NEMA DUDA TÊSALONÎKIYARA
1 Ez Pawlos, Sîlvanûs* û Tîmotêyo, vê nemê civata Têsalonîkiyara dinivîsin, kîjan ku tevî Bavê me Xwedê û Xudan Îsa Mesîh yektiyêda ye:
2 Bira kerema mezin û edilaya ji Bavê me Xwedê û Xudan Îsa Mesîh ser we be!
3 Birano, em her gav bona we şikiriyê didine Xwedê. Û hûn hêja ne, çimkî baweriya we roj bi roj qewî dibe û hezkirina we hindava hevda diha zêde dibe. 4 Lema em wera firnaq dibin û nav civatên Xwedêda derheqa we gilî dikin. Em gilî dikin, ku hûn çawa ber hemû zêrandin û çetinaya teyax dikin û baweriya xwe didine kifşê. 5 Ev yek îzbat dike ku dîwana Xwedê heq e, û hûnê ça kesên hêja bêne hesabê, wekî bikevine Padşatiya Xwedê, seva çi jî hûn diçerçirin.
6 Ji bo vê yekê ku Xwedê heq e, ewê merivên ku tengasiyê didine we, ceza ke. 7 Lê hûnê, yên ku tengasiya dikişînin, tevî me wedê hatina* Xudan Îsa, ji van tengasiya xilaz bin. Ewê ji ezmana tevî melekên xweyî qewî, 8 û bi agirekî gur bê. Hingê ewê heyfê ji wan hilde, yên ku Xwedê nas nakin û gura mizgîniya derheqa Xudanê me Îsa nakin. 9 Ewana wê bêne dîwankirinê û cezaya wan wê ew be, ku ser heta-hetayê bêne qirkirinê. Ewana wê ber çevê Xudan unda bin û qewata wîye mezin nevînin. 10 Hingê gava Xudan bê, wekî tevî pîrozên xwe bê rûmetkirinê, hemû kesên ku wî bawer dikin, wê ji wî heyr-hujmekar bin. Û çimkî we baweriya xwe tiştên ku me wera gotibûn, aniye, hûnê jî nav van merivada bin.
11 Lema em timê bona we dua dikin û reca dikin, ku Xwedê we hêjayî jîyînê hesab ke. Xwedê bona vê jîyînê gazî we kiriye. Bira ew bi qewata xwe hemû kirên qenc li gora xwestina xwe bîne sêrî û alî we bike, wekî hûn bi kirên xwe, yên ku hûn bi baweriyê dikin, serkevin. 12 Hingê wê navê Xudan Îsa Mesîh bi we bê rûmetkirinê û hûnê jî ku tevî wî yektiyêda nin, bêne rûmetkirinê bi saya kerema mezin ya Xwedayê me û Xudan Îsa Mesîh.
2 De îja birano, derheqa hatina Xudanê me Îsa Mesîh û derheqa vê yekê, ku emê bêne topkirinê wekî tevî wî bin, em ji we reca dikin: 2 Hergê kesek wera bêje, wekî roja Yehowa îda hatiye, hûn fikirê xweda zû şaş nebin û xwe unda nekin, hela hê jî hergê wera bêjin, ku ev xeber ji Xwedê ye, yan jî nemekêda nivîsar e, kîjan ku yançi ji me ye.
3 Nehêlin kesek we bixapîne,* çimkî ev roj wê neyê heta raberîbûn pêşda neyê û merivê bêqanûn, dêmek kurê qirbûnê eşkere nebe. 4 Ew miqabilî her tiştên ku xwedê têne hesabê, yan jî têne hebandinê, disekine, ew hela hê paristgeha Xwedêda jî rûdinê û xwe dewsa xwedê dide kifşê. 5 Gelo nayê bîra we ku gava ez bal we bûm, min ev tişt wera digotin?
6 Niha hûn zanin ku kî rê ber wî merivê bêqanûn digire, wekî ew pêşiya wedê xwe eşkere hereket neke. 7 Belê, ewê bêqanûn dizîva hereket dike, lê kirên wî wê veşartî bimînin, heta yê ku rê ber wî digire, here. 8 Û hingê yê bêqanûn wê eşkere be. Xudan Îsa wê wedê hatina xweda,* bi qewata giliyên xwe* wî bikuje û bide hildanê. 9 Şeytan alî yê bêqanûn dike, wekî kirên mezin, nîşanên derew û keremeta bike, 10 û yên ku berbi qirbûnê diçin, bi her cûre neheqiya bixapîne. Ewana qir dibin, çimkî wana rastî hez nekir û qebûl nekir ku xilaz bin. 11 Lema Xwedê dihêle, wekî ewana bin hukumê derewiyêda bêne xapandinê û vê derewiyê bawer bikin. 12 Bi vî cûreyî, hemû kesên ku baweriya xwe rastiyê neanîne û neheqî hez kirine, wê bêne dîwankirinê.
13 Lê em gerekê timê bona we, birên ji aliyê Yehowada hezkirî, şikiriyê bidine Xwedê, çimkî ewî serê sêrîda hûn bijartine, wekî xilaz bin. Û ewî hûn bi ruhê xwe pîroz kirine, bona baweriya weye hindava rastiyê. 14 Xwedê gazî we kiriye pê mizgîniya ku em bela dikin, wekî hûn bigihîjine rûmeta Xudanê me Îsa Mesîh. 15 Îja birano, qayîm bisekinin û xwe li wan tişta bigirin, kîjan ku hûn ji gotinên me yan jî ji nemên me hîn bûne. 16 Bira Xudanê me Îsa Mesîh û Bavê me Xwedê, yê ku em hez kirin, û bi kerema xweye mezin dilrihetiya heta-hetayê û gumaneke xweş daye me, 17 dilê we rihet kin û we her şixul û gotinên qencda qewî kin.
3 Heyneser birano, hertim bona me dua bikin, wekî xebera Yehowa zû bela be. Û çawa ku xebera wî nav weda rûmet dibe, bira nav kesên dinda jî rûmet be. 2 Usa jî dua bikin wekî em ji destê merivên xirab û zordar xilaz bin, çimkî gişk bawer nakin. 3 Lê Xudan amin e, ewê dilê we qewî ke û we ji Şeytan* biparêze. 4 Xêncî wê yekê, em ça şagirtên Xudan dudilî nabin, wekî çi ku em wera dibêjin, hûn dikin û hûnê berdewam kin bikin. 5 Bira Xudan dîsa jî rêberiyê dilê we bike, wekî hûn Xwedê hez kin û teyax kin, seva ku berdewam kin pey Mesîh herin.
6 Îja birano, em bi navê Xudanê me Îsa Mesîh temiya didine we, ku hûn xwe dûr bigirin ji her birê ku bêterbet e û li gora vê rêberiya ku we ji me standiye, hereket nake. 7 Hûn xwexa zanin ku çawa gerekê çev bidine me, çimkî rabûn-rûniştina me nav weda bêterbetî nîbû. 8 Me nanê tu kesî bê heq nedixwar, lê em bi cefa şev û roj dixebitîn, wekî bona tu kesî nebine bargiranî. 9 Îzina me hebû ku em alîkariyê ji we bixwazin, lê me dixwest wera bibine mesele, wekî hûn çev bidine me. 10 Gava em tevî we bûn, me dîsa û dîsa ev temî dida we: “Kesê ku naxwaze bixebite, bira nexwe jî”. 11 Em dibihên ku nav weda hine kes bêterbet in, qe naxebitin û dikevine nav şixulê xelqê. 12 Em bi navê Xudan Îsa Mesîh temiyê didine kesên usa, wekî ewana bi jîyîneke rihet bijîn û bixebitin ku ebûra xwe bikin.
13 Lê hûn, birano, ji qencîkirinê newestin. 14 Lê hergê kesek guh nede rêberiya ku vê nemêda ye, bira çevê we ser wî be û îda tevî wî hevaltiyê nekin, wekî ew şerm bike. 15 Lê wî kesî ça dijmin hesab nekin, lê berdewam kin wî ça birê xwe şîret kin.
16 Bira Xudanê edilayê her gav û her aliyava edilayê bide we. Bira Xudan tevî we hemûya be.
17 Ez Pawlos, silavên xwe bi destê xwe dinivîsim. Ez hertim nemên xwe usa dinivîsim, wekî hûn bizanibin ku min ev neme nivîsiye.
18 Bira kerema mezin ya Xudanê me Îsa Mesîh ser we hemûya be!
Jêra Sîlas jî tê gotinê.
Raste-rast “eyanbûna”.
Yan “ji rê dernexe”.
Raste-rast “wedê ku hatina wî eşkere be”.
Raste-rast “bi ruhê devê xwe”.
Raste-rast “ji yê xirab”.