KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • nwt 62 1:1-5:21
  • 1 Yûhenna

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 1 Yûhenna
  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
1 Yûhenna

NEMA PÊŞIN YA YÛHENNA

1 Em wera dinivîsin derheqa kesê ku destpêkêda hebû, yê ku me bihîst, me pê çevê xwe dît, me rind dîna xwe da wî û me xwexa destê xwe da wî, dêmek derheqa kesê ku xebera jîyînê tîne. 2 (Erê, jîyîna heta-hetayê mera hate eşkerekirinê, û me ev dît, em derheqa vê şedetiyê didin, û wera besa vê dikin. Ev jîyîna heta-hetayê ji Bavê me ye û mera hate eşkerekirinê.) 3 Em wera gilî dikin derheqa tiştên ku me dîtine û bihîstine, wekî hûn jî mîna me tevî Bavê me û Kurê wî Îsa Mesîh yektiyêda bin.* 4 Û em van tişta wera dinivîsin, wekî em gişk bi şabûnê tije bin.

5 Mizgîniya ku me ji Îsa bihîstiye û elamî we dikin, ev e: Xwedê ronayî ye û tu terî wîda tune. 6 Hergê em dibêjin: “Em tevî wî yektiyêda nin”, lê yeke em berdewam dikin teriyêda digerin, hingê em derewa dikin û li gora rastiyê najîn. 7 Lê hergê em ronayêda digerin, çawa ku Xwedê ronayêda ye, hingê em tevî hev yektiyêda nin. Û xûna Kurê wî Îsa, me ji hemû guna paqij dike.

8 Hergê em bêjin: “Gunê me tune”, em xwexa xwe dixapînin, û dilê meda rastî tune. 9 Xwedê amin û heq e, û hergê em gunên xwe bînin rûyê xwe, ewê gunên me bibaxşîne û me ji hemû neheqiya paqij ke. 10 Lê hergê em bêjin: “Me qe gune nekiriye”, em Xwedê derewîn derdixin, û xebera wî dilê meda tune.

2 Zarên mine delal, ez van tişta wera dinivîsim, wekî hûn gune nekin. Lê hergê kesek gune bike jî, alîkarekî meyî heq heye, dêmek Îsa Mesîh, yê ku bal Bavê me ye. 2 Û ew ne tenê bona gunên me, lê bona gunên temamiya dinyayê qurbana lihevhatinê ye. 3 Hergê em berdewam kin temiyên wî bînin sêrî, ev yek îzbat dike ku em wî nas dikin. 4 Kî ku dibêje: “Ez wî nas dikim”, lê temiyên wî nayne sêrî, ew derewîn e û rastî dilê wîda tune. 5 Lê kî ku xwe li xebera wî digire, îzbat dike ku ew bi rastî Xwedê hez dike. Hergê em jî usa bikin, emê bidine kifşê ku em tevî wî yektiyêda nin. 6 Kî ku dibêje: “Ez tevî wî yektiyêda dimînim”, gerekê usa bijî ça Îsa dijît.

7 Birên delal, ez wera ne ku temîke nû dinivîsim, lê vê temiya kevin, ya ku hê ji destpêkêva bal we heye. Ev temiya kevin ew xeber e, ya ku we bihîstiye. 8 Dîsa jî ev temiya ku ez wera dinivîsim, ça temiya nû ye, kîjan ku Îsa xwexa dianî sêrî û hûn jî tînin sêrî. Çimkî terî derbaz dibe û ronaya rast îda şewq dide.

9 Ewê ku dibêje: “Ez ronayêda me”, lê birê xwe nefret dike, ew hê teriyêda ye. 10 Ewê ku birê xwe hez dike ronayêda dimîne, û wîda tu sebebê likumandinê tune. 11 Lê yê ku birê xwe nefret dike, ew teriyêda ye. Ew teriyêda digere û nizane kuda diçe, çimkî teriyê çevên wî kor kirine.

12 Zarên mine delal, ez wera dinivîsim, çimkî bona xatirê navê wî* gunên we hatine baxşandinê. 13 Bavno, ez wera dinivîsim, çimkî we ew nas kiriye, yê ku hê ji destpêkêva heye. Xortno, ez wera dinivîsim, çimkî hûn miqabilî Mîrê-cina* serketine. Zarno, ez wera dinivîsim, çimkî we Bav nas kiriye. 14 Bavno, ez wera dinivîsim, çimkî we ew nas kiriye, yê ku hê ji destpêkêva heye. Xortno, ez wera dinivîsim, çimkî hûn qewî ne, xebera Xwedê dilê weda dimîne û hûn miqabilî Mîrê-cina serketine.

15 Dinyayê û tiştên ku dinyayêda hene hez nekin. Hergê kesek dinyayê hez dike, ew Bav hez nake. 16 Çimkî her tiştê ku dinyayêda heye, mesele xwestina bedenê, xwestina çeva, qurebûna pê hebûkê, ne ji Bav e, lê ji dinyayê ye. 17 Dinya û xwestina wê jî wê derbaz be, lê yê ku qirara Xwedê tîne sêrî, wê heta-hetayê bimîne.

18 Zarno, îda siheta xilaziyê ye. We bihîstiye ku neyarê Mesîh wê bê, û bi rastî gelek neyarên Mesîh îda derketine, ji bo çi jî em zanin ku niha siheta xilaziyê ye. 19 Ewana ji nav me derketin, lê mîna me nîbûn, çimkî hergê ewana mîna me bûna, wê bal me bimana. Lê ewana çûn, wekî eşkere be, ku ewana mîna me nînin. 20 Hûn aliyê Xwedayê pîrozda hatine bijartinê, û hûn hemû jî rastiyê zanin. 21 Ez wera dinivîsim ne bona vê yekê ku hûn rastiyê nizanin, lê bona vê yekê ku hûn rastiyê zanin, û tu derewî ji rastiyê nayê.

22 Kî ye derewîn? Ne hema ew e derewîn, yê ku înkar dike wekî Îsa Mesîh e? Ew neyarê Mesîh e, û ew Bav û Kur înkar dike. 23 Her kesê ku Kur înkar dike, Bav jî wî qebûl nake. Lê her kesê ku Kur qebûl dike, Bav jî wî qebûl dike. 24 Lê çi we dikeve, tiştên ku we destpêkêda bihîstine, bira dilê weda bimînin. Hergê tiştên ku we destpêkêda bihîstine dilê weda bimînin, hûnê him tevî Kur him jî tevî Bav yektiyêda bin. 25 Û ewî soz daye me, ku ewê jîyîna heta-hetayê bide me.

26 Ez van tişta wera dinivîsim, çimkî hine kes dixwazin we bixapînin. 27 Lê hûn ji aliyê Xwedêda bi saya ruhê pîroz hatine bijartinê û ruhê wî tevî we ye, lema jî nelazim e ku kesek we hîn ke. Lê Xwedê bi saya vî ruhî her tiştî we hîn dike, û ew rast e, derew nîne. Çawa ku ruh hûn hîn kirine, berdewam kin tevî wî yektiyêda bimînin. 28 Awa zarên mine delal, tevî wî yektiyêda bin, wekî gava ew xuya be, em bikaribin bi mêrxasî xeber din û wextê hatina wî şermî nemînin û xwe veneşêrin. 29 Hergê hûn zanin ku ew yekî rast e,* usa jî zanibin wekî her kesê ku rastiyê dike, ew zara Xwedê ye.

3 Hela binihêrin Bav çiqas me hez dike! Ser me zarên Xwedê tê gotinê, û bi rastî jî em zarên wî ne. Lema jî dinya me nas nake, çimkî dinyayê Xwedê nas nekiriye. 2 Birên delal, niha em zarên Xwedê ne, lê hê eşkere nîne ku emê çi cûreyî bin. Lê em vê yekê zanin: Gava ew xuya be, emê bibine mîna wî, çimkî ew çawa ye, emê wî usa bivînin. 3 Û her kesê ku gumana xwe daniye ser wî, xwe paqij dike, çimkî ew paqij e.

4 Her kesê ku gune dike, qanûnê jî diteribîne, çimkî gune teribandina qanûnê ye. 5 Hûn zanin ku Îsa hat, wekî gunên me bide hildanê, û nava wîda gune tune. 6 Her kesê ku tevî wî yektiyêda dimîne, gune nake. Lê yê ku gune dike, ewî ew ne dîtiye, ne jî nas kiriye. 7 Zarên mine delal, bira tu kes we nexapîne. Yê ku rastiyê dike, ew yekî rast e, çawa Îsa rast e. 8 Yê ku gune dike, ji Mîrê-cina ye, çimkî Mîrê-cina hê ji destpêkêva* gune dike. Lema jî Kurê Xwedê hat, wekî kirên Mîrê-cina xirab ke.

9 Kesê ku bûye zara Xwedê, gune nake, çimkî ruhê Xwedê dilê wîda ye.* Ev kes nikare gune bike, çimkî ew zara Xwedê ye. 10 Zarên Xwedê û zarên Mîrê-cina bi vê yekê têne naskirinê: Yê ku rastiyê nake, ji Xwedê nîne, û yê ku birê xwe hez nake, ew jî ji Xwedê nîne. 11 Çimkî we ji destpêkêva ev temî bihîstiye: Gerekê em hevdu hez bikin. 12 Were em mîna Qayîn nîbin, yê ku ji Mîrê-cina* bû û birê xwe kuşt. Lê çira ewî birê xwe kuşt? Çimkî kirên wî xirab bûn, lê kirên birê wî rast bûn.

13 Birano, ecêbmayî nemînin ku hûn ber çevê dinyayê reş in. 14 Em zanin ku em ji mirinê derbazî jîyînê bûne, çimkî em bira hez dikin. Yê ku hez nake bin destê mirinêda dimîne. 15 Her kesê ku birê xwe nefret dike, mêrkuj e, û hûn zanin ku tu mêrkuj wê jîyîna heta-hetayê nestîne. 16 Bi vî cûreyî me fem kiriye ku hezkirin çi ye, çimkî Îsa Mesîh emirê xwe bona me da. Û gerekê em jî hazir bin emirê xwe bona birên xwe bidin. 17 Hergê hebûka kesekî heye û ew divîne ku birê wî hewcê alîkariyê ye, lê dilê wî ser naşewite û alî wî nake, hingê ew ça dikare bêje ku ew Xwedê hez dike? 18 Zarên delal, gerekê em ne tenê pê giliyên xwe, lê usa jî pê kirên xwe û ji dil hez bikin.

19 Bi vê yekê emê bizanibin ku rastî bal me heye, û emê dilê xwe bidine bawerkirinê, wekî Xwedê me hez dike. 20 Hergê jî dilê me bona tiştekî me sûcdar dike, Xwedê ji dilê me mezintir e û ew her tiştî zane. 21 Birên delal, hergê dilê me, me sûcdar nake, em dikarin aza Xwedêra xeber din. 22 Û her tiştê ku em dixwazin, emê ji wî bistînin, çimkî em temiyên wî tînin sêrî û tiştên ku li wî xweş tên, em dikin. 23 Erê, temiya wî ev e: Em gerekê baweriya xwe navê Kurê wî, Îsa Mesîh bînin û hevdu hez bikin, çawa ewî temî daye me. 24 Xêncî vê yekê, kî ku temiya Xwedê tîne sêrî, tevî Xwedê yektiyêda dimîne, û Xwedê jî tevî wî yektiyêda ye. Û bi saya ruhê ku ewî daye me, em zanin ku ew tevî me yektiyêda dimîne.

4 Birên delal, baweriya xwe her hînkirinekê* neynin, yên ku usa têne kifşê, yançi ji bîna ber Xwedê ne. Lê têderxin hela ev hînkirin bi rastî ji Xwedê ye, yan na, çimkî gelek pêxemberên qelp derketine dinyayê.

2 Aha hûn ça dikarin fem kin hela filan hînkirin bi rastî ji Xwedê ye, yan na: Her hînkirina ku qebûl dike, wekî Îsa Mesîh ça meriv hate ser erdê, ji Xwedê ye. 3 Lê her hînkirina ku Îsa qebûl nake, ji Xwedê nîne. Ew hînkirin ji neyarê Mesîh ye, derheqa kîjanî we bihîstibû ku gerekê bihata, û niha ev hînkirin îda dinyayêda bela bûye.

4 Zarên delal, hûn ji Xwedê ne. We pêxemberên qelp alt kirine, çimkî Xwedê, yê ku tevî we yektiyêda ye, ji Mîrê-cina, yê ku tevî dinyayê yektiyêda ye, mezintir e. 5 Ev pêxemberên qelp ji vê dinyayê ne, lema gotinên wan li gora nihêrandina dinyayê ne, û bona vê yekê dinya guh dide wan. 6 Em ji Xwedê ne. Her kesê ku Xwedê nas dike, guh dide me, û her kesê ku ji Xwedê nîne, guh nade me. Bi vê yekê em dikarin fem kin, hela filan hînkirin rast e yan qelp e.

7 Birên delal, werên em berdewam kin hevdu hez bikin, çimkî hezkirin ji Xwedê ye, û her kesê ku hez dike, zara Xwedê ye û Xwedê nas dike. 8 Kesê ku hez nake, Xwedê nas nake, çimkî Xwedê hezkirin e. 9 Bi vî cûreyî Xwedê hezkirina xwe mera nîşan kir: Ewî Kurê xweyî tayê tenê şande dinyayê, wekî em bi saya wî jîyînê bistînin. 10 Hezkirin ev e, ne ku me Xwedê hez kir, lê ev e ku ewî em hez kirin û Kurê xwe çawa qurbana lihevhatinê bona gunên me şand.

11 Birên delal, hergê Xwedê aha em hez kirin, em jî gerekê hevdu hez bikin. 12 Tu kesî tu cara Xwedê nedîtiye. Hergê em berdewam kin hevdu hez kin, Xwedê wê tevî me be, û hezkirina wî wê nav meda kamil be. 13 Em zanin ku em tevî wî yektiyêda nin û ew jî tevî me yektiyêda ye, çimkî ewî ruhê xwe daye me. 14 Xêncî wê yekê, me xwexa dît ku Xwedê Kurê xwe ça xilazkarê vê dinyayê şand, û em şedetiya vê yekê didin. 15 Kî ku qebûl dike, wekî Îsa Kurê Xwedê ye, Xwedê tevî wî yektiyêda dimîne, û ew tevî Xwedê yektiyêda dimîne. 16 Me fem kir û bawer kir, ku Xwedê me hez dike.

Xwedê hezkirin e. Kesê ku hezkirinêda dimîne, tevî Xwedê yektiyêda ye, û Xwedê jî tevî wî yektiyêda dimîne. 17 Bi vê yekê hezkirin nav meda kamil dibe, seva ku em roja dîwanê bi azayî xeber din, çimkî vê dinyayêda em mîna Mesîh ne. 18 Kesê ku Xwedê hez dike, natirse. Tirs bindest dike, lê hezkirina kamil tirsê dûr dixe. Belê, yê ku ditirse, hezkirina wî kamil nîne. 19 Em hez dikin, çimkî pêşiyê Xwedê em hez kirin.

20 Hergê kesek bêje: “Ez Xwedê hez dikim”, lê birê xwe nefret dike, ew derewîn e. Çimkî yê ku birê xweyî ku divîne, hez nake, nikare Xwedayê ku navîne hez bike. 21 Temiya ku me ji wî standiye, ev e: Kesê ku Xwedê hez dike, gerekê birê xwe jî hez bike.

5 Her kesê ku bawer dike wekî Îsa Mesîh e, ew zara Xwedê ye. Û her kesê ku Bav hez dike, zarên wî jî hez dike. 2 Hergê em Xwedê hez dikin û temiyên wî tînin sêrî, bi vê yekê em zanin ku em zarên Xwedê hez dikin. 3 Hezkirina hindava Xwedê ew e, ku em temiyên wî bînin sêrî, û temiyên wî çetin nînin. 4 Çimkî her zareke Xwedê dinyayê alt dike. Û em bi baweriya xwe dinyayê alt dikin.

5 Kî dikare dinyayê alt ke? Ne ewê ku bawer dike, wekî Îsa Kurê Xwedê ye? 6 Îsa Mesîh pê avê û xûnê hat,* ne tenê bi avê, lê bi xûnê jî hat. Ruh şedê vê yekê ye, çimkî ruh rastiyê eşkere dike. 7 Sê tişt hene, yên ku şedetiyê didin, wekî Îsa kî ye: 8 Ruh, av û xûn. Şedetiya van hersêka yek e.

9 Bê şik şedetiya Xwedê ji şedetiya meriva, ya ku em qebûl dikin, mezintir e, çimkî Xwedê xwexa derheqa Kurê xwe şedetiyê dide. 10 Kesê ku baweriya xwe Kurê Xwedê tîne, her tiştê ku Xwedê jêra gotiye, dilê wîda ye. Lê kesê ku Xwedê bawer nake, Xwedê derewîn derdixe, çimkî ew baweriya xwe şedetiya Xwedê derheqa Kurê wî, nayne. 11 Şedetî ev e: Xwedê jîyîna heta-hetayê daye me, û em vê jîyînê bi saya Kurê wî distînin. 12 Kesê ku Kur qebûl dike, gumana wîye jîyîna heta-hetayê heye. Lê kesê ku Kur qebûl nake, gumana wîye jîyîna heta-hetayê tune.

13 Ez van tişta wera dinivîsim, yên ku baweriya xwe navê Kurê Xwedê tînin, seva ku hûn bizanibin wekî gumana weye jîyîna heta-hetayê heye. 14 Em bawer dikin* ku gava em tiştekî li gora qirara Xwedê jê bixwazin, ew guh dide me. 15 Û hergê em zanin wekî çi jî em ji wî hîvî dikin, ew guh dide me, em usa jî zanin ku emê van tişta bistînin, çi ku me ji wî hîvî kiriye.

16 Hergê kesek bivîne ku birê wî gunekî usa dike, kîjan ku berbi mirinê nabe, bira ew bona wî dua bike, û Xwedê wê jîyînê bide vî birayî. Erê, Xwedê wê jîyînê bide wan kesa, gunên kîjana nabine berbi mirinê. Lê heye gune, ku berbi mirinê dibe. Ez nabêjim ku ev kes gerekê bona wan, yên ku gunekî usa dikin, dua bike. 17 Her neheqî gune ye, lê heye gune ku berbi mirinê nabe.

18 Em zanin wekî her kesê ku zara Xwedê ye, gune nake, lê Kurê Xwedê wî diparêze, û Mîrê-cina* nikare ziyanê bide wî. 19 Em zanin ku em ji Xwedê ne, lê temamiya dinyayê bin destê Mîrê-cinada ye. 20 Em zanin ku Kurê Xwedê hatiye ser erdê, û ewî femkarî daye me, ku em bizanibin, wekî Xwedayê rast kî ye. Û em pê Kurê wî, Îsa Mesîh, tevî Xwedayê rast yektiyêda nin. Erê, ew Xwedayê rast e û kaniya jîyîna heta-hetayê ye. 21 Zarên mine delal, xwe ji pûta dûr bigirin.

Yan “bibine hevpar”.

Dêmek Îsa.

Raste-rast “yê xirab”.

Dêmek Îsa.

Dêmek ji wextê ku ew cara pêşin miqabilî Xwedê rabû.

Raste-rast “çimkî toximê wî nav wîda ye”.

Raste-rast “yê xirab”.

Raste-rast “her ruh”.

Vira “av” besa nixumandina Îsa dike û “xûn” besa qurbanbûna wî dike.

Yan “Em dikarin bi serbestî tevî Xwedê xeber din”.

Raste-rast “yê xirab”.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin