Serhatî 69
Keçik Alîkarî Dide Mêrê Navdarra
ZANÎ ev keçika biçûk çi xever dide? Ew gilî dike vê kulfetêra derheqa pêxemberekî Xwedê bi navê Êlîşa, û usa jî derheqa keremeta, yê ku ewî bi alîkariya Xwedê dikir. Evê kulfetê qe tiştek derheqa Yahowa nizanibû, çimkî ew ne ji îsraêliya ye. Ka em pêşiyê pêbihesin ev keçika biçûk ça hate mala vê kulfetê.
Ev kulfet ji miletê Sûrya ye. Mêrê wê Neman serkarê eskerêd sûryayê ye. Yêd sûriyî ev keçika îsraêlî hildane dîl û anîn mala Neman ku ew jina wîra xulamtiyê bike.
Neman bi nexweşiya giran, bi kotîbûnê nexweş bibû. Ji bo vê nexweşiyê hela hê bedenê meriya jî genî dibe. Lema jî keçika biçûk giliyê usa gote jina Neman: “Texmîna min, ku hergê xweyê min Neman here li Îsraêlê cem pêxemberê Yahowa, ew wê bikaribe Neman ji kotîbûnê qenc ke”. Hine wede şûnda ev gilî gihîştine heta Neman.
Neman gele dixwest qenc bûya, lema jî ewî karê xwe kir û çû li Îsraêlê. Gava Neman gihîşte Îsraêl, ew pêra-pêra çû mala Êlîşa. Êlîşa jî qulixkarekî xwe şand bal Neman ku ew Nemanra bêje, wekî seva qencbûnê ew gerekê heft cara bikeve çemê Ûrdunê. Neman jî hêrse-hêrs got: “Çî ye, çemêd me tune bûn, yanê çemêd wan ji çemêd welatê me baştir in?!” Û bi van giliya ewî pişta xwe da wan ku paşda vegere mal.
Lê xulamê wî destpêkirin wîra bêjin: “Axayê me, hergê Êlîşa tera tiştekî çetin bigota, teyê bikira, rast e? Lê ewî tiştekî hêsa tera got, çira tu naxwazî gura wî bikî û xwe avê xî?” Neman gura wan kir û heft cara kete ava Ûrdunê. Xilaziyê ewî dîna xwe da ku bedena wî qenc bû û ew îda sax-silamet e!
Neman pir şa dibû, ew vegeriya mala Êlîşa û gote wî: “Niha ez zanimê ku nav temamiya dinyayê tenê Xwedayê îsraêliya ye rast. Lema jî bi kerema xwe van pêşkêşa ji min qebûl ke û hilde”. Lê çimkî Neman hema bi qewata Yahowa hate qenc kirinê, Êlîşa fem dikir ku kirêd wî wê nerast bûya hergê ewî van pêşkêşa hilda, lema jî Êlîşa van pêşkêşa hilneda. Lê alîkarçiyê wî Gehazî gele dixwest wan pêşkêşa bistanda.
Lema jî Gehazî tiştekî usa kir. Gava Neman çû, ewî da pey wan û gote Neman: “Êlîşa min şand ku ez wera bêjim, wekî ew hine ji wan pêşkêşa dixwaze, seva hevalêd xwe, yê ku hêja hatin mala wî”. Bi rastiyê ev derew bû. Lê Neman ev yek tê dernexist û hine pêşkêş da Gehazî.
Gehazî vegeriya mal. Êlîşa îda hemû tişt zane, çimkî Yahowa kirêd Gehazî wîra eyan kiribû. Êlîşa gote Gehazî: “Çimkî te ev tiştekî xirav kiriye, nexweşiya Neman, kotîbûn, wê derbazî te be”. Gava Êlîşa giliyê xwe xilaz kir, Gehazî pêra-pêra bi kotîbûnê nexweş ket!
Ji vê serhatiyê em çi dikarin hîn bin? Ya pêşin, em gerekê mîna wê keçika biçûk xever din derheqa Yahowa. Bi vê yekê emê gele qenciyê bikin. Ya duda, em gerekê mîna Neman qure nîbin û bê eglekirinê timê gura qulixkarêd Yahowa bikin. Ya sisiya jî em tu car gerekê mîna Gehazî dereva nekin. Binihêre çiqa tişt em dikarin ji xwendina Kitêba Pîroz hîn bin!
2 Padşatî 5:1-27.