Wekilandina Mekteba Dannasînkirinê
Pirsên ku jêrê têne nivîsandinê, wê bêne nihêrandinê di Mekteba Dannasînkirinêda, destpêbûyî ji heftiya 28 Kanûna Pêşin, sala 2015. Reqema ku bendda kifş kiriye, dide kifşê wekî kengê ev pirs tê şirovekirinê, seva ku bikaribin lêkolînê bikin wedê hazirbûna xweye seva Mektebê di vê heftiyêda.
1. Gelo, em dikarin bêjin ku Dawid hindava dîlên xweda bêxudêtî kir, çawa ku ev yek ji 1 Dîrok 20:3 tê kifşê? [2 Mijdarê w05 15/2 rûp. 27]
2. Çi Dawid hêlan kir, seva ku merdaniyê bide kifşê, û çi wê alî me bike, ku em jî usa bin? (1 Dr. 22:5) [9 Mijdarê, w05 1/10 rûp. 11 abz. 7]
3. Çaxê Dawid gote Silêman: “Xudanê Bavê xwe bizanibe”, bi wê yekê ewî çi dixwest bigota? (1 Dr. 28:9) [16 Mijdarê, w10 1/11 rûp. 30 abz. 3, 7]
4. Xwestina Silêman ji 2 Dîrok 1:10, derheqa wî çi mera eyan dike, û çi em dikarin hîn bin çaxê derheqa duayên xweye şexsî, kûr difikirin? (2 Dr. 1:11, 12) [23 Mijdarê, w05 1/12 rûp. 19 abz. 6]
5. Li gora 2 Dîrok 6:29-30, çi fereseteke muhîm cem Yahowa heye, û çima em gerekê dilê xwe duada wîra vekin (Zb. 55:22) [30 Mijdarê, w10 1/12 rûp. 11 abz. 7]
6. Li ser çi hîmî Asa dua dikir wekî li ser dijminên xwe serfiraz be, û derheqa şerê meye ruhanî em çida dikarin bawer bin? (2 Dr. 14:11) [7 Kanûna Pêşin, w12 15/8 rûp. 8 abz. 6-rûp. 9 abz. 1]
7. Ew ku Yahowa çawa hindava şaşiyên Yehoşefat Padşa xwe kifş kiribû, çi cûreyî hizkirina Xwedê hindava meda dide kifşê, û çawa ev gerekê li ser nihêrandina me hindava yên dinêna hukum ke? (2 Dr. 19:3) [14 Kanûna Pêşin, w03 1/7 rûp. 17 abz. 13; cl rûp. 245 abz. 12]
8. Roja îro çima û ça em gerekê rabin û “bisekinin”? (2 Dr. 20:17) [21 Kanûna Pêşin, w05 1/12 rûp. 21 abz. 2; w03 1/6 rûp. 21 abz. 15-16]
9. Kîjan giliyên ferz çawa bîranîn, em seva xwe divînin li 2 Dîrok 21:20, kîderê ku derheqa mirina Yoram tê gilîkirinê? [21 Kanûna Pêşin, w98 15/11 rûp. 32 abz. 4]
10. Li gora 2 Dîrok 26:5, kî baş hukum dikir li ser Ûzîyayê cahil, û çawa cahilên îro dikarin di civatêda, karê bistînin ji Mesîhiyên cêribandî [28 Kanûna Pêşin, w07 15/12 rûp. 10 abz. 2, 4]