TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | HÛN DIKARIN FEM KIN
Femkirina Kitêba Pîroz Çi Karê Tîne?
“Kitêba Pîroz kitêba rêlîgî ye, kîjan ku belabûyî ye. Lê ew kitêb bona Çînaya xerîb e û mexsûs nîne” (LÎN, ÇÎN).
“Ez kitêba xweye pîroze rêlîgî ya Hindî fem nakim, îja ezê ça Kitêba Pîroz fem kim?” (AMÎT, HINDISTAN).
“Ez qedirê Kitêba Pîroz digirim ça kitêba kevin û min bihîstiye ku ew kitêb ji hemûşka zeftir tê kirînê. Lê min xwexa ew kitêb qe ne dîtiye” (YÛMÎKO, JAPONYA).
Gelek meriv nava temamiya dinyayê hindava Kitêba Pîroz qedir didin kifşê. Lê çi ku Kitêba Pîrozda nivîsar e, ewana hindikî zanin derheqa wê yekê. Ewê yekê em dikarin bêjin derheqa wan bi mîlyona meriva yên ku Asyayêda dijîn, û usa jî derheqa gelek wan welata, kîderê ku Kitêba Pîroz gelek belabûyî ye.
Lê dibeke hûn ji xwe bipirsin: “Ezê çi karê bistînim hergê Kitêba Pîroz fem kim?” Femkirina vê kitêba mexsûs, dikare alî we bike di wan tiştada, mesele:
Ça bextewar bin
Ça problêmên malbeta xwe safî kin
Ça xemgîn nebin
Ça heleqetiya xwe tevî meriva baş kin
Ça bi bîlanî pera xerc kin
Em binihêrin mesela Yoşîko ji Japonyayê: Wêra hewas bû bizanibe ku çi nivîsar e di Kitêba Pîrozda, û ewê safî kir ku xwexa Kitêba Pîroz bixûne. Ewê yekê çi kar anî? Ew dibêje: “Kitêba Pîroz alî min kir, ku min fem kir çi ye nêta emir û îda ez bê guman nîbûm”. Amît, derheqa kîjanî jorê hatibû gotinê, safî kir ku xwexa Kitêba Pîroz lêkolîn bike. Ewî got: “Ez gelek ecêbmayî mam. Kitêba Pîroz bona hemûşka înformasiya kêrhatî dide”.
Kitêba Pîroz ecêb hukum bûye ser emirê bi mîlyona meriva. Hûn jî dikarin xwexa lêkolîn bikin Kitêba Pîroz û bivînin ku çawa ew dikare wera jî karê bîne.