KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ypq pirsa 2 rûp. 6-8
  • Çira Ez Xem Dikim bona Bedewbûna Xwe?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çira Ez Xem Dikim bona Bedewbûna Xwe?
  • 10 Pirsên Cahila û Cabên li ser Wan
10 Pirsên Cahila û Cabên li ser Wan
ypq pirsa 2 rûp. 6-8
Keçikeke cahil jûrnala modê dinihêre

PIRSA 2

Çira Ez Xem Dikim bona Bedewbûna Xwe?

ÇIRA EW YEK FERZ E

Bîr neke, wekî hene tiştên diha ferz ji wê yekê, ku çi tu neynîkêda divînî.

TUYÊ ÇI BIKÎ?

Vê derecê bide ber çevê xwe: Gava Cûliya xwe neynîkêda dinihêre, ew divîne wekî xurt bûye. Ew xwera dibêje “gerekê jar bim”, lê dê-bavê wê û hevalên wê dibêjine wê, wekî ew “mîna şivdarê” jar e.

Cûliyayê safî kir, ku çi ew dikare bike, seva “du kîla” jar be. Ew fikirî, wekî çend roj xwarinê nexwe . . .

Hergê nêt fikirên usa bal te pêşda tên, tuyê çi bikî?

BISEKINE Û BIFIKIRE!

Keçikeke cahil xwe neynîkêda dinihêre û xemgîn dibe ji bo wê yekê ku xwe xurt dibîne

Nihêrandina te ser te dikare mîna neynîka xil-xar be

Ew yek normal e gava tu derheqa bedewbûna xwe difikirî. Hewas e ku Kitêba Pîrozda tê gotinê derheqa bedewbûna Serayê, Rahêlê, Abîgaîlê, Ûsiv û Dawid. Kitêba Pîrozda usa jî derheqa kulfeteke bi navê Abîşaga usa tê gotinê, wekî ew “zef xweşik bû” (1 Padşatî 1:4).

Lê heçî zef ji cahila, gelek xemgîn dibin bona bedewbûna xwe. Ji bo wê yekê ewana dikarin dilteng bin. Hilde hesab:

  • Ji bo lêkolînkirinekê 58 selef keçik difikirin, wekî ewana gelek xurt in, lê bi rastî ji wana tenê 17 selef xurt in.

  • Lêkolînkirineke din dide kifşê, wekî 45 selef kulfet, yên ku bêhesab jar in, difikirin ku gerekê hê jar bin!

  • Hine cahil ji bo wê yekê, ku dixwazin jar bin, nexweşiya anoreksiyê distînin, çimkî xwe birçîna dikujin.

Hergê te texmîn kir, wekî nexweşiya anoreksiyê yan ya din bal te pêşda tê, pêra-pêra alîkariyê bixwaze. Îtbariya xwe dê-bavê xwe bîne, yan hevalên xweye nêzîk. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Heval her gav hiz dike, bira bûye bona roja oxirmê giran” (Metelok 17:17).

ÇI TU BI RASTÎ GEREKÊ BIGUHÊZÎ!

Bi rastî, bedewbûna meriya vê yekêva girêdayî ye, hela meriv hindurda çi cûreyî ye. Bifikire derheqa mesela kurê Dawid Padşa, Abşalom. Kitêba Pîrozda tê gotinê:

“Û di hemûya Îsraêlêda, yekî ku qasî Abşalom pesnahiya xweşikayiya wî bête dayîn tune bû. . . . di wîda qisûr tune bû” (2 Samûyêl 14:25).

Ew xortê cahil yekî gelek babax, xwehiz û zulm bû! Lema jî Kitêba Pîrozda tiştên baş derheqa wî nehatiye nivîsarê, wêderê tê gotinê, wekî ew yekî nemam û zulmkar bû.

Menî heye ku çira Kitêba Pîroz wan şîreta dide:

“Ewî nû li xwe kiriye” (Kolosî 3:10).

“Bira xemila we dervava . . . nîbe, lê ya merivê hindurê dilda” (1 Petrûs 3:3, 4).

Rast e wê yekêda tiştekî xirab tune, ku dixwazî bedew bî, lê serî ew e, wekî tu merivekî ça yî. Axiriyê meriv wê xwe te bikine xweyî, seva hunurên teye baş, ne ku seva bejin-bala teye bedew û qewî! Keçikeke bi navê Fîlîsîya dibêje: “Rast e bedewbûn dikare dîna meriva bikişîne ser xwe, lê bi rastî meriv diha zêde bîra xweda xwey dikin xeyset-hunurên teyî baş”.

NIHÊRANDINA TE SER TE

Gelo tu ber xwe dikevî, seva bedewbûna xwe?

Gelo tu difikirî derheqa wê yekê, wekî opêrasiyê bikî û tiştekîda xwe biguhêzî, yanê xwarinê nexwî, ku jar bî?

Hergê te bikaribûya, teyê çida xwe biguhasta? (Bijbêre ew çi ku bona te ye).

  • BEJN-BAL

  • KAŞ

  • POR

  • BEDEN

  • SIFET

  • ÇERM

Hergê ser du pirsên pêşiyê te cab da erê û te jibart sisê yan hê zêde tiştên ku tu dixwazî nav xweda biguhêzî, wî çaxî bifikire: Diqewime meriv usa nafikirin derheqa te, çawa tu xwe divînî. Gava tu gelek ber xwe dikevî bona bedewbûna xwe, tu hêsa dikarî xemgîn bî (1 Samûyêl 16:7).

GAVÊN TE

  • Çawa ez dikarim hê baş xem bikim bona sihet-qewata xwe?

  • Bona sihet-qewata min, kîjan cûre sport diha kêrhatî ye?

  • Hergê hevalê min bêje min, wekî ew nan-xwarinê naxwe, seva ku jar be, ezê çi bikim?

HÊ ZÊDE PÊBIHESE!

Cahilên Din Çi Dibêjin—Bedewbûn

Binihêre vîdêo “Hevalên Te Çi Dibêjin; Bedewbûn” ser malpera www.jw.org. (Bikeve HÎNKIRINÊN KITÊBA PÎROZ > CAHIL)

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin