KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • nwt 49 1:1-6:24
  • Efesî

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Efesî
  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
Efesî

NEMA EFESIYARA

1 Ez Pawlos, yê ku bi qirara Xwedê bûme şandiyê Mesîh Îsa, vê nemê pîrozara dinivîsim, yên ku Efesêda nin û yektiya Mesîh Îsada amin in:

2 Bira kerema mezin û edilaya Bavê me Xwedê û Xudanê me Îsa Mesîh ser we be!

3 Şikir Xwedêra, Bavê Xudanê me Îsa Mesîhra, çimkî ewî em, şagirtên Mesîh, bi her keremên ruhaniye li ezmana, kerem kirine. 4 Ewî em pêşiya destpêka dinyayê bijartine, wekî em tevî Mesîh yektiyêda bin. Ewî usa kir, wekî em hezkirinê bidine kifşê û ber wî pîroz û bêleke bin. 5 Ewî li gora qirara xwe, pêşda em bi saya Îsa Mesîh bijartine û em kirine kurên xwe. 6 Xwedê usa kir, wekî meriv pesinê wî bidin, çimkî ewî pê Kurê xweyî delal kerema xweye mezin da me. 7 Bi saya Kurê wî, em hatine kirînê û xilazkirinê. Belê, Xwedê ji dewlemendtiya kerema xweye mezin, ser hîmê xûna wî gunên me baxşandiye.

8 Xwedê ev kerema mezin ser meda barandiye û hemû bîlanî û femkarî daye me, 9 û bi vê yekê ewî sura pîroz ya qirara xwe mera eşkere kir. Ev sur li gora qirara wî ye û nêta wî ew e, 10 wekî xilaziya wextê bijartî hemû tiştên li ezmana û ser rûyê erdê top ke, ku tevî Mesîh yektiyêda bin. Belê, bi saya wî hemû tişt têne topkirinê. 11 Usa jî em tevî wî yektiyêda nin û ça war hatine kifşkirinê. Xwedê em pêşda li gora qirara xwe bijartine, çimkî ew her tiştî li gora qirara xwe dike. 12 Bi vî cûreyî wê bi saya me, kîjan ku yên ewlin bûn ku gumana xwe dane ser Mesîh, Xwedêra pesin û rûmet bê dayînê. 13 Lê gava we xebera rastiyê bihîst, we jî gumana xwe wî anî. Ev mizgînî derheqa xilazbûna we ye. Gava we bawer kir, Xwedê hûn bi ruhê pîroze sozdayî mor kirin. 14 Ev ruh, sozê* milkê me ye. Xwedê ev yek kir, wekî bi saya kirînê cimeta xwe bona rûmeta xwe xilaz ke.

15 Lema jî gava min bihîst derheqa baweriya we hindava Xudan Îsa û hezkirina we hindava hemû pîroza, 16 hingêva min timê bona we şikirî dida Xwedê. Ez duayên xweda hertim we tînim bîra xwe. 17 Bira Bavê xweyîrûmet, Xwedayê Xudanê me Îsa Mesîh, ruhê xwe bide we, ku hûn bîlan bin û tiştên ku ew eşkere dike, fem kin. Û bira hûn bi vî cûreyî zanebûna rast derheqa wî bistînin. 18 Xwedê dilê we* vekiriye, wekî hûn fem kin ku ewî çi guman daye we, usa jî çi dewlemendtiya mezin ça milk bona pîroza hazir kiriye, 19 û qewata wî, ya ku nav me bawermendada eyan dibe, çiqas mezin e. 20 Ewî ev qewat da xebatê gava Mesîh ji mirinê rakir û li ezmana aliyê milê xweyî rastê da rûniştandinê. 21 Ewî ew danî ser hemû serwêrtiya, hukumetiya, qewata, seroka û usa jî ser hemû navên ku têne hildanê, ne ku tenê li vê dinyayê, lê usa jî li dinya ku wê bê. 22 Xwedê her tişt kire bin hukumê Mesîh* û ew kire serê civatê. 23 Ev civat bedena Mesîh e û bi wî tije ye, yê ku her tiştî tije dike.

2 Usa jî Xwedê hûn sax kirin, gava hûn mirî bûn şaşî û gunên xweda, 2 yên ku we berê dikir, çimkî we mîna merivên vê dinyayê dijît. We gura serwêrê ku qewata wî ser hewayê heye, dikir. Ev hewa, dêmek ruh, niha jî ser merivên neguhdar hukum dike. 3 Berê em hemû mîna wan bûn, yên ku li gora xwestinên xweye gunekar û fikirên xwe hereket dikin. Û mîna yên din, em jî ji bûyîna xweva hêjayî xezeba Xwedê bûn. 4 Lê Xwedayê ku xweyê remtiya dewlemend e, ji hezkirina xweye mezin 5 em bi saya Mesîh sax kirin, çaxê em hê gunên xweda mirî bûn. (Hûn bi kerema wîye mezin hatine xilazkirinê.) 6 Xêncî vê yekê, ewî em, yên ku tevî Mesîh Îsa yektiyêda nin, ne tenê sax kirin, lê usa jî li ezmana tevî wî dane rûniştandinê. 7 Xwedê ev yek kir, wekî nava demên ku wê bên, bi merdanî dewlemendtiya kerema xweye mezin mera, yên ku tevî Mesîh Îsa yektiyêda nin, bide kifşê.

8 Bi saya vê kerema mezin hûn pê baweriyê xilaz bûne, û ev yek ne ji we ye, lê pêşkêşa Xwedê ye. 9 Belê, xilazbûn kirinava girêdayî nîne, wekî meniya tu kesî tune be ku payê xwe bide. 10 Em karên destê Xwedê ne û ewî em bi yektiya tevî Mesîh Îsa efirandine, wekî em kirên qenc bikin, yên ku Xwedê pêşda safî kiribû, ku em bikin.

11 Lema jî bînin bîra xwe, wekî wextekê hûn, yên ku ji miletên din in, nesinetkirî dihatine hesabê aliyê wan kesada, yên ku bi destê meriva hatibûn sinetkirinê. 12 Hingê hûn bê Mesîh bûn, xerîbên miletê Îsraêl bûn, û hûn nediketine nava peymanên ser hîmê soz. Hûn vê dinyayêda bê guman û bê Xwedê bûn. 13 Lê niha hûn tevî Mesîh Îsa yektiyêda nin. Hûn, yên ku berê ji Xwedê dûr bûn, bi saya xûna Mesîh nêzîkî wî bûn. 14 Çimkî Mesîh edilaya me ye. Ewî du kom kire yek û dîwarê ku ewana ji hevdu başqe dikirin, hilşand. 15 Ewî bi saya bedena xwe, koka dijminatiyê anî, û Qanûna ku ji temî û qeyda bû, betal kir. Ewî ev yek kir, wekî ji du komên ku tevî wî yektiyêda nin, cimeteke teze çêke û edilayê bîne. 16 Û ewî bi saya stûna cefayê du kom kire cimetek, wekî ewana tevî Xwedê li hev bên, çimkî ewî bi mirina xwe koka dijminatiyê anî. 17 Û ew hat mizgîniya edilayê da we, yên ku ji Xwedê dûr in û yên ku nêzîkî wî ne. 18 Çimkî bi saya wî, em hemû, dêmek her du kom, dikarin aza bi ruhekî nêzîkî Bav bin.

19 Awa hûn îda xelq û xerîb nînin, lê hûn bajarvan in çawa pîrozên din, û neferên mala Xwedê ne. 20 Hûn ser hîmê şandiya û pêxembera hatine avakirinê, lê kevirê sereke* yê vî hîmî Mesîh Îsa ye. 21 Temamiya avayî, ya ku tevî wî yektiyêda ye, hemû parên xweva ku hevva rind girêdayî ne, mezin dibe û dibe paristgeha pîroz bona Yehowa. 22 Û çimkî hûn tevî Mesîh yektiyêda nin, hûn jî tevî yên din têne avakirinê ku bibine ew cî, kîderê Xwedê bi ruhê xwe têda ye.

3 Bona vê yekê, ez Pawlos, yê ku ji bo baweriya xwe hindava Mesîh Îsada û ji bo xatirê we, yên ku ji miletên din in, girtî me . . . 2 Belê, bê şik we bihîstiye ku ez hatime kifşkirinê, wekî alî we bikim, ku hûn kerema Xwedêye mezin bistînin. 3 Çawa ku min berê kin wera nivîsîbû, Xwedê minra sura xweye pîroz eşkere kir. 4 Lema gava hûn vê nemê bixûnin, hûnê bivînin ku ez sura pîroz derheqa Mesîh fem dikim. 5 Ev sur nisilên berêra nehate eşkerekirinê, lê niha bi saya ruh şandiyên wîye pîrozra û pêxemberara hatiye eşkerekirinê. 6 Sur ev e: Kesên ji miletên din, yên ku mizgîniyê qebûl kin û tevî Mesîh Îsa yektiyêda bin, wê tevî me bibine xweyîwar, û hevparên bedenê, usa jî tiştên ku Xwedê mera soz dane, wê bistînin. 7 Ez ji bo kerema mezin, ya ku Xwedê ça pêşkêş daye, bûme xizmetkarê vê surê. Ewî ev pêşkêş li gora qewata xwe daye min.

8 Minra, yê ku nava pîrozada ji yê herî biçûk kêmtir im,* ev kerema mezin hate dayînê. Ev yek minra hate dayînê, wekî ez mizgîniya derheqa keremên bêhesab, yên ku ji Mesîh tên, bela kim. 9 Bi vî cûreyî, ez alî hemû meriva dikim ku ewana bivînin, wekî Xwedayê ku her tişt efirandiye, çawa sura pîroz, ya ku ewî bi qirna vedişart, eşkere dike. 10 Ew her tişt bona vê yekê bû, wekî niha bi saya civatê serwêrtî û hukumetiyên li ezmanara bîlaniya Xwedê gelek aliyava bê eyankirinê. 11 Ev yek li gora qirara wîye heta-hetayê ye, ya ku Xudanê me Mesîh Îsava girêdayî ye. 12 Bi saya Mesîh em dikarin aza* xeber din, û pê baweriya me hindava wî, bona me rê vebûye, wekî em nêzîkî Xwedê bin. 13 Lema jî ez hîvî ji we dikim ku hûn ji bo tengasiyên min, yên ku ez seva we dikişînim, aliyê ruhanîda sist nebin, çimkî ew bona rûmeta we ne.

14 Bona vê meniyê, ez ber Bav dikevime ser çoka, 15 bi saya kîjanî her malbet ser ezmana û ser erdê heye.* 16 Ez dua dikim ku Xwedê bi dewlemendtiya rûmeta xwe, we bi qewata ruhê xweyî pîroz qewî ke. 17 Û ez dua dikim wekî bi saya baweriya we, Mesîh dilê weda bijî û dilê we bi hezkirinê tije be. Bira hûn kokên xwe kûr berdin û ser hîmê qewî bisekinin, 18 wekî hûn tevî hemû pîroza bi temamî bikaribin berayê, dirêjayê, bilindayê û kûrayê fem bikin. 19 Usa jî bira hûn hezkirina Mesîh, ya ku ser her zanebûnêra ye, bizanibin, û hûnê bi hemû hunurên Xwedê tije bin.

20 Xwedê pê qewata xweye ku nav meda eyan dibe, dikare ji hemû tiştên ku em hîvî dikin yan jî difikirin, hê zêde bike. 21 Lema bira heta-hetayê nava hemû nisilada wîra rûmet bê dayînê pê civatê û Mesîh Îsa. Amîn.

4 Lema ez, ku ji bo baweriya xwe hindava Xudan kelêda me, hîvî ji we dikim, wekî hûn hêjayî gazîkirina xwe bijîn. 2 Her gav milûk bin, şkestî bin,* bi sebir bin û bi hezkirinê hevdu teyax kin. 3 Bi saya ruhê pîroz hûn bûne yek. Lema jî edilayêda bin û xîret kin ku hûn yektiyêda bimînin. 4 Beden yek e, ruh yek e, û guman jî yek e, ya ku we stand çaxê hûn hatine gazîkirinê. 5 Xudan yek e, bawerî yek e, nixumandin* yek e, 6 Xwedê yek e û Bavê hemûya ye. Ew ser hemûyara ye, pê hemûya hereket dike û nav hemûyada ye.

7 Awa kerema mezin me her yekîra usa hate dayînê, çawa Mesîh ev bela kir. 8 Çimkî tê gotinê: “Gava ew hilkişiya jorê, ewî merivên dîl tevî xwe bir, û meriv ça pêşkêş dan. 9 Lê ev gilî “ew hilkişiya” çi tê hesabê, ne ev tê hesabê, wekî ew pêşiyê daketibû jêrê ser erdê? 10 Yê ku dakete jêrê hema ew bû, yê ku hilkişiya jorê û ser hemûyên li ezmanara ye, wekî her tişt bi saya wî temam be.

11 Û ewî hine kes ça şandî dan, hinek ça pêxember, hinek ça mizgînvan, hinek jî ça şivan û dersdar. 12 Ewî usa kir ku pîroza rast ke,* wekî ewana kesên dinra berdestiyê bikin û bedena* Mesîh qewî kin. 13 Ewana wê usa bikin, heta ku em gişk baweriyêda û zanebûna rastda ya derheqa Kurê Xwedê, bibine yek, bibine merivne gihîştî û weke Mesîh bi temamî gihîştî bin. 14 Awa em gerekê îda mîna zara nîbin, yên ku ça bêjî ji pêlên avê virda-wêda dikevin, û ber bayê her hînkirinekê dikevin pê derewên meriva, yên ku bi fêlbazî dixapînin û dixalifînin. 15 Em gerekê rastiyê bêjin û hezkirinê bidine kifşê. Bi vî awayî emê her aliyava gihîştî bin, û tevî Mesîh, yê ku serê bedenê ye, yektiyêda bimeşin. 16 Bi saya wî, hemû endemên bedenê hevra rind girêdayî ne û çawa lazim e pê cûre-cûre movika hevkariyê dikin. Gava her endemê bedenê rast hevkariyê dike, beden nav hezkirinêda rind mezin dibe.

17 Lema jî ez bi navê Xudan vê yekê wera dibêjim û temiyê didime we: Îda li gora fikirên miletên dine pûç û betal nejîn. 18 Hişê wan teriyêda ye û ji jîyîna ku Xwedê dide, dûr ketine, çimkî naxwazin Xwedê nas kin û dilê wan hişk bûye. 19 Wana şerma rûyê xwe unda kiriye, xwe dane rabûn-rûniştina robetî,* û her cûre heramiyê dikin û pê têr nabin.

20 Lê hûn pêhesiyane ku Mesîh yekî usa nîne, 21 hemikî hergê we guh daye Îsa û ji wî hîn bûne, çimkî rastî Îsada ye. 22 Hûn hîn bûne ku gerekê merivê kevin, kîjan ku li gora jîyîna weye berê ye û bi xwestinên xapînok tê xirabkirinê, ji xwe bêxin. 23 Û hûn gerekê hertim hiş-aqilê* xwe nû kin, 24 û merivê nû li xwe kin, kîjan ku li gora qirara Xwedê, ser hîmê rastiyê û aminiyê hatiye çêkirinê.

25 Lema jî, gava we terka derewiyê daye, hevdura rastiyê bêjin, çimkî em endemên bedenekê ne. 26 Hergê hûn hêrs kevin jî, gune nekin. Pêşiya ku ro here ava, bira hêrsa we derbaz be. 27 Mecalê nedine* Mîrê-cina, wekî ser we hukum ke. 28 Bira yê ku diziyê dike, îda diziyê neke. Lê bira ew helal bi destê xwe bixebite, şixulekî qenc bike, wekî tiştekî wî hebe ku bikaribe bide belengaza. 29 Bira gilîkî xirab ji devê we dernekeve, lê tenê tiştên baş bêjin, kîjan ku qewî dikin. Bi vî awayî, kesên ku giliyên we dibihên wê karê bistînin. 30 Usa jî ruhê Xwedêyî pîroz xemgîn nekin, pê kîjanê hûn hatine morkirinê, bona roja azabûnê bi saya heqê kirînê.

31 Her cûre kînê, hêrsê, xezebê, qare-qarê, giliyên bêhurmetî û hemû cûre xirabiyê ji xwe dûr xin. 32 Lê hindava hevda qenc û dilşewat bin. Çawa Xwedê bi saya Mesîh bi dil baxşandiye we, hûn jî bi dil bibaxşînine hev.

5 Lema çev bidine Xwedê, çawa zarên hezkirî. 2 Hûn jî mîna Mesîh berdewam kin ser riya hezkirinê bimeşin. Ewî em* hez kirin û emirê xwe bona me da çawa pêşkêş û qurbaneke bînxweş Xwedêra.

3 Bira besa zinêkariyê,* her cûre mirdariyê yan timayê nav weda qe neyê kirinê jî, çimkî ev yek ne layîqî pîroza ye. 4 Usa jî bira rabûn-rûniştina şermî, xeberdana bêfemî yan jî henekên xirab, nav weda tune bin, lê dewsê şikiriyê bidine Xwedê. 5 Çimkî hûn rind zanin, erê hûn rind fem dikin, wekî yê ku zinêkariyê dike, yê ku tiştên mirdar dike, yê çevbirçî, dêmek pûtparist, wê Padşatiya Mesîh û Xwedêda tu war nestîne.

6 Bira tu kes pê gotinên pûç we nexapîne, çimkî ji bo wan tişta hêrsa Xwedê ser merivên neguhdar radibe. 7 Lema bira karê we tevî wan tune be. 8 Çimkî berê hûn terîstan bûn, lê niha hûn tevî Xudanê me ronayî ne. De îja berdewam kin ça zarên ronayê bijîn. 9 Çimkî berê ronayê her cûre qencî, heqî û rastî ye. 10 Hertim haj kirên xwe hebin, hela ew dilê Xudan xweş tên yan na. 11 Îda tevî kirên teriyêye bêkêr* nebin, dewsê eşkere nîşan kin ku ewana xirab in. 12 Çimkî bona tiştên ku ewana dizîva dikin, şerm e ku meriv xeber de jî. 13 Awa hemû tiştên xirab bi saya ronayê têne eşkerekirinê, çimkî her tiştê ku têne eşkerekirinê, ronayî ye. 14 Lema usa tê gotinê: “Hey kesê razayî, hişyar be û ji nav miriya rabe! Û Mesîh wê ser te şewq bide”.

15 De îja binihêrin ku hûn nebine mîna bêfema, lê bibine mîna bîlana. 16 Wedê xwe bi cûrê herî baş bidine xebatê,* çimkî em rojên xirabda dijîn. 17 Bona vê yekê, îda mîna bêaqila hereket nekin, lê berdewam kin têderxin hela çi ye qirara Yehowa. 18 Usa jî bi şeravê serxweş nebin, çimkî serxweşbûn meriva berbi tiştên xirab dibe. Lê berdewam kin bi ruhê Xwedê tije bin. 19 Dilê hevdu qewî kin pê zebûra, pê kilamên bona pesindayîna Xwedê û pê stiranên ruhanî. Bi temamiya dilê xwe* Yehowara bistirên. 20 Her gav bona her tiştî şikiriyê bidine Bav û Xwedayê me, bi navê Xudanê me Îsa Mesîh.

21 Ji bo qedirê mezin hindava Mesîh gura hevdu bikin. 22 Bira jin gura mêrê xweda be, çawa gura Xudanda ye, 23 çimkî mêr serê jina xwe ye, çawa Mesîh serê civatê ye, û xilazkarê vê bedenê ye.* 24 Belê, çawa ku civat gura Mesîhda ne, gerekê jin jî her tiştîda gura mêrê xweda be. 25 Mêrno, berdewam kin jinên xwe hez bikin, çawa Mesîh jî civat hez kir, û emirê xwe bona wê berva da, 26 wekî civatê bi xebera Xwedê çawa bi avê bişo û pîroz ke. 27 Ewî usa kir, wekî civat ber wî bedew be, ku tu leke, qerçimok yan kêmasiya wê tune be, lê pîroz û bêqisûr be.

28 Bi vî cûreyî jî mêr gerekê jina xwe hez bike, çawa bedena xwe hez dike. Mêrê ku jina xwe hez dike, xwe jî hez dike, 29 çimkî tu mêr bedena xwe nefret nake, lê ew têr dike û rind lê xwey dike, çawa Mesîh jî civatê xwey dike, 30 çimkî em endemên bedena wî ne. 31 “Lema jî, mêr wê dê û bavê xwe bihêle û tevî jina xwe bijî, û her du wê bibine yek”.* 32 Ev sura pîroz mezin e. Ez niha derheqa Mesîh û civatê xeber didim. 33 Belê, her yek ji we gerekê jina xwe usa hez bike çawa xwe hez dike, lê jin jî bira bi dil qedirê mêrê xwe bigire.

6 Zarno, gura dê-bavê xweda bin, çimkî ev yek li gora qirara Xudan e û rast e. 2 “Qedirê dê û bavê xwe bigire”, eva temiya pêşin e tevî vî sozî: 3 “Wekî halê te baş be û ser rûyê erdê emirê te dirêj be”. 4 Û hûn bavno, zarên xwe hêrs neêxin, lê li gora şîretkirin û rêberiya Yehowa wana hîn kin.

5 Xulamno, çawa ku hûn bi qedir û temamiya dilê xwe gura Mesîhda nin, gura axayên xweda bin jî. 6 Bira hûn ne ji bo vê yekê guhdar bin ku meriv we bivînin û hûn dilê wan xweş bên, lê bira hûn mîna xulamên Mesîh guhdar bin û bi temamiya dilê xwe qirara Xwedê bînin sêrî. 7 Bi dil û can xizmet kin, çawa bona Yehowa, ne ku bona meriva. 8 Çawa ku hûn zanin, firqî tune ku kesek xulam be yan jî aza be, her qenciya ku wî kiribe, Yehowa wê li wî vegerîne. 9 Û hûn jî axano, hindava xulamên xweda usa bin û tirsa xwe nekine ser wan, çimkî hûn zanin ku Axayê wan û yê we li ezmên e, û ew firqiyê nake nava meriva.

10 Heyneser, bira Xudan we bi qewata xweye mezin qewî ke. 11 Hemû çekên Xwedê li xwe kin, wekî hûn nekevine telikên Mîrê-cina. 12 Çimkî em ne ku miqabilî meriva* şer dikin, lê miqabilî serwêrtî, hukumetî, serwêrên vê dinya terî, dêmek miqabilî ruhên xirabe li ezmana. 13 Bona vê yekê, hemû çekên Xwedê li xwe kin, wekî hûn bikaribin li roja ku dijmin hicûmî ser we bike,* miqabilî wî bisekinin. Û gava hûn van hemû tişta bikin, hûnê bikaribin qewî bisekinin.

14 De îja qewî bisekinin, pişta xwe bi qayîşa rastiyê girêdin, ziriha rastiyê li xwe kin, 15 solên mizgîniya edilayê pêkin û hazir bin vê mizgîniyê bela kin. 16 Xêncî wê yekê mertala mezin ya baweriyê bigirin, wekî bikaribin hemû tîrên agirî yên Mîrê-cina* bitemirînin. 17 Usa jî kumziriha xilazbûnê bikine serê xwe, û şûrê ruh, dêmek xebera Xwedê hildin. 18 Berdewam kin bi her cûre dua û dirozga, her derecada bin hukumê ruhê pîrozda dua bikin. Lema hişyar bimînin û bona hemû pîroza Xwedêra dua-dirozga bikin. 19 Û bona min jî dua bikin, wekî gava ez devê xwe vekim, bikaribim giliyên rast bêjim. Bi vî cûreyî ezê bikaribim bi dilekî qewî xeber dim û sura pîroze mizgîniyê bidime bihîstinê. 20 Xwedê ez şandim ku vê mizgîniyê bela kim, bona çi jî ez bi zincîra hatime girêdanê. Dua bikin, wekî ez bi dilekî qewî û bi mêrxasî xeber dim, çawa ku gerekê bikim.

21 Seva hûn haj min û halê min hebin, Tixîko, birakî delal û xizmetkarê amin yê Xudan, wê hemû tiştî wera bêje. 22 Ez wî dişînim bal we ku hûn bizanibin halê me çi ye, û wekî ew ber dilê weda bê.

23 Bira edilayî, hezkirin û baweriya ji Bavê me Xwedê û ji Xudan Îsa Mesîh tevî bira be! 24 Bira kerema mezin tevî hemû kesa be, yên ku bi hezkirina ku xilaz nabe Xudanê me Îsa Mesîh hez dikin!

Yan “bihê”.

Raste-rast “çevên dilê we”.

Raste-rast “kire binê nigên wî”.

Raste-rast “kevirê enîşkêyî sereke”. Wedê avakirinê ev kevir qulçê jorinda dihate danînê, wekî her du dîwar hev bigirin. Lema jî ev kevir herî ferz bû.

Yan “ji yê herî kêm kêmtir e”.

Yan “bi mêrxasî”.

Yan “navê xwe jê standiye”.

Yan “nerm bin”.

Nixumandin edeteke rêlîgî ye, ku meriva pêda dikine bin avê û derdixin.

Yan “hîn ke”.

Dêmek civat.

Yan “rabûn-rûniştina şermî”.

Yan “qewata ku rêberiya hiş-aqilê we dike”. Raste-rast “ruhê hiş-aqilê we”.

Yan “Cî nedine”.

Yan dibeke “hûn”.

Yan “bênamûsiya sêksûalî”.

Raste-rast “bêber”.

Raste-rast “wede bikirin”.

Yan “dilê xweda”.

Dêmek civatê.

Yan “bedenek”.

Raste-rast “xûn û goşt”.

Raste-rast “li roja xirab”.

Raste-rast “yê xirab”.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin