Naverok
HEFTIYA 29 COTMEHÊ, 2018–4 MIJDARÊ, 2018
3 “Heger Hûn vê Yekê Zanin, Hûnê Xwezilî bin Gava Biqedînin”
Hergê em zanebûnê nedine xebatê, qîmeta wê tune be. Lê seva ku zanebûnê bidine xebatê, em gerekê milûk bin. Ji vê gotarê emê hîn bin ku çawa milûk bimînin û çev bidine wan merivên amine berê, yên ku hemû cûre merivara xebera Xwedê gilî dikirin, dua dikirin bona yên din, û bi sebir hîviya Yehowa bûn.
8 Mesîhiyên Emirda Mezin; Yehowa Aminiya We Qîmet Dike
HEFTIYA 5-11 MIJDARÊ, 2018
12 Hizkirinê Bidine Kifşê; Ew Dişidîne
Wan rojên axiriyêda, meriv hêsa dikare dilteng be ji bo çetinayên emirda. Lê Yehowa û Îsa alî me dikin wekî teyax kin. Em jî dikarin aliyê xweda gelek tişt bikin, seva ku dil bidine ber hev û hevdu qewî kin. Wê gotarêda tê gotinê ku çawa em dikarin bi hizkirinê alî hev bikin û hev bişidînin.
HEFTIYA 12-18 MIJDARÊ, 2018
17 Ewên ku Xwedêyê Xwezilîra Xizmet Dikin Bextewar in
Yehowa Xwedayê bextewar e û ew dixwaze, wekî xizmetkarên wî jî bextewar bin. Lê ça em dikarin bextewar bin vê dinya Şeytanda hela hê hingê jî, gava rastî çetinaya û cêribandina tên? Wedê Dannasînkirina ser Çiyê, Îsa şîretên gelek kêrhatî da me, kîjan ku alî me dikin, wekî bextewar bin çawa niha, usa jî heta-hetayê.
22 Wedê Berê Wede Ça Têderdixistin?
HEFTIYA 19-25 MIJDARÊ, 2018
23 Himzor e, lê bona Her Kesî Başqe Xem Dike
HEFTIYA 26 MIJDARÊ, 2018–2 KANÛNA PÊŞIN, 2018
28 Çev Bidine Yehowa Xemkirinêda û Qenciyêda
Îro çiqas diçe, meriv diha dibine xwehiz, lê cimeta Yehowa bi hizkirinê cude dibe. Cûrek ku çawa ewana hizkirinê didine kifşê, ew heye çaxê xem dikin bona merivên din. Wan du gotarada emê pêbihesin ku çawa Yehowa xem dike bona me gişka, û çawa em dikarin vê yekêda çev bidine wî.