KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • nwt 60 1:1-5:14
  • 1 Petrûs

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 1 Petrûs
  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
1 Petrûs

NEMA PÊŞIN YA PETRÛS

1 Ez Petrûs, şandiyê Îsa Mesîh, vê nemê dinivîsim bineliyên wedelûra, yên ku belabûyî ne li herêmên Pontosê, Galatyayê, Kepedokyayê, Asyayê û Bîtênyayê. 2 Xwedê, Bavê me, hûn li gora qirara xwe pêşda bijartin, û pê ruh hûn pîroz kirin, wekî hûn guhdariya wî bikin û bi saya xûna Îsa Mesîh bêne paqijkirinê.

De bira kerema mezin û edilayî li we hê zêde be.

3 Bira Xwedêra, Bavê Xudanê me Mesîhra pesin bê dayînê! Çimkî em bi rema wîye mezin tezeda hatine bûyînê, wekî bi saya rabûna Îsa Mesîh ji mirinê, em bibine xweyê gumaneke sax. 4 Xwedê milkekî ku narize yan naherime û naçilmise daye me. Ewî ev milk bona we li ezmana xwey kiriye. 5 Erê, bona we, kîjana Xwedê bi qewata xwe diparêze, çimkî baweriya we heye. Ewê we bona xilazbûna ku wedê axiriyêda eşkere be, biparêze. 6 Rast e hûn bona vê yekê gelek şa ne, lê dibeke hûn wedekî kin ji bo cûre-cûre cêribandina biçerçirin. 7 Ev seva vê yekê lazim e, wekî baweriya weye cêribandî, wera pesin, rûmet û hurmetê bîne, gava Îsa Mesîh eyan be. Baweriya usa ji zêrê ku agirda tê temizkirinê,* lê paşê xirab dibe, qîmettir e. 8 Rast e we tu car Mesîh nedîtiye, lê dîsa jî hûn wî hez dikin. Rast e hûn niha jî wî navînin, lê dîsa jî hûn baweriya xwe wî tînin, û hûnê bi şabûneke mezin, ya ku pê zar-ziman nayê gotinê, 9 xelata baweriya xwe bistînin, dêmek xilazbûnê.

10 Pêxemberên ku derheqa kerema Xwedêye mezin, kîjan ku bona we ye, pêxembertî dikirin, bi xîret û hûr bi hûr derheqa vê xilazbûnê lêkolîn dikirin. 11 Xwedê berêda bi ruhê pîroz wan pêxemberara gotibû, wekî Mesîh wê cefê bikişîne û paşê bê rûmetkirinê. Bona vê yekê wana xîret dikir têderxin, hela çi wê bê serê Mesîh, û ev tişt wê kengê biqewimin. 12 Xwedê pêxemberara eşkere kir, wekî wana ne ku xwera, lê wera xizmet dikir. Çi ku wana nivîsî, we ji wana bihîst, yên ku ev mizgînî bi ruhê pîroz ku ji ezmana hate şandinê, wera elam kirin. Melek jî gelek dixwazin hema van tişta bizanibin.

13 Hişê xwe bona şixul hazir kin û timê her tiştîda ser hişê xwe bin. Gumana xwe bidine ser kerema Xwedêye mezin, ya ku wedê eyanbûna Îsa Mesîh wê wera bê dayînê. 14 Niha hûn zarên Xwedê ne, yên ku gura wî dikin. Lema jî îda li gora xwestinên xweyî nerast, yên ku we berê ji bo nezaniyê dikir, hereket nekin. 15 Hûn jî hemû rabûn-rûniştina xweda pîroz bin, mîna wî yê ku gazî we kiriye. 16 Çimkî usa nivîsar e: “Pîroz bin, çimkî ez pîroz im”.

17 Hergê hûn Bavra dua dikin, yê ku bê firqî dîwana her kesî dike anegorî kirên wan, de çawa bineliyên vê dinyayê yên wedelû, bi rabûn-rûniştina xwe bidine kifşê ku hûn Xwedê ditirsin. 18 Çimkî hûn zanin ku hûn ji emirê xweyî pûç, ya ku we ji kal-bavên xwe standiye,* aza bûne,* ne ku bi tiştên ku dirizin, yan jî bi zêr û zîv, 19 lê bi xûna Mesîhe qîmet, kîjan ku mîna xûna berxeke bêsûc û bêleke ye. 20 Rast e Xwedê hê pêşiya efirandina dinyayê Mesîh bijartibû, lê ew xilaziya zemanada bona kara we xuya bû. 21 Bi saya Mesîh hûn Xwedê bawer dikin. Xwedê ew ji mirinê rakir û rûmet da wî, wekî bawerî û gumana we hindava Xwedêda hebe.

22 Ji bo vê yekê ku hûn gura hînkirina rast dikin û we xwe paqij kiriye, we çawa bira bê durûtî hev hez kiriye, û lema niha bi dil qayîm hevdu hez bikin. 23 Hûn tezeda hatine bûyînê ne ku ji toximê ku dirize, lê ji toximê ku narize, pê xebera Xwedayê sax û heta-hetayê. 24 Çawa nivîsar e: “Hemû meriv mîna gîhê ne, û temamiya rûmeta wan mîna kulîrka deştê ye. Gîha hişk dibe û kulîrk diçilmise, 25 lê xebera Yehowa heta-hetayê dimîne”. Û ev “xeber” mizgînî ye, kîjan ku wera hatiye dayînê.

2 De xwe ji hemû xirabiyê, derewiyê, durûtiyê, çevnebariyê û her cûre buxdana dûr bigirin. 2 Çawa ku zarên tezebûyî heyra şîrê dayîka xwe ne, hûn jî xwestina xwe hindava şîrê temize xebera Xwedê zêde kin, seva ku bibine merivne gihîştî û xilaz bin. 3 Çimkî we tem kiriye* ku Xudan qenc e.

4 Meriva kevirê sax înkar kirin, lê Xwedê ew bijart û wî qîmet hesab dike. Gava hûn nêzîkî wî dibin, 5 hûn jî mîna kevirên sax bona maleke ruhanî têne avakirinê. Usa hûn dibine kahînên pîroz, wekî bi Îsa Mesîh qurbanên ruhanî pêşkêş kin, yên ku li Xwedê xweş tên. 6 Çimkî Nivîsarên Pîrozda tê gotinê: “Va ye, ez li Siyonê kevirê bijartî, dêmek kevirê hîm yê qîmet û sereke,* datînim. Û kesê ku baweriya xwe wî tîne, wê tu car dilteng nebe”.*

7 Hûn wî bawer dikin, lema jî ev kevir bona we qîmet e. Lê bona kesên ku wî bawer nakin, ev kevir qîmet nîne. Nivîsarên Pîrozda usa tê gotinê: “Kevirê ku avakara înkar kir, bûye kevirê sereke” 8 û “kevirê ku wê bibe sebebê ketina meriva û zinarê ku wana eciz bike”. Ewana dikevin, çimkî gura xebera Xwedê nakin. Axiriya usa hîviya wan e. 9 Lê hûn “cimeteke bijartî, kahînên ku ça padşa xizmet dikin, miletekî pîroz û milkê wîyî mexsûs in, seva ku hemû dera derheqa hunurên Xwedêye baş gilî kin”, yê ku hûn ji teriyê gazî ronaya xweye hujmekar kirine. 10 Berê hûn cimeta Xwedê nîbûn, lê niha hûn cimeta wî ne. Berê hûn bê rema Xwedê bûn, lê niha we rem dîtiye.

11 Birên delal, hûn vê dinyayêda mîna kesên xerîb û mêvan in. Ez ji we reca dikim ku hûn xwe dûr bigirin ji xwestinên bedenî, yên ku miqabilî we şer dikin. 12 Bira rabûn-rûniştina we nav miletada qenc be. Hergê jî ewana miqabilî we xeber din û bêjin ku hûn tiştên xirab dikin, wê kirên weyî qenc bivînin û Xwedê rûmet kin gava ew bê ku bicêribîne.

13 Bona xatirê Xudan, gura yên xweyîhukum bikin. Firqî tune ew padşa be, yê ku ser hemûyara ye, 14 yan welî be, yê ku aliyê padşada hatiye kifşkirinê, wekî wan meriva ceza ke, yên ku xirabiyê dikin, û payê wan bide, yên ku qenciyê dikin. 15 Çimkî Xwedê dixwaze ku hûn bi kirên qenc devê wan bigirin, yên ku bi nezanî xeber didin û serwaxt nînin. 16 Mîna merivên aza bijîn, lê azaya xwe bona xirabiyê nedine xebatê, lê çawa xulamên Xwedê bijîn. 17 Qedirê hemû meriva bigirin, hemû xûşk-bira* hez bikin, Xwedê bitirsin, hurmetê bidine padşa.

18 Bira xulam qedirê axayên xwe bigirin û gura wan bikin. Bira ewana him gura axayên heyf û serwaxt bikin, him jî gura wan axada bin, kîjana çetin e razî kin. 19 Çimkî kesê ku dixwaze îsafa wî ber Xwedê temiz be û bona vê yekê ber çetinaya teyax dike û bi neheqî cefa dikişîne, Xwedê ji wî razî ye. 20 Hergê hûn bona gunekirinê têne lêdanê û teyax dikin, îja kara vê yekê çi ye? Lê hergê hûn cefa dikişînin û teyax dikin ji bo wê yekê ku qenciyê dikin, Xwedê ji we razî ye.

21 Erê, bona vê yekê Xwedê hûn bijartin, çimkî Mesîh jî bona we cefa dikişand û wera mesele hîşt, seva ku hûn her tiştîda pêgeha wîda herin. 22 Ewî qe gune nekir, û tu xebereke derew ji devê wî derneket. 23 Gava meriva ew bêhurmet dikirin, ewî ewana bêhurmet nedikirin. Gava ewî cefa dikişand, gef li kesekî nedixwar, lê ewî xwe disparte wî, yê ku bi heqî dîwanê dike. 24 Gava Mesîh ser stûnê* hate mixkirinê, ewî bi bedena xwe gunên me hilgirt, seva ku em ji guna xilaz bin û bona rastiyê bijîn. Û “hûn pê birînên wî hatine qenckirinê”. 25 Çimkî hûn mîna pezên undabûyî bûn, lê niha hûn vegeriyane bal şivan û nobedarê jîyîna xwe.

3 Anegorî vê yekê hûn jî, kulfetno gura mêrê xweda bin. Hingê kesên ku gura xebera Xwedê nakin jî, dibeke ne pê gotinê, lê pê rabûn-rûniştina we bibine bawermend, 2 çimkî ewana rabûn-rûniştina weye qenc û qedirgirtina we divînin. 3 Bira xemla we ne bi tiştên berbiçev be, dêmek ne bi gulîvegirtinê be, ne bi zêra, ne jî bi kincên biha be, 4 lê bira xemla we vê yekêda be, çi ku dilê weda ne. Bona vê yekê, xwe bi ruhekî milûk û şkestî* bixemilînin. Xemla usa narize, çimkî ew ber çevê Xwedê gelek qîmet e. 5 Wedê berêda jî jinên pîroz, yên ku baweriya xwe Xwedê dianîn, xwe usa dixemilandin. Ewana gura mêrên xweda bûn. 6 Mesele, Serayê gura Birahîm dikir û wîra digot “Axayê min”. Hûn jî hergê berdewam kin qenciyê bikin û netirsin, hûn zarên wê ne.

7 Usa jî hûn, mêrno li gora zanebûna ku we standiye, berdewam kin tevî jinên xwe bijîn. Qedirê wan bigirin, çimkî ewana sist in mîna firaqeke nazik, û tevî we xweyîwarên pêşkêşa jîyînê ne. Hergê hûn usa nekin, Xwedê wê duayên we qebûl neke.

8 Xûşk-birano, hûn gişk ser fikirekê bin, dilşewat bin, hevdu hez bikin, dilrem bin û milûk bin. 9 Gava meriv xirabiyê li we dikin, hûn xirabiyê li wan nekin. Gava meriv we bêhurmet dikin, hûn wana bêhurmet nekin. Lê dewsê, qenciyê bikin, çimkî Xwedê bona vê yekê gazî we kiriye, û ewê we kerem ke.

10 Çimkî nivîsar e: “Yê ku jîyînê hez dike û dixwaze rojên xweş bivîne, gerekê haj xwe hebe ku zimanê wî tiştekî xirab nebêje û xebereke derew ji devê wî dernekeve. 11 Bira ew xwe ji xirabiyê dûr bigire û qenciyê bike. Bira ew edilayê bigere û pey wê keve. 12 Çimkî çevên Yehowa ser kesên rast in, û guhên wî dua-dirozgên wan dibihên. Lê kesên ku xirabiyê dikin, Yehowa wana nefret dike”.

13 Hergê hûn bi xîret qenciyê bikin, kî wê zirarê bide we? 14 Lê hergê hûn seva rastiyê cefê bikişînin jî, hûn bextewar in. Ji tiştên ku ewana ditirsin,* hûn netirsin û ber xwe nekevin. 15 Lê dilê xweda Mesîh mîna Xudan pîroz kin. Hertim hazir bin, wekî ber kesên ku pirsa didine we, gumana xwe biparêzin. Lê vê yekê bi nermî û bi qedirekî mezin bikin.

16 Îsafa xwe temiz xwey kin, ku hergê kesek miqabilî we tiştekî xirab bêje, ewê şermî be ji bo rabûn-rûniştina weye qenc ça şagirtên Mesîh. 17 Diha baş e ku hûn ne ku ji bo kirên xirab, lê ji bo kirên qenc cefê bikişînin, hergê qirara Xwedê be. 18 Çimkî kesê rast, dêmek Mesîh, bona kesên nerast carekê bona heta-hetayê mir, wekî wana ji guna aza ke. Ewî usa kir ku hûn tevî Xwedê li hev bên. Ew ça meriv hate kuştinê, lê ça ruh ji mirinê hate rakirinê. 19 Û paşê çû, ku elametiya dîwanê bide wan ruhên* kelêda, 20 yên ku rojên Nuhda neguhdar bûn. Wan rojada, gava gemiya Nuh dihate avakirinê, Xwedê bi sebir hîviyê bû, û wê gemiyêda tenê çend kes, dêmek heyşt kes ji avê xilaz bûn.

21 Tiştên ku wan rojada qewimîn, em dikarin beramberî nixumandinê* bikin, ya ku niha me bi saya rabûna Îsa Mesîh ji mirinê, xilaz dike. (Nixumandin qirêja bedenê paqij nake, lê ew hîvîkirin e ber Xwedê bona îsafa temiz.) 22 Gava Mesîh hilkişiya ezmana, ew aliyê Xwedêyî rastê rûnişt. Û Xwedê melek, hukumetî û qewat da destê wî.

4 Mesîh ça meriv cefa kişand, bira hiş-aqilê we jî mîna yê Mesîh be. Çimkî kesê ku cefê dikişîne, dide kifşê ku ewî terka guna daye, 2 wekî wedê mayî ku ew ser erdê bijî, ne ku bona xwestinên bedenî bijî, lê seva ku qirara Xwedê bîne sêrî. 3 Îda bes e ku berê we çiqas mîna merivên vê dinyayê dikir. Mesele, rabûn-rûniştina we robetî* bû, hûn diketine pey temxwestinên xirab, we bi zêdeyî vedixwar, bêsînor û bêedeb kêf dikir, serxweş dibûn û miqabilî qanûnê diketine nava pûtparistiyê. 4 Merivên vê dinyayê fem nakin, ku çira hûn îda tevî wan riya bênamûsîda naçin, lema jî ewana we bêhurmet dikin. 5 Lê ewana wê li ber Mesîh caba xwe bidin, yê ku wê dîwana kesên sax û mirî bike. 6 Lema mizgînî miriyara jî hate dayînê, seva ku ewana ber çevê Xwedê aliyê ruhanîda sax bin, çiqas jî meriv bi dîtina çeva dîwana wan dikin.

7 Lê xilaziya her tiştî nêzîk bûye. Lema jî serwaxt bin û hertim hazir bin dua bikin. 8 Berî her tiştî hevdu gelek hez bikin, çimkî yê ku hez dike, hertim hazir e bibaxşîne kesên din.* 9 Hindava hevda mêvanhez bin û vê yekê hesab nekin ça barê giran.* 10 Her yek ji we çiqas pêşkêş ji Xwedê standiye, bidine xebatê ku hevdura xizmet kin, çawa berdestiyên ku alî kesên din dikin, wekî ewana ji kerema Xwedêye mezin, ya ku bi gelek cûra eşkere dibe, karê bistînin. 11 Hergê kesek xeber dide, bira ew usa xeber de ku zelal bê kifşê, wekî ew giliyên Xwedê elam dike. Hergê kesek xizmet dike, bira ew xwe bispêre qewata ku Xwedê dide, wekî Xwedê bi saya Îsa Mesîh her tiştîda bê rûmetkirinê. Ew heta-hetayê hêjayî rûmet û qewatê ye. Amîn.

12 Birên delal, gava hûn tengasiyên giran* dikişînin, ecêbmayî nemînin û nefikirin, ku tiştekî ecêb tê serê we. 13 Lê şa bin ku hûn hevalparên cefên Mesîh ne, seva ku çaxê rûmeta wî xuya be, hûn hingê jî bikaribin şa bin. 14 Hergê bona xatirê navê Mesîh we bêhurmet dikin, hûn bextewar in, çimkî ev yek nîşan dike, ku ruhê rûmetê, dêmek ruhê Xwedê ser we ye.

15 Lê ez naxwazim ku kesek ji we tengasiya bikişîne çawa mêrkuj, yan diz, yan yê ku xirabiyê dike, yan jî yê ku dikeve nav şixulên xelqê. 16 Hergê kesek ji bo vê yekê ku ew şagirtê Mesîh e cefê bikişîne, bira şerm neke, lê bira berdewam ke li gora vî navî bijî, û usa rûmetê bide Xwedê. 17 Çimkî niha ye wextê dîwanê ku Xwedê kifş kiriye, û evê ji mala Xwedê destpêbe. Lê hergê dîwan ji me destpêdibe, gelo çi wê bê serê wan kesa, yên ku gura mizgîniya Xwedê nakin? 18 “Û hergê merivê rast wê ancax xilaz be, îja çi wê bê serê yê gunekar û yê ku Xwedê natirse?” 19 Lema jî kesên ku cefê dikişînin ji bo wê yekê ku ewana qirara Xwedê tînin sêrî, bira xwe* tesmîlî Efirandarê amin bikin, û berdewam kin qenciyê bikin.

5 Ji bo vê yekê ku ez jî rûspî me, û min cefên Mesîh pê çevên xwe dîtine, û ez hevalparê wê rûmetê me, ya ku wê bê eşkerekirinê, ez ji rûspiyên nav weda hîvî dikim: 2 Çawa berpirsiyar şivantiya keriyê Xwedê bikin, yê ku ewî tesmîlî we kiriye. Lê ne ku bi mecbûrî, lê bi rezedilî çawa Xwedê dixwaze, ne ku bona kara xwe, lê bi dil û can. 3 Nebine axayên wan, yên ku para Xwedê ne, lê bona kerî bibine mesele. 4 Û gava serokê şivana xuya be, hûnê xelata rûmetê* bistînin, ya ku qe unda nabe.

5 Mîna vê yekê, hûn, birên cahil, gura wan bira bikin, yên ku ji we mezintir in.* Lê hûn hemû hindava hevda milûk bin,* çimkî Xwedê miqabilî kesên babax e, lê kerema xweye mezin dide merivên milûk.

6 Lema jî bi milûktî xwe bikine bin destê Xwedayê qewî, wekî ew wedê rastda we bilind ke. 7 Hemû xemên xwe bidine destê wî,* çimkî ew bona we xem dike. 8 Serwaxt bin û hişyar bin! Dijminê we Mîrê-cina mîna şêrekî ku mire-mira wî ye, digere hela kê hûfî xwe ke. 9 Lê hûn bi baweriya qewî miqabilî Mîrê-cina bisekinin, çimkî hûn zanin wekî hemû birên we nav temamiya dinyayêda cefên usa dikişînin. 10 Xwedayê ku xweyê kerema mezin e, gazî we kiriye, wekî hûn tevî Mesîh yektiyêda bin û heta-hetayê bêne rûmetkirinê. Xwedê wê xwexa pey hinek cefên wera, hînkirina we temam ke. Ewê we qewî ke, alî we bike ku hûn amin bimînin û we bişidîne. 11 Qewat heta-hetayê ya wî ye. Amîn.

12 Min ev nema biçûk bi alîkariya Sîlvanûs,* kîjanî ez hesab dikim birakî amin, wera nivîsî, seva ku ez dilê we qewî kim û wera bidime kifşê, ku Xwedê bi rastî kerema xweye mezin li we kiriye. Xwe qewî li vê yekê bigirin. 13 Ya* ku Babîlonêda ye û mîna we aliyê Xwedêda hatiye bijartinê, we silav dike, û kurê min Markos jî we silav dike. 14 Bi hezkirinê* hevdu silav kin.

Bira hemûyên ku tevî Mesîh yektiyêda nin, edilayêda bin.

Raste-rast “cêribandinê”.

Yan “bi edet standiye”.

Raste-rast “hatine kirînê”.

Yan “pê çevê xwe dîtiye”.

Raste-rast “kevirê enîşkêyî sereke”. Wedê avakirinê ev kevir qulçê jorinda dihate danînê, wekî her du dîwar hev bigirin. Lema jî ev kevir herî ferz bû.

Raste-rast “şermî nebe”.

Raste-rast “biratiyê”.

Yan “ser dar”.

Yan “nermî”.

Yan dibeke “ji gefên wan netirsin”.

Dêmek cinên kelêda.

Dêmek ewê ku meriya bi avê dinixumîne. Nixumandin edeteke rêlîgî ye, ku meriva pêda dikine bin avê û derdixin.

Yan “rabûn-rûniştina şermî”.

Raste-rast “hezkirin gelek guna dinixême”.

Raste-rast “bêyî kute-kut bikin”.

Yan “tengasiyên ku mîna agir in”.

Yan “caniya xwe”.

Raste-rast “tacê rûmetê”.

Yan “rûspiya”.

Yan “milûktiyê li xwe kin”.

Raste-rast “bavêjine ser wî”.

Jêra Sîlas jî tê gotinê.

Ev xeber Yûnanîda ku jinanî ye, diqewime tê hesabê civata li Babîlonê.

Raste-rast “bi ramûsana hezkirinê”.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin