KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • nwt 55 1:1-4:22
  • 2 Tîmotêyo

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 2 Tîmotêyo
  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
2 Tîmotêyo

NEMA DUDA TÎMOTÊYORA

1 Ez, Pawlos, yê ku bi qirara Xwedê û li gora sozê jîyîna ku bi saya Mesîh Îsa ye, bûme şandiyê Mesîh Îsa, 2 Tîmotêyora, kurê xweyî delalra dinivîsim:

Bira kerema Xwedêye mezin, aminî û edilaya Bavê me Xwedê û Xudanê me Mesîh Îsa tevî te be!

3 Şikir Xwedêra, kîjanîra ez mîna kal-bavên xwe xizmetiya pîroz dikim, û vê yekê bi îsafa temiz dikim. Ez şev û roj dua-dirozgên xweda te bîr tînim. 4 Ez hêsirên çevên te tînim bîra xwe û hizreta vê yekê me ku te bivînim, wekî dilê min bi şabûnê tije be. 5 Ez baweriya teye ji dil* tînim bîra xwe. Baweriya usa pêşiyê bal pîrika te Loyîsê û diya te Eynikê hebû, û ez bawer im ku heta niha ev baweriya te heye.

6 Lema ez tînim bîra te, wekî tu pêşkêşa Xwedê mîna agir gur kî, kîjan ku te stand, gava min destê xwe danî ser serê te. 7 Çimkî ruhê pîroz ku Xwedê dide me, ne ku tirsê nav meda pêşda tîne, lê qewatê, hezkirinê û serwaxtiyê. 8 Lema jî şerm neke ku tu bona Xudanê me şedetiyê didî. Û ne jî bona min şerm ke, ku ez seva xatirê Xudanê me kelêda me. Lê hazir be bona mizgîniyê tengasiyê bikişînî, û vê yekêda xwe bispêre qewata Xwedê. 9 Xwedê em xilaz kirin û gazî me kir, wekî em bibine kesên pîroz. Ewî ne ku bona kirên me, lê bona qirar û kerema xweye mezin gazî me kiriye. Ev kerema mezin bi Mesîh Îsa berêda mera hatiye dayînê. 10 Lê niha ev kerema mezin pê vê yekê hate kifşê, ku Xilazkarê me Mesîh Îsa eşkere bûye. Îsa mirin kokêva rakir û bi saya mizgîniyê mera eşkere kir, wekî em ça dikarin jîyînê û bedena ku narize, bistînin. 11 Bona vê mizgîniyê, ez ça mizgînvan, şandî û dersdar hatime kifşkirinê.

12 Lema jî ez tengasiya dikişînim, lê ez şerm nakim, çimkî ez Wî nas dikim, baweriya xwe kîjanî tînim. Û ez bawer im wekî çi ku min tesmîlî wî kiriye, ew dikare heta Roja Dîwanê xwey ke. 13 Tu xwe li mesela* xeberên saxlem bigire, yên ku te ji min bihîstine. Û vê baweriyê û hezkirina ku te bi saya yektiya tevî Mesîh Îsa qazanc kiriye, bide kifşê. 14 Bi alîkariya ruhê pîroz, ku nava meda ye, van tiştên qîmet xwey ke, yên ku tera hatine tesmîlkirinê.

15 Tu zanî, wekî hemû kesên li herêma Asyayê pişta xwe dane min, usa jî Fûgelo û Hêrmoxênîs. 16 Bira Xudan rema xwe li mala Onîsîforo bîne, ewî gelek cara dilê min qewî kir û şerm nedikir ku ez girtî bûm. 17 Û gava ez li Romê bûm, ewî bi xîret ez digeriyam heta ez dîtim. 18 Bira Xudan Yehowa Roja Dîwanê li Onîsîforo bê remê. Tu rind zanî ku ewî li Efesê bona min çiqas tişt kiriye.

2 Kurê min, berdewam ke qewatê bistîne ji kerema mezin, ya ku Îsa Mesîh hindava teda dide kifşê. 2 Û tiştên ku te ber gelek şeda ji min bihîstine, merivên amin hîn ke, ku ewana jî bikaribin van tişta kesên din hîn kin. 3 Mîna eskerekî Mesîh Îsayî qenc, bona tengasiyên ku wê bêne serê te, hazir be. 4 Eskerê ku dixwaze dilê wî kesî razî ke, yê ku ew kiriye esker, wê tu car pey şixulekî din nekeve, wekî pera qazanc ke. 5 Lecêda tu kes wê xelatê* nestîne, hergê qeydên lecê xwey neke. 6 Cotkarê ku bi xîret dixebite, berê erd gerekê ew pêşiyê bixwe. 7 Timê ser giliyên min bifikire, û Xudan wê alî te bike her tiştî fem bikî.*

8 Bîr neke wekî li gora mizgîniya ku ez bela dikim, Îsa Mesîh ji mirinê hate rakirinê û ew ji zureta Dawid bû. 9 Bona vê mizgîniyê ez cefê dikişînim û mîna qaçaxekî pê zincîra hatime girêdanê. Lê xebera Xwedê nikare pê zincîra bê girêdanê. 10 Lema jî ez bona xatirê yên bijartî her tiştî teyax dikim, wekî ewana jî bi yektiya tevî Mesîh Îsa xilaz bin û rûmeta her-heyî bistînin. 11 Ev gilî bi îtbar in: Hergê em tevî wî mirine, emê tevî wî bijîn jî. 12 Hergê em berdewam kin teyax kin, emê tevî wî çawa padşa serwêrtiyê bikin. Hergê em wî înkar kin, ewê jî me înkar ke. 13 Hergê em amin nemînin jî, Xwedê wê amin bimîne, çimkî ew nikare miqabilî xwe here.

14 Timê van tişta bîne bîra wan û ber Xwedê wana şîret ke, wekî bona xebera hevra nekevine dewê, çimkî kara vê yekê tune û tenê zirarê dide guhdara. 15 Çi ji destê te tê bike, ku Xwedê ji te razî be, û bibî xebatkarekî usa, yê ku tu meniya wî tune şerm bike, û yê ku xebera Xwedê* rast hîn dike. 16 Xwe ji xeberdanên pûç, yên ku Xwedê bêhurmet dikin, dûr bigire, çimkî rûyê vê yekêda xirabî hê zêde dibe. 17 Xeberdana usa wê mîna gangrênê bela be. Hîmenayo û Filîto jî nav wan merivada nin, yên ku van xeberdana bela dikin. 18 Ew meriv ji rastiyê dûr ketine û dibêjin ku rabûna miriya îda bûye. Ewana dibine sebeb, ku hine meriv baweriya xwe unda dikin. 19 Lê hîmê ku Xwedê daniye, qayîm disekine û ev mor ser e: “Yehowa wan kesa nas dike, yên ku para wî ne”, û “Bira her kesê ku gazî navê Yehowa dike, xwe ji neheqiyê dûr bigire”.

20 Mala mezinda ne tenê firaqên* ji zêr û zîv hene, lê firaqên ji dar û heriyê jî hene. Hine firaq bona derecên mexsûs* têne xebitandinê, lê hinek jî bona derecên nerûmetî. 21 Hergê kesek xwe ji firaqên ku bona derecên nerûmetî têne xebitandinê, dûr bigire, ewê bibe mîna firaqeke ku bona derecên mexsûs tê xebitandinê. Ewê bê pîrozkirinê, xweyê xwera karê bîne û bona her şixulê qenc hazir be. 22 Lema jî, ji xwestinên cahiltiyê bireve û tevî kesên ku bi dilê temiz gazî Xudan dikin, pey rastiyê, baweriyê, hezkirinê û edilayê keve.

23 Usa jî xwe ji dew-dozên bêkêr û axmax dûr bigire, çimkî tu zanî ku ev yek şer-dewa pêşda tîne. 24 Xulamê Xudan gerekê şera neke, lê hindava hemûyada qenc be* û hînkirinêda ser xwe be. Xêncî vê yekê, gava xirabî li wî tê kirinê, ew gerekê xwegirtinê bide kifşê, 25 û bi nermî yên miqabil şîret ke. Dibeke Xwedê mecalê bide wan, ku tobe kin û bigihîjine zanebûna rast derheqa rastiyê. 26 Diqewime hingê ewana bêne ser hişê xwe û xilaz bin ji telika Mîrê-cina, yê ku saxe-sax ewana girtine, wekî xwestina wî bînin sêrî.

3 Lê vê yekê bizanibe ku rojên xilaziyêda* zemanên xirab wê bên. 2 Çimkî meriv wê bibine xwehez, perehez, payîdar,* kubar, kifir, ne gura dê-bavada, bêşêkir, neamin, 3 dilsar, wê nexwazin tevî kesên din edilayêda bin, buxdanbêj, bê xwegirtin, zulmkar, wê qenciyê hez nekin, 4 nemam bin, serhişk, qure, rihetîhez, ne ku Xwedêhez, 5 wê bidine kifşê ku Xwedêra amin in, lê kirên wan wê îzbat kin, wekî ewana amin nînin. Xwe ji kesên aha dûr bigire. 6 Ji wana hinek bi fêlbazî dikevine mala û zeft dikin jinên sist, yên ku bin barê guneda nin, û pey cûre-cûre xwestina dikevin. 7 Ew jin her gav hîn dibin, lê dîsa jî tu car nagihîjine zanebûna rastiyê.

8 Çawa ku Yanîs û Yambrîs miqabilî Mûsa rabûn, usa jî ev meriv miqabilî rastiyê radibin. Hişê merivên usa xirab bûye, û Xwedê wana qebûl nake, çimkî ewana li gora rastiyê najîn. 9 Lê ewana wê pêşda neçin, çimkî bêfemtiya wan wê hemû merivara eyan be, çawa ya wan du mêra. 10 Lê te xwe li hînkirina min, rabûn-rûniştin û nêta min girtiye, usa jî te çev daye bawerî, sebir, hezkirin û teyaxa min. 11 Tu rind zanî ku ez li Entakyayê, Konyayê û Lîstrayê rastî çi zêrandin û cefa hatim. Min nava van tengasiyada sebir kir, û Xudan ez ji wan hemû tişta xilaz kirim. 12 Belê, hemû şagirtên Mesîh Îsa, yên ku dixwazin Xwedêra bi aminî xizmet kin, wê bêne zêrandinê. 13 Lê merivên xirab û xapînok wê xirabiyêda hê pêşda herin, meriva bixalifînin û xwexa jî bixalifin.

14 Lê tu berdewam ke nava van tiştada bimîne, çi ku tu hîn bûyî û çida îzbat bûyî. Çimkî tu zanî ji kê hîn bûyî, 15 û tu ji zarotiya xweda Nivîsarên Pîroz zanî, yên ku dikarin te bîlan kin, wekî bi saya baweriya xweye hindava Mesîh Îsa xilaz bî. 16 Temamiya Nivîsarên Pîroz ji bîna ber Xwedê hatine nivîsarê û kêrhatî ne bona hînkirinê, lêhilatinê, rastkirinê û şîretkirina riya rastiyêda, 17 wekî xizmetkarê Xwedê bona her şixulê qenc bi temamî hemû aliyava hazir be.

4 Gava Mesîh Îsa xuya be û Padşatiya xweda serwêrtiyê bike, ewê dîwana saxa û miriya bike. Ez ber Xwedê û ber Mesîh Îsa temiyê didime te: 2 Xebera Xwedê elam ke. Vê yekê tu bi xîret bike him rojên başda, him jî rojên çetinda. Bi temamiya sebirê û ça dersdarekî baş meriva rast ke, şaşiyên wan bide rûyê wan û hêlana bide wan. 3 Çimkî wext wê bê ku meriv hînkirina rast* qebûl nekin, lê wê xwestinên dilê xwera dersdarên usa bicivînin, yên ku tiştên li guhê wan xweş tên, hîn kin. 4 Ewana wê îda guh nedine rastiyê û bikevine pey çîroka. 5 Lê tu her tiştîda ser hişê xwe bimîne, teyax ke, mizgîniyê bela ke* û xizmetiya xwe rind bîne sêrî.

6 Çimkî ez mîna pêşkêşa rijandinê ser qurbangehê tême rêtinê, û wedê çûyîna min gelek nêzîk e. 7 Min rind şer kir, reva xwe xilaz kir, û baweriya xwe xwey kir. 8 Xudan, yê ku hakimê heq e, îda hazir e tac bide min. Ev tac bona kesên rast e. Û Xudan wê evî tacî roja dîwanêda çawa xelat bide min. Ewê vê xelatê ne tenê bide min, lê wê usa jî bide hemû kesên ku hizreta xuyabûna wî ne.

9 Çi ji destê te tê bike, wekî zû bêyî cem min. 10 Çimkî Dîmas ev dinya hez kir û ez hîştim çû Têsalonîkê. Kireskîs çû Galatyayê, Tîto jî çû Dalmetyayê. 11 Tenê Lûqa cem min e. Markos tevî xwe bîne, çimkî ew xizmetiyêda kêrî min tê. 12 Min Tixîko şande Efesê. 13 Gava tu bêyî, tevî xwe potê* min bîne, kîjan ku min Troyayêda bal Karpos hîştibû. Usa jî kitêbên gulometkkirî, îlahî yên çerm, xwera bîne.

14 Skenderê sifirker minra gelek xirabî kir. Yehowa wê weke kirên wî bîne pêşiya wî. 15 Tu jî xwe ji wî biparêze, çimkî ew gelek miqabilî gotinên me rabû.

16 Cara pêşin, gava min xwe diparast, kesekî pişta min negirt, hemûya ez hîştim çûn. Bira ev yek wanra gune neyê hesabê! 17 Lê Xudan kêleka min disekinî û qewat dida min, ku ez bikaribim xizmetiya xwe bi temamî bînim sêrî, wekî hemû milet mizgîniyê bibihên. Û Xudan ez ji devê şêr xilaz kirim. 18 Ewê min ji her tiştê xirab aza ke û wê min bona Padşatiya xweye ezmanî xilaz ke. Bira heta-hetayê wîra rûmet bê dayînê. Amîn.

19 Aliyê minda Prîskayê û Ekîla, usa jî mala Onîsîforo silav ke.

20 Êrasto Korintêda ma. Û min Trofîmo Mîletosêda hîşt, çimkî ew nexweş bû. 21 Çi ji destê te tê bike, wekî tu pêşiya zivistanê bêyî bal min.

Eybûlo te silav dike. Usa jî Pûdês, Lînos, Klawdiya û hemû bira jî te silav dikin.

22 Bira Xudan tevî te be bona vî ruhî, kîjanî tu didî kifşê. Û bira kerema wîye mezin ser te be.

Yan “nedurû”.

Yan “nexş”.

Yan “tacê”.

Yan “her tiştîda serwaxt bî”.

Yan “xebera rastiyê”.

Yan “derdanên”.

Raste-rast “derdaneke bona xebitandina rûmetî”.

Yan “berbihêr be; merîfet be”.

Yan “rojên paşinda”.

Dêmek yên ku payê xwe didin.

Yan “saxlem; kêrhatî”.

Yan “şixulê mizgînvaniyê bike”.

Yan “qapût”.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin