KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb16 Kanûna Pêşin rûp. 2
  • Digihîjne Dila bi Kitêba “Xwe nava Hizkirina Xwedêda Xwey kin”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Digihîjne Dila bi Kitêba “Xwe nava Hizkirina Xwedêda Xwey kin”
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2016)
  • Têmên Mîna Wê
  • Alî Xwendekarên Xwe Bike ku Ewana Bêne Nixumandinê
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
  • Hînbûnên Kitêba Pîroz, yên ku berbi Nixumandinê Diçin – Para 2
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
  • Hînbûnên Kitêba Pîroz, yên ku berbi Nixumandinê Diçin – Para 1
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
  • “Herin Hemû Mileta Hîn kin”
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
Hê Zêde Binihêre
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2016)
mwb16 Kanûna Pêşin rûp. 2

MÎNA ÎSA BIJÎN

Di Xizmetêda Hê Cêribandî Be—Digihîjne Dila bi Kitêba “Xwe nava Hizkirina Xwedêda Xwey kin”

ÇIMA EW YEK FERZ E: Meriv gerekê derheqa normên Yehowa pêbihesin û li gora van bijîn, seva ku bikaribin Xwedê usa bihebînin ku wî xweş bê (Îş. 2:3, 4). Kitêba “Hizkirina Xwedê”, kitêba duda ye seva ku hînkirinê derbaz kin. Ev kitêb alî şagirt dike ku têderxe wekî çawa prînsîpên Xwedê, jîyîna her rojîva tevgirêdayî ne (Îbr. 5:14). Em gerekê bixebitin, seva ku bigihînin dilê meriya çaxê wana hîn dikin. Dêmek em gerekê usa hîn kin, ku ewana xwexa bixwazin bêne guhastinê û nihêrandina rast hindava vê yekêda jî xwey kin (Rm. 6:17).

Xûşk derbaz dike hînkirina Kitêba Pîroz tevî kulfetekê

ÇA EVÊ YEKÊ BIKIN:

  • Xwe rind hazir ke, û hewcên şagirtê xwe timê bîra xweda xwey ke. Hine pirsa hazir ke yên ku fikirên serekeva girêdayî ne, û çi ku wê alî te bikin têderxî fikirên şagirt derheqa têmayê û hestên wî (Mtl. 20:5; be 259 (ru).)

  • Bide xebatê wan çargoşe, yên ku di vê kitêbêda hene, bi saya çi jî şagirt wê bivîne, ku xebitandina prînsîpên Kitêba Pîroz çiqas kar e

  • Dewsa şagirt safîkirina neke, lê alî wî bike ku li ser hîmê îsafa xwe bikaribe şêwir ke (Gl. 6:5)

  • Hergê te dît ku şagirtra alîkarî lazim e, alî wî bike ku ew prînsîpên Kitêba Pîroz bide xebatê. Bi qencî ew hêlan ke, wekî li ser hîmê hizkirina xwe hindava Yehowada, bikaribe jîyîna xweda guhastina bike (Mtl. 27:11; Yn. 14:31)

Kitêba “Hizkirina Xwedê”, gerekê heta xilaziyê tevî şagirt derbaz kin. Hergê şagirt hate nixumandinê jî, dikarî hînkirinê berdewam kî û xwera binivîsî siheta, û serlêdanên dubare, heta ku hûn evê kitêbê temam nekin.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin