KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • nwt 48 1:1-6:18
  • Galatî

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Galatî
  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
Galatî

NEMA GALATIYARA

1 Ez Pawlos, ça şandî hatime bijartinê, ne ku aliyê merivada, lê aliyê Îsa Mesîh û Bav Xwedêda, yê ku Mesîh ji mirinê rakiriye. 2 Ez û hemû birên ku tevî min in, civatên Galatyayêra silavê dişînin:

3 Bira kerema mezin û edilaya Xwedê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh ser we be. 4 Mesîh xwe bona gunên me kire qurban, wekî me ji vê dinya xirab xilaz ke. Ev yek li gora qirara Bavê me Xwedê bû, 5 yê ku heta-hetayê hêjayî rûmetê ye. Amîn.

6 Ez ecêbmayî dimînim ku hûn usa zû ji Xwedê dûr dikevin, yê ku bi kerema mezin ya Mesîh gazî we kiriye, û mizgînîke din qebûl dikin. 7 Bi rastî, mizgînîke din tune ye. Lê merivên usa hene ku we tevlihev dikin û dixwazin mizgîniya derheqa Mesîh biguhêzin. 8 Hergê kesek ji me yan melekek ji ezmana wera mizgînîke din bela ke, ne ku mizgîniya ku me wera bela kiriye, bira nifir li wî be. 9 Çawa me pêşda got, ez niha dîsa dibêjim: Hergê kesek xêncî mizgîniya ku we qebûl kiriye, mizgînîke din bela ke, bira nifir li wî be.

10 De niha ez dixwazim meriva xweş bêm yan Xwedê? Hergê min bixwesta meriva xweş bêm, ezê xulamê Mesîh nîbûma. 11 Birano, bizanibin wekî mizgîniya ku min wera bela kiriye, ji meriva nîne. 12 Çimkî min ev mizgînî ne ji meriva standiye, û ne jî wana ez hîn kirime, lê min ev mizgînî ji Îsa Mesîh standiye.

13 Çawa hûn zanin, berê gava ez dînê Cihûyada bûm, min civata Xwedê gelek dizêrand û gelek ziyan didayê. 14 Ez nav miletê xweda, ji gelekên qasî xwe dînê Cihûyada diha zêde pêşdaçûyî bûm. Çimkî ez aliyê xweykirina edetên kal-bavên xweda diha xîret bûm. 15 Lê Xwedayê ku îzin da wekî ez bême bûyînê, bi kerema xweye mezin gazî min kir. Ewî dixwest 16 min bide xebatê, ku ez mizgîniyê bidime miletên din, wekî ewana Kurê wî nas kin. Gava ewî ez bijartim ku vê yekê bikim, hingê min şêwira xwe tevî tu kesî nekir. 17 Û ez neçûme Orşelîmê cem kesên ku pêşiya min bibûne şandî. Lê ez çûm Erebistanê û paşê vegeriyame Şamê.

18 Paşê, sê sal şûnda, ez hilkişiyame Orşelîmê, wekî Kîfas bivînim, û ez 15 roja cem wî mam. 19 Lê min xêncî Aqûbê birê Xudan, tu şandiyên din nedîtin. 20 Xwedê şede ye: Hemû tiştên ku ez dinivîsim rast in.

21 Paşê ez çûme herêmên Sûryayê û Kîlîkyayê. 22 Lê şagirtên Mesîh ji civatên Cihûstanê ez bi şexsî nas nedikirim. 23 Wana tenê ev yek dibihîst: “Merivê ku berê em dizêrandin, niha mizgîniya derheqa vê baweriyê bela dike, ya ku ewî berê dixwest kokêva rake”. 24 Gava wana derheqa min bihîst, wana destpêkir şikiriyê bidine Xwedê.

2 Paşê, 14 sal şûnda ez dîsa hilkişiyame Orşelîmê tevî Barnabas, û min Tîto jî tevî xwe bir. 2 Ez çûme wêderê, çimkî minra eyantî hatibû dayînê ku herim. Û min derheqa mizgîniya ku ez nav miletên dinda bela dikim, tenê birên xweyîqedirra gilî kir, wekî pêbihesim hela xizmetiya min badîhewa nîne. 3 Û Tîtoyê ku tevî min bû, rast e Yûnan bû, lê tu kesî zorê wî nedikir ku bê sinetkirinê. 4 Ev pirs rûyê birên qelpda pêşda hat, yên ku mîna cesûsa ketine nava civatê. Ewana dizîva mecalê digerin, wekî zirarê bidine azaya me şagirtên Mesîh Îsa, û me bi temamî bikine xulamên qanûnê. 5 Lê me gura wan nekir û qe guh neda wan, wekî hûn rastiya mizgîniyêda bimînin.

6 Lê yên ku giregir têne hesabê û xweyîqedir in, minra tiştekî teze negotin. Erê, bona min firqî tune ku berê ewana kê bûn, çimkî Xwedê firqiyê nake nava meriva. 7 Lê wana dît ku minra hate tesmîlkirinê wekî mizgîniyê nesinetbûyara bela kim, çawa ku Petrûsra hate tesmîlkirinê, wekî mizgîniyê sinetbûyara bela ke. 8 Çimkî Xwedayê ku qewat da Petrûs, wekî ew bona sinetbûya bibe şandî, qewat da min jî wekî ez bona miletên din bibime şandî. 9 Gava van meriva fem kir ku Xwedê çawa kerema mezin daye min, Aqûb, Kîfas û Yûhenna, yên ku stûnên civatê dihatine hesabê, destê xweyî rastê dirêjî min û Barnabas kirin çawa nîşana hevkariyê, û gotin: “Hûn mizgîniyê bidine miletên din, lê emê mizgîniyê bidine kesên sinetbûyî”. 10 Wana tenê hîvî ji me kir, wekî em kesîba bîr nekin, çawa min jî xîret dikir vê yekê bikim.

11 Lê gava Kîfas hate Entakyayê, min raste-rast wîra got ku ew neheq e. 12 Çimkî pêşiya hatina çend merivên ku aliyê Aqûbda hatine şandinê, Kîfas tevî kesên ji miletên din xwarin dixwar, lê gava ev meriv gihîştine wêderê, ew tirsa merivên sinetbûyî, ji miletên din dûr ket. 13 Cihûyên din jî mîna wî durûtî kirin, û hela hê Barnabas jî kete ber bayê wan. 14 Lê gava min dît ku ewana li gora rastiya mizgîniyê nakin, min ber hemûya Kîfasra got: “Hergê tu, yê ku Cihû yî, mîna Cihûya najîyî, lê mîna kesên ji miletên din dijîyî, îja tu ça zorê miletên din dikî, wekî ewana li gora edetên Cihûya bijîn?”

15 Em ji bûyîna xweda Cihû ne, ne ku gunekarên ji miletên din in. 16 Dîsa jî em zanin, wekî meriv ne bi kirên ku qanûn dewa dike, rast tê hesabê, lê bi saya baweriya xwe hindava Îsa Mesîh. Me jî baweriya xwe Mesîh Îsa aniye, wekî em ne bi kirên ku qanûn dewa dike rast bêne hesabê, lê bi baweriya xwe hindava Mesîh. Çimkî tu kes bi kirên ku qanûn dewa dike rast nayê hesabê. 17 Em xîret dikin ku bi saya Mesîh merivne rast bêne hesabê, lê me gunekar hesab dikin. Wekî usa ne, Mesîh me berbi gune hêlan dike?* Tu car na! 18 Hergê ez tiştên ku min berê hilşandine, dîsa tezeda ava kim, ezê bibime yekî ku qanûnê diteribîne. 19 Ji bo vê yekê ku min xwe li qanûnê digirt, ez bona qanûnê mirim, wekî bona Xwedê sax bim. 20 Ez tevî Mesîh ser stûnê hatime mixkirinê. Îda yê ku dijî ne ez im, lê Îsa ye, ku nav minda dijî. Erê, ez ku niha bedenêda dijîm, bi baweriya hindava Kurê Xwedê dijîm, yê ku ez hez kirim û xwe bona min kire qurban. 21 Ez kerema Xwedêye mezin înkar nakim, çimkî hergê merî pê qanûnê rast tê hesabê, wekî usa ne Mesîh badîhewa miriye.

3 Galatiyên bêfem! Kê hûn xalifandin? Ne wera zelal hatiye eyankirinê, ku Îsa Mesîh stûnêva hate mixkirinê? 2 Ez dixwazim pirsekê bidime we: We ruhê pîroz stand, çimkî we qanûn dianî sêrî, yan çimkî we tiştên ku we bihîstine bawer kiriye? 3 Hûn usa bêfem in? Destpêkêda hûn li gora ruhê pîroz dimeşiyan, lê niha hûn li gora nihêrandina meriva dimeşin? 4 Gelo we badîhewa haqas tengasî kişand? Ez bawer nakim ku badîhewa bû! 5 Yê ku ruhê pîroz dide we û nav weda keremeta dike, gelo ew vê yekê dike, çimkî hûn qanûnê tînin sêrî, yan çimkî hûn tiştên ku we bihîstine bawer dikin? 6 Hela derheqa Birahîm bifikirin, yê ku “baweriya xwe Yehowa anî, û yekî rast hate hesabê”.

7 Çawa hûn zanin, yên ku xwe li baweriyê digirin, ew in kurên Birahîm. 8 Nivîsarê hê pêşda dabû kifşê, ku Xwedê wê merivên ji miletên din bi saya baweriyê rast hesab ke. Û hê zûdava Birahîmra ev mizgînî hate dayînê: “Bi saya te hemû milet wê bêne keremkirinê”. 9 Lema jî merivên ku xwe li baweriyê digirin, têne keremkirinê çawa Birahîm, baweriya kîjanî hebû.

10 Hemû kesên ku gumana xwe didine ser kirên ku qanûn dewa dike, bin nifirda nin, çimkî usa nivîsar e: “Nifir li her kesî be, yê ku nava hemû nivîsarên kitêba Qanûnêda namîne û wan nayne sêrî”. 11 Serda jî, eşkere ye ku Xwedê tu kesî bi qanûnê rast hesab nake, çimkî “yê rast wê bi saya baweriya xwe bijî”. 12 Qanûn ser hîmê baweriyê nîne, lê “yê ku van tişta dike, wê bi saya wan bijî”. 13 Mesîh em kirîn û ji nifirê Qanûnê aza kirin, bi vê yekê ku dewsa me kete bin nifir. Çimkî usa nivîsar e: “Her kesê ku ser stûnê dardakirî ye, nifir ser wî ye”. 14 Ev yek usa bû, wekî bi saya Mesîh Îsa kerema ku Birahîmra hatiye sozdayînê, bigihîje miletên din. Û bi vê yekê emê bi saya baweriya xwe ruhê pîroz bistînin, çi ku Xwedê soz daye.

15 Birano, ez dixwazim ji emirê herrojî wera meselekê bînim: Gava peymanek îda hatiye girêdanê, hergê jî merivekî vê yekê girêdabe, tu kes nikare wê peymanê betal ke, yan jî tiştekî din serda zêde ke. 16 Awa Birahîm û zureta wîra soz hatine dayînê. Nivîsarên Pîrozda nayê gotinê, “zuretên te”, çawa bona geleka. Lê tê gotinê, “zureta te”, dêmek bona yekî tê gotinê, û ev Mesîh e. 17 Him jî, ez dibêjim: Qanûna ku 430 sal şûnda hate dayînê, nikare peymana ku Xwedê pêşda girêdabû, betal ke û bi vî cûreyî soz pûç ke. 18 Hergê milk pêkanîna qanûnêva girêdayî bûya, wê îda sozdayînêva girêdayî nîbûya. Lê Xwedê bi dilovanî bi saya sozê xwe ev milk da Birahîm.

19 Îja Qanûn bona çi bû? Ev qanûn paşê hate dayînê bona eşkerekirina guna, heta hatina zureta wî, kîjanîra soz dabû. Xwedê qanûn da meleka û wana ev qanûn bi destê orteçî gîhandine meriva. 20 Lê gava peyman tenê kesek datîne, orteçî nelazim e, çimkî ev alîkîva tê danînê, û ev alî, Xwedê ye. 21 Îja Qanûn miqabilî sozên Xwedê ye? Hemikî na! Çimkî hergê merivara qanûneke ku jîyînê dide, bihata dayînê, hingê ewana wê rast bihatana hesabê hergê qanûn bianiyana sêrî. 22 Lê Nivîsarên Pîroz nîşan dikin ku hemû meriv dîltiya guneda nin, wekî ewên ku bawer dikin, kerema sozdayî bi saya baweriya hindava Îsa Mesîh, bistînin.

23 Lê pêşiya ku bawerî pêşda bihata, qanûnê em diparastin. Em dîltiya wêda bûn, çaxê hîviya wê baweriyê bûn ku gerekê bihata eşkerekirinê. 24 Bi vî awayî, Qanûn bû dersdarê me û em berbi Mesîh dibirin, wekî em bi saya baweriyê merivne rast bêne hesabê. 25 Lê niha, çimkî bawerî hatiye, em îda bin destê dersdarekîda nînin.

26 Hûn hemû, bi saya baweriya xwe hindava Mesîh Îsa, kurên Xwedê ne. 27 Çimkî we hemûya, yên ku bi navê Mesîh hatine nixumandinê, xeyset-hunurên Mesîh li xwe kiriye.* 28 Îda firqî tune ku hûn Cihû ne yan Yûnan in, xulam in yan aza ne, mêr in yan jin in, hûn hemû jî yek in yektiya Mesîh Îsada. 29 Û hergê hûn para Mesîh ne, hûn bi rastî zureta Birahîm in, û warên wî sozî ne.

4 Awa ez dibêjim, rast e war xweyê her tiştî ye, lê heta ku ew zar e, ji xulam cude nabe, 2 çimkî ew bin destê rêber û berdestiyên malêda ye, heta wî wextê ku bavê kifş kiriye. 3 Bi wî cûreyî, gava em zar bûn, em jî xulamên nihêrandina vê dinyayê bûn. 4 Lê gava wextê kifşkirî hat, Xwedê Kurê xwe şand. Ew ji kulfetekê hate bûyînê û bin qanûnêda bû, 5 wekî kesên bin qanûnêda aza ke, seva ku em bibine kurên Xwedê.

6 Niha, çimkî hûn kurên Xwedê ne, ewî ruhê pîroz, kîjan ku Kurê wî standiye, kire dilê me û ew ruh gazî dike: “Abba, Bavo!” 7 Lema tu îda xulam nînî, lê kurê Xwedê yî, û hergê tu kurê Xwedê yî, wekî usa ne ewê te bike warê xwe.

8 Çaxê we hê Xwedê nas nedikir, hûn xulamên xudanên qelp bûn. 9 Lê niha gava we Xwedê nas kiriye, yan rast bêjim, gava Xwedê hûn naskirine, îda hûn çira dixwazin vegerin û dîsa pey nihêrandina pûç ya vê dinyayê herin? 10 Hûn hûr bi hûr dîna xwe didine roja, meha, demsala û sala, wekî cejina derbaz kin. 11 Ez ditirsim, ku cefê minî bona we badîhewa be.

12 Birano, ez hîvî ji we dikim: Bibine mîna min, çimkî ez jî berê mîna we bûm. We tu neheqî li min nekiriye. 13 Lê hûn zanin ku ji bo nexweşiya min, cara pêşin mecal kete destê min, wekî mizgîniyê bidime we. 14 Çiqas jî nexweşiya min bona we cêribandin bû, we ez bêhurmet nekirim û mirdar* hesab nekirim. Lê we ez mîna melekekî Xwedê, mîna Mesîh Îsa qebûl kirim. 15 Ka ew şabûna we? Ez bawer im ku hergê bihata standinê, weyê çevên xwe derxista û bida min. 16 Îja ez bûme dijminê we, ku rastiyê wera dibêjim? 17 Ewana xîret dikin ku we bikişînine aliyê xwe, lê nêta wan nebaş e. Ewana dixwazin we ji min biqetînin, wekî hûn pey wan herin. 18 Hemikî baş e gava kesek bi nêta qenc dikeve heyra we, û ne tenê gava ez tevî we me, lê gava tevî we nînim jî. 19 Zarên min, heta hûn nebin mîna Mesîh, ezê bona we dîsa êşa usa bikişînim, kîjan ku mîna sancûyê kulfeta ber zarêda ye. 20 Xwazil ez niha cem we bûma û min cûrekî din tevî we xeber da, çimkî ez bona we mitalada me.

21 Hela minra bêjin, hûn, yên ku dixwazin bin qanûnêda bin, hûn nabihên ku Qanûn çi dibêje? 22 Mesele, Nivîsarên Pîrozda nivîsar e, ku du kurên Birahîm hebûn: Yek ji cariyê bû, yek ji jina aza bû. 23 Kurê ku ji cariyê bû, mîna hemû zara hate bûyînê, lê kurê jina aza, li gora soz hate bûyînê. 24 Mena vê serhatiyê ew e: Ev her du jin du peyman têne hesabê. Yek ji wan ji Çiyayê Sînayê hate danînê, û wêra zarên xulam têne bûyînê. Ev peyman Hacer e. 25 Hacer tê hesabê çiyayê Sînayê Erebistanêda, û ew mîna Orşelîma îro ye, çimkî Orşelîm tevî zarên xwe xulamtiyêda ye. 26 Lê Orşelîma jorin aza ye, û ew diya me ye.

27 Çimkî nivîsar e: “Hey kulfeta bêzuret, ya ku zar jêra nabin, şa be! Hey kulfeta ku sancûyê zaranînê nakişîne, bi şabûnê bike qîrîn. Çimkî zarên kulfeta ku hatiye hîştinê, ji zarên kulfeta ku mêrê vê heye, zêdetir in”. 28 Niha birano, hûn jî mîna Îshaq zarên vî sozî ne. 29 Çawa ku hingê kurê ku mîna hemû zara hate bûyînê, destpêkir kurê ku bi saya ruh hate bûyînê, bizêrîne, niha jî usa ye. 30 Lê Nivîsarên Pîroz çi dibêjin? “Evê cariyê tevî kurê wê berîdê derxe. Çimkî kurê cariyê tu car tevî kurê jina aza wê nebe war”. 31 Awa birano, em ne ku zarên cariyê ne, lê zarên ya aza ne.

5 Mesîh em bona azaya usa aza kirine. Lema qayîm bisekinin û dîsa nekevine binê nîrê xulamtiyê.

2 Ez Pawlos, wera dibêjim: Hergê hûn bêne sinetkirinê, ji Mesîh tu kar wê bona we tune be. 3 Ez dîsa tînim bîra her mêrê ku tê sinetkirinê, wekî ew borcdar e xwe li temamiya Qanûnê bigire. 4 Hergê hûn dixwazin bi saya Qanûnê rast bêne hesabê, wekî usa ne hûn ji Mesîh qetiyayî ne, û ji kerema wîye mezin dûr ketine. 5 Lê em pê ruhê Xwedê bi hizret hîviya gumana rastiyê ne, ya ku ji baweriyê tê. 6 Çimkî yektiya Mesîh Îsada, ne sinetkirin ferz e, ne jî nesinetkirin, lê ya ferz bawerî ye, kîjan ku bi hezkirinê eyan dibe.

7 Hûn rind direviyan! Îja kî riya we girt wekî hûn guhdariya rastiyê nekin? 8 Hînkirinên usa ji wî nînin, yê ku gazî we dike. 9 Hine hevîrtirşk temamiya hevîr hiltîne. 10 Ez bawer im ku hûnê, yên ku tevî Xudan yektiyêda nin, tiştekî din nefikirin. Kesê ku wera çetinaya pêşda tîne, kî jî hebe, ewê cezayê xwe bistîne. 11 Birano, hergê min heta niha hîn kira ku sinet lazim e, qe ezê bihatama zêrandinê? Wekî usa ye mirina Îsa Mesîh ser stûna cefê, kevirê likumandinê nîne. 12 Xwazil mêrên ku dixwazin serê we tevlihev kin, xwexa xwe bixesandana.*

13 Birano, hûn bona azayê hatine gazîkirinê. Lê tenê evê azayê usa nedine xebatê, ku pey xwestinên xweyî bedenî herin, dewsê bi hezkirin hevdura xulamtiyê bikin. 14 Çimkî temamiya Qanûnê bi vê temiyê tê sêrî: “Meriva hez bike çawa tu xwe hez dikî”. 15 Lê hergê hûn hevdu digezin û hevdu dixwin, haj xwe hebin ku hûn qira hevdu neynin.

16 Lê ez dibêjim: Berdewam kin li gora rêberiya ruhê Xwedê bimeşin, û hûnê nehêlin ku xwestinên bedenê we zeft kin. 17 Çimkî bedena gunekar ji bo xwestinên xweye bedenî miqabilî ruh e, û ruh jî miqabilî bedena gunekar e. Ew her du miqabilî hev in, lema jî hûn wan tişta nakin, çi ku dixwazin bikin. 18 Xêncî vê yekê, hergê hûn li gora rêberiya Xwedê dimeşin, hûn bin qanûnêda nînin.

19 Kirên bedena gunekar eşkere ne: Zinêkarî, mirdarî, rabûn-rûniştina şermî, 20 pûtparistî, sêrbazî, dijminatî, şer, kumreşî, hêrs, hevrikî, dutîretî, cudetî, 21 hevsûdî, serxweşî, kêfkirina bêsînor û necayîz, û tiştên mîna van. Çawa min hûn berê hişyar kiribûn, ez we dîsa hişyar dikim: Kesên ku tiştên usa dikin wê Padşatiya Xwedê war nebin.

22 Lê berê ruhê pîroz ev e: hezkirin, şabûn, edilayî, sebir, dilovanî, qencî, bawerî, 23 şkestîbûn,* xwegirtin. Miqabilî van tişta qanûn tune. 24 Usa jî kesên ku para Mesîh Îsa ne, bedena xweye gunekar tevî temên wêye xirab û xwestinên wê, stûnêva mix kirine.

25 Hergê em li gora rêberiya ruhê Xwedê dijîn, werên em usa jî berdewam kin bi terbetî li gora rêberiya ruhê Xwedê bimeşin. 26 Bira em nebine merivne xwehez, hevra nekevine lecê û hevsûdiyê hev nekin.

6 Birano, hergê kesek bêhemdê xwe gaveke şaş bavêje, hûn ku aliyê ruhanîda gihîştî ne, xîret kin wekî wî bi nermî vegerînin ser riya rast. Lê haj xwe hebin, ku hûn jî neyêne cêribandinê. 2 Berdewam kin barên hevdu hilgirin, û bi vî cûreyî hûnê qanûna Mesîh bînin sêrî. 3 Hergê kesek xwe dewsa tiştekî datîne, lê xwexa tu tişt nîne, ew xwexa xwe dixapîne. 4 Lê bira her kes dîna xwe bide kirên xwe, û hingê ewê xwera şa be, ne ku xwe beramberî kesekî din ke. 5 Çimkî her kes wê barê xwe hilgire.

6 Xêncî vê yekê, bira her kesê ku bi xebera Xwedê tê hînkirinê, hemû tiştên qenc tevî dersdarê xwe pareveke.

7 Haj xwe hebin: Nefikirin ku hûn dikarin Xwedê bixapînin, çimkî meriv çi diçîne, wê ewê jî biçine. 8 Yê ku bona bedena xweye gunekar diçîne, ewê ji bedena xweye gunekar mirinê* biçine. Lê yê ku bona ruhê Xwedê diçîne, ewê ji ruhê Xwedê jîyîna heta-hetayê biçine. 9 Werên em terka qencîkirinê nedin, çimkî hergê em newestin, emê wededa biçinin. 10 De heta mecala* me heye, werên em hemûyara qenciyê bikin, îlahî xûşk-birên xweye bawermendra.

11 Hela binihêrin, min ev neme pê destê xwe bi herfên çiqas gir wera nivîsiye!

12 Hemûyên ku dixwazin meriva xweş bên, zorê li we dikin ku hûn bêne sinetkirinê. Lê ewana tenê bona vê yekê usa dikin, wekî seva Mesîh* neyêne zêrandinê. 13 Çimkî hela hê yên ku têne sinetkirinê jî, xwe li Qanûnê nagirin. Lê ewana zorê li we dikin ku hûn bêne sinetkirinê, wekî pê we payê xwe bidin. 14 Lê ez tu car pê tiştekî din payê xwe nadim, xêncî pê Xudanê me Îsa Mesîh, yê ku ser stûna cefê mir. Bi saya mirina wî, dinya bona min mir* û ez jî bona dinyayê mirim. 15 Çimkî sinetbûn tiştek nîne, ne jî nesinetbûn, lê efrînekî teze ferz e. 16 Bira edilayî û rem ser wan hemûya be, yên ku li gora vî qeydî dijîn, belê ser Îsraêla Xwedê be!

17 Bira ji vir şûnda tu kes zemetê nede min, çimkî ser bedena min dexme hene, yên ku nîşan dikin wekî ez xulamê Îsa me.

18 Bira Xudanê me Îsa Mesîh pê kerema xweye mezin we kerem ke bona vî ruhî, kîjanî hûn didine kifşê. Amîn.

Raste-rast “Mesîh berdestiyê gune ye?”

Raste-rast “we Mesîh li xwe kiriye”.

Yan “tûyî ser min nekir”.

Yan “xwexa xwe nemêr bikirana”. Nemêrtî wê wana nelayîq kira, wekî vê qanûnê bînin sêrî, ya ku ewana xwe qayîm li vê digirin.

Yan “nermî”.

Raste-rast “rizandinê”.

Raste-rast “wextê”.

Raste-rast “bona stûna cefê ya Mesîh”.

Raste-rast “hate stûnêxistinê”.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin