Wekilandina Mekteba Dannasînkirinê
Pirsên ku jêrê nivîsar in, wê bêne nihêrandinê di Mekteba Dannasînkirinêda, destpêbûyî ji heftiya 31 Tebaxê sala 2015.
Ji duakirina Silêman, em çi pêdihesin derheqa Yahowa Xwedê, çi ku baweriya me usa qewî dike, û çawa dişirmîşbûna me derheqa wan tişta, karê mera tîne? (1 Padş. 8:22-24, 28) [6 Tîrmehê, w05 1/7 rûp. 30 abz. 3]
Çawa mesela Dawid dikare me hêlan ke ku em jî anegorî wî, “bi yektiya dil” bimeşin? (1 Padş. 9:4) [13 Tîrmehê, w12 15/11 rûp. 7 abz. 18-19]
Em çi derseke ferz hîn dibin ji serhatiya Êlyas, çaxê Yahowa wî dişîne cem jinebiyê ji Sereptayê? (1 Padş. 17:8-14) [27 Tîrmehê, w14 15/2 rûp. 14]
Çawa dişirmîşbûna me derheqa serhatiya ji 1 Padşatî 17:10-16 me qewî dike, ku bi temamî gumana xwe Yahowa bînin? [27 Tîrmehê, w14 15/2 rûp. 13-15]
Em çi kar dikarin bistînin ji mesela Êlyas, çaxê ewî karibû diltengiya xwe bide sekinandin? (1 Padş. 19:4) [3 Tebaxê, ia rûp. 102-103 abz. 10-12; w14 15/3 rûp. 15 abz. 15-16]
Yahowa ça nihêrî li ser Êlyas çaxê diltengiya wî dît, û çawa em dikarin çev bidine Xwedayê xwe? (1 Padş. 19:7, 8) [3 Tebaxê, w14 15/6 rûp. 27 abz. 15-16]
Çi nerast bû nava nihêrandina Ahab Padşada, û çawa îro Mesîhî dikarin ji şaşiya usa xwe xwey kin? [10 Tebaxê, lv rûp. 164-165, çargoşe; w14 1/2 rûp. 14 abz. 3-4]
Çi em dikarin hîn bin ji xwestina Êlîşa, ya ku ewî gote Êlyas, û ça ev dikare alî me bike, çaxê em kifşkirina teze di qulixkirinêda distînin? (2 Padş. 2:9, 10) [17 Tebaxê, w03 1/11 rûp. 31 abz. 5-6]
Çawa cahil dikarin çev bidine bawerî û mêrxasiya keçikeke Îsraêlî, derheqa kîjanî ku 2 Padşatî 5:1-3-da nivîsar e? [24 Tebaxê, w12 15/2 rûp. 12-13 abz. 11]
Kîjan xeysetên Yehû, hemû qulixkarên Yahowa, gerekê van rojên kutasiyê nav xweda pêşda bînin? (2 Padş. 10:16) [31 Tebaxê, w11 15/11 rûp. 5 abz. 4]