Naverok
PARA 1 ÇIRA LAZIM E VEGERIN CEM YEHOWA?
Cimeta Yehowa wedê berê rastî çetinaya dihatin, çawa em. Yehowa alî wan dikir, û wê alî me jî bike, çawa ku soz daye. Yehowa mîna Şivanê xemkêş û bi hizkirin, pezên xweyî undakirî digere û wana teglîf dike, wekî paşda vegerine bal wî.
Para 1 “Ezê li yê ku Unda Bûye Bigerim”
PARA 2-4 ÇIMA CARNA ÇETIN E PAŞDA VEGERIN?
Hela hê xizmetkarên Xwedêyî amin jî carna rastî çetinaya dihatin, dilteng dibûn, xwe sûcdar dikirin û ji bo wê yekê ruhanîda sist dibûn. Werên em pêbihesin, ku Yehowa ça alî wan dikir, wekî ewana qewî bin, dîsa tevî cimeta wî bibine yek û şabûnê bistînin.
Para 2 Xemgînî; “Em Her Aliyava Telî-Tengiyada Ne”
Para 3 Xeyd; “Heger Gazinê Yekî li Hindava Yekîda Hebe”
Para 4 Xwe Sûcdarkirin; “Min Paqij ke ji Guneyêd Min”
PARA 5 ÇAWA EM DIKARIN, VEGERINE CEM YEHOWA
Bawer be, wekî Yehowa hîviyê ye, ku tu vegerî bal wî. Hela pêbihese çawa hinek Mesîhî vegeriyan cem Yehowa, ça civatêda wana qebûl kirin, û ça rûspiya alî wan kirin, wekî xizmetiyêda xîret bin.