KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • km 9/14 rûp. 2
  • Çev Bidinê Nehûm Pêxember

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çev Bidinê Nehûm Pêxember
  • Qulixkirina Meye Padşatiyê 2014
  • Têmên Mîna Wê
  • We Zanibû?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
Qulixkirina Meye Padşatiyê 2014
km 9/14 rûp. 2

Çev Bidinê Nehûm Pêxember

1. Ji kitêba Nehûm em çi hîn dibin?

1 Ew yek ku Neynowayê hate wêrankirinê, îzbat dike ku çawa ku Nehûm pêxembertî kir usa jî qewimî. Yahowa heyfa xwe vekir ji dijminêd xwe, belê ew dijminê zulim nikaribûn pêşberî Xwedê bisekinin (Neh. 1:2, 6). Hergê em hûr bi hûr pêbihesin derheqa pêxembertiya Nehûm, em xwera dersekî baş hildin.

2. Em çawa dikarin elametîyê aliyê başda derbazî meriya bikin?

2 Berdilî û Gumanê Bide: Navê Nehûm tê hesabê “Ew berdilyê dide”. Di kitêba Nehûmda tê gotinê derheqa elametiya xirab bona Neynowayê, yê ku dêbajarê Aşûrê bû, û gerekê bihata cezakirinê (Neh. 1:1; 3:7). Lê bona cimeta Xwedê ew elametî çawa mizgîniya xêrê bû. Çimkî Nehûm guman dida Cihûya ku dijminê wan zûtirekî wê îda tune be! Nehûm usa jî wana dida bawerkirinê ku Yahowa “roja tengasiyêda birc e” (Neh. 1:7). Çaxê em dannasîn dikin, em jî gerekê mizgîniyê û gumanê bidine meriya, usa jî hêlan kin ku sitarê bal Yahowa bivînin (Neh. 1:15).

3. Çida em dîsa dikarin çev bidine Nehûm?

3 Bide Xebatê Mesela: Nehûm ji bîna ber Xwedê, beranber kir Neynowa û şeherekî Misirê Têbês (No-amon), yê ku hatibû wêrankirinê bi destê Aşûriya (Neh. 3:8-10). Çaxê em tevî meriya derheqa rojêd paşin xeber didin, û dixwazin wana bidine bawerkirinê ku her sozêd Xwedê bi hûr-gilî wê bêne sêrî, em dikarin mesele pêxembertîkê bînin yê ku îda hate sêrî. Mesele, çaxê Babîloniya û Mediya sala 632 B.D.M. pêşberî Neynowa çûn, barana qewî barî û ava çemê Tîgrîs ûsa zêde bûn, ku alîke dîwarêd Neynowayê sist bû. Usa Neynowa ket, û pêxembertiya Yahowa hate sêrî (Neh. 1:8; 2:6).

4. Çawa bikin ku xeberdana me femdarî be?

4 Bira Xeberdana Te Femdarî be: Nehûm bi mesela û bi dramatîk dinivîsî. Fikirêd wî gelek femdarî bûn (Neh. 1:14; 3:1). Em jî dixwazin bi cûrekî usa xeber din, ku hêsa û femdarî be (1 Korn. 14:9). Çaxê cara pêşin kesekîra dannasîn dikin, jêra şiroveke ku meniya hatina te çi ye. Çaxê hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikî, alî wî merivî bike ku nêzîkî Xwedê be, usa jî alî wî bike ku fem ke çawa ew dikare tiştêd hînbûyî bişêkirîne û bide xebatê (Rom. 10:14).

5. Kitêba Nehûm çi gumanê dide?

5 Kitêba ku Nehûm nivîsî bi navê wî hate navkirinê. Wê kitêbêda rind tê kifşê, wekî Nehûm bawer dikir ku sozêd Xwedê wê ese bêne sêrî. Heta ku kutabûna wê dinyayê xirab nêzîk dibe, em berdiliyê dibînin wan xeberada, ku “cara duwemîn [duda] tengasî wê” neyê ser me (Neh. 1:9).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin