Wekilandina Mekteba Dannasînkirinê
Pirsêd ku jêrê nivîsar in, wê bêne nihêrandinê di Mekteba Dannasînkirinêda, destpêbûyî ji heftiya 30 kanûna pêşin sala 2013. Di elametiya zêdeda ku di bendada ber pirsa tê nivîsarê, reqama mehê tê dayînê yê ku dide kifşê, wekî li kîjan heftiyê pirsa vî cûreyî wê bê şirovekirinê. Ev yek mecalê wê bide me, ku bikaribin ev pirs lêkolîn bikin û hazir bin li vê heftiyê, seva bernama Mekteba Dannasînkirinê.
1. Çi wê alî me bike ku hindava hukumetiyê, milûktiyê bidine kifşê? (Tîto 3:2) [4 teşrînê, w03 1/4 rûp. 25 abz. 18-19]
2. Çi em dikarin hîn bin ji giliyê Pawlos yê ku ewî gote Filîmonra, çawa ku ev yek di Filîmon 4, 5, û 7-da nivîsar e? [4 teşrînê, w08 15/10 rûp. 31 abz. 1, 2; w92 4/15 rûp. 25 abz. 2]
3. Ça em dikarin bikevine rihetiya Xwedê? (Îbrn. 4:9-11) [11 teşrînê, w11 15/7 rûp. 28 abz. 16, 17]
4. Çi em dikarin hîn bin ji Samoyêl, hakimêd amin û pêxembera, yêd ku “heqî” dikirin? (Îbrn. 11:32, 33) [18 teşrînê, w11 1/1 rûp. 25 abz. 5, 6]
5. Çira Aqûb nivîsî, ku “serwaxtiya jorin, berê pêşin paqij e, paşê edil e”? (Aqûb 3:17) [25 teşrînê, w11 15/8 rûp. 30-31 abz. 15]
6. Kî ne ew mirî, kîjanara ku “Mizgînî hate dayînê”? (1 Pet. 4:6) [2 kanûna pêşin, w08 15/11 rûp. 21 abz. 8]
8. Li ser kî tê gotinê sernavêd usa, çawa “Alfa û Omêga” û “Yê Pêşin û Paşin”? (Eyan. 1:8, 17) [16 kanûna pêşin, w09 15/1 rûp. 30 abz. 6]
9. Kîjan du tiştada mesîhiyêd rûnkirî morkirî ne? (Eyan. 7:3) [23 kanûna pêşin, w07 1/1 rûp. 31 abz. 2]
10. Çira em dikarin bawer bin, ku keremêd bin Padşatiya Xwedê, derheqa kîjana ku hatibû sozdayînê, wê bêne sêrî, û ça zanebûna vê yekê gerekê li ser me hukum ke? (Eyan. 21:5, 6) [30 kanûna pêşin, re rûp. 303 abz. 9]