NEMA AQÛB
1 Ez Aqûb, xulamê Xwedê û Xudan Îsa Mesîh, 12 berekên ku hemû dera bela bûne, silav dikim!
2 Birên minî delal, gava hûn rastî gelek cêribandina tên, vê yekê ça şabûneke mezin hesab kin, 3 çimkî hûn zanin ku çaxê baweriya we vî cûreyî tê cêribandinê, hûn hîn dibin teyax kin. 4 Û hergê hûn berdewam kin teyax kin, hûnê xwe bi temamî hîn kin ku her alîda gihîştî bin, û wê tu kêmasiyên we tune bin.
5 Hergê bîlaniya yekî ji we kêm e, bira berdewam ke ji Xwedê bixwaze, û wîra wê bê dayînê. Çimkî Xwedê bi merdanî dide her kesî, û eciz nabe ji kesên ku ji wî dixwazin. 6 Lê bira ev kes bi bawerî bixwaze û qe dudilî nebe. Çimkî kesê ku dudilî ye, mîna pêla berê ye, yê ku ba lê dixe û virda wêda dibe-tîne. 7 Bira kesê usa nefikire, ku ewê ji Yehowa tiştekî bistîne; 8 ew merivekî dudilî ye, û hemû kirên xweda diqilqile.
9 Birê belengaz bira şa be, çimkî Xwedê wî bilind dike. 10 Û birê dewletî bira şa be, wekî Xwedê lê hîn kiriye ku milûk be. Çimkî yê dewletî wê mîna kulîrkeke deştê hişk be here. 11 Gava ro hiltê û bi germa xwe şînkayê hişk dike, kulîrk diçilmise û bedewiya şînkayê namîne. Bi vî cûreyî, yê dewletî jî ku pey hebûkê dikeve, wê betavebe.
12 Çiqas bextewar e merivê ku cêribandinada teyax dike, çimkî gava Xwedê ji wî razî be, ewê xelata jîyînê* bistîne. Yehowa soz daye, wekî wê xelatê bide kesên ku wî hertim hez dikin. 13 Gava kesek tê cêribandinê, bira ew nebêje: “Xwedê min dicêribîne”. Çimkî Xwedê tu kesî pê tiştên xirab nacêribîne, û tu kes nikare Xwedê pê tiştên xirab bicêribîne. 14 Lê her kes tê cêribandinê bi vê yekê, ku xwestina wî lê dikişîne û dixapîne. 15 Gava ew xwestin gelek qewî dibe, meriv gune dike, û gune jî berbi mirinê dibe.
16 Birên mine delal, neyêne xapandinê. 17 Her dayîna qenc û her pêşkêşa kamil ji ezmên tê. Ev tişt ji jor, ji Bavê me tên, yê ku tev, hîv û steyrk efirandine, û yê ku nayê guhastinê mîna siya ku tê guhastinê. 18 Ewî li gora xwestina xwe bi saya xebera rastiyê jîyîn daye me, wekî em ji nav kesên ku ewî efirandine bibine kesên pêşin, kîjan ku ewî bijartine.
19 Birên minî delal, vê yekê bîr nekin: Bira her kes hazir be guh bide. Pêşiya ku ew xeber de, bira rind bifikire û zû hêrs nekeve. 20 Çimkî merivê ku hêrs dikeve, li gora rastiya Xwedê hereket nake. 21 Lema jî hemû mirdariyê û her xirabiyê ji dilê xwe derxin. Bi milûktî îzinê bidine Xwedê, ku ew xeberên xwe, yên ku dikarin we xilaz kin, dilê weda biçîne.
22 Ne tenê guh bidine xebera Xwedê, lê usa jî li gora wê hereket bikin. Xwe pê fikirên şaş nexapînin û nefikirin, wekî bes e ku hûn tenê guh bidine xebera Xwedê. 23 Hergê kesek guh dide xebera Xwedê, lê nayne sêrî, ew mîna wî merivî ye, yê ku neynikêda li rûyê xwe dinihêre, 24 û gava xwe dinihêre, diçe û derbêra bîr dike ku ew yekî çawa ye. 25 Kesê ku li qanûna Xwedê,* ya ku azayê tîne, rind dinihêre û tîne sêrî, ew ne yekî usa ye ku guh dide û bîr dike, lê ew yekî usa ye ku li gora qanûna Xwedê hereket dike, û ewê bextewar be, çimkî ew usa dike.
26 Hergê kesek difikire ku ew rast Xwedê dihebîne, lê zimanê xwe nikare, ew dilê xwe dixapîne, û hebandina wî pûç e. 27 Hebandina paqij* û bêleke ber çevê Bavê me Xwedê, ew e: bona êtîm û jinebiyên ku telî-tengiyada nin, xem bikin, usa jî xwe ji riyên xirabe vê dinyayê dûr bigirin.
2 Birano, qe ew rast e ku hûn Xudanê me Îsa Mesîh bawer dikin, him jî firqiyê dikine nava meriva? 2 Hergê du meriv têne civata we, yek bi gustîlkên zêr û bi kincên biha, lê yê din belengaz û bi kincên qirêj, 3 gelo hûnê qedirê yê bi kincên biha bigirin û bêjinê: “Kerem ke, li vî ciyê baş rûnê!”, lê yê belengazra bêjin: “Tu bisekine!”, yan “Ber nigên min rûnê”? 4 Hergê hûn usa bikin, ne dertê hûn firqiyê dikine nav meriva? Ne hûn dibine hakimên ku safîkirinên xirab dikin?
5 Bibihên birên minî delal: Ne Xwedê kesên ku ber çevê dinyayê belengaz in, bijartiye, wekî ewana baweriyêda dewlemend bin? Erê, ewî ewana bijartin, ku bibine warên Padşatiya wî, çi ku ewî soz daye wan meriva, yên ku wî hez dikin. 6 Lê hûn kesên belengaz bêhurmet dikin. Ne yên dewlemend zorê li we dikin û we dibine ber dîwana? 7 Xwedê navekî rûmet daye we. Îja yên ku kifiriya wî navî dikin, ne ewana ne? 8 Nivîsarên Pîrozda tê gotinê: “Meriva hez bike çawa tu xwe hez dikî”. Hergê hûn li gora vê qanûna padşatiyê dikin, hûn qenc dikin. 9 Lê hergê hûn firqiyê dikine nava meriva, hingê hûn gune dikin, û li gora qanûnê dibine mîna kesên ku qanûnê diteribînin.
10 Çimkî hergê kesek temamiya Qanûnê xwey dike, lê temîkê nayne sêrî, ew temamiya Qanûnê diteribîne. 11 Xwedê dibêje: “Qaviyê neke”, ew usa jî dibêje: “Nekuje”. Hergê tu qaviyê nekî, lê bikujî, tu qanûnê diteribînî. 12 Her gav xeberdan û rabûn-rûniştina xweda mîna wan meriva bin, yên ku wê bêne dîwankirinê bi qanûna ku azayê dide. 13 Çimkî kî ku remtiyê nade kifşê, wê bêremtî bê dîwankirinê. Remtî himberî dîwanê ser dikeve.
14 Birano, hergê kesek dibêje ku ew Xwedê bawer dike, lê pê kirên xwe nade kifşê, kara vê yekê çi ye? Qe baweriya usa dikare wî xilaz ke? 15 Hergê xûşk yan bira bê kinc* bin, yan hewcê nanê rojê bin, 16 lê yek ji we wanra bêje: “Bi xêr û silamet herin, xwe germ kin û xwe têr kin”, lê tiştên ku ewana hewce ne nede wan, kara vê yekê çi ye? 17 Bawerî jî usa ye, hergê kirên wê tune bin, ew mirî ye.
18 Lê dîsa jî kesek wê bêje: “Cem te bawerî heye, lê cem min, kirên min hene. De tu baweriya xwe bê kira nîşanî min bike, lê ezê baweriya xwe pê kira nîşanî te bikim”. 19 Tu bawer dikî ku Xwedê yek e, usa nîne? Gelek baş e. Cin jî vê yekê bawer dikin û ji tirsa dilerizin. 20 Hey bêhişo! Tu nizanî ku bawerî bê kira bêkêr e? 21 Ne bavê me Birahîm pê kirên xwe yekî rast hate hesabê, gava kurê xwe Îshaq danî ser qurbangehê wekî bike qurban? 22 Tu divînî ku baweriya wî pê kirên wî eşkere bû, û pê kirên wî baweriya wî kamil bû. 23 Bi vî cûreyî, ev gotinên Nivîsarên Pîroz hatine sêrî: “Birahîm baweriya xwe Yehowa anî, û yekî rast hate hesabê”, û jêra dostê Yehowa hate gotinê.
24 Hûn divînin ku meriv pê kirên xwe yekî rast tê hesabê, ne ku tenê pê baweriya xwe. 25 Ne hema wî cûreyî Rexaba qav jî pê kirên xwe yeke rast hate hesabê, gava cesûs mala xweda qebûl kirin û paşê rêke dinra şandin? 26 Erê, çawa beden bê ruh mirî ye, usa jî bawerî bê kira mirî ye.
3 Birano, gelek ji we bira nebine dersdar, çimkî hûn zanin wê dîwana me dersdara hê giran be. 2 Em gişk jî gelek cara şaşiya dikin. Hergê kesek bi zimanê xwe şaşiya nake, ew merivekî bêqisûr e û dikare temamiya bedena xwe jî zeft ke. 3 Gava em gemê davêjine devê hespê, wekî ew tesmîlî me be, em serwêrtiyê temamiya bedena hespê dikin. 4 Hela derheqa gemiya jî bifikirin: Gemî çiqas mezin in û bi bayên qayîm têne kişandinê jî, yeke gemîvan pê bêrikên biçûk gemiyê dibe wêderê, kîderê dixwaze.
5 Usa jî ziman, rast e ew endemekî bedenêye biçûk e, lê bi gotinên mezin payê xwe dide. Bifikirin ku agirekî çiqas biçûk jî dikare mêşekî mezin bişewitîne! 6 Ziman jî mîna agir e. Ew nav endemên bedena meda, kaniya xirabiyê ye, çimkî ew temamiya bedenê mirdar dike û temamiya jîyîna meriv dişewitîne, û agirê wê ji Gêhênayê ye.* 7 Hemû cûre heywanên çolê, teyrede, şûlikiyên erdê û heywanên berê dikarin bêne zeftkirinê û aliyê merivada têne zeftkirinê. 8 Lê ziman, tu meriv nikare zeft ke. Tu kes zimanê xwe nikare, ev zirarê dide û bi jera mirinê tije ye. 9 Em bi zimanê xwe pesinê Bavê xwe Yehowa didin, û hema bi vî zimanî jî em nifira wan meriva dikin, yên ku “sûretê Xwedêda” hatine efirandinê. 10 Hema ji vî devî him dua, him jî nifir derdikeve.
Birano, gerekê usa nîbe. 11 Gelo qe ji kanîkê him ava şîrin, him jî ava tel derdikeve? 12 Birano, qe dara hêjîrê dikare zeytûna bide, yan jî kola tiriyê hêjîra bide? Yan jî, qe ji kaniya ava şor, ava şîrin dikare derkeve?
13 Nav weda kî bîlan û femkar e? Bira ew bi rabûn-rûniştina xweye baş bide kifşê, ku ew her tiştî bi milûktî* dike, çi ku ji bîlaniyê tê. 14 Lê hergê dilê weda hevsûdî û hevrikî heye,* îda pê bîlaniya xwe payê xwe nedin û derewa nekin.* 15 Bîlaniya usa ne ku ji Xwedê tê, lê ji dinyayê, ji kesên ku li gora bedena xwe hereket dikin, û ji cina tê. 16 Kîderê hevsûdî û hevrikî hebe, wêderê bêterbetî û hemû cûre xirabî heye.
17 Lê bîlaniya ji Xwedê berê pêşin paqij e, paşê edilayîhez e, berbihêr e, bona guhdarîkirinê hazir e, bi dilremiyê û kirên qenc* tije ye, firqiyê nake û durû nîne. 18 Xêncî vê yekê, çaxê toximê rastiyê tê çandinê wêderê kîderê edilayî heye, ew wanra ber tîne, yên ku edilayê çêdikin.
4 Gelo şer-dewên nav weda ji ku tên? Ne ewana ji xwestinên bedenê tên, yên ku dilê weda şer dikin? 2 Hûn dixwazin, lê nastînin. Hûn dikujin û çevnebariyê dikin, lê nikarin bistînin. Hûn dikevine hucetê, şer dikin, û tiştekî nastînin, çimkî hûn ji Xwedê naxwazin. 3 Lê gava hûn dixwazin, nastînin, çimkî hûn bi nêteke xirab dixwazin, wekî bikaribin xwestinên xweye bedenî têr kin.
4 Hey kesên neamin,* çira hûn nizanin ku hevaltiya tevî dinyayê tê hesabê dijminatiya tevî Xwedê? Lema jî kî dixwaze bibe hevalê dinyayê, ew xwe dike dijminê Xwedê. 5 Yan hûn difikirin ku Nivîsarên Pîrozda badîhewa usa tê gotinê: “Dilê me, me berbi hevsûdiyê dikişîne, lema jî em hertim cûre-cûre tişta dixwazin”? 6 Lê kerema mezin ku Xwedê dide me, ji vê hevsûdiyê mezintir e. Lema Nivîsarên Pîrozda tê gotinê: “Xwedê miqabilî kubar-babaxa ye, lê kerema xweye mezin dide milûka”.
7 Lema jî gura Xwedêda bin, miqabilî Mîrê-cina bisekinin, û ewê ji we bireve. 8 Nêzîkî Xwedê bin, û ewê jî nêzîkî we be. Gunekarno, xwe ji kirên xweye xirab paqij kin. Dudilîno, dilên xwe paqij kin. 9 Bigirîn û şînê bikin. Bira kenê we bibe şîn, û bira şaya we bibe derd. 10 Xwe ber çevê Yehowa milûk kin, û ewê we bilind ke.
11 Birano, bes e miqabilî hev xeber din. Kesê ku miqabilî birê xwe xeber dide, yan jî wî sûcdar dike, ew miqabilî qanûnê xeber dide û qanûnê sûcdar dike. Hergê tu qanûnê sûcdar dikî, tu qanûnê naynî sêrî, lê tu xwe dikî hakim. 12 Tenê Xwedê Qanûndar û Hakim e, û tenê ew dikare xilaz ke, yan jî qir ke. Lê tu kî yî ku meriva sûcdar dikî?
13 Hinek ji we usa dibêjin: “Îro yan sibê emê herin filan yan bêvan bajarî, salekê wêderê bimînin, şixulekî bikin û pera qazanc kin”. 14 Lê hûn nizanin sibê çi wê bê serê we. Çimkî jîyîna we mîna hulmekê ye, ya ku demeke kin xuya dibe û paşê unda dibe. 15 Dewsê, hûn gerekê ha bêjin: “Hergê Yehowa bixwaze, emê bijîn û filan yan bêvan tiştî bikin”. 16 Lê hûn qure-qure payê xwe didin. Hemû payîdayînên usa gelek xirab in. 17 Lema jî hergê kesek zane çi rast e û nake, ew gune dike.
5 Hey hûn, dewlemendno, bona belayên ku wê bêne serê we, bigirîn û bikine zare-zar. 2 Hebûka we riziya ye, û bizûzê kincên we xwariye. 3 Zêr û zîvên we jeng girtine. Ev jeng wê bibe îzbatiya şaşiyên we û wê bedena we bixwe. Tiştên ku we xwera top kirine, wê rojên paşinda bibine mîna agir. 4 Palên ku zeviyên weda şixulê dirûnê kirine, dikine zarîn, çimkî we heqê wana nedayê. Hewara wan gihîştiye guhê Yehowa, Xwedayê ordiya. 5 We dewlemendtiyêda û li gora xwestinên dilê xwe dijît. We dilên xwe bona roja serjêkirinê kozî kiriye. 6 We dîwana merivê rast kir û ew kuşt. Lema ew miqabilî we derdikeve.
7 Awa birano, heta hatina Xudan sebir kin. Hela bifikirin: Cotkar bi sebir hîviya berê zeviyêye qîmet disekine, û hîviyê ye heta barana biharê û ya payîzê bibare. 8 Hûn jî sebir kin. Dilên xwe qewî kin, çimkî hatina Xudan nêzîk e.
9 Birano, gazina hev nekin,* wekî dîwana we neyê kirinê. Va ye, Hakim ber derî sekiniye. 10 Birano, aliyê telî-tengasiyada û sebirêda çev bidine wan pêxembera, yên ku bi navê Yehowa xeber dane. 11 Em derheqa kesên ku sebir kirine, dibêjin: “Ewana merivne bextewar in”.* We bihîstiye ku Îbo çawa teyax kir û Yehowa çawa xilaziyêda ew kerem kir. Bi vê yekê we dît ku Yehowa rem e û bi hezkirinê tije ye.*
12 Birano, ya ferz ev e ku hûn îda sond nexwin, ne bi ezmên, ne bi erdê, ne jî bi tiştekî din. Lê bira xebera we “Erê”, erê be, û “Na”, na be, seva ku Xwedê dîwana we neke.
13 Hergê kesek nav weda telî-tengasiyada ne, bira berdewam ke dua bike. Hergê kesek şa ye, bira zebûra bistirê ku pesinê Xwedê bide. 14 Hergê kesek nav weda nexweş e,* bira gazî rûspiyên civatê bike, û bira rûspî bona wî dua bikin û bi navê Yehowa wî rûn kin.* 15 Duayê bi baweriyê wê kesê nexweş* qenc ke, û Yehowa wê wî rake ser niga. Û hergê ewî gune kiribe jî, Xwedê wê bibaxşîne wî.
16 Lema ber hev gunên xwe bidine rûyê xwe û bona hev dua bikin, wekî hûn qenc bin. Qewata duayê kesê rast gelek mezin e. 17 Êlyas merivekî mîna me bû.* Lê gava ewî ji dil dua kir ku baran nebare, baran sê sal û şeş meha nebarî. 18 Paşê ewî dîsa dua kir, baran barî û erdê ber da.
19 Birano, hergê ji we kesek ji riya rast dûr ketiye û kesekî din wî vegerîne ser riya rast, 20 vê yekê bizanibin: Kesê ku alî gunekarekî dike, wekî ew ji riya xweye şaş vegere, ewê wî ji mirinê xilaz ke û wê gelek gunên yê gunekar bêne baxşandinê.
Raste-rast “tacê jîyînê”.
Raste-rast “qanûna kamil”. Vira besa xebera Xwedê tê kirinê.
Yan “dînê paqij”.
Raste-rast “tezî”.
Ciyê avîtina û şewitandina gemarê ji Orşelîmê der.
Yan “bi nermî”.
Yan dibeke “xwehezî heye”.
Raste-rast “miqabilî rastiyê derewa nekin”.
Raste-rast “berên qenc”.
Raste-rast “zinêkarno”.
Yan “nekine kute-kut”.
Yan “Wana kerem standine”.
Yan “gelek dilşewat e”.
Tê hesabê ku ew ruhanîda nexweş e.
Tê hesabê ku ewana wê Xebera Xwedê bidine xebatê.
Yan diqewime “kesê westiyayî”.
Yan “hestên wî mîna hestên me bûn”.