KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • km 5/14 rûp. 2
  • Xwera Bike Xeyset, ku Derengî Nekevî

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Xwera Bike Xeyset, ku Derengî Nekevî
  • Qulixkirina Meye Padşatiyê 2014
  • Têmên Mîna Wê
  • Em Çira Gerekê seva Xizmetkirinê Tevayî Top bin?
    Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2016
Qulixkirina Meye Padşatiyê 2014
km 5/14 rûp. 2

Xwera Bike Xeyset, ku Derengî Nekevî

1. Yahowa çi meseleke baş mera hîşt?

1 Yahowa tu car derengî nakeve. Mesele, ew wextda alîkariyê dide qulixkarêd xwe (Îbrn. 4:16). Ew usa jî “wextda xwarina” ruhanî dide (Met. 24:45). Lema jî em dikarin guman bin, ku roja Xudan wê derengî nebe (Hebq. 2:3). Ew yek ku Yahowa derengî nakeve, mera karê dide û me aza dike! (Zeb. 70:5). Em merivne neqedandî ne û timê tiştekîva mijûl in, lema jî carna mera gelek çetin dibe ku derengî nekevin. Lê gelo çira em gerekê xwera bikine xeyset, ku derengî nekevin?

2. Çira çaxê em derengî nakevin, bi vê yekê em Yahowa hurmet dikin?

2 Van rojêd axiriyê, meriyara bû xeyset, ku timê derengî kevin. Çimkî ewana bûne xwehiz û kubar (2 Tîmt. 3:1-3). Çaxê mesîhî timê wededa tê li ser xebata xwe, civata yan jî ciyêd din, merivêd dor-ber timê dîna xwe didine vê yekê. Xêncî vê yekê bi şixulêd xweye usa, em Yahowa hurmet dikin (1 Pet. 2:12). Carna dibeke tiştêd usa tevî me diqewime ku em wededa têne li ser xebata xwe, lê têderdixin ku em derengî dikevin li ser civata, yan jî civatêd seva dannasînkirinê. Em gerekê li ser xwe bixebitin, wekî li ser civata derengî nekevin. Dêmek em gerekê pêşiya destpêbûna kilamê û duakirinê bêne civatê. Çimkî bi vê yekê em nîşan dikin, ku dixwazin çev bidine Bavê xweyî ezmana, yê ku Xwedayê pergalî û terbetiyê ye (1 Korn. 14:33, 40).

3. Çira çaxê em derengî nakevin, bi vê yekê didine kifşê, ku em derheqa yêd dinêna dişirmîş dibin?

3 Çaxê em derengî nakevin, bi vê yekê em usa jî nîşan dikin ku derheqa yêd dinêna jî dişirmîş dibin, û navê xwe nagerin (Fîlî. 2:3, 4). Besa xeberê, çaxê em wededa têne li ser civata û civatêd seva dannasînkirinê, bi vê yekê em xûşk-bira eciz nakin. Xêncî vê yekê, hergê em timê derengî dikevin, hingê yêd dinênara usa tê kifşê, ku em wedê xwe diha qîmet dikin, ne ku ew wede yê ku civatêra dikeve. Çaxê em derengî nakevin ev yek dide kifşê, wekî em terbetiyê hiz dikin, û wekî merî dikarin îtbariya xwe me bînin. Merivêd dor-ber, gelek ev xeyset qîmet dikin.

4. Em çi dikarin bikin, seva ku derengî nekevin?

4 Hergê tu timê derengî dikevî, dişirmîş be ku meniya vê yekê çi ye. Xwera bernameke usa çêke, yê ku wê alî te bike, wekî derengî nekevî û wededa bêyî li ser ciyê kifşkirî (Waîz 3:1; Fîlî. 1:10). Ji Yahowa alîkariyê bixwaze (1 Yûhn. 5:14). Çaxê em xwera dikine xeyset ku derengî nekevin, bi vê yekê em nîşan dikin ku diqedînin du temiyêd mezin. Ev temî derheqa wê yekê ye, ku Xwedê û hevalê xwe hiz bikin (Met. 22:37-39).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin