hez bikin? 16 Çi jî hebe, ez wera nebûm barekî giran. Lê dîsa jî, hûn dibêjin ku ez yekî binva me û min “bi fêlbaziyê” hûn xapandine. 17 Qe min bi destê kesên ku min şandine cem we, keda we xwariye? 18 Min dilê Tîto qewî kir û birak tevî wî şande bal we. Qe Tîto keda we xwariye? Ne em yektiyêda bûn? Ne em rêkêda diçûn?
19 Hûn difikirin ku em dixwazin xwe ber we rast derxin? Na, em mîna şagirtên Mesîh ber Xwedê rastiyê dibêjin. Xûşk-birên delal, her tiştî çi ku em dikin bona qewîkirina we dikin. 20 Tirsa min ew e ku gava ez bême bal we, rabûn-rûniştina we ne li gora dilê min be, û dibeke rabûn-rûniştina min jî ne li gora dilê we be. Çimkî ez ditirsim ku nav weda şer-dew, hevsûdî, hêrs, hevrikî, buxdan, geveztî, kubar-babaxî û bêterbetî hebe. 21 Dibeke gava ez dîsa bême bal we, Xwedê wê ber we min bide şermê, û dibeke ez bona geleka şînê bikim, kîjana pêşda gune kirine, lê tobe nekirine bona mirdarî, zinêkarî* û rabûn-rûniştina xweye robetî.
13 Eva cara sisiya ye ez hazir dibim bême cem we. “Her tişt gerekê pê devê du yan sê şeda bê îzbatkirinê”. 2 Rast e niha ez ji we dûr im, lê giliyên min usa qebûl kin ça bêjî ez cara duda hatime cem we. Hergê ez dîsa bêm, ez dixwazim wanra, yên ku berê gune kirine û usa jî hemûyên dinra, pêşda bêjim, ku tu kes wê nikaribe ji şîretkirina min bireve. 3 Bi vî awayî, ezê nîşan kim ku Mesîh pê min xeber dide. Û Mesîh hindava weda sist nîne, lê ew qewata xwe nîşanî we dike. 4 Rast e ew ser stûnê hate dardakirinê gava sist bû, lê ew bi saya qewata Xwedê sax e. Belê, em jî sist in, çawa ku ew sist bû, lê pê qewata Xwedê, ya ku ser me ye, emê tevî wî bijîn.
5 Berdewam kin têderxin hela hûn nava baweriyêda nin yan na. Her gav xwe bicêribînin. Hûn fem nakin ku Îsa Mesîh tevî we yektiyêda ye? Hemikî hergê we qebûlkirina Xwedê unda nekiriye. 6 Ez bi rastî guman im ku hûnê fem kin, wekî me qebûlkirin unda nekiriye.
7 Em Xwedêra dua dikin, ku hûn tiştekî xirab nekin, lê ne seva vê yekê ku em qebûlkirî bêne kifşê, lê wekî hûn tiştê qenc bikin, hergê jî em neqebûlkirî bêne kifşê. 8 Çimkî em nikarin tiştekî miqabilî rastiyê bikin, lê em tenê dikarin evê rastiyê pêşda bivin. 9 Em timê şa ne, hergê jî em sist in, lê hûn qewî ne. Û em bona vê yekê dua dikin, ku hûn xwe rast kin. 10 Lema jî pêşiya ku ez bême cem we, ez van tişta dinivîsim, wekî gava cem we bim, hindava weda sert nîbim, û pê hukumê ku Xudan daye min, ne ku we hilşînim, lê dilê we ava kim.
11 Birano, xilaziyêda ez wera dibêjim: Timê şa bin, her gav xwe rast kin, berdiliyê bistînin, ser nêtekê bin, edilayêda bijîn, û hingê Xwedayê hezkirinê û edilayê wê tevî we be. 12 Bi hezkirinê* hevdu silav kin. 13 Hemû kesên pîroz we silav dikin.
14 Bira kerema mezin ya Xudan Îsa Mesîh, hezkirina Xwedê û keremên ruhê pîroz ser we hemûya be!
Yan “hêlan dike”.
Yan dibeke “tiştên ku hûn îda rind zanin û fem dikin”.
Jêra Sîlas jî tê gotinê.
Yan “bihê”.
Raste-rast “derîk ber min vebû”.
Ev tê hesabê cejina serketinê.
Dêmek tiştên şermî.
Raste-rast “ruhê baweriyê”.
Raste-rast “vî konîda”.
Yan “ça bihê”.
Raste-rast “îsafa we”.
Dibeke destê rastê bona şerkirinê ye û destê çepê bona parastinê ye.
Yan “kesên ku hêjayî mirinê ne”.
Ji xebereke Yûnanî pêşda hatiye, çi ku tê hesabê “Bêkêr”. Ser Şeytan tê gotinê.
Yan “kesê amin”.
Raste-rast “bedena me”.
Yan “bêsûc in”.
Raste-rast “bi xof û tirs”.
Yan “bi nermî”.
Raste-rast “tezî”.
Yan “zembîl”.
Raste-rast “tevî Mesîh yektiyêda ye”.
Yan “bênamûsiya sêksûalî”.
Raste-rast “bi paçkirina pîroz”.