NEMA PÊŞIN TÎMOTÊYORA
1 Ez Pawlos, li gora temiya Xilazkarê me Xwedê û Mesîh Îsa, yê ku gumana me ye, bûme şandiyê Mesîh Îsa. 2 Ez vê nemê Tîmotêyora* dinivîsim, yê ku baweriyêda ça kurê minî helal e:
Bira kerema mezin, rem û edilaya Bavê me Xwedê û Xudanê me Mesîh Îsa, ser te be!
3 Pêşiya ku ez biçûma Makedonyayê, min tu hêlan kirî, wekî Efesêda bimînî. Û ez niha jî hîvî te dikim, ku tu temiyê bidî hineka, wekî ewana hînkirina qelp bela nekin, 4 guh nedine çîroka û pey lêkolîna derheqa rikiniyata nekevin. Tiştên usa bêkêr in, ew tenê pirsên zêde pêşda tînin, û qe hevgirêdana wan tevî tiştên ku Xwedê bona qewîkirina baweriyê dide, tune. 5 Bi rastî ev temî* bona vê yekê ye, wekî her kes hezkirinê bide kifşê, ku ji dilê temiz, ji îsafa temiz û ji baweriya bêdurûtî pêşda tê. 6 Hineka terka van tişta dane û ketine pey xeberdanên pûç. 7 Ewana dixwazin bibine dersdarên qanûnê, lê xwexa jî nizanin çi dibêjin, ne jî wan tiştên ku didine zora xwe, fem dikin.
8 Em zanin ku Qanûn* qenc e, lê meriv gerekê Qanûnê bi cûrê rast bîne sêrî. 9 Û em zanin wekî qanûn ne ku bona merivên rast hatiye dayînê, lê bona bêqanûna, miqabila, yên nexwedêxof, gunekara, neamina, yên ku tiştên pîroz înkar dikin, yên ku dê-bavê xwe û merivên din dikujin, 10 zinêkara,* mêrên ku tevî mêra serê xwe datînin, yên ku meriva didizin, derewîna, yên ku bi derew sond dixwin, û yên ku miqabilî hînkirina rast* radibin. 11 Ev hînkirin ser hîmê mizgîniya rûmet e, ya ku ji Xwedayê bextewar tê û ya ku ewî tesmîlî min kiriye.
12 Şikir Xudanê me Mesîh Îsara, yê ku qewat daye min, çimkî ewî ez amin hesab kirim û ev xizmetî tesmîlî min kir. 13 Berê min kifirî dikir, cimeta Xwedê dizêrand û ez merivekî berzeq bûm. Lê dîsa jî rem li min hate kirinê, çimkî min bi nezaniya xwe û bê baweriya rast hereket dikir. 14 Lê kerema mezin ya Xudanê me ser minda barî, û min ji Mesîh Îsa bawerî û hezkirin stand. 15 Ev gilî rast in û hêjayî bawerkirinê ne: Mesîh Îsa hate dinyayê, wekî gunekara xilaz ke. Û nav gunekarada, yê herî gunekar, ez im. 16 Lê dîsa jî rem li min hate dayînê, wekî Mesîh Îsa sebira xwe bi temamî hindava min, yê herî gunekarda, bide kifşê. Bi vî cûreyî, ewî ez kirime mesele bona wan meriva, yên ku wê baweriya xwe wî bînin, wekî jîyîna heta-hetayê qazanc kin.
17 Awa bira Padşê heta-hetayêra, nemirî û nexuyara, Xwedayê tekra, hurmet û rûmet heta-hetayê bê dayînê! Amîn.
18 Kurê min Tîmotêyo, ev rêberiya ku ez didime te, anegorî pêxembertiyên derheqa te ye. Ev gilî wê dilê te qewî kin, wekî tu berdewam kî mîna eskerekî baş şer bikî, 19 bawerî û îsafa xweye temiz biparêzî. Hineka guh nedane îsafa xwe û bona vê yekê baweriya wan mîna gemiyê nuq bû. 20 Hîmenayo û Skender nav wan kesada nin, û min ew dane destê Şeytan, wekî ev cezakirin wana hîn ke, ku kifiriya nekin.
2 Pêşiya her tiştî ez hîvî we dikim, wekî hûn bona her cûre meriva ji dil Xwedêra dua kin, lava kin û razîbûnê bidine kifşê. 2 Usa jî bona padşa û hemû serwêra dua kin, wekî em bikaribin her tiştîda Xwedêra amin bimînin û bi jîyîneke maqûl, edil û rihet bijîn. 3 Ev yek ber çevê Xilazkarê me, Xwedê, qenc û rast e. 4 Ew dixwaze wekî hemû cûre meriv xilaz bin û bigihîjine rastiyê.* 5 Xwedê yek e, û orta Xwedê û merivada tenê orteçîk heye, ev Mesîh Îsa ye, 6 yê ku emirê xwe çawa heqê layîq da, çi ku lazim bû wekî hemû meriv ji gune bêne azakirinê. Şedetiya vê yekê wê wededa bê dayînê. 7 Û bona vê yekê Xwedê ez ça mizgînvan û şandî kifş kirime. Bi vî cûreyî ez dikarim miletên din derheqa baweriyê û rastiyê hîn kim. (Ez rastiyê dibêjim û derewa nakim.)
8 Lema ez dixwazim ku her dera, kîderê ku hûn top dibin, mêrên ku dua dikin, bira bi aminî,* bê hêrs û bê şer-dew dua bikin. 9 Usa jî bira kulfet bi kincên layîq, bi milûktî û maqûlî xwe bixemilînin. Bira ewana ne ku bi vegirtina porên xwe, bi zêr, bi moriya* û bi kincên gelek biha xwe bixemilînin, 10 lê bi kirên qenc, kîjan ku layîqî xizmetkarên Xwedê ne.
11 Bira kulfet kere-ker hîn be, bi temamî guhdar be. 12 Ez îzinê nadim, wekî kulfet hîn ke, yan jî serwêrtiyê ser mêra bike, bira ew dengê xwe neke. 13 Çimkî Xwedê pêşiyê Adem efirand, paşê Hêwa. 14 Û Adem nehate xapandinê, lê kulfet hate xapandinê û gune kir. 15 Lê kulfet wê bi zaranînê bê parastinê, hergê ew nava baweriyêda, hezkirinêda, pîroziyêda û maqûliyêda bimîne.
3 Çi ku ezê niha bêjim, rast e: Hergê kesek xîret dike ku bibe berpirsiyar, ew şixulekî qenc dixwaze. 2 Berpirsiyar gerekê usa bijî, wekî tu kes nikaribe wî neheq derxe. Gerekê ew tenê mêrê jinekê be, her tiştîda xwegirtî be, aqilda giran be, terbet be, mêvanhez be û hînkirinêda jî serxwe be. 3 Ew gerekê zêde venexwe, zordar nîbe, lê maqûl be, şerûd nîbe û perehez nîbe. 4 Ew gerekê malxêtiya malbeta xwe rind bike, û zarên wî gerekê guhdar û maqûl bin 5 (çimkî hergê kesek nizane çawa malxêtiyê mala xwe bike, îja ewê çawa bona civata Xwedê xem bike?). 6 Ew gerekê ne jî ew kes be, yê ku teze hatiye ser riya rastiyê, wekî qure nebe û mîna Mîrê-cina neyê dîwankirinê. 7 Xêncî wê yekê, gerekê navê wî bal merivên ji civatê der jî baş be, wekî loma li wî neyê kirinê, û ew nekeve telika Mîrê-cina.
8 Berdestiyên civatê jî gerekê maqûl bin, xeberdanêda durûtiyê nekin, şeravê zêde venexwin û bi timayî pey keda heram nekevin, 9 lê gerekê bi îsafa temiz xwe li sura pîroze baweriyê bigirin.
10 Pêşiyê ewana gerekê bêne cêribandinê, hela dikarin vê xizmetiyê bikin yan na. Û hergê tu sûcê wan tune be, bira ewana bibine berdestiyên civatê.
11 Gerekê kulfet jî maqûl bin, buxdanbêj nîbin, xwegirtî bin û her tiştîda amin bin.
12 Berdestiyê civatê gerekê tenê mêrê jinekê be, û rind xweyîtiyê zarên xwe û mala xwe bike. 13 Çimkî kesên ku xizmetiya xwe rind tînin sêrî, navekî baş qazanc dikin û dikarin bi serbestî* derheqa baweriya xweye hindava Mesîh Îsa, xeber din.
14 Gumana min heye ku ezê zûtirekê bême cem te, lê dîsa jî ez van tişta tera dinivîsim. 15 Bi vî cûreyî, hergê ez derengî kevim jî, tuyê bizanibî ku rabûn-rûniştina te gerekê mala Xwedêda çawa be. Ev mal civata Xwedayê sax e, stûn û bingeha rastiyê ye. 16 Belê, sura pîroz, ya ku aminiya meye hindava Xwedêva girêdayî ye, mezin e: ‘Ew* bû meriv, û yekî rast hate hesabê gava dîsa bû ruh. Ew melekara xuya bû, û nav miletada derheqa wî gilî dikirin. Dinyayêda meriva baweriya xwe wî anîn, û ew rûmetêda hate hilkişandin li jor.
4 Gotinên ji bîna ber Xwedê zelal dibêjin, wekî wext wê bê, ku hinekê terka baweriyê bidin. Ewana wê guh bidine xeberên derew, yên ku yançi ji Xwedê ne, usa jî wê guh bidine hînkirinên cina. 2 Him jî ewana wê guh bidine derewên merivên durû, îsafa kîjana dax bûye.* 3 Ewana qedexe dikin ku meriv bizewicin yan mêr kin, û temiyê didin ku hine xwarina nexwin. Lê Xwedê ev xwarin çêkirine, wekî kesên ku bawerî û zanebûna wane rast heye, bixwin û şikiriyê bidine Xwedê. 4 Her tiştê ku Xwedê efirandiye qenc e, û dewsa ku ew bêne înkarkirinê, gerekê bi razîbûnê bêne qebûlkirinê. 5 Çimkî ewana bi xebera Xwedê û bi dua hatine pîrozkirinê.
6 Gava tu van şîreta bidî bira, tuyê nîşan kî ku tu xizmetkarê Mesîh Îsa yê qenc î, dêmek, yê ku xwe bi gotinên baweriyê têr dike û xwe hûr bi hûr li hînkirinên Xwedê digire. 7 Guh nede çîrokên pîra, kîjan ku Xwedê bêhurmet dikin. Dewsê, bira nêta te ev be, ku xizmetiya xweye aminda pêşda herî. 8 Çimkî kara meşqa* ku meriv dike, wekî bedena xwe qewî ke, gelek nîne. Lê kara xizmetiya amin her tiştîda heye, çimkî meriv ji vê him niha kerema distîne, him jî axiriyêda wê bistîne. 9 Ev gilî rast in û hêja ne meriv wan bawer kin. 10 Lema em bi cefa û xîreteke mezin şixul dikin, çimkî em gumana xwe didine ser Xwedayê sax, yê ku Xilazkarê hemû cûre meriva ye, îlahî kesên ku wîra amin in.
11 Berdewam ke van temiya bide û hîn ke. 12 Tu car nehêle ku kesek ji bo cahiltiya te xwe ser tera bigire. Dewsê bona kesên amin bibe mesele, xeberdanêda, rabûn-rûniştinêda, hezkirinêda, baweriyêda û temizayêda.* 13 Heta hatina min, berdewam ke bi xîret cimetêra bixûne, şîret ke* û hîn ke. 14 Terka vê pêşkêşê nede, ya ku bi saya pêxembertiyê tera hatiye dayînê, gava koma rûspiya destê xwe danîne ser te. 15 Ser van tişta kûr bifikire û bi temamî dîna xwe bide van, wekî pêşdaçûyîna te hemûyara eyan be. 16 Haj xwe û hînkirina xwe hebe. Berdewam ke xwe li van tişta bigire, çimkî hergê tu usa bikî, tuyê him xwe him jî kesên ku guh didine te, xilaz kî.
5 Mêrên emirda mezinra sert xeber nede, lê wana çawa bavên xwe hesab ke û xorta çawa birên xwe, 2 kulfetên emirda mezin çawa dayîkên xwe hesab ke û kulfetên cahil jî bi dilê temiz çawa xûşkên xwe.
3 Bona jinebiyên ku bi rastî hewcê alîkariyê ne, xem bike.* 4 Lê hergê zar yan nebiyên jinebîkê hene, bira ewana hîn bin pêşiyê malbeta xweda bidine kifşê ku Xwedêra amin in. Û bira ewana borcdariya xwe ber dê-bavê xwe û kalik-pîrikên xwe bînin sêrî, çimkî ev yek Xwedê xweş tê. 5 Jinebiya ku bi rastî hewcê alîkariyê ye û bê komek maye, ew gumana xwe dide ser Xwedê, û şev-roj dua-dirozga dike. 6 Lê jinebiya ku tenê pey kêfa dilê xwe diçe,* rast e ew dijî, lê mirî ye. 7 Lema jî berdewam ke van temiya bide wan, wekî ewana neyêne sûcdarkirinê. 8 Belê, hergê kesek merivên xwe, îlahî neferên mala xwe nabe xweyî, ewî terka baweriyê daye û ji kesê nebawermend xirabtir e.
9 Vê jinebiyê bikine deftera alîkariyê, ya ku 60 salî kêmtir nîne û jina mêrekî bû,* 10 pê kirên xweye qenc tê naskirinê, zar mezin kirine, mêvanhezî dida kifşê, nigên pîroza dişûşt, komek dida kesên destteng û hertim xîret dikir qenciyê bike.
11 Lê jinebiyên cahil nekine deftera alîkariyê, çimkî çaxê ewana dewsa ku Mesîhra xizmet kin, dikevine pey xwestinên xweye bedenî,* dixwazin mêr kin. 12 Û ewana wê dîwanê ser xweda bînin, çimkî sozê xweyî pêşin xwey nekirin.* 13 Xêncî wê yekê, ewana xwera dikine xeyset wedê xwe boş-betal derbaz kin û mal bi mal bigerin. Ewana ne tenê wedê xwe boş-betal derbaz dikin, lê geveztiyê jî dikin, dikevine nava şixulên xelqê, û derheqa tiştên ku ne îşê wan e, xeber didin. 14 Lema jî ez dixwazim ku jinebiyên cahil mêr kin, zara bînin, şixulên malêva mijûl bin û mecalê nedine neyara ku lome li me bikin. 15 Hinek îda ji riya rast derketine û pey Şeytan çûne. 16 Hergê nava merivên kulfeteke bawermendda jinebî hene, bira ew komekê bide wan, ku barê civatê giran nebe. Hingê îda civat dikare komekê bide jinebiyên ku bi rastî hewcê alîkariyê ne.
17 Rûspiyên ku rind rêberiya civatê dikin, îlahî ewên ku xeberdan û hînkirinêda xîret in, ducar zêde hêjayî qedir in. 18 Çimkî Nivîsarên Pîrozda tê gotinê: “Devê gayê ku bêderêda* dixebite, girênede”, û “Xebatkar hêjayî heqê xwe ye”. 19 Guh nede sûcdarkirina hindava rûspîkî, heta ku du yan sê şede tune bin. 20 Kesên ku gune dikin, ber çevê hemûya şaşiya wan bide rûyê wan, wekî bona yên din bibe ders.* 21 Ez ber Xwedê, ber Mesîh Îsa û ber melekên bijartî temiyê didime te, wekî tu van rêberiya bînî sêrî, usa ku nedî xatira û firqiyê nekî orta meriva.
22 Tu car lez nekeve ku destê xwe daynî ser kesekî,* ne jî tevî gunên yên mayîn be. Xwe temiz xwey ke.
23 Ji vir şûnda tenê avê venexwe, lê hinekî şeravê jî vexwe, seva zikê* te neêşe, çimkî tu timê nexweş dikevî.
24 Gunên hine meriva eşkere ne, û derbêra berbi sûcdarkirinê dibin. Lê gunên hineka paşê eşkere dibin. 25 Bi vî cûreyî, kirên qenc eşkere ne, û yên ku eşkere nînin jî, wê veşartî nemînin.
6 Bira xulam bi dil û can qedirê axayên xwe bigirin, ku tu kes bi xirabî derheqa navê Xwedê û hînkirina wî xeber nede. 2 Xêncî wê yekê, bira xulam axayên xweye bawermend bêhurmet nekin, çimkî ewana birên hev in. Lema bira xulam hê zêde bi xîret axayên xwera xizmet bikin, çimkî yên ku ji xizmetiya wan karê distînin, kesên bawermend û birên wane delal in.
Berdewam ke li gora van tişta hîn ke û wan şîreta bide. 3 Hergê kesek tiştekî din hîn dike û hînkirina rast* ya Xudanê me Îsa Mesîh, qebûl nake, yan jî hînkirinên ku nîşan dikin, wekî em gerekê Xwedêra xizmet kin, 4 ew qure ye û tu tiştî fem nake. Ew nexwaşê şer-dewa ye û ji bo xebera şera pêşda tîne. Ev tişt dibine sebeb ku çevnebarî, şer,* buxdan, şikên xirab 5 û şer-dewên bona tiştên biçûk pêşda tên. Tiştên usa ji wan meriva pêşda tên, hişê kîjana xirab bûye û ji rastiyê dûr ketine, û yên ku difikirin wekî dikarin ji xizmetiya Xwedêra tiştekî qazanc kin. 6 Hemikî emê gelek kerema bistînin, hergê bi aminî Xwedêra xizmet kin û razî bin bi tiştên ku destê meda hene. 7 Me tiştek neaniye vê dinyayê û em ne jî dikarin tiştekî ji vê dinyayê xwera bivin. 8 Lema hergê xwarin û kincên me hene,* em bi wan razî bin.
9 Lê kesên ku dixwazin dewletî bin, têne cêribandinê û dikevine telikê. Ewana dikevin ber bayê xwestinên axmax û ziyankar, kîjan ku meriva dibine berbi qirbûnê û wêranbûnê. 10 Çimkî perehezî koka her cûre xirabiyê ye. Hine meriv ji bo pereheziyê ji rastiyê dûr ketine û gelek bela anîne serê xwe.
11 Lê tu, xizmetkarê Xwedê,* ji van tişta bireve û pey rastiyê, xizmetiya amin, baweriyê, hezkirinê, sebirê û milûktiyê here. 12 Bona baweriyê rind şer bike û xwe qewî li gumana jîyîna heta-hetayê bigire, çimkî tu bona vê gumanê hatî gazîkirinê, û te ber gelek şeda derheqa vê gumanê eşkere xeber daye.
13 Ber Xwedayê ku jîyînê dide her tiştî û ber Mesîh Îsa, yê ku ber Pontiyo Pîlato şedetîke qenc da, ez temiyê didime te: 14 Tu vê rêberiyê bi cûrê bêqisûr bîne sêrî, ku tu kes nikaribe te neheq derxe, heta Xudanê me Îsa Mesîh, 15 yê ku bextewar e û Xweyîhukumê mezin e, wextê xweda xuya be. Ew Padşê padşaya ye û Xudanê xudana ye. 16 Tenê ew e nemirî, yê ku ronayîke usada ye, ku tu kes nikare nêzîk be. Û tu merivî ew nedîtiye û nikare wî bivîne. Bira hurmet û qewata heta-hetayê wîra be. Amîn.
17 Temiyê bide kesên ku vê dinyayêda dewletî ne, wekî ewana babax nebin û gumana xwe nedine ser hebûkê, ku îro heye, sibê tune ye. Lê bira ewana gumana xwe bidine ser Xwedê, yê ku bi merdanî hemû tiştî dide me, wekî em lezetê bistînin. 18 Wana hêlan ke, wekî qenciyê bikin, bi kirên qenc dewletî bin, merd bin û parevekirinêra jî hazir bin. 19 Bi vê yekê ewana wê xwera xiznê top kin, dêmek bona axiriyê hîmê baş daynin. Û usa wê bikaribin xwe qewî li jîyîna rast bigirin.
20 Tîmotêyoyê minî delal, çi ku tera hatiye tesmîlkirinê, xwey ke. Xwe dûr bigire ji xeberdanên pûç, yên ku Xwedê bêhurmet dikin û ji derewên miqabilî rastiyê, kîjanara “zanebûn” tê gotinê. 21 Hine kesên ku ketine pey zanebûna usa, terka baweriya xwe dane.
Bira kerema Xwedêye mezin tevî we be!
Ev nav tê hesabê “Yê ku rûmetê dide Xwedê”.
Yan “rêberî”.
Dêmek Qanûna Mûsa.
Yan “yên ku bênamûsiya sêksûalî dikin”.
Yan “saxlem; kêrhatî”.
Yan “zanebûna rast derheqa rastiyê”.
Yan “bi aminî destên xwe bilind kin jor”.
Raste-rast “bi dura”.
Yan “aza”.
Dêmek Îsa.
Yan “kiziriye”.
Wira xebera Yûnanî tê hesabê cûrekî sportê, ya ku gîmnast dike.
Dêmek aliyê nav-namûsiyêda.
Yan “qewî ke”.
Raste-rast “qedirê wan bigire”.
Dibeke wira tê gotinê derheqa xwestinên sêksûalî.
Yan “mêrê xwera amin bû”.
Dêmek xwestinên sêksûalî.
Raste-rast “baweriya xweye pêşin înkar dikin”.
Dêmek ciyê ku genim ji kayê tê veqetandin.
Raste-rast “wekî kesên din bitirsin”.
Raste-rast “kesekî leze-lez kifş neke”.
Dêmek ciyê mehandina xwarinê.
Yan “saxlem; kêrhatî”.
Yan “hevrikî”.
Yan dibeke “cî-sitara me heye”.
Raste-rast “merivê Xwedê”.