KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • km 8/14 rûp. 3
  • Wekilandina Mekteba Dannasînkirinê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Wekilandina Mekteba Dannasînkirinê
  • Qulixkirina Meye Padşatiyê 2014
Qulixkirina Meye Padşatiyê 2014
km 8/14 rûp. 3

Wekilandina Mekteba Dannasînkirinê

Pirsêd ku jêrê nivîsar in, wê bêne nihêrandinê di Mekteba Dannasînkirinêda, destpêbûyî ji heftiya 25 Tebaxê sala 2014.

  1. Çawa Qanûna Kahîntiyê 18:3 dikare alî me bike, seva ku nav xweda mezin nekin nihêrandina nepak derheqa qenciyê û xirabiyê? (Efes. 4:17-19) [7 Tîrmehê, w02 1/2 rûp. 29 abz. 4]

  2. Çi me hîn dike ew temiya ku Qanûna Kahîntiyê 19:2-da nivîsar e, û çira em gerekê ji aliyê xweda bixebitin, seva ku gura vê temiyêda bin? [7 Tîrmehê, w09 1/7 rûp. 9 abz. 5]

  3. Çi me hîn dike ew prînsîpa ku dikete qanûna kevin, derheqa wê yekê, wekî heta xilaziyê simbilêd zeviya ketî, bihêlin û top nekin? (Qan. Kah. 19:9, 10) [7 Tîrmehê, w06 15/6 rûp. 22-23 abz. 13]

  4. Çira em dikarin bêjin wekî ev qanûn, “çev ji” ber “çeva”, meriya dew nedida ku kînê bikişînin? (Qan. Kah. 24:19, 20) [14 Tîrmehê, w09 1/9 rûp. 22 abz. 3-4]

  5. Çi derecêda Îsraêlî dikaribû perê xwe bi selef bida, û çi derecêda jî nikaribû? (Qan. Kah. 25:35-37) [21 Tîrmehê, w04 15/5 rûp. 24 abz. 3]

  6. Çira di Kitêba Pîrozda tê gotinê derheqa 12 qebîlêd Îsraêlî, çaxê bi rastiyê ev 13 qebîl bûn? (Jimar 1:49, 50) [28 Tîrmehê, w08 1/7 rûp. 21]

  7. Çaxê qulixiya Lêwiyêd emirda mezin dihate sekinandinê, dewsê ewana çi dikaribûn bikirana, û çi ders em dikarin ji vê serhatiyê hîn bin, ya ku Jimar 8:25, 26-da nivîsar e? [11 Tebaxê, w04 1/8 rûp. 25 abz. 1]

  8. Çaxê Îsraêlî ji Misirê derketin, çira paşê destpêkirin bikine kote-kot? Û çi derseke ferz em dikarin ji vê serhatiyê hîn bin? (Jimar 11:4-6) [18 Tebaxê, w95 1/3 rûp. 15-16 abz. 10]

  9. Çi em hîn dibin ji wê yekê, ku çawa Mûsa xwe kifş kiribû hindava Eldad û Meydadda, çaxê wana destpêkir ça pêxember pêxembertî bikin? (Jimar 11:27-29) [18 Tebaxê, w04 1/8 rûp. 26 abz. 4]

  10. Çi prînsîpa ferz em dikarin hîn bin ji wê temiyê, ku Îsraêliyara dihate dayînê, derheqa wê yekê, ku “pêşê kincêd xwe rîşî kin”? (Jimar 15:37-39) [25 Tebaxê, w04 1/8 rûp. 26 abz. 7]

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin