KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • km 3/14 rûp. 3
  • Alî Meriya Bikin Wekî Guh Bidine Xwedê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Alî Meriya Bikin Wekî Guh Bidine Xwedê
  • Qulixkirina Meye Padşatiyê 2014
Qulixkirina Meye Padşatiyê 2014
km 3/14 rûp. 3

Alî Meriya Bikin Wekî Guh Bidine Xwedê

Çawa Broşûra “Guh Bide Xwedê” Hatiye Çêkirinê: Têkst di vê broşûrêda biçûk in. Jêrê li ser her rûpêlekê cumlek hatiye nivîsarê, û usa jî rêz ji Kitêba Pîroz kîjan ku fikira sereke nîşan dike. Çira? Bidine hesabê xwe ku wera broşûrek dane, lê hûn qe gilîkî jî, ji vê broşûrê nikarin bixûnin, çimkî herfêd vê alîfbayê wera nenas in. Lê gelo heger şikilêd bedew jî di vê broşûrêda hebûna, kêfa we wê pêra bihata? Femdariye na. Anegorî vê yekê jî, ew broşûr kîjanîda ku têkst mezin e, nikare wî merivîra hewas be, yê ku xwendinê nizane. Lema jî li ser her rûpêlekê, şikil ciyê ewlin digirin. Seva ku fem bikin kîjan şikil pey kîjanê tê, li ser şikila nîşan hene, yêd ku usa jî didine kifşê ku çi pey çi şirovekin.

  • Çawa Dikarin Evê Broşûrê Bela kin: Xweyê malêra rûpêla 2-3 nîşan ke û bêje: “Weyê bixwesta dinyake usada bijîta, çawa ku li vir tê kifşê?” [Hîviyê be bira caba xwe bide.] Kitêba Pîroz soz dide wekî Xwedê wê zûtirekê dinyayê bike cinet, kîderê ku nexweşî û kesîbbûn tune be, û erd wê bi edilayê tije be. Werên em binihêrin, ku çi gerekê bikin wekî dinya usada bijîn. [Bixûne Yûhenna 10:27, 28, yê ku jorê li ser rûpêla 3 ye.] Li vir tê gotinê wekî em gerekê guh bidine Xwedê seva ku heta-hetayê bijîn. Lê gelo ça em dikarin guh bidine Xwedê? Veke rûpêla 4-5 û şêwir bike derheqa caba vê pirsê. Heger wedê wî tune, hingê dikarî broşûrê bidî wî û xeber dî derheqa serlêdana dubare, ku paşê derheqa vê pirsê şêwir bikî.

  • Mecala Din: Her kes ji me dixwaze wekî malbeta wan bextewar be. Hûn vê yekêra qayîl in? [Hîviyê be bira caba xwe bide.] Ez dikarim pirsekê bidime we? Di malbetêda her kes çi dikare bike, wekî neferêd mala wan bextewar bin? Wê gelek baş be, wekî em bizanibin hela Kitêba Pîroz çi şîretê dide [Bixûne Kolosî 3:18, 19.] Çawa ji vir tê kifşê kulfet gerekê gura mêrê xweda be, û mêr jî gerekê jina xwe hiz bike. [Veke rûpêla 26, 27 û paşê jî dikarî bêjî] Li vir gelek şîret têne dayînê derheqa wê yekê ku çi gerekê bikin wekî malbeta me bextewar be. Ez dixwazim evê broşûrê bidime we. [Heger wede dest dide, tu dikarî berdewankî tevî wî şêwir bikî li ser hîmê rûpêlêd 26 û 27.] Lê heger wedê wî tune dikarî broşûrê wîra bihêlî, û xeber dî derheqa serlêdana dubare.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin