KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • jl rûp. 3
  • Qirara Xwedê Çi ye?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Qirara Xwedê Çi ye?
  • Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
jl rûp. 3

Qirara Xwedê Çi ye?

Xwedê dixwaze, wekî em cinetêda ser erdê, edilayêda û bextewariyêda heta-hetayê bijîn!

Dibek tu difikirî: “Ev yek çawa wê biqewime?” Kitêba Pîroz dibêje, ku ev yek bi saya Padşatiya Xwedê dikare biqewime, û qirara Xwedê ew e, ku hemû merî pêbihesin derheqa vê padşatiyê û qirara Xwedê seva me (Zebûr 37:11, 29; Îşaya 9:7).

Xwedê dixwaze, wekî em karê bistînin.

Mîna bavekî baş, ku tenê qenciyê zarên xwera dixwaze, Bavê meyî ezmana jî dixwaze, wekî em heta-hetayê bextewar bin (Îşaya 48:17, 18). Yehowa soz dide, wekî kî ku “emirê Xwedê diqedîne wê heta-hetayê bimîne” (1 Yûhenna 2:17).

Xwedê dixwaze, wekî em bi rêberiya wî bijîn.

Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku Efirandarê me dixwaze “rêyên xwe hînî me bike”, wekî em bikaribin wê rêra herin, kîjan ku ew nîşanî me dike, dêmek bi rêberiya Yehowa bijîn (Îşaya 2:2, 3). Yehowa cimeteke usa saz kiriye, ya ku “navê wî” hildane ser xwe, seva ku qirara wî ser erdê eyan kin (Karên Şandiya 15:14).

Xwedê dixwaze, wekî em bi yektî wîra xizmet kin.

Bi saya wê yekê ku em rast Yehowara xizmet dikin, em bi hezkirina hindava hev dibine yek (Yûhenna 13:35). Lê kî roja îroyîn hemû ciya hîn dike meriya, wekî ça bi yektî Xwedêra xizmet kin? Em we teglîf dikin caba vê pirsê ji vê broşûrê pêbihesin.

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Tevî me Kitêba Pîroz hîn be. Tu îda derbaz dibî tevî Şedên Yehowa hînbûna Kitêba Pîroz? Heger na, dixwazî derbaz bî? Eva hînkirin bê pere ye. Çaxê tu îda destpêkî hîn bî, tuyê xwexa texmîn kî, wekî bi saya vê hînkirinê, tuyê hê nêzîkî Xwedê bî.

Bê pere edebyeta sifareş ke. Tu dikarî bêyî Oda Civata nêzîkî mihala xwe yan jî tevî Şedên Yehowa xeber dî û bixwazî edebyeteke ser zimanê xwe, kîjan ku wê alî te bike Kitêb Pîroz fem bikî.

Bi onlaynê derheqa me pêbihese. Bikeve malpera Şedên Yehowaye fermî. Li wir tu dikarî bixûnî Kitêba Pîroz bi onlayn ser wî zimanî, kîjan ku tera femdarî ye. Tu usa jî dikarî ser 750 zimana zêdetir edebyetên me binihêrî yan jî çapkirinê bikî.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin