Bîr Nekin Wana, yêd ku Mala Kal-Pîrada Dimînin
1. Çira lazim e ku mizgîniya xêrê bigihînine wan meriya, yêd ku di mala kal-pîrada dijîn?
1 Merivêd kal-pîr rastî cûre-cûre çetinaya tên ji bo emirê xweye mezin (Waîz 12:1-7). Hine merivêd emirê xweda mezin di mala kal-pîrada dimînin. Lema jî wedê dannasînkirina mal bi mal em nikarin her gav rastî wan bên. Rast e diqewime wanara çetin dibe rê herin, û ewana tişta zû bîr dikin, lê çi jî hebe merivêd ku di mala kal-pîrada dijîn, yeke wê bikaribin derheqa Yahowa hîn bin, ewî qîmet kin û hiz bikin. Lê ça em dikarin mizgîniya xêrê ya “gumana xwezilî” bighînine wan? (Tîto 2:13).
2. Ji kîderê em dikarin elametiyê derheqa xaniyêd kal-pîra bistînin?
2 Çawa Destpêkî: Seva ku xaniyêd kal-pîra bivînin, hûn dikarin binihêrin di wê kitêbêda, kîderê ku ça hejmara têla, usa jî navnîşana wî cî heye. Tu dikarî usa jî hildî hesab xaniyêd biçûk kîderê ku miqatî kal-pîra dibin. Berpirsiyarê mihalê dikare ev şixul ser xwe hilde û rêberiyê bide qulixkarêd cêribandî, seva ku herin mala kal-pîra. Hergê em rind hazir dibin û gumana xwe Yahowa tînin, emê bikaribin Hînkirina Kitêba Pîroze komê destpêkin (Metlk. 21:5; 1 Yûhn. 5:14, 15).
3, 4. (a) Em gerekê nêzîkî kê bin, seva ku hînkirina bi komê bikaribin di mala kal-pîrada derbaz kin? (b) Ça em dikarin bernama hînkirinê hazir kin?
3 Hela ça hûn hînkirinê derbaz kin, vê yekêva girêdayî ye wekî ev xaniyêd çi cûreyî ne. Di xaniyêd mezinda kîderê ku gelek merivêd kal-pîr dimînin, û xebatçî dixebitin, wê baş be ku pêşiyê nêzîkî sêkrêtarê bin û bêjin, ku dixwazin tevî mezinê vî xanî xeber din. Lê di xaniyêd biçûkda kîderê ku çend merivêd emirê xweda mezin dimînin, û du sê xebatçî dixebitin, wê baş be wekî wede bivînî ku pêra-pêra tevî xweyê vî xanî xeber dî.
4 Hemû derecada şiroveke, wekî tu bi rezedilî wedê xwe didî, seva ku hêlana bidî wan meriya yêd ku xwendinê û şêwirkirinê li ser hîmê serhatiyêd Kitêba Pîroz hiz dikin. Dikarî pirskî hela dîsa kesek di vî xanîda heye, ku wê bixwesta tevî vê şêwirkirina Kitêba Pîroze bi komê, ya ku heftiyêda weke 30 deqe wê derbaz be, bibûya yek. Cûre-cûre edebyet dikarin bêne xebitandinê. Mesele, geleka dibêjin ku kitêbêd usa ça “Serhatiyêd Kitêba Pîroz” û “Mamostayê Mezin, yê ku Wextekî li ser Erdê Dijît” rind têne standinê. Dibeke tuyê bixwazî mezinê vî xanîra jî edebyeta nîşan kî. Dişirmîş bin derheqa rojê, wedê û odê derbazkirina hînkirinê, û ev yek tevî mezinê xanî safî ke. Paşî jî derheqa vê yekê dikarî di bernamêda kifş kî, ya ku xaniyêd kal-pîrada hene. Şerm neke û netirse bêjî wekî tu Şedê Yahowa yî. Xêncî wê yekê alî mezinê vî xanî bike, seva ku ew fem bike wekî tu nehatî qulixiya rêlîgiyayê derbaz kî, lê dixwazî hînkirina li ser hîmê Kitêba Pîroz derbazî meriya kî.
5. Kîjan şîretêd kêrhatî dikarin alîkariyê bidin, seva ku hînkirin bi hewasî derbaz be û karê jî bîne?
5 Derbazke Hînkirinê: Ew yek ku çawa hînkirina te wê derbaz be, bi wê yekê girêdayî ye, hela dereca û halê vî xanî çawa ne. Lema jî lazim e serwaxt bî. Ewê ku hînkirinê wê derbaz ke gerekê çend kopyêd wê edebyetê bîne, bi kîjanî ku hînkirin wê derbaz be. Xilaziya hînkirinê jî gerekê wan kopya dîsa top ke. Dibeke wê baş be, wekî kopyêd edebyeta bi herfêd gir bînî. Çaxê abzas têne xwendinê, pirs têne danînê û cab têne dayînê, ev hemû tişt gerekê usa derbaz be, ku her kes xwe rihet texmîn ke. Ewêd ku hazir in û xwendinê zanin, dikarin xwexa jî abzasa yan serhatiyêd Kitêba Pîroz bixûnin. Wedê hînkirinê, nerm û hevalhiz be. Û hînkirina xwe usa derbaz ke, ku wanara hewas be. Bi îzina mezinê vî xanî, tu usa jî dikarî car-cara vîdêoyêd teşkîleta me jî wanara nîşan kî. Çimkî ev yek jî wê bawerbûna wan bişidîne. Usa jî dikarî dîna wan bidî li ser wê yekê, ku çi ders ji serhatiyêd Kitêba Pîroz em dikarin seva xwe hildin. Û wê baş bûya ku hînkirin destpêbûya û xilazbûya bi duakirinê. Hine qulixkar hela hê kilamêd Padşatiyê jî distirên.
6. Çi dikarin bikin hergê kesek dide kifşê, wekî ew tiştekîda qayîl nîne?
6 Lê hergê wedê hînkirinê kesek qayîl nîne ji bo tiştêd ku ew xwendiye, yan jî bihîstiye? Çaxê caba xwe didî, merîfet û serwaxt be (Kols. 4:6). Diqewime tuyê rêzek ji Kitêba Pîroz nîşan kî, yê ku pirsa wîva girêdayî be. Hergê ev yek dest nade, hingê dikarî bidî kifşê ku ev yek te hilda hesab û derheqa vê yekê paşî xilazkirina hînkirinê, başqe tevî wî xeber dî.
7. Çi gerekê bikî, hergê pirseke şexsî cem merî heye, yan jî ew dibêje ku dixwaze hê zêde pêbihese?
7 Dikare usa jî biqewime ku kesek ji kal-pîra pirsekê bide, yan jî bêje ku dixwaze hê zêde pêbihese û hîn be. Xûşkek wanara usa dibêje: “Ev pirseke baş e. Lê ji bo wê yekê ku ev pirsa weye şexsî ye, werên em hîviya xilaziya xwendinê bin. Û paşê tevayî dikarin şêwir bikin”. Hingê dikarin tevî merivêd usa başqe hînkirina Kitêba Pîroz derbaz kin, lê îda wedê û derecê dinda.
8. Ça em dikarin hînkirina bi komê hesab kin, û usa jî ew hînkirina ku başqe tevî merî derbaz dibin?
8 Wê baş be, wekî ew Şedê Yahowa, yê ku Hînkirina Kitêba Pîroze komê di van xaniyada derbaz dike, wekî hertim derbaz ke. Her qulixkarek, yê ku wê bê seva ku piştgiriya xûşkê yan bira bike, evê hînkirina bi komê derbaz ke, dikare wede hesab ke. Çaxê hînkirina teye bi komê îda kifşkiriye û timê derbaz dibe, hingê dikarî her car evê yekê ça serlêdaneke dubare hesab kî, û kotasiya mehê jî hînkirineke Kitêba Pîroz. Lê çaxê başqe hînkirinê destpêdikin tevî wan kal-pîra, yêd ku dikarin hîn bin û fem bikin, hingê dikarî dîsa ev ça hînkirinekê hesab kin.
9, 10. Çi xeyset lazim e wan meriyara yêd ku di vî şixulîda kar dikin? Şiroveke
9 Hînkirinê Berdewan ke: Wê baş be, wekî seva hînkirina tevî komê em wede û roj kifş kin. Çawa merivê ku li wir dimînin, usa jî xebatçî, wê ji me hîviyê bin, wekî ev hînkirin li gora bernamê her gav wê derbaz be. Û usa jî wekî wedê xweda destpêbe û xilaz be (Met. 5:37). Xêncî wê yekê lazim e ku evê yekê hesab kî ça cabdarî, û bi terbetiyê jî bikî. Ji hine qewimandina tê kifşê ku gelek baş e çaxê du qulixkarêd cêribandî hînkirina bi komê derbaz dikin û tevî hev jî şixulkariyê dikin (Waîz 4:9, 10). Lê di xaniyêd mezinda dibeke hê zêde qulixkar lazim bên.
10 Gelek ferz e wekî tu usa jî hevalhiz bî, û derheqa wan jî pêbihesî (Fîlî. 2:4). Wedê serlêdana xweye pêşin, wede bivîne seva ku nasiya xwe bidî her yekê ji wan, yêd ku wê li ser hînkirinê bin. Xwera kifş ke û bixebite ku ser hînkirina mayîn, îda navêd wan bizanibî û bîra xweda xwey kî. Mesele hine merivêd emirê mezinda dixeyîdin, çaxê kesek navê wan hilnade yan jî nizane. Sebirkirin û dilşewatî wê alîkariyê bidin, seva ku her kes bikaribe li ser xwe texmîn ke, ku wîra şa ne û wî qîmet dikin.
11. Ça ewêd ku hînkirina bi komê derbaz dikin, nîşan dikin ku qedirê xebatçiya û neferêd kal-pîra digirin?
11 Xêncî wê yekê gelek ferz e, wekî qedir û qencî hindava xebatçiya û neferêd van kal-pîra bidine kifşê. Hergê tu dixwazî wede û roja derbazkirina hînkirinê biguhêzî, hingê wê bi aqilanî be ku pêşiyê tevî mezinê vî xanî xeber dî. Car-cara mezinê vî xanîra gilî ke derheqa vê yekê, ku hînkirin çawa derbaz dibe. Çaxê neferêd kal-pîra wedê hînkirinê tên, ji aliyê xweda bixebite ku rastî wan bêyî. Wanara nêta derbazkirina hînkirina Kitêba Pîroz şiroveke. Usa jî bide kifşê, wekî tu bi rastiyê jî seva neferêd mala wan dişirmîş dibî. Wana teglîf ke ku ew jî rûnên, û guhê xwe bidine hînkirinê.
12, 13. Gilî kin qewimandinêd ku didine kifşê, wekî çi kar tîne qulixkirina di mala kal-pîrada.
12 Karanîn: Berpirsiyarêd rêwî û civat elam dikin, ku bi rastiyê jî qulixkirina vî cûreyî hêlankirinê û karê tîne. Carekê usa qewimî, ku weke 20 merivêd emirê xweda mezin li ser şêwirkirina pêşin hatin. Û tevî şeş ji wan meriya destpêkirin başqe hînkirina Kitêba Pîroz derbaz kin. Û yek ji wan meriya jî hate nixumandinê. Xêncî vê yekê di xaniyê dinda jî, kulfeteke 85 salî destpêkir li ser civata bê û derheqa xwestina xwe jî got, ku dixwaze bê nixumandinê. Çaxê di xanîkîda dixwestin hînkirina Kitêba Pîroze komêva bidine sekinandinê, yêd ku Şedêd Yahowa derbaz dikirin, hingê merivêd vî xanî çûn û mezinê xanîra gotin ku evê yekê nekin! Wede şûnda hînkirina Kitêba Pîroz dîsa destpêbû û paşê vê yekê weke 25 û 30 merî dihatin li ser vê hînkirinê.
13 Çaxê em hizkirina xwe didine kifşê hindava merivêd ku di mala kal-pîrada nin, ev gelek hukum dike ne ku tenê li ser wana, lê ser yêd dinêna jî. Mesele seva xebatçiyêd ku wê derê dixebitin hine ecêbmayî ye, ku gerekê tevî merivêd emirda rûnên û hela hê hînkirinêda jî kar bikin. Çaxê em qewata xwe didine xebatê seva ku nîşan kin, wekî em seva merivêd emirda mezin dişirmîş dibin, ev yek jî şedetîke baş e seva merivêd dor-ber (1 Pet. 2:12). Çaxê admînîstratorra derheqa nêta hînkirinê gotin, ewî usa got: “Hûn heta niha ku bûn? Kengê hûn dikarin destpêkin?” Mezinê xaniya din jî usa gotibû: “Ez bi dil û can dibêjim ku hînkirina Kitêba Pîroze komê, gerekê hemû xaniyêd vî cûreyîda bêne derbazkirinê. Şedêd Yahowa bi hazirbûnê evê qulixiya xwe derbaz dikin, û hesab dikin ça parekê ji qulixkirina xwe meriyara”. Li ser Hawayiya jî xaniyek sava kal pîra Şedêd Yahowara kaxazek dan, kîderê ku payê Şedêd Yahowa didan seva qulixkirina wane usa baş, û ya bi rezedilî. Di vê kaxazêda ewana usa jî şirovekirin, wekî qulixkarêd ku bi rezedilî dixebitin, mîna xizne pir bi qîmet in seva wan, yêd ku di mala kal-pîrada nin.
14. Çira em gerekê bixwazin bigihînine wan meriya, yêd ku di mala kal-pîrada dijîn?
14 Yahowa xwexa jî teglîf dike merivêd emirda mezin, seva ku navê wî hurmet-rûmet kin (Zeb. 148:12, 13). Ev teglîfkirin dikeve wan meriya jî, yêd ku di mala kal-pîrada dijîn. Lê di mihala weda xaniyêd seva kal-pîra hene, kîderê ku merivêd emirda wê şabûna derheqa mizgîniya xêrê pêbihesiyana? Bi komekdayîna rûspiya û mezinêd seva mala kal-pîra, emê bikaribin şedetiya baş bidin wan meriyara, yêd ku di mala kal-pîrada dimînin. Çaxê em bîr nakin merivêd emirda mezin, bi vê yekê em çev didine Yahowa (Zeb. 71:9, 18).
[Çargoşe ser rûpêla 4]
Şêwirkirina bi Komê di Mala Kal-Pîrada
• Tevî mezinê vî xanî yan jî, tevî admînîstrator xeber de derheqa wê yekê, wekî tu kengê bêyî ku hînkirinê derbaz kî.
• Seva komê êpêce edebyeta bîne. Edebyeta di çentê usada xwey ke, kîderê ku xirab nebin, û paşê hînkirinê jî van edebyeta top kin.
• Hevalhiz be û hînkirinê usa derbaz ke ku meriyara hewas be, û wekî ewana xwe rihet texmîn kin. Çaxê kesekîra xeber didî, navê wan hilde.
• Pey hev abzasa bixûne û şiroveke.
• Pirsêd kin bide xebatê. Payê hemûya bide ji bo cabêd wan.
• Hergê merî tiştekîda qayîl nabe, yan jî ji bo vê yekê destpêdike pirsêd dudiliyê dayne, bêje ku derheqa vê yekê hûnê paşê xeber din, û safî kin wekî kîderê başqe hûnê şêwir bikin.
• Çaxê caba pirsêd xebatçiya û neferêd kal-pîra didî, gerekê hêsa û rast bêjî. Xêncî vê yekê ferz e ku merîfet bî.
• Ji aliyê xweda bixebitin ku başqe destpêkin hînkirinê tevî merivêd ku di vî xanîda dimînin, neferêd wan û xebatçiya.