Elametî
◼ Edebyetêd bona belakirinê seva meha Kanûna Pêşin: “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”, yan jî yek ji van belavoka: “Çi Hûn Derheqa Kitêba Pîroz Dişirmîş Dibin?”, “Halê Dinyayê wê Çawa be?”, “Çi Lazim e, seva ku Malbet Bextewar be?”, “Kî bi Rastiyê li ser Dinyayê Hukum Dike?”, “Gelo wê bê ew Wede, Çaxê Kul-Derd Îda Tune bin?” yan jî “Gelo bi Rastiyê Mirî Dikarin Dîsa Bijîn?”. Çile û Sibat: Bidine xebatê yek ji van broşûra, yêd ku bi 32 rûpêla nin: “Mizgîniya Xwedê seva Meriya”, “Guh Bide Xwedê” yan jî “Guh Bide Xwedê û Bijî Heta-Hetayê”. Adar: “Serhatiyêd Kitêba Pîroz”.
◼ Êvara Bîranînê ya sala 2016, wê di roja Çarşemê, 23 Adarê be.
◼ Destpêbûyî ji 1 Çileyê, sala 2015, di civatêda guhastin hatine kirinê, derheqa wê yekê ku Şemiya pêşine her mehê, emê îda nedine xebatê seva destpêkirina hînkirina Kitêba Pîroz. Lê dewsê, niha qulixkar dikarin hemû rojêd Şemiya jûrnala bela kin. Û hînkirinêd Kitêba Pîroz jî, nava mehêda kengê dest dide dikarin destpêkin û bidine xebatê jûrnala, yan jî edebyetêd din seva hînbûnê.
◼ Paşî xilazkirina hînbûna kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”, wê broşûra “Mizgîniya Xwedê seva Meriya” di civatêda derbaz bin. Ewê destpêbe 6 Nîsanê, sala 2015 heta 6 Tîrmehê sala 2015. Paşê, 13 Tîrmehê sala 2015 heta 12 Cotmehê sala 2015, emê derbaz bin broşûra “Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?”. Civat gerekê evan broşûra sifareş bikin, seva ku di civatêda êpêce hebin.