KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • bm para 12 rûp. 15
  • Bîlaniya ji Xwedê, Rêberiya Emir Dike

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Bîlaniya ji Xwedê, Rêberiya Emir Dike
  • Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
  • Têmên Mîna Wê
  • Silêman Padşayê Bîlan
    Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
bm para 12 rûp. 15
Merivên wedê berê genim top dikin

SERÊ 12

Bîlaniya ji Xwedê, Rêberiya Emir Dike

Di kitêba Metelokda hatine topkirinê gelek şîretêd kêrhatî ku ji bîna ber Xwedê ne. Heçî zef ji van şîreta, bi destê Silêman hatine nivîsarê

GELO Yahowa Xwedê Serwêrekî bîlan e? Seva ku caba vê pirsê bistînin, were em bifikirin ser wan şîretêd ku ew mera dide. Gelo şîretêd Xwedê kêrhatî ne, yan na? Yan jî emê bikaribin hê bextewar bin, heger van şîreta hildin? Silêman padşayê bîlan bi seda metelok nivîsîn. Di van metelokada seva emirê me, gelek şîret hene. Were em niha pêbihesin çend ji van şîreta.

Gumana xwe bide ser Xwedê. Heger tu gumana xwe bidî ser Yahowa, heleqetiya te tevî wî wê hê nêzîk be. Silêman nivîsî: “Bi hemûya dilê xwe, bi Xudanva ewle bibe [li ser Yahowa guman be, DT] û pişta xwe nespêre aqilê xwe. Di her karê ku tu dikîda, wî nas bike û ew jî riya te, derxe rastiyê” (Metelok 3:5, 6). Heger em gumana xwe bidin ser Xwedê, şîretêd wî hildin û gura wî bikin, hingê wê nêta emirê me hebe. Bi vê yekê emê bikaribin dilê Yahowa şa kin, û Yahowa wê bikaribe caba pirsêd Mîrê-cina bide (Metelok 27:11).

Hindava merivêd dinêna, bi bîlanî bin. Şîretêd Xwedê seva mêra, jina û zara roja îroyîn gelek kêrhatî ne, û wededa nin. Xwedê mêra hêlan dike, wekî ewana jinêd xwera amin bin. Ew şîreteke usa dide: “Bi pîreka [jina] xweyî...di cahiltiya xweda...dilxweş bibe” (Metelok 5:18-20). Seva jinêd mêrkirî jî, di kitêba Metelokda heye mesele derheqa jineke qenc, ya ku ji mêr û zarêd xwe pesin qazinc kir (Metelok, serê 31). Zarokara jî şîret tê dayînê, wekî ewana gura dê-bavê xwe bikin (Metelok 6:20). Kitêba Metelok usa jî dîna me dide ser wê yekê, wekî gelek ferz e ku hevalêd meriya hebin, çimkî çaxê merî naxwaze hevaltiyê bike, ew dikare bibe xwehez (Metelok 18:1). Em gerekê bi bîlanî xwera hevala bijbêrin, çimkî hevalêd me dikarin yan baş, yan jî xirab li ser me hukum kin (Metelok 13:20; 17:17).

Miqatî xwe bin. Kitêba Metelok şîretêd pir qîmet dide, wekî merî îçkê gelekî venexwin û dîna xwe bidin li ser wan tişta, yêd ku wê me xwey ke û zîyanê nede me, û usa jî wekî em xebathez bin (Metelok 6:6; 14:30; 20:1). Ev kitêb usa jî me şîret dike ku heger em gumana xwe bidine ser xwe ne ku ser bîlaniya Xwedê, hingê emê rastî kul-derda bên (Metelok 14:12). Ev kitêb usa jî me hîn dike, wekî em dilê xwe û nêt-fikirêd xwe ji tiştêd xirab xwey kin, çimkî dil ev heye “çevkaniya” jîyînê (Metelok 4:23).

Bi mîlyona merî di nav temamiya dinyayêda ji emirê xwe fem kirin, ku bi saya van şîreta emirê wan hê bextewar dibe. Lema jî, gelek meniyêd wan hene gura Serwêrê xwe Yahowa bikin.

Li ser hîmê kitêba Metelok.

  • Ji lêkolînkirina kitêba Metelok, em çi dikarin hîn bin?

  • Kîjan şîretêd ji kitêba Metelok alî me dikin gumana xwe bidine ser Xwedê, hindava merivêd dinêna bîlan bin û miqatî xwe bin?

WAÎZ

Ça em dikarin nêta emir û lezetê bibînin? Hemû mecalêd Silêman padşa hebûn, wekî destpêke caba vê pirsê bigere. Silêman pir dewletî bû, hin jî bîlaniya wî hebû û ew serwêrekî mezin bû. Lê çi jî hebû, ewî dixwest pêbihesiyaya, hela ji van hemû tişta çi bi rastiyê meriya bextewar dike. Çi ku dilê Silêman bixwesta, hemû tişt bal wî têr-tije hebû, gelek jinêd wîye bedew hebûn û ewî dikaribû wedê xwe usa derbaz kira, çawa dilê wî bixwesta. Ewî destpêkir avakirinêd mezin, û hin jî ewî lêkolîna bîlaniya aqilbendêd wî çaxî dikir. Lê xilaziyê ewî fem kir, ko “her tişt vala ye”. Ew usa jî gihîşte nêta rast, wekî meriyara kar ew e, ku “ji Xwedêva bitirse û bi emirêd wîva bigire” (Waîz 12:8, 13).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin