KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • nwt 58 1:1-13:25
  • Îbranî

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Îbranî
  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
Îbranî

NEMA ÎBRANIYARA

1 Wedê berê Xwedê gelek cara û bi gelek cûra, pê pêxembera kal-bavên mera xeber dida. 2 Lê niha xilaziya wan rojada, ewî pê Kurê xwe tevî me xeber da, bi kîjanî her tiştên li ezmên û ser rûyê erdê çêkiriye, û ew kiriye warê her tiştî. 3 Ev Kur şewqa rûmeta Xwedê ye û sûretê wî ye, ew bi qewata xebera Xwedê her tiştî digire. Û çaxê ewî em ji gunên me paqij kirin, li ezmên aliyê milê rastê yê Xwedayê Mezin rûnişt. 4 Bi vî cûreyî ew ji meleka bilindtir bûye, çimkî navê ku ewî ça war standiye, ser navê melekara ye.

5 Mesele, Xwedê qe kengê melekekîra gotiye: “Tu kurê min î; îro ez bûme bavê te”? Yan jî: “Ezê bibime bavê wî, û ewê bibe kurê min”? 6 Lê derheqa wî wextî, çaxê ew dîsa Nixuriyê xwe bişîne ser erdê, ew dibêje: “Bira hemû melekên Xwedê serê xwe ber wî daynin”.

7 Xwedê derheqa meleka usa dibêje: “Ew melekên xwe dike ruhên qewî, û xizmetkarên xwe dike alava agir”. 8 Lê derheqa Kur ew dibêje: “Xwedê qewatê dide destê te,* wekî tu heta-hetayê padşatiyê bikî, û padşatiya te wê bi heqî serwêrtiyê bike. 9 Te rastî hez kir û bêqanûnî nefret kir. Lema jî Xwedê, Xwedayê te, rûnê şabûnê hê zêde rête ser te, ne ku ser padşên din”. 10 Û usa jî tê gotinê: “Ya Xudan, destpêkêda te hîmê erdê danî, û ezman kirên destên te ne. 11 Ewana wê betavebin, lê tuyê bimînî, û ewana wê mîna kinc bimaşin. 12 Tuyê wana mîna pot* li hev bipêçî, û mîna kinca biguhêzî. Lê tu dîsa ew î, û salên te wê qe xilaz nebin”.

13 Lê Xwedê qe kengê melekekîra gotiye: “Aliyê milê minî rastê rûnê, heta ku ez dijminên te bikime bin piyên te”? 14 Hemû melek ruh in û Xwedêra xizmet dikin. Xwedê wana dişîne, wekî ewana wanra xizmet kin, yên ku wê xilaz bin.

2 Lema jî em gerekê hê zêde dîna xwe bidine tiştên ku me bihîstine, seva ku em tu car ji rê dernekevin. 2 Çimkî xebera ku bi meleka hatibû dayînê, saxlem bû, û her kesê ku xwe li qanûnê nedigirt û guhdar nîbû, bi heqî cezayê xwe distand. 3 Îja emê çawa xilaz bin, hergê em ev xilazbûna mezin ber tiştekî hesab nekin? Çimkî Xudanê me destpêkêda derheqa vê xilazbûnê digot, û giliyên wî ji aliyê kesên ku wî bihîstin, hatine îzbatkirinê. 4 Û Xwedê jî şedetiya vê yekê da bi nîşan, keremet, cûre-cûre kirên qewî û bi wê yekê ku ewî ruhê pîroz li gora qirara xwe bela kir.

5 Xwedê serwêrtiya ser erdê, ya ku axiriyêda wê bê û derheqa kîjanê em gilî dikin, neda destê meleka. 6 Lê carekê şedekî usa got: “Meriv çi ye, wekî tu wî tînî bîra xwe, yan kurê însên çi ye, ku tu bona wî xem dikî? 7 Te ew ji meleka hinekî nimiztir kir. Te tacê hurmet û rûmetê danî ser serê wî, û te kirên destê xwe tesmîlî wî kir. 8 Te her tişt kire bin hukumê wî”.* Gava Xwedê her tişt kire bin hukumê wî, îda tu tişt nema ku bike bin hukumê wî. Belê em hê navînin, ku her tişt bin hukumê wîda ne. 9 Lê em divînin wekî Îsayê ku hinekî ji meleka nimiztir bû, niha tacê hurmet û rûmetê ser serê wî ye, çimkî ewî cefa kişand û mir. Ew bi kerema Xwedêye mezin, bona hemûya mir.*

10 Hemû tişt bona Xwedê ye û bi saya wî hene. Û seva ku ew gelek kurên xwe berbi rûmetê bive, ewî rast hesab kir, wekî Serokê xilazbûna wan bi cefakişandinê bike yekî kamil. 11 Yê ku pîroz dike* û yên ku têne pîrozkirinê, bavê wan yek e. Bona vê yekê ew şerm nake wanra bêje “birên min”. 12 Û ew dibêje: “Ezê birên xwera derheqa navê te gilî kim. Ezê nav civatêda pê kilama pesinê te bidim”. 13 Ew usa jî dibêje: “Ezê baweriya xwe wî bînim”. Û dîsa dibêje: “Va ez û zarên ku Yehowa dane min”.

14 Çawa ku “zar” meriv in,* Îsa jî bû meriv, wekî bi saya mirina xwe, wî kesî kuta ke, yê ku mirin anî dinyayê, dêmek Mîrê-cina, 15 seva ku hemû kesên ku ji tirsa mirinê temamiya emirê xwe xulam bûn, aza ke. 16 Çimkî ew nehat ku alî meleka bike, lê ew hat wekî alî zureta Birahîm bike. 17 Lema jî lazim bû ku ew her tiştîda bibûya mîna “birên” xwe, seva ku xizmetiya Xwedêda bibûya kahînê mezin yê rem û amin. Û bi vî cûreyî ewî wê bikaribûya bona gunên cimetê qurbanekê bide, wekî tevî Xwedê li hev bên. 18 Û çimkî ew xwexa hate cêribandinê û cefa kişand, ew dikare alîkariyê bide kesên ku têne cêribandinê.

3 Lema jî, hûn, birên pîroz ku hatine gazîkirinê* wekî herin ser ezmana, bifikirin derheqa şandî û kahînê mezin, dêmek Îsa, kîjanî em qebûl dikin. 2 Çawa Mûsa amin bû, gava mala Xwedêda xizmet dikir, Îsa jî Xwedêra, yê ku ew kifş kir, amin bû. 3 Lê Îsa ji Mûsa zêdetir hêjayî rûmetê ye, çimkî yê ku malê ava dike, ji vê malê zêdetir hêjayî rûmetê ye. 4 Hemikî her mal bi destê kesekî tê avakirinê, lê yê ku her tişt çêkiriye,* Xwedê ye. 5 Mûsa mala Xwedêda xizmetkarekî amin bû. Xizmetiya wî şedetî da bona tiştên ku wê paşê eşkere bêne gotinê. 6 Lê Mesîh kurê amin bû, yê ku ser mala Xwedêra hatibû kifşkirinê. Hergê em berdewam kin bi mêrxasî xeber din û heta xilaziyê xwe qayîm li gumanê bigirin, em mala Xwedê ne.

7 Lema jî ruhê pîroz dibêje: “Îro, hergê hûn dengê wî bibihên, 8 dilê xwe hişk nekin, çawa kal-bavên we gelek hêrsa min rakirin, li roja ku beriyêda ez cêribandim. 9 Wana 40 salî kirên min didît, lê yeke wêderê ez dicêribandim. 10 Bona vê yekê ev nisil ber çevê min heram bû û min got: ‘Ewana timê dilê xweda ji min dûr dikevin, û wana riyên min nas nekirine’. 11 Lema jî min ji hêrsê sond xwar: ‘Ewana wê nekevine nav rihetiya min’”.

12 Birano, haj xwe hebin, wekî usa nebe ku nava weda dilekî xirab û nebawer hebe, ku pişta xwe bide Xwedêyê sax. 13 Lê hûn berdewam kin her roj dil bidine hev, heta ku ew wede hê heye, kîjanêra “Îro” tê gotinê, wekî tu kes ji we serhişk nebe ji bo gunê ku dikare we bixapîne. 14 Hergê em çawa destpêkêda, heta xilaziyê xwe qewî li wê baweriyê bigirin, tenê hingê emê bibine hevparên Mesîh. 15 Çawa ku hatiye gotinê: “Îro, hergê hûn dengê wî bibihên, dilê xwe hişk nekin, çawa kal-bavên we gelek hêrsa min rakirin”.

16 Ew kî bûn ku dengê Xwedê bihîstin û dîsa jî hêrsa wî rakirin? Ew hemû nîbûn, yên ku bi rêberiya Mûsa ji Misirê derketibûn? 17 Û kî 40 salî ber çevê Xwedê heram bû? Ne ew bûn, yên ku gune dikirin û beriyêda mirin? 18 Û ewî kêra sond xwar ku ewana wê nekevine nav rihetiya wî? Ne ewî neguhdarara sond xwar? 19 De îja em divînin ku ewana ji bo nebaweriya xwe nikaribûn biketana nav rihetiya wî.

4 Heta ku sozê derheqa ketina nav rihetiya Xwedê hê qewatêda ne, werên em haj xwe hebin,* ku tu kes ji me vî sozî unda neke. 2 Çimkî çawa ku wanra mizgînî hatibû dayînê, mera jî hatiye dayînê. Lê belê, gotinên ku wana bihîst bona wan bêkêr bûn, çimkî baweriya wan, ne mîna baweriya merivên guhdar bû. 3 Lê em, yên ku bawer dikin, dikevine nav rihetiya wî. Lê derheqa kesên neguhdar Xwedê usa got: “Lema min ji hêrsê sond xwar: ‘Ewana wê nekevine nav rihetiya min’”. Rast e kirên Xwedê ji wextê efirandina dinyayê xilaz bibûn, lê yeke ewî ev yek got. 4 Nivîsarada derheqa roja hefta ewî usa got: “Û Xwedê roja heftada ji hemû şixulên xwe rihet bû”. 5 Û dîsa ew dibêje: “Ewana wê nekevine nav rihetiya min”.

6 Kîjanara mizgînî pêşiyê hatibû belakirinê, neketine nav rihetiya Xwedê, çimkî neguhdar bûn. Lê hine kes hê dikarin bikevine nav rihetiya wî. 7 Pey gelek wextra bona vê yekê Xwedê dîsa rojeke din kifş dike, ku zebûra Dawidda dibêje “Îro”. Çawa ku berê vê nemêda hatiye gotinê: “Îro, gava hûn dengê wî bibihên, dilê xwe hişk nekin”. 8 Hergê Yêşû ewana bivirana berbi vê rihetiyê, hingê Xwedê wê besa rojeke din nekira. 9 Lema jî bona cimeta Xwedê, rihetiya roja Şemiyê* hê qewatêda dimîne. 10 Kesê ku dikeve nava rihetiya Xwedê, ew jî ji şixulên xwe rihet dibe, çawa ku Xwedê ji şixulên xwe.

11 Lema werên çi ji destê me tê em bikin, ku bikevine nava rihetiya Xwedê, wekî tu kes ji me nekeve ser riya neguhdariyê. 12 Xebera Xwedê sax û zor e, û ji her şûrê dudevî tûjtir e. Ew hela hê jî dikeve nava can û ruh, movik û mejiyê hestiya û wana ji hev vediqetîne, û dikare fikir û nêtên dila têderxe. 13 Tu kes û tu tişt ber çevê Xwedê veşartî nîne. Lê her tişt ber çevê wî vekirî û eşkere ye, ber kîjanî emê caba xwe bidin.

14 Çimkî kahînê meyî mezin û bilind, Îsa, Kurê Xwedê ye û ew çû ezmana, lema jî werên em berdewam kin derheqa baweriya xweye hindava wîda gilî kin. 15 Kahînê meyî mezin kêmasiyên me fem dike, çimkî ew jî mîna me hemû aliyava hate cêribandinê, lê ewî gune nekir. 16 De werên em nêzîkî textê kerema mezin bin, û wîra bê tirs dua bikin. Bi vî cûreyî, gava em hewcê alîkariyê bin, emê rem û kerema wîye mezin bistînin.

5 Her kahînekî mezin ji nav meriva tê bijartinê bona xizmetiya Xwedê û bona kara meriva, wekî ew seva gunên wan pêşkêş û qurbana bide. 2 Ew dikare hindava kesên ku bi nezaniyê gune dikin, dilşewat be,* çimkî ew xwexa jî sist e. 3 Seva vê yekê, ew gerekê bona gunên xwe jî qurbana bike, çawa ku bona gunên meriva qurbana dike.

4 Meriv nikare xwexa xwe ça kahînê mezin bijbêre. Tenê Xwedê dikare wî bijbêre, çawa Harûn bijartibû. 5 Mesîh jî xwe ça kahînê mezin nebijart. Ewî xwe rûmet nekir, lê Xwedê ew rûmet kir û wîra got: “Tu kurê min î; îro ez bûme bavê te”. 6 Cîkî dinda jî ewî aha gotiye: “Tu kahîn î mîna Melkîsedek* û tuyê heta-hetayê kahîn bî”.

7 Gava Mesîh ser erdê bû, ewî bi lavaya, bi hewar-gazî û bi hêsira, dua-dirozge gîhande wî, yê ku dikaribû wî ji mirinê xilaz ke. Û duayên wî hatine bihîstinê, çimkî ew Xwedê ditirsiya. 8 Rast e ew kurê wî bû, lê dîsa jî pê cefê ku ewî kişand, hîn bû guhdar be. 9 Û paşî wê yekê ku ew guhdarîkirinêda gihîşte kamiliyê, hemû merivên ku guhdariya wî dikin, dikarin bi saya wî xilazbûna heta-hetayê bistînin. 10 Çimkî Xwedê ew ça kahînê mezin kifş kiriye, mîna Melkîsedek.

11 Gelek tişt hene ku em derheqa wî wera bêjin, lê çetin e şirovekin, çimkî hûn guhada giran bûne. 12 Û rast e hûn gerekê îda bibûna dersdar, lê hewcedariya we heye ku kesek tiştên sereke, yên ku hûn ji xebera Xwedê hîn bûne, dîsa sêrîda we hîn ke. Hûn hela hê hewcê şîr in, ne ku xwarina giran. 13 Kesê ku berdewam dike xwe pê şîr têr ke, xebera Xwedêye rast nas nake, çimkî ew zar e. 14 Lê xwarina giran bona merivên gihîştî ye. Ewana hîn bûne bifikirin û têderxin çi qenc e û çi xirab e.

6 Awa em hînkirinên pêşin derheqa Mesîh alîkî bihêlin, û were em aliyê ruhanîda pêşda herin, ku bibine merivne gihîştî. Were em dîsa venegerin ser hînkirinên pêşin, dêmek tobekirina kirên pûç,* baweriya hindava Xwedê, 2 hînkirina derheqa nixumandinê, destdanîna ser seriya, rabûna miriya û dîwana heta-hetayê. 3 Û emê bibine merivne gihîştî bi alîkariya Xwedê.

4 Ewên ku aliyê Xwedêda hatibûne ronayîkirinê, pêşkêşa ezmanî tem kirine, û bûne hevparên ruhê pîroz, 5 û xebera Xwedê û keremên dinya ku wê bê, tem kirine, 6 lê paşê ji riya rastiyê derketine. Îda nabe ku ewana dîsa vegerine berbi tobekirinê, çimkî ewana Kurê Xwedê dîsa ser stûnê mix dikin û ber her kesî dikine sosret. 7 Mesele, Xwedê erdê kerem dike, gava gelek baran ser erdê dibare, erd ava xwe hildide û berê baş dide wan, yên ku erd bêcer kirine. 8 Lê hergê ev stirî û diriya bide, ew bêqîmet dibe û zûtirekê wê nifir lê be, û axiriyêda ewê bê şewitandinê.

9 Xûşk-birên delal, hergê em usa xeber didin jî, em bawer in ku hûn halekî diha başda nin û tiştên usa dikin, çi ku we berbi xilazbûnê dibe. 10 Xwedê heq e, û ew kirên we û hezkirina ku we bona xatirê navê wî daye kifşê, bîr nake. Belê, ew bîr nake xizmetiya ku we pîrozara kiriye û hûn heta niha jî dikin. 11 Lê em dixwazin ku her yek ji we berdewam ke xîreta xwe bide kifşê, çawa destpêkêda, wekî gumana we heta xilaziyê bê parastinê. 12 Tembel nebin, lê çev bidine wan, yên ku bi baweriyê û bi sebir sozên Xwedê* standine.

13 Gava Xwedê soz da Birahîm, wekî wê wî kerem ke, ewî bi navê xwe sond xwar, çimkî ji Xwedê mezintir tu kes tune. 14 Ewî got: “Ezê te eseyî kerem kim, û ezê zureta te zêde kim”. 15 Û paşî wê yekê gava Birahîm sebir kir, ewî ev soz stand. 16 Meriv pê navê kesê ji xwe mezintir sond dixwin, û ev yek riya şer-dewa digire, çimkî sonda wan îzbat dike ku gotina wan rast e. 17 Bi vî cûreyî gava Xwedê safî kir, wekî warên vî sozîra zelal nîşan ke, ku nêta wî nayê guhastinê, ewî bi sondekê îzbat kir ku ewê sozê xwe bîne sêrî. 18 Ev soz û sonda wî nayêne guhastinê, çimkî Xwedê nikare derewa bike. Ev tişt dilê me, dêmek dilê yên ku Xwedê kirine sitargeha xwe, qewî dikin û alî me dikin, wekî em xwe li gumana ku pêşiya me ye, qewî bigirin. 19 Ev gumana me bona jîyîna me mîna lengerê ye. Ev guman him saxlem e, him jî qewî ye û me dibe pişt perdê. 20 Îsa pêşiya me kete wêderê, rê bona me vekir û hazir kir. Ew mîna Melkîsedek bûye kahînê mezin û heta-hetayê kahînê mezin e.

7 Ev Melkîsedek padşê Şelîmê û kahînê Xwedayê Herî Jorin bû. Gava Birahîm paşî qirkirina padşaya vedigeriya, Melkîsedek pêşiya wîda çû û dua li wî kir. 2 Birahîm ji her tiştî dehek da wî. Navê wî tê welgerandinê ça “Padşê Rastiyê”. Ew usa jî padşê Şelîmê bû, çi ku tê hesabê “Padşê Edilayê”. 3 Eyan nîne ku bavê wî û diya wî kê bûn, û navên kal-bavên wî nehatine nivîsarê. Xêncî wê yekê, nehatiye nivîsarê ku ew kengê hatiye bûyînê yan kengê miriye.* Û çimkî ew vê yekêda mîna Kurê Xwedê bû, ewê heta-hetayê kahîn bimîne.

4 Binihêrin ev meriv çiqas mezin bû, ku baveşîrê me Birahîm tiştên herî baş ji talan, dehek da wî. 5 Li gora Qanûnê, kurên Lêwîra, yên ku hatine kifşkirinê ça kahîn, temî hatiye dayînê ku ji cimetê, dêmek ji birên xwe, yên ku rast e zureta Birahîm in, dehekê top kin. 6 Lê vî merivî, yê ku ne ji malbeta Lêwî bû, ji Birahîm dehek stand û dua li wî kir, yê ku sozên Xwedê standibû. 7 Ev yek femdarî ye, wekî yê mezin dua li yê biçûk dike. 8 Merivên ji bereka Lêwî dehek distandin, û ew meriv dimirin. Lê Nivîsarên Pîrozda tê gotinê ku merivê din, yê ku dehek stand, sax e. 9 Em dikarin bêjin, wekî Lêwiyê ku dehek distîne jî, bi destê Birahîm dehek da. 10 Çimkî gava Melkîsedek rastî Birahîm hat, Lêwiyê ku ji zureta Birahîm bû, hê nehatibû dinyayê.

11 Li gora Qanûna Mûsa, ya ku Îsraêliyara hatibû dayînê, kahîn ji bereka Lêwî dihatine kifşkirinê. Hergê kahînên ji nav bereka Lêwî bikaribûna em bigîhandana bêqisûrtiyê, îda kahînekî mîna Melkîsedek wê mera lazim bûya? Kahînekî mîna Harûn bes nîbû? 12 Lê çimkî kahîntî tê guhastinê, gerekê Qanûn jî bê guhastinê. 13 Çimkî ev meriv derheqa kîjanî tê gilîkirinê, ji bereka din bû. Û ji vê berekê tu kesî ber qurbangehê xizmet nekiriye. 14 Eşkere ye ku Xudanê me ji bereka Cihûda hat. Lê Mûsa negotiye ku ji vê berekê kahîn wê derkevin.

15 Û ev yek diha zelal dibe, gava kahînekî din eyan dibe, yê ku mîna Melkîsedek kahîn e. 16 Ew ne ji bo wê yekê bûye kahîn, ku ji vê berekê bû, kîjan ku li gora Qanûnê dikarin kahîntiyê bikin, lê bi saya qewata ku jîyînê dide wî, ya ku tu kes nikare kuta ke. 17 Çimkî ser wî usa tê gotinê: “Tu kahîn î mîna Melkîsedek û tuyê heta-hetayê kahîn bî”.

18 Awa çimkî temiya berê sist û bêkêr bû, ew hate betalkirinê. 19 Çimkî Qanûnê tu tişt negîhande bêqisûrtiyê, lê Xwedê gumaneke diha baş daye me, ya ku her tiştî digihîne bêqisûrtiyê. Bi saya vê gumanê em nêzîkî Xwedê dibin. 20 Ji bo wê yekê ku Îsa bi sonda Xwedê ça kahîn hate kifşkirinê 21 (erê, meriv hene, yên ku bê sond bûne kahîn, lê Îsa bi saya sonda wî, bû kahîn, yê ku usa gotiye: “Yehowa sond xwar, û ewê fikira xwe neguhêze,* ‘Tu heta-hetayê kahîn î’”), 22 ew xwexa bû îzbatiya vê yekê, ku peymaneke diha baş wê bê sêrî. 23 Xêncî wê yekê, gelek meriv pey hev dibûne kahîn, çimkî mirinê nehîşt ku ewana xizmetiya xwe berdewam kin. 24 Lê Îsa heta-hetayê dijî, lema jî xizmetiya wîye kahîntî xilaz nabe. 25 Û bona vê yekê jî, ew dikare kesên ku bi navê wî Xwedêra dua dikin, xilaz ke, çimkî ew heta-hetayê dijî û dikare bona wan hîvî ji Xwedê bike, wekî ew alî wan bike.

26 Mera lazim e ku kahînê meyî mezin hema yekî usa be. Ew amin e, bêsûc e û bêleke ye, mîna merivên gunekar nîne, û heta ezmana hatiye bilindkirinê. 27 Nelazim e ku ew mîna kahînên mezine din her roj pêşiyê bona gunên xwe û paşê jî bona gunên merivên din qurbana bide, çimkî ewî carekê xwe kire qurban bona hertim. 28 Li gora Qanûnê, meriv ku şaşiyên wan hene, ça kahînên mezin têne kifşkirinê. Lê li gora sonda ku pey Qanûnê hatibû dayînê, Kurê ku heta-hetayê kamil e, hatiye kifşkirinê.

8 Ji hemû tiştên ku me gotin, fikira sereke ev e: Kahînê meyî mezin yekî usa ye, û ew li ezmana aliyê textê Xwedêyî rastê rûniştiye. 2 Ew xizmet dike ciyê pîrozda û konê rastda. Ev kon Yehowa daniye, ne ku mêriv. 3 Her kahînekî mezin tê kifşkirinê, wekî pêşkêşa û qurbana bide. Lema lazim bû, wekî ewî jî tiştek qurban kira. 4 Hergê ew ser erdê bûya, ewê nebûya kahîn, çimkî vira îda merivên usa hene, yên ku li gora Qanûnê pêşkêşa qurban dikin. 5 Xizmetiya wan, sî û sûretê wan tiştên ezmên e, çawa aliyê Xwedêda Mûsara temî hatibû dayînê, gava ewî gerekê kon çêkira: “Dîna xwe bidê, wekî her tiştî wî cûreyî bikî, çawa serê çiyê min nîşanî te kir”. 6 Lê xizmetiya ku Îsa standiye diha bilind e, çimkî ew orteçiyê peymaneke diha baş e. Û ev peyman bi cûrekî qanûnî ser hîmê sozên diha baş hatiye danînê.

7 Hergê peymana pêşin bêkêmasî bûya, hingê peymana duda wê nelazim bûya. 8 Çimkî Xwedê kêmasiyên cimetê divîne û dibêje: “‘Va ye, ev roj tên’, Yehowa dibêje: ‘ku ez tevî mala Îsraêl û tevî mala Cihûda peymaneke nû girêdim. 9 Ev peyman wê ne mîna wê peymanê be, ya ku min tevî kal-bavên we girêdabû. Roja ku min destê wan girt û ewana ji Misirê derxistin, min ev peyman tevî wan girêda. Lê çimkî wana peymana min pişt guhê xweva avît, min îda bona wan xem nedikir’, Yehowa dibêje.

10 ‘Paşî wan roja, peymana ku ezê tevî mala Îsraêl girêdim, ev e’, Yehowa dibêje: ‘Ezê qanûnên xwe bikime hişê wan û ser dilê wan binivîsim. Ezê bibime Xwedayê wan û ewê bibine cimeta min.

11 Îda tu kes wê hembajarvanê xwe û birê xwe hîn neke û nebêje: “Yehowa nas ke!” Çimkî ewana hemû jî, ji biçûka heta mezina,* wê min nas kin. 12 Ezê hindava kirên wane nerast rem bim, û ezê gunên wan îda neynim bîra xwe’”.

13 Gava Xwedê besa “peymana nû” dike, ew nîşan dike ku peymana berê îda kevin bûye. Û tiştê ku kevin bûye û maşiya ye, wê zûtirekê betavebe.

9 Peymana berêda qanûn hebûn. Ev qanûn girêdayî bûn tevî hebandinê û ciyê pîroz ser erdê. 2 Kon bi du para hatibû çêkirinê. Para pêşinra Ciyê Pîroz dihate gotinê û têda şemdank, sifre û ser sifrê nanê pêşkêşkirinê hebû. 3 Para dinra Ciyê Herî Pîroz dihate gotinê, û ev par pişt perda duda bû. 4 Wêderê agirdankeke zêrîn û sindoqa peymanê hebû, ya ku ji her aliyava zêrkirî bû. Hindurê sindoqêda firaqeke zêrîn bi mana, şivdara Harûne guldayî û selên peymanê hebûn. 5 Ser sindoqê xêrûbên rûmet hebûn û siya wan dikete ser qalpaxê* sindoqê. Lê niha wext nîne, ku derheqa van tişta hûr bi hûr xeber din.

6 Paşî vê yekê ça ev tişt bi vî cûreyî hatine çêkirinê, kahîn her car dikevine Ciyê Pîroz, wekî xizmetiya pîroz bînin sêrî. 7 Lê salê carekê, tenê kahînê mezin dikeve hindurê Ciyê Herî Pîroz. Ew gerekê xûnê tevî xwe bive hindur, wekî vê xûnê bona xwe û bona gunên cimetê bide, yên ku wana bi nezaniya xwe kirine. 8 Bi vî cûreyî, ruhê pîroz zelal eyan dike, wekî heta konê pêşin* hebû, riya ku diçe berbi ciyê pîroz* hê nehatibû eşkerekirinê. 9 Ev kon mesela vê yekê ye, çi ku niha heye, û bona vê yekê, heta niha Xwedêra pêşkêş û qurban têne dayînê. Lê ev tişt nikarin îsafa merivê ku xizmetiya pîroz dike, paqij kin. 10 Ew tenê bona xwarin, vexwarin û edetên şûştinê ne. Ew pê qanûnê dihatine dewakirinê, û tiştên bedenîva girêdayî bûn û gerekê qewatêda bimana, heta ku wextê rastkirina hemû tiştî bihata.

11 Lê gava Mesîh hat, ew bû kahînê mezin, yê ku gerekê kerem bianiyana, û me ev kerem îda standine. Ew kete konê hê mezin û hê kamil, yê ku ne bi destê meriva hatiye çêkirinê û ne ji vê dinyayê ye. 12 Mesîh ne ku bi xûna nêriya û canega kete hindurê ciyê pîroz, lê bi xûna xwe. Ewî ev yek tenê carekê kir û ser heta-hetayê em xilaz kirin.* 13 Hergê kahîn xûna nêriya, xûna ga û koziya* çêleka, ser kesên ku hatibûn heramkirinê, direşînin, û bi vî cûreyî ev kes ber çevê Xwedê paqij dibin, 14 lê qîmeta xûna Mesîh çiqas hê mezin e. Bi saya rêberiya ruhê* heta-hetayê, ewî xwe ça qurbaneke bêleke da Xwedê. Xûna wî îsafa me ji kirên pûç* paqij dike, wekî em bikaribin Xwedayê saxra xizmetiya pîroz bikin.

15 Bona vê yekê, ew orteçiyê peymana nû ye, wekî kesên ku aliyê Xwedêva hatine gazîkirinê, sozê bona keremên heta-hetayê bistînin. Ev hemû tişt bi saya mirina wî hate standinê, çimkî heqê kirînê ku ewî da, ji sûcên ku wana bin peymana berêda kiribûn, aza kirin. 16 Gava peymanek tê girêdanê, gerekê kesê ku ev peyman girêda, bimire. 17 Çimkî peyman pê mirina kesê ku ev peyman girêda, qewatêda ne. Heta ku ev meriv sax e, peyman qewatêda nîne. 18 Lema peymana berê jî pê rêtina xûnê kete qewatê. 19 Paşî wê yekê ku Mûsa her temîke Qanûnê cimetêra elam kir, ewî xûna canega û xûna nêriya tevî avê xist, hiriya sor û darek* hilda, xûna wan ser kitêbê* û ser hemû cimetê reşand. 20 Û ewî got: “Ev xûna peymanê ye, ya ku Xwedê temî daye ku hûn xwe lê bigirin”. 21 Anegorî vê yekê ewî xûn ser kon û hemû firaqên ku bona xizmetiya pîroz dihatine xebitandinê, reşand. 22 Belê, li gora Qanûnê heçî zef tişt bi xûnê têne paqijkirinê. Heta ku xûn neyê rêtinê, baxşandin nabe.

23 Lema çi ku sûretê tiştên ezmanî ne, gerekê bi xûna heywana bihatana paqijkirinê, lê tiştên ezmanî hewcê qurbanên diha baş in. 24 Çimkî Mesîh nekete vî ciyê pîroz ya ku bi desta hatiye çêkirinê, kîjan ku sûretê tiştê rast e, lê ew kete nav ezmana, wekî bona me ber Xwedê bisekine. 25 Kahînê mezin salê carekê ne ku bi xûna xwe dikeve ciyê pîroz, lê bi xûna heywana. Lê Mesîhra nelazim e ku ew gelek cara xwe bike qurban. 26 Hergê usa bûya, ewî gerekê ji wextê efirandina dinyayê gelek cara cefa bikişanda. Lê niha, xilaziya van wextada, ewî xwe tenê carekê eyan kir, wekî xwe bike qurban, seva ku gune bide hildanê. 27 Û çawa ku meriv tenê carekê dimirin û paşî vê yekê ber dîwanê disekinin, 28 Mesîh jî tenê carekê bona hertim xwe qurban kir, seva ku gunên geleka hilde. Û gava ew cara duda bê, wê bona gunehildanê neyê, lê ewê wan merivara xuya be, yên ku gelek hîviya wî ne, wekî ew wana xilaz ke.

10 Qanûn ne ku kerem in, lê siya van kerema ne, yên ku wê bên. Lema Qanûn nikare bi qurbanên ku sal bi sal têne dayînê, kesên ku nêzîkî Xwedê dibin, bêqisûr ke. 2 Hergê van qurbana ew bêqisûr bikirana, gelo wê lazim bûya ku ew timê bihatana dayînê? Çimkî xizmetkarên Xwedê, yên ku carekê hatine paqijkirinê, wê xwe îda ça kesên gunekar hesab nekirana. 3 Lê ev qurban sal bi sal tînin bîra meriva, ku ewana gunekar in. 4 Çimkî xûna ga û xûna nêriya nikare guna bide hildanê.

5 Lema, gava Mesîh hate dinyayê ewî Xwedêra got: “Te qurban û pêşkêş nexwestin, lê te bedenek bona min hazir kir. 6 Tu razî nebûyî ji qurbanên şewitandinê, ne jî ji qurbanên bona gune. 7 Hingê min got: ‘Va ye, ez hatim, ya Xwedê, (çawa ku kitêbêda* derheqa min nivîsar e) wekî qirara te bînim sêrî’”. 8 Ewî pêşiyê got: “Te qurban, pêşkêş, qurbanên şewitandinê û qurbanên bona gune nexwestin û tu ji van razî nebûyî”. (Ev qurban li gora Qanûnê têne dayînê.) 9 Paşê dibêje: “Va ye! Ez hatim qirara te bînim sêrî”. Ew ya pêşin* hildide, wekî ya duda* dayne. 10 Li gora vê “qirarê”, em hatine pîrozkirinê bi saya vê yekê, ku Îsa Mesîh bedena xwe kire qurban carekê bona hertim.

11 Her kahîn roj bi roj li ciyê xwe disekine, wekî xizmetiya pîroz bîne sêrî. Ew gelek cara xût wan qurbana dide, kîjan ku nikarin bi temamî guna bidine hildanê. 12 Lê Mesîh tenê carekê bona guna qurban da, û pey vê yekêra, ew li milê Xwedêyî rastê rûnişt. 13 Hingêda ew hîviyê ye heta hemû dijminên wî bin piyên wîda bêne danînê. 14 Çimkî ewî bi qurbanekê, kesên pîroz ser heta-hetayê bêqisûr kirin. 15 Xêncî wê yekê, ruhê pîroz şedetiyê dide û dibêje: 16 “‘Pey wan rojara, peymana ku ezê tevî wan girêdim, ev e’, Yehowa dibêje. ‘Ezê qanûnên xwe bikime dilê wan û hişê wanda binivîsim’”. 17 Paşê ew dibêje: “Ezê gune û şaşiyên wan îda neynim bîra xwe”. 18 Û gava gune têne baxşandinê, îda nelazim e wekî qurban bona gune bê dayînê.

19 Lema jî birano, em pê xûna Îsa dikarin bê tirs bikevine ciyê pîroz 20 rêke tezera, ya ku berbi jîyînê dibe. Ev riya teze ewî bona me vekir çaxê perdêra derbaz bû, kîjan ku bedena wî ye. 21 Awa çimkî ser mala Xwedêra kahînekî meyî mezin heye, 22 werên em bi dilekî sax û bawerîke qewî nêzîkî Xwedê bin. Dil û îsafa me temiz bûne û bedena me bi ava temiz hatiye şûştinê. 23 Werên em berdewam kin derheqa gumana xwe gilî kin û qayîm bisekinin,* çimkî Xwedayê ku soz daye, amin e. 24 Û werên em haj hev hebin,* wekî hezkirinêda û qencîkirinêda hêlana bidine hev. 25 Werên em civînên xwe bernedin, çawa ku hineka xwera kirine xeyset, lê dilê hev qewî kin. Û çiqas em divînin ku roja Xwedê* nêzîk dibe, werên em van hemû tişta hê zêde bi xîret bikin.

26 Hergê em paşî wê yekê, ku gihîştine zanebûna rast derheqa rastiyê, bi hemdê xwe gune dikin, îda tu qurban bona gunên me tune, 27 lê tenê dimîne ku em bi tirs hîviya dîwanê û xezeba Xwedê bin, ya ku mîna agir dişewitîne û wê dijmina kuta ke. 28 Kesekî ku Qanûna Mûsa pişt guhê xweva davît, bi şedetiya du yan sê kesa bêremtî dihate kuştinê. 29 Îja hûn ça difikirin? Kesê ku Kurê Xwedê pêpes kiriye û xûna peymanê, ya ku ew pê hatiye pîrozkirinê, bêqîmet hesab kiriye, û ruhê Xwedêyê ku kerema mezin dide, bêhurmet kiriye, gelo hêjayî cezakî diha giran nîne? 30 Çimkî em wî Xwedêyî nas dikin, yê ku gotiye: “Heyfhildan ya min e; ezê heyfê hildim”. Û ew usa jî dibêje: “Yehowa wê dîwana cimeta xwe bike”. 31 Tiştekî çiqas tirs e, ku meriv bikeve destê Xwedayê sax!

32 Lê belê, bînin bîra xwe wan rojên berê, paşî wê yekê ku hûn hatine ronayîkirinê, we ber tengasîke mezin û ber gelek cefa teyax kir. 33 Carna hûn ber çevê meriva* dihatine bêhurmetkirinê û tengasî didane we. Carna jî hûn tevî wan meriva bûn, yên ku rastî çetinayên usa dihatin. 34 Hûn dilşewat bûn hindava kesên ku kelêda bûn. Û gava hebûka we ji we dihate standinê, we şabûna xwe unda nedikir, çimkî we zanibû ku hebûka weye diha baş û hertim heye.

35 Lema berdewam kin bi mêrxasî xeber din, û hûnê bi merdanî bêne xelatkirinê. 36 Hûn gerekê teyax kin, wekî qirara Xwedê bînin sêrî û tiştên ku ewî soz dane, bistînin. 37 Çimkî îda “hinek wext maye”, û “yê ku tê, wê bê û wê derengî nekeve”. 38 “Lê xizmetkarê minî rast wê bi saya baweriya xwe bijî”, û “hergê ew xwe paş xe, ezê ji wî razî nîbim”. 39 Em ne ji wan meriva ne, yên ku xwe paş dixin û qir dibin. Lê em ji wan meriva ne, baweriya kîjana heye û usa jîyîna xwe xilaz dikin.

11 Bawerî ev e ku meriv dudilî nabe, wekî gumana wî wê bê sêrî, û îzbatiya vê yekê ye, wekî çi ku nayêne dîtinê bi rastî hene. 2 Hema bi saya baweriyê merivên ku wedê berêda dijîtin* li Xwedê xweş hatin.

3 Bi saya baweriyê em fem dikin ku her tiştê li ezmên û ser rûyê erdê, li gora xebera Xwedê hatine çêkirinê. Tiştên ku em divînin, pêşda hatine ji tiştên ku em navînin.

4 Bi saya baweriyê Habîl qurbaneke ku ji ya Qayîn qîmettir bû, pêşkêşî Xwedê kir. Bi wê baweriyê ew çawa yekî rast hate hesabê, çimkî Xwedê pêşkêşên wî qebûl kir. Û rast e Habîl mir, lê yeke bi baweriya xwe ew hê xeber dide.*

5 Bi saya baweriyê Henox aliyê Xwedêda hate hildanê, wekî mirinê nevîne. Ew tu ciya nehate dîtinê, çimkî Xwedê ew hildabû. Pêşiya ku Xwedê Henox hilda, Xwedê da kifşê, wekî ew ji wî razî ye. 6 Xêncî wê yekê, bê bawerî nabe ku kesek Xwedê xweş bê. Çimkî her kesê ku nêzîkî Xwedê dibe, wekî wî bihebîne, gerekê bawer bike ku Xwedê heye û wekî ew xelat dike wan, yên ku bi dil û can wî digerin.

7 Bi saya baweriyê, gava Nuh ferman ji Xwedê stand derheqa tiştên ku hê nehatibûn dîtinê, xwedêxofî da kifşê û gemîk çêkir, wekî malbeta xwe xilaz ke. Bi saya vê baweriyê ewî dîwana dinyayê kir, û bi saya baweriya xwe ew yekî rast hate hesabê.

8 Bi saya baweriyê, gava Birahîmra hate gotinê ku ew gerekê rê keve û here wî ciyê ku ewê ça milk bistîne, ewî gura Xwedê kir. Ew ji welatê xwe derket, lê nizanibû diçe ku. 9 Bi saya baweriyê, ewî erdê sozdayîda ça xerîb dijît, û çadirada tevî Îshaq û Aqûb, yên ku warên wî sozî bûn, dima. 10 Çimkî ew hîviya wî bajarî bû, hîmê kîjanî qewî ye, û efirandar û avakarê kîjanî Xwedê ye.

11 Rast e Serah emirda mezin bû, lê bi saya baweriyê ewê qewat stand û hemle derket.* Ewê bawer dikir ku Xwedê wê sozê xwe bîne sêrî.* 12 Lema jî, ji Birahîm, ji merivê ku îda kal bû, zar dinê ketin. Hejmara zarên wî mîna steyrkên ezmên û mîna qûma li ber devê berê, bêhesab bû.

13 Ev hemû meriv mirin, û rast e wana pêkanîna sozên ku wanra hatibûn dayînê, nedît, yeke baweriya xwe unda nekirin, ev soz dûrva dîtin û pêra şa bûn. Û wana eşkere elam dikir, wekî ewana xerîb in û wedelû ser wî erdî dijîn. 14 Çimkî yên ku tiştên usa dibêjin, zelal didine kifşê, wekî ewana bi dil û can cîkî digerin, ku bibe mala wan. 15 Û hergê ewana hertim ciyê ku ewana jê derketibûn bianiyana bîra xwe, wê mecal bidîtana wekî vegerin. 16 Lê niha ewana xîret dikin ku bigihîjine cîkî diha baş, dêmek cîkî ku layîqî ezmana ye. Lema Xwedê şerm nake, ku ewana wî hesab dikin Xwedayê xwe, çimkî ewî bajarek wanra hazir kiriye.

17 Bi baweriyê Birahîm, gava hate cêribandinê, hindik mabû Îshaq bikira qurban. Birahîm şa bû ku jêra soz hatibûne dayînê, û hazir bû kurê xweyî tayê tenê bike qurban, 18 derheqa kîjanî Xwedê jêra gotibû: “Zureta te wê ji Îshaq be”, 19 lê ew bawer bû ku Xwedê dikare kurê wî ji mirinê rake, û ewî kurê xwe usa stand, ça bêjî ji mirinê hatibû rakirinê. Û evê yekê nîşan kir, ku axiriyêda wê çi biqewime.

20 Bi saya baweriyê, Îshaq dua li Aqûb û Esaw kir bona tiştên ku wê biqewimiyana.

21 Bi saya baweriyê, gava Aqûb ber mirinê bû, dua li her du kurên Ûsiv kir. Ewî xwe li gopalê xwe girt û serê xwe ber Xwedê danî.

22 Bi saya baweriyê, gava Ûsiv ber mirinê bû, got wekî kurên Îsraêl wê ji Misirê derkevin, û ewî temî da wan ku ewana hestiyên wî ji Misirê derxin.*

23 Bi saya baweriyê, gava Mûsa hate bûyînê, bi destê dê-bavê xwe sê meha hate veşartinê, çimkî wana dît ku ew zareke bedew e, û ewana ji fermana padşa netirsiyan. 24 Bi saya baweriyê gava Mûsa mezin bû, ewî nexwest wekî jêra kurê qîza Firewin bê gotinê. 25 Ew fikirî ku hê qenc e tevî cimeta Xwedê biçerçire, ne ku wedelû nava kêfa gunada derbaz ke. 26 Ewî ça yê bijartî,* bêhurmetî hebûneke diha mezin hesab kir, ne ku xiznên Misirê, çimkî çevê wî ser heqê xelatê bû. 27 Bi saya baweriyê ew ji Misirê derket û ji hêrsa padşa netirsiya. Çimkî ewî bi sebir teyax dikir, ça bêjî ewî Xwedayê ku tu kes nikare bivîne, didît. 28 Bi saya baweriyê, ewî Cejina Derbazbûnê derbaz kir û xûn reşande ser rexderiya, wekî melekê Xwedê nixuriyên Îsraêliya nekuje.

29 Bi saya baweriyê, ewana Bera Sorra, ça ser erdê zihara derbaz bûn. Lê gava Misiriya jî xwest derbaz bin, ewana avêda xeniqîn.

30 Bi saya baweriyê, gava cimeta Îsraêl heft roja dora dîwarên Erîhayê zivirîn, dîwar hilşiyan. 31 Bi saya baweriyê, Rexaba qav tevî yên neguhdar nehate kuştinê, çimkî ewê bi edilayî cesûs mala xweda qebûl kirin.

32 Ez dîsa çi bêjim? Hergê ez derheqa Gîdeyon, Barak, Şimşon, Yeftah, Dawid, Samûyêl yan pêxemberên din gilî kim, wext wê têrê neke. 33 Bi saya baweriyê, ewana miqabilî padşa serdiketin, rastî diparastin, ji Xwedê soz distandin, devê şêra digirtin, 34 qewata agir ser wan hukum nedikir û ji devê şûr xilaz dibûn. Gava ewana sist dibûn, qewat distandin, şerda qewî dibûn, û dijminên xwe ji hev bela dikirin. 35 Hine kulfeta miriyên xwe bi saya rabûna miriya dîsa dîtin. Hine kesên amin heta mirinê hatine çerçirandinê, çimkî qebûl nekirin bêne azakirinê, seva ku bigihîjine rabûna miriya ya diha baş. 36 Hinekên mayîn jî ber qamçiya, ber qerfa, hela hê jî qeyd-zincîrada û kelada dihatine zêrandinê. 37 Ewana didane ber kevira, ewana dihatine cêribandinê, bi birekê dihatine birînê, bi devê şûr dihatine kuştinê, bi postê pêz û bizina digeriyan, wana nava hewcetiyêda sebir dikir, tengasî û cefa dikişandin. 38 Dinya nehêjayî wan bû. Ewana beriyada, çiyada, şkeftada û qulên bin erdêda digeriyan.

39 Rast e ev hemû meriv bona baweriya xwe îzbatî standin ku Xwedê ji wan razî ye, yeke wana nedît ku çawa ew sozên ku wanra hatibûn dayînê, hatine sêrî, 40 çimkî Xwedê tiştekî diha baş bona me hazir kiriye, wekî ewana bêyî me negihîjine kamiliyê.

12 Îja hergê ewrê şedaye usa mezin der-dorê me heye, werên em hemû barê giran ji xwe bavêjin, usa jî gune ku hêsa dikare riya me bigire, û werên bi sebir lecmeydanêda, ya ku pêşiya me ye, birevin. 2 Û were em dîna xwe bidine Îsayê ku Serokê me ye û baweriya me kamil dike. Ewî bona şabûna ku hîviya wî bû, ber stûna cefê sebir kir, û şerm ber tiştekî hesab nekir. Û niha ew aliyê Xwedêyî rastê rûniştiye. 3 Belê, seva ku hûn qidûm nekevin û sist nebin, bifikirin derheqa wî, yê ku ber giliyên gunekaraye bêhurmetî teyax kir. Wan kesên gunekar bi vê yekê xwexa zirar didane xwe.

4 Hûn şerê xweyî miqabilî guneda hê negihîştine vê yekê, ku xûna we bê rêtinê. 5 Usa jî we bîr kiriye şîreta ku Xwedê wera ça kurên xwera daye: “Kurê min, şîreta Yehowa pişt guhê xweva nevêje, û gava ew te rast dike, sist nebe. 6 Çimkî Yehowa kê hez dike, wana şîret dike, û kê çawa kurê xwe qebûl dike, wana ceza dike”.*

7 Hûn gerekê ber tengasiya teyax kin, çimkî ev pareke şîretkirina* we ye. Xwedê hindava weda usa ne, çawa hindava kurên xweda. Gelo kîjan kur aliyê bavê xweda nayê şîretkirinê? 8 Lê hergê Xwedê we şîret neke, wekî usa ne, hûn zarên helal nînin, lê kurên bêqanûnî ne. 9 Bavên me em şîret dikirin, û me jî qedirê wan digirt. Îja gelo nelazim e ku em hê zêde bi hazirbûn guh bidine Bavê xweyî ezmanî, yê ku bi ruhê pîroz rêberiyê me dike wekî em bijîn? 10 Bavên me wedekî kin em şîret kirine, û usa çawa ku wana rast hesab dikir. Lê Bavê meyî ezmanî bona kara me, me şîret dike, wekî em mîna wî pîroz bin. 11 Rast e gava em têne şîretkirinê, pêşiyê ev yek me xweş nayê û dilê me dêşîne, lê paşê, hergê em şîretê qebûl dikin, ev yek berê edilayê û rastiyê pêşda tîne.

12 Lema jî destên westiyayî û çokên sist qewî kin, 13 û berdewam kin riya rastda herin, wekî nigê ku dikule, ji movikê cî derneyê, lê qenc be. 14 Xîret kin ku tevî hemû meriva edilayêda bin û bi jîyîneke pîroz bijîn,* çimkî bêyî pîroziyê em nikarin Xudan bivînin. 15 Haj xwe hebin, nebe ku yek ji we kerema Xwedêye mezin unda ke, û koka jerdadayî nav weda şîn be, kîjan ku wê zirarê bide û geleka heram ke. 16 Haj xwe hebin ku nav weda yekî usa tune be ku zinêkariyê dike* yan jî tiştên pîroz qîmet nake mîna Esaw, yê ku bona xwarinekê nixurtiya xwe firot. 17 Hûn zanin, paşê, gava ewî dixwest keremê bistîne, ew hate înkarkirinê. Rast e ewî bi hêsira lavaya bavê xwe dikir, wekî ew safîkirina xwe biguhêze, lê ev yek badîhewa bû.

18 Çimkî hûn nêzîkî wî çiyayî nebûne, kîjan ku meriv dikare destê xwe bidê, û yê ku bi êgir dişewite, ne jî nêzîkî ewrên terî, ne jî nêzîkî terîstaniyê û ne jî nêzîkî bayê mezin bûn, 19 ne jî hûn nêzîkî dengê boriyê bûn û ne jî dengê ku xeber dide. Gava cimetê ev deng bihîst, lava kir ku zêde tiştekî din wanra neyê gotinê, 20 çimkî ewana ji vê temiyê tirsiyan: “Hergê heywanek jî gavekê bavêje ser vî çiyayî, gerekê wî bidine ber kevira”. 21 Xuyabûna wan tişta usa tirs bû, ku Mûsa got: “Ez ditirsim û dilerizim”. 22 Lê hûn nêzîkî Çiyayê Siyonê û bajarê Xwedayê sax bûne, dêmek Orşelîma ezmanî. Hûn usa jî nêzîkî bi deha hezara melekên 23 civiyayî bûne û nêzîkî civata nixuriya, navê kîjana li ezmana hatiye nivîsarê. Û hûn nêzîkî wî Xwedêyî bûne, kîjan ku Hakimê her tiştî ye, û nêzîkî jîyîna ruhaniye kesên rast bûne, yên ku gihîştine kamiliyê. 24 Usa jî hûn nêzîkî Îsa, orteçiyê peymana nû û xûna wîye reşandî, bûne. Ev xûn ji xûna Habîl çêtir xeber dide.

25 Haj xwe hebin ku hûn înkar nekin bibihên wî kesî, yê ku wera xeber dide. Wedê berê, merivên ser erdê guh nedane tiştên ku Xwedê elam kirin,* û hatine cezakirinê. Îja hergê em guh nedine dengê yê ku ji ezmana xeber dide, emê hê zêde bêne cezakirinê. 26 Hingê dengê wî erd hejand, lê niha ewî soz daye: “Ezê careke din jî bihejînim, ne ku tenê erdê, lê ezmana jî”. 27 Ev gilî “careke din jî” nîşan dike, wekî Xwedê wê kokêva rake tiştên ku têne hejandinê, dêmek tiştên ku ewî çênekirine, wekî tiştên ku nayêne hejandinê, bimînin. 28 Lema jî, çimkî em zanin, wekî emê Padşatîke ku nikare bê hejandinê, bistînin, werên berdewam kin kerema Xwedêye mezin bistînin, bi saya kîjanî em dikarin li gora dilê Xwedê bi tirs û xof xizmetiya pîroz bînin sêrî. 29 Çimkî Xwedayê me mîna agir e, yê ku her tiştî kuta dike.

13 Berdewam kin çawa bira hev hez bikin. 2 Mêvanheziyê* bîr nekin, çimkî bi vê yekê hineka melek ça mêvan qebûl kiribûn, lê nizanibûn. 3 Kesên ku kelêda nin bînin bîra xwe, ça bêjî hûn jî tevî wan girtî ne. Usa jî kesên ku xirabî li wan tê kirinê bînin bîra xwe, ça bêjî hûn jî mîna wan rastî xirabiyê tên.* 4 Bira her kes qedirê zewacê bigire, û bira jin û mêr hevdura amin bimînin.* Çimkî Xwedê wê dîwana zinêkara û qava bike. 5 Perehez nîbin, lê destê weda çiqas heye, razî bin, çimkî Xwedê gotiye: “Ezê tu car te nehêlim, û ezê tu car te bernedim”. 6 Lema em dikarin bê şik bêjin: “Yehowa piştovanê min e, ezê netirsim. Merivê çi li min bike?”

7 Kesên ku nav weda rêberiyê we dikin, yên ku xebera Xwedê wera gotine, bînin bîra xwe. Dîna xwe bidine axiriya kirên wan û çev bidine baweriya wan.

8 Îsa Mesîh duhu, îro û heta-hetayê yek e.

9 Bira cûre-cûre hînkirinên xerîb we ji rê dernexin. Bira em dilê xwe bi hezkirina Xwedê qewî kin, ne ku bi xwarinê,* çimkî ev xwarin karê nade wan meriva, yên ku bi zêdeyî xwarinê ferz hesab dikin.

10 Qurbangeheke me heye, û îzina kesên ku konda xizmetiya pîroz dikin, tune ye, wekî tiştên ku ser têne qurbankirinê, bixwin. 11 Çimkî kahînê mezin xûna heywana dibe ciyê pîroz,* çawa pêşkêşa seva gune, lê cendekê wan ji zomê der têne derxistinê û şewitandinê. 12 Lema Îsa jî ji bajêr der* cefa kişand, seva ku bi xûna xwe cimetê pîroz ke. 13 De werên em ji zomê der herin bal wî, û mîna wî bêne bêhurmetkirinê. 14 Çimkî vira bajarekî me, yê ku wê timê bimîne, tune ye. Lê em hizreta vî bajarî ne, yê ku wê bê. 15 Werên em bi saya Îsa hertim pesinê Xwedê bidin. Qurbana me bona Xwedê ew e, ku em bi devê xwe merivên dinra besa navê wî dikin. 16 Xêncî wê yekê, bîr nekin qenciyê bikin û tiştên ku bal we hene, tevî merivên din parevekin, çimkî qurbanên usa li Xwedê xweş tên.

17 Guh bidine kesên ku nav weda rêberiyê hildidin ser xwe, û gura wanda bin. Çimkî ewana hertim bona we xem dikin, û wê bona we hesab bidin. Usa bikin ku ewana vê yekê ne bi ofe-ofê, lê bi şabûn bikin. Hergê hûn usa nekin, ev yek wê ziyanê bide we.

18 Hertim bona me dua bikin. Çimkî em zanin ku îsafa me temiz e,* û em dixwazin her tiştîda rast û helal bin. 19 Lê îlahî ji we reca dikim ku hûn dua bikin, wekî ez hê zû vegerim bal we.

20 Bira Xwedayê edilayê, yê ku şivanê mezinî pêz, dêmek Xudanê me Îsa, tevî xûna peymana her-heyî ji mirinê rakiriye, 21 her tiştê ku wera lazim e, bide we, wekî hûn qirara wî bînin sêrî. Ew pê Îsa Mesîh dilê me qewî dike, wekî tiştên ku li wî xweş tên, em bikin. Bira Xwedêra heta-hetayê rûmet bê dayînê! Amîn.

22 Îja birano, ez ji we reca dikim ku hûn bi sebir guh bidine van giliya, kîjan ku dila qewî dikin, çimkî min wera nemeke kin nivîsî. 23 Ez dixwazim hûn bizanibin wekî birê me Tîmotêyo hatiye berdanê. Hergê ew zûtirekê bê, emê tevayî bêne bal we.

24 Silavên min bidine wan hemûya, yên ku nav weda rêberiyê hildidine ser xwe, û hemû pîroza. Birên ji Îtalyayê we silav dikin.

25 Bira kerema mezin tevî we hemûya be.

Raste-rast “Xwedê textê te ye”.

Yan “qapût”.

Raste-rast “binê nigên wî”.

Raste-rast “mirin tem kir”.

Dêmek Îsa.

Raste-rast “ji goşt û xûn in”.

Yan “teglîfkirinê”.

Raste-rast “ava kiriye”.

Raste-rast “em bitirsin”.

Ev roj bona Cihûya roja rihetiyê bû.

Yan “nerm be”.

Melkîsedek raste-rast aliyê Xwedêda ça kahîn û padşa hate kifşkirinê.

Raste-rast “kirên mirî”.

Yan “tiştên ku hatine sozdayînê”.

Raste-rast “ne destpêka rojên wî, ne jî xilaziya jîyîna wî hebû”.

Yan “poşman nebe”.

Vira him besa salên meriva, him jî besa halê wan tê kirinê.

Xebera Yûnanî ya ku hatiye welgerandinê ça “qalpax”, usa jî dikare bê hesabê qurbana ku meriv dide, seva ku Xwedê bibaxşîne wî.

Vira tê gotinê derheqa konekî ser erdê.

Ça tê kifşê vira tê gotinê derheqa cîkî pîroz li ezmana.

Yan “aza kirin; kirîn”.

Dêmek xaliya tiştekî şewitandî.

Dêmek ruhê pîroz.

Raste-rast “kirên mirî”.

Bi Yûnanî “hîsopos”. Ça tê kifşê ew dar Palêstînayêda şîn dibû û bilindaya wê kêm-zêde digihîşte 1,8 mêtr.

Yan “ser kitêba gulometkkirî”.

Raste-rast “kitêba gulometkkirîda”.

Vira derheqa qurban û pêşkêşa tê gotinê, kîjan ku li gora Qanûnê dihatine dayînê.

Vira tê gotinê derheqa kirînê, kîjan ku li gora qirara Xwedê hate dayînê.

Yan “cî neleqin”. Yan “nehejin”.

Yan “bona hev xem bikin”.

Yan “roja dîwanê”.

Raste-rast “çawa tiyatroyêda”.

Yan “kal-bavên me”.

Yan “baweriya wî berdewam dike me hîn ke”.

Yan “ku zuretek bîne dinyayê”.

Yan “ku Xwedê amin e”.

Yan “temî da derheqa definkirina xwe”.

Bi Yûnanî Mesîh.

Raste-rast “dide ber qamçiya”.

Yan “hînkirina”.

Raste-rast “pey pîroziyê kevin”.

Yan “bênamûsiya sêksûalî”.

Yan dibeke “guh nedane kesê ku fermana Xwedê elam kir”.

Yan “Qencîkirin xerîbara”.

Yan “hûn jî mîna wan bedenêda nin”.

Yan “bira cî-nivîna zewacê neyê heramkirinê”.

Dêmek ne bi qeydên xwarinê.

Yan “Ciyê Herî Pîroz”.

Raste-rast “ji dergehê bajêr der”.

Raste-rast “qenc e”.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin