Serecem
1 Çile, 2015
© 2015 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
GOTARÊD BONA HÎNBÛNÊ
ADAR 2-8 | RÛPÊLA 7 • KILAMÊD: 2, 28
Ji Yahowa Razî bin û Keremê Bistînin
Çaxê em difikirin li ser keremêd xwe û çaxê razîbûna xwe Yahowara didine kifşê bona wan kerema, em razîbûna xwe xwey dikin. Hergê em dişêkirînin her tiştêd ku Yahowa bona me dike, ew yek wê alî me bike ku em bêşêkir nîbin û emê bikaribin çetinayada teyax kin. Rêza salêye 2015, wê ewê yekê nava temamiya salêda bîra meda xwey ke.
ADAR 9-15 | RÛPÊLA 12 • KILAMÊD: 8, 5
Çira Em Êvara Bîranîna Mirina Îsa Derbaz dikin
Ew gotar şirovedike ku çira em gerekê bêne ser Êvara Bîranîna Mirina Îsa. Ew usa jî şirovedike çi tê hesabê nan û şerav. Usa jî dibêje, ku çawa meriv dikare bizanibe ku ew gerekê sîmbola bide xebatê, yan na. Ew gotar wê usa jî alî me bike ku em bizanibin, wekî em çawa dikarin xwe hazir kin bona Êvara Bîranîna Mirina Îsa.
ADAR 16-22 | RÛPÊLA 17 • KILAMÊD: 36, 51
ADAR 23-29 | RÛPÊLA 22 • KILAMÊD: 36, 50
Bira Yahowa Zewaca We Qewî ke û Xwey ke
Mêr û jin gerekê zewaca xwe xwey kin ji cêribandinêd dinya Şeytan. Zewaca qewî û bextewar dikare hebe, lê tenê bi alîkariya Yahowa. Gotara pêşinda wê bê şirovekirinê derheqa pênc gavêd ku zewacê qewî û bextewar dikin. Gotara duda jî wê şiroveke ku çawa em dikarin zewaca xwe xwey kin.
ADAR 30–NÎSAN 5 | RÛPÊLA 27 • KILAMÊD: 3, 18
Gelo orta mêr û jinda hizkirina rast gerekê ça be? Gelo hizkirina ku kuta nabe heye? Hizkirina rast ça gerekê bidine kifşê? Were em pêbihesin Sitrana Silêman çi me hîn dike derheqa hizkirina rast û hertim.