Hûn Dixwazin Kitêba Pîroz Hê Baş Bizanibin?
Di vê broşûrêda elametiyêd ji Kitêba Pîroz kin hatine şirovekirinê. Dêmek di vê broşûrêda her pirsêd ji Kitêba Pîroz hûr bi hûr nehatine şirovekirinê.
Mesele, diqewime hûn dixwazin pêbihesin caba pirsêd usa: Gelo, Xwedê me her kesî hez dike? Çi diqewime paşî mirinê? Ça em dikarin emirê xwe bextewar kin?
Caba van pirsêd ferz hûn dikarin ji kitêba, “Çi hîn dike Kitêba Pîroz?” pêbihesin, yêd ku Şedêd Yahowa neşir kirin. Ev kitêb hate derxistinê, wekî Kitêba Pîroz têma pey têma hîn bin. Hînbûna Kitêba Pîroz bi vê mêtodê alî meriya dike, ku derheqa her têmekî çend rêzêd ji Kitêba Pîroz yêd ku têmayêva girêdayî ne, binihêrin. Heger hûn dixwazin bistînin evê kitêbê, hûn dikarin kûponê tije kin, û bişînin ser navnîşaneke jêrê nivîsar.
□ Ez dixwazim bistînim kitêba “Çi hîn dike Kitêba Pîroz?”
□ Ez dixwazim bê heq hîn bim Kitêba Pîroz.