KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • nwt 50 1:1-4:23
  • Fîlîpî

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Fîlîpî
  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
Fîlîpî

NEMA FÎLÎPIYARA

1 Ez Pawlos û Tîmotêyo, xulamên Mesîh Îsa, vê nemê hemû pîrozên li Fîlîpyayêra, yên ku şagirtên Mesîh Îsa ne, û hemû berpirsiyar* û berdestiyên civatêra dinivîsim:

2 Bira kerema mezin û edilaya ji Bavê me Xwedê û ji Xudan Îsa Mesîh ser we be!

3 Ez her gav şikiriyê didime Xwedayê xwe, çaxê we tînim bîra xwe 4 her dua-dirozgên xweda. Ez her gav bona we bi şabûnê dua dikim, 5 çimkî ji roja ku we mizgînî bihîst heta niha, hûn bona şixulê belakirina mizgîniyê komekê didin. 6 Ez bawer im wekî Xwedayê ku destpêkir şixulê qenc nav weda bike, wê heta roja Mesîh Îsa wî şixulî bîne sêrî. 7 Meniyên min hene ku ez derheqa we usa bifikirim, çimkî hûn dilê minda nin. Hûn halê minî girtîda piştgiriya min dikin, usa jî alîkariyê didin ku mizgînî bê parastinê û bi qanûnî îzin bê standinê ku mizgîniyê bela kin. Bi vî cûreyî him ez, him jî hûn ji kerema Xwedêye mezin karê distînin.

8 Xwedê şede ye ku ez çiqas dixwazim we hemûya bivînim.* Çawa ku Mesîh Îsa we hez dike, ez jî we usa hez dikim. 9 Ez her gav dua dikim ku hezkirina we tevî zanebûna rast û femkirina kûr hê zêde û zêde be, 10 wekî hûn dîna xwe bidine tiştên diha ferz û heta roja Mesîh bêkêmasî bimînin û nebine sebebê likumandina kesên din. 11 Usa jî ez dua dikim, ku hûn bi saya Îsa Mesîh bi berê rastiyê tije bin, bona rûmet û pesinê Xwedê.

12 Birano, ez dixwazim ku hûn bizanibin, wekî çi ku hate serê min, ewê yekê diha kar da pêşdaçûyîna mizgîniyê. 13 Çimkî nobedarên Împêratorê Romê û hemû kesên din jî bihîstine, wekî ez bona xatirê Mesîh hatime girtinê. 14 Niha ji bo halê minî girtî, dilê gelek birên ku Xudanra xizmet dikin, diha qewî bûye. Û ewana hê zêde bi mêrxasî û bê tirs derheqa xebera Xwedê gilî dikin.

15 Rast e hine kes mizgîniya derheqa Mesîh ji bo hevsûdî û hevrikiyê bela dikin, lê yên din mizgîniyê bi nêteke baş bela dikin. 16 Ewana derheqa Mesîh ji hezkirinê xeber didin, çimkî zanin ku ez bona parastina mizgîniyê hatime kifşkirinê. 17 Lê kesên ku min pêşiyê besa wan kir, bi nêteke xirab mizgîniyê bela dikin. Vî halê minî girtîda, ewana dixwazin tengasiyên min zêde kin. 18 Lê axiriya vê yekê çi ye? Firqî tune nêt baş e yan xirab e, yeke xebera derheqa Mesîh tê belakirinê. Ez vê yekêra şa me û ezê dîsa jî şa bim. 19 Çimkî ez zanim ku bi dua-dirozgên we û bi alîkariya ruhê Îsa Mesîh, ezê xilaz bim. 20 Ez bawer im û gumana min heye ku ezê tu tiştîda şermî nebim, dîsa bikaribim bi mêrxasî xeber dim, û ça her gav Mesîh rûmet kim. Ez bijîm yan bimirim jî, ezê dîsa jî wî rûmet kim.

21 Hergê ez bijîm, ezê bona Mesîh bijîm, û hergê ez bimirim jî, ev bona kara min e. 22 Hergê ez vê bedenêda berdewam kim bijîm, xizmetiya min dikare hê zêde ber bide. Lê ez eşkere nakim ku minê çi bixwesta bijbarta. 23 Ez ketime orta du kevira, çimkî ez dixwazim ji vê bedenê aza bim, wekî tevî Mesîh bim, çi jî diha baş e, 24 lê bona we diha kar e, ku ez vê bedenêda sax bimînim. 25 Ez vê yekêda bawer im, û zanim ku ezê tevî we hemûya bimînim, wekî hûn xizmetiya Xwedêda pêşda herin û baweriya xweda şa bin. 26 Û gava ez dîsa bême bal we, şabûna we wê hê zêde be, çimkî hûn şagirtên Mesîh ne.

27 Bira rabûn-rûniştina* we hêjayî mizgîniya derheqa Mesîh be, wekî ez bêm yan neyêm jî, derheqa we tiştên qenc bibihêm û bizanibim ku hûn qewî sekinî ne, nêta we yek e û hûn mil bi mil tevayî şixul dikin, wekî baweriya xweye hindava mizgîniyêda xwey kin. 28 Tu car dijminên xwe netirsin. Ev yek ku hûn natirsin, îzbatî ye wekî ewana wê qir bin, lê hûnê xilaz bin. Ev îzbatî ji Xwedê tê. 29 Çimkî we qedir standiye, ku ne tenê baweriya xwe Mesîh bînin, lê usa jî bona wî cefê bikişînin. 30 Hûn hema wan tengasiya dikişînin, kîjan ku min dikişand, û çawa ku hûn niha zanin, ez heta niha jî wan tengasiya dikişînim.

2 Çi ji destê we tê bikin, wekî hûn bi saya Mesîh dilê hev qewî kin. Bi hezkirinê dil bidine hev, bona hev xem bikin,* bi dil hev hez bikin û dilşewat bin. 2 Hergê hûn usa bikin, hûnê dilê min gelek şa kin. Yektiyêda bijîn, hev hez bikin, fikir û kirên xweda bi temamî bibine yek. 3 Tiştekî bi hevrikiyê nekin, û xwehez nîbin, lê milûk bin û kesên din ser xwera bigirin. 4 Tenê kara xwe negerin, lê kara kesên din jî bigerin.

5 Bira nêt-fikirên we mîna yên Mesîh Îsa bin: 6 Rast e ew sûretê Xwedê bû, lê qe nedifikirî ku bibe weke Xwedê. 7 Dewsê ewî terka her tiştî da, hazir bû bibe mîna xulam, û bû meriv. 8 Xêncî wê yekê, gava ew bû meriv, ewî xwe nimiz kir û guhdar bû heta mirinê, belê heta mirina ser stûna cefê jî. 9 Bona vê yekê, Xwedê ew hê bilind kir, û navekî ku ser hemû navara ye, da wî. 10 Xwedê usa kir, wekî ber navê Îsa her kes çok bide, hergê li ezmên be, ser rûyê erdê be û bin erdê be. 11 Her kes* gerekê eşkere bêje ku Îsa Mesîh Xudan e, bona rûmeta Bavê me Xwedê.

12 Xûşk-birên delal, çawa ku hûn her gav guhdar bûne, ne ku tenê gava ez bal we me, lê hela hê niha jî, gava ez bal we nînim, berdewam kin vê yekê bi tirs û lerizandinê bikin, wekî xilaz bin. 13 Yê ku we qewî dike Xwedê ye, û ew him xwestin him jî qewatê dide we, wekî hûn dilê wî şa kin. 14 Her tiştî bê gazin û bê şer-dew bikin, 15 wekî hûn bibine zarên Xwedêye bêsûc û helal. Hergê hûn bêleke bimînin, hûnê nav vî nisilê xirab û ji riya xwe derketî, mîna ronayîke qewî şewq bidin. 16 Xwe qayîm li xebera jîyînê bigirin. Hingê roja Mesîhda meniya min wê hebe ku ez şa bim, çimkî ezê bizanibim ku cefa û xîreta min badîhewa nîbû. 17 Û hergê ez mîna pêşkêşa rijandinê ser vê qurbana ku hûn bona baweriya xwe tînin, bême rêtinê jî, ez şa me û tevî we hemûya şa dibim. 18 Usa jî hûn gerekê şa bin, tevî eşqa min bin.

19 Ez guman im ku Xudan Îsa wê îzinê bide, wekî ez zûtirekê Tîmotêyo bişînime bal we. Bi vî cûreyî wê dilê min rihet be, gava ez halê we pêbihesim. 20 Tu kesê min mîna wî tune, yê ku wê bi dil û can bona we xem bike. 21 Çimkî hemû kesên din tenê kara xwe digerin, ne ku kara Îsa Mesîh. 22 Lê hûn zanin ku Tîmotêyo rind îzbat kir, wekî ew ne yekî usa ye. Çawa zar tevî bavê xwe, usa jî ewî tevî min bi dil û can xizmet dikir, wekî mizgîniyê bela ke. 23 Lema ez guman im ku ezê wî bişînim bal we, gava bizanibim ku halê min wê ça be. 24 Lê ez bawer im ku Xudan wê îzinê bide, wekî ez xwexa jî zûtirekê bême bal we.

25 Lê niha lazim e ku ez Êpafrodîto bişînim bal we. Ew birê min e, hevalkarê min e û mîna min eskerê Mesîh e. Ewî çawa xeberbêj û berdestî wera xizmet kiriye, ku alî we bike. 26 Ez wî dişînim, çimkî ew gelek dixwaze we gişka bivîne. Ew gelek xemgîn e, çimkî we bihîstibû ku ew nexweş ketibû. 27 Nexweşiya wî haqas xirab bû, ku hindik mabû ew bimira. Lê Xwedê ne ku tenê li wî hate remê, lê li min jî, wekî ser derdên minda derdekî din jî zêde nebe. 28 Lema ezê wî zû bişînime bal we, wekî hûn bi dîtina wî dîsa şa bin, û hingê xemên min wê kêm bin. 29 Çawa ku hûn şagirtên Xudan qebûl dikin, wî jî bi eşq û dil qebûl kin û merivên mîna wî qîmet kin, 30 çimkî hindik mabû ew bona şixulê Mesîh bimira. Û çimkî hûn kêleka min nîbûn û we nikaribû alî min bikira, ewî emirê xwe bona min kire bin xofê.

3 Heyneser birano, bi Xudan timê şa bin. Bona min zemet nîne ku ez dîsa wan tişta wera binivîsim, çimkî ev yek bona bêxofiya we ye.

2 Xwe ji merivên heram* dûr bigirin. Xwe ji kesên ku zirarê didin, dûr bigirin. Xwe ji kesên ku bedenê birîndar dikin,* dûr bigirin. 3 Çimkî yên rast sinetkirî, em in, yên ku bin rêberiya ruhê Xwedê xizmetiya pîroz dikin, û em pê Mesîh Îsa firnaq dibin û gumana me ser bedenê* nîne, 4 lê rast bêjim menî hene, ku ez gumana xwe bidime ser bedenê.

Hergê yek difikire, ku meniyên wî hene gumana xwe bide ser bedenê, meniyên min hê zêde hene. 5 Ez roja heyşta hatime sinetkirinê. Ez ji miletê Îsraêl û ji bereka Binyamîn im. Ez Îbranî me û kurê Îbraniya me. Ez Fêrisî bûm, û min hûr bi hûr xwe li Qanûnê digirt. 6 Ez usa xîret bûm, ku min civat dizêrand. Û ez pêkanîna rastiya Qanûnêda bêkêmasî bûm. 7 Lê bona xatirê Mesîh, ew tiştên ku bona min ferz bûn, niha ez bêqîmet* hesab dikim. 8 Bi rastî gava ez van hemû tişta beramberî zanebûna qîmete derheqa Xudanê min Mesîh Îsa dikim, ez hemû tiştên din pûç û vala* hesab dikim. Bona xatirê Mesîh, min terka her tiştî daye û ez wan tişta ça gemar hesab dikim, wekî tevî Mesîh yektiyêda bim, 9 û bibime layîqî wî. Ez rast tême hesabê, ne bona vê yekê ku xwe li Qanûnê digirim, lê bona vê yekê ku ez baweriya xwe Mesîh tînim. Belê, Xwedê me ser hîmê baweriyê rast hesab dike. 10 Nêta min ev e ku ez Mesîh û qewata ku ew ji mirinê rakir, nas bikim û bibime hevparê cefên wî. Ez hela hê jî hazir im ku bi mirineke mîna ya wî bimirim, 11 seva ku hergê bê standinê, ez nav wan kesada bim, yên ku wê berê pêşin ji mirinê rabin.

12 Min ev xelat hê nestandiye, û ez hê kamil nînim. Lê çi ji destê min tê ez dikim, wekî xelata ku Mesîh Îsa bona min bijartiye, bistînim. 13 Birano, ez nafikirim ku min ev xelat îda qazanc kiriye. Lê vê yekêda ez bawer im: Ez tiştên derbazbûyî bîr dikim û dîna xwe didime tiştên pêşiya xwe. 14 Çi ji destê min tê ez dikim, wekî bigihîjime nêta xwe, dêmek xelata jîyîna ezmanî bistînim, ya ku Xwedê dide wan meriva, gazî kîjana kiriye bi saya Mesîh Îsa. 15 Belê, nihêrandina me hemûya, yên ku aliyê ruhanîda gihîştî ne, gerekê usa be. Hergê hûn bi cûrekî din difikirin, Xwedê wê wera nihêrandina rast eşkere ke. 16 Lê em bûne merivne gihîştî, lema jî werên em anegorî vê yekê berdewam kin bimeşin.

17 Birano, wê baş be ku hûn çev bidine min û dîna xwe bidine wan kesa, yên ku anegorî vê meselê dijîn, kîjan ku me wera hîştiye. 18 Çimkî gelek kes xwe didine kifşê ça dijminên stûna cefê ya Mesîh. Berê min gelek car besa wan dikir, lê niha ez derheqa wan bi hêsir xeber didim. 19 Axiriya wan qirbûn e, xwedayê wan zikê* wan e, ewana bi kirên xweye şermî firnaq dibin û tenê derheqa tiştên vê dinyayê difikirin. 20 Lê bajarvantiya me ya ezmanî ye, û em gelek hîviya xilazkarê xwe, Xudan Îsa Mesîh ne, yê ku li ezmana ye. 21 Ew wê bi qewata xweye mezin, ya ku standiye wekî her tiştî bike bin destê xwe, wê bedena meye sist biguhêze û bike mîna bedena xweye rûmet.

4 Birên mine hezkirî, hûn şabûn û tacê serê min in, û ez gelek bîra we dikim. Delalno, ez ji we reca dikim, ku hûn Xudanra amin bimînin.

2 Ez hîvî ji Eyodiyayê û Sîntîxayê dikim, wekî xizmetiya Xudanda ser nêtekê bin. 3 Hevalkarê minî amin, ez hîvî te jî dikim wekî tu berdewam kî alî van xûşka bikî. Ew xûşk tevî Klêmens û hevalkarên minî din mil bi mil belakirina mizgîniyêda kar dikirin. Navê wan hemûya kitêba jîyînêda nivîsar in.

4 Her gav pê Xudan* şa bin. Ez dîsa dibêjim: Şa bin! 5 Bira serwaxtiya we her kesîra eşkere be. Bîr nekin ku Xudan nêzîk e. 6 Bona tu tiştî xem nekin, lê xwestina we bira bi dua-dirozga, bi razîbûnê, Xwedêva eyan be. 7 Hergê hûn usa bikin, edilaya Xwedê, ya ku ser femkirina merivara ye, wê dil û hişê* we bi saya Mesîh Îsa biparêze.

8 Heyneser birano, berdewam kin kûr bifikirin derheqa van tişta çi ku rast in, ferz in,* ber çevê Xwedê heq in, temiz in, hêjayî hezkirinê ne, hêjayî hurmetê ne, namûsî ne û hêjayî pesindayînê ne. 9 Hûn ji min çi hîn bûn, we çi stand, çi bihîst û çi dît wê yekê bikin, û hingê Xwedêyê edilayê wê tevî we be.

10 Ez gelek şa me û şikiriyê didime Xudan, ku we dîsa destpêkir bona min xem bikin. Rast e we her gav bona min xem dikir, lê mecala we tune bû ku hûn vê yekê nîşan kin. 11 Gotina min ev nîne ku ez hewcê tiştekî me, çimkî ez hîn bûme ku hemû halîda bi tiştên ku destê minda hene razî bim. 12 Ez tunebûnê jî zanim, hebûnê jî zanim. Her tiştîda û her halîda ez vê surê hîn bûme, ku çawa razî bim têrbûnêda yan birçîbûnêda, yan hebûnêda yan jî tunebûnêda. 13 Ez dikarim bi saya Xwedê, yê ku qewatê dide min, her tiştî bikim.

14 Lê dîsa jî we qenc kir, ku we tengasiyên minda alî min kir. 15 Gelî Fîlîpîno, hûn xwexa zanin, ku gava we mizgînî bihîst û ez ji Makedonyayê çûm, tenê civata we komek dida min. 16 Gava ez Têsalonîkêda bûm, we ne tenê carekê, lê du cara tiştên ku ez hewce bûm, minra şandin. 17 Ez hîviya pêşkêşê nînim. Ez tenê dixwazim, wekî hûn xelata ku ji dayînê tê, bistînin. 18 Lê hemû tiştên ku minra lazim in cem min hene, hela hê zêde jî. Ew tiştên ku we bi destê Êpafrodîto minra şandine, besî min in. Pêşkêşa we mîna qurbaneke bînxweş e, ya ku dilê Xwedê xweş tê. 19 Û Xwedayê min wê ji dewlemendtiya xweye rûmet, bi Mesîh Îsa her hewcê we bi temamî razî ke. 20 Bav û Xwedayê mera bira heta-hetayê rûmet bê dayînê. Amîn.

21 Aliyê minda hemû pîrozên Xwedê, yên ku yektiya Mesîh Îsada nin, silav kin. Birên ku tevî min in jî we silav dikin. 22 Hemû kesên pîroz, îlahî yên ji mala Qeyser, we silav dikin.

23 Birano, bira kerema mezin ya Xudan Îsa Mesîh ser we be, bona ruhê ku hûn didine kifşê. Amîn.

Yan “rûspî”.

Yan “bîra we hemûya dikim”.

Yan “bira rabûn-rûniştina we mîna ya bajarvana be”.

Raste-rast “ruhda hevpar bin”.

Raste-rast “ziman”.

Raste-rast “ji kûçika”.

Dêmek ji wan kesa ku zorê dikin, wekî yên din bêne sinetkirinê.

Yan “tiştên ku meriv qîmet dikin”.

Yan dibeke “bi rezedilî terka van da”.

Yan “gemar”.

Yan “xwestinên bedena wan”.

Raste-rast “Xudanda”.

Yan “fikirên we”.

Yan “hêjayî vê yekê ne, ku dîna xwe bidine wan”.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin