“Ez Vira me, Çimkî . . .”
Çaxê xwayê malê derî vedike û dibîne ku em sekinî ne, hingê ew dikare ecêbmayî bimîne ku em kî ne û çima hatin. Lê gelo em çi dikarin bêjin çaxê nasiya xwe didine xwayê malê, seva ku ew arxaîn be? Paşê wê yekê, çaxê hine qulixkar nasiya xwe didine meriya, seva ku şirovekin mena hatina xwe, xebera usa didine xebatê “çimkî”. Mesele, ewana dikarin usa bêjin: “Em hatine cem we, çimkî gelek meriv dişirmîş dibin û berxwe dikevin ji bo zulmiyê. Hûn çi dişirmîş dibin? Bi dişirmîşbûna we. . .” yan jî “Ez vira me, çimkî ez derbaz dikim hînbûna Kitêba Pîroze bê pere”. Heger serê-sêrîda xwayê malê got, ku çira hûn vira ne, ew dikare hê zêde bixwaze guhê xwe bide wê yekê, çi ku hûnê bêjin.