KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb24 Adar rûp. 14-15
  • 29 Nîsanê–5 Gulanê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 29 Nîsanê–5 Gulanê
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê 2024
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê 2024
mwb24 Adar rûp. 14-15

29 NÎSANÊ–5 GULANÊ

ZEBÛR 34-35

Kilama 10 û Dua | Pêşxeber (deqek)

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ

1. “Her Gav Pesinê Yehowa Bidin”

(10 deqe)

Dawid hela hê hingê jî pesinê Yehowa dida, gava rastî çetinaya dihat (Zb. 34:1; w07 1/3 22 ¶11)

Dawid Yehowara firnaq dibû, ne ku xwera (Zb. 34:2-4; w07 1/3 22 ¶13)

Çaxê Dawid pesinê Yehowa dida, ev yek piştgirên wî qewî dikir (Zb. 34:5; w07 1/3 23 ¶15)

Dawid şkeftêda tevî piştgirên xwe xeber dide.

Çaxê Dawid ji Abîmelex çû, 400 mêrên ku nedixwestin bin serwêrtiya Şawûl Padşada bimînin, çûn xwe gîhandine Dawid, yê ku beriyêda bû (1 Sm. 22:1, 2). Diqewime çaxê Dawid Zebûra 34 dinivîsî, ew xût derheqa wan mêra difikirî.

PIRSÊ BIDE XWE: “Ez ça dikarim pesinê Yehowa bidim, gava ser civatê tevî kesekî xeber dim?”

2. Xizna Kitêba Pîroz

(10 deqe)

  • Zb. 35:19—Dawid çi dixwest bigota, çaxê lava dikir wekî dijminên wî “çeva hevra nekin”, dêmek çevê xwe hevdura nequrçînin? (w06 15/5 20 ¶2)

  • Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Mt. 19:16-30 (th dersa 5)

XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN

4. Xeberdanê Destpêkin

(2 deqe) ŞEDETIYA NEFORMAL. Pêşiya ku tu şedetiyê bidî, xeberdana we xilaz dibe (lmd dersa 1, abzasa 4).

5. Xeberdanê Berdewam kin

(4 deqe) ŞEDETIYA NEFORMAL (lmd dersa 2, abzasa 4).

6. Derheqa Baweriya Xwe Şiroveke

(5 deqe) Temaşe. ijwfq 59—Têma: Çira Şedên Yehowa Cejinên Belabûyî Derbaz Nakin? (th dersa 17)

MÎNA ÎSA BIJÎN

Kilama 59

7. Sê Mecal ku Ça ser Civata Pesinê Yehowa Bidin

(15 deqe) Şêwirkirin.

Şikil: Xûşkek ser civatê pesinê Yehowa dide. 1. Ew pêşiya civatê tevî du xûşka xeber dide. 2. Ew caba xwe dide. 3. Ew ser civatê bi dil û can kilam distirê.

Ser civata mera mecalên baş têne dayînê, ku pesinê Yehowa bidin. Vira sê derece hatine dayînê.

Xeberdan: Çaxê tu tevî kesên din xeber didî, besa qenciya Yehowa bike (Zb. 145:1, 7). Dibeke te tiştek bihîstiye yan jî xwendiye, ji çi jî te kar standiye. Diqewime wedê xizmetiyê qewimandineke hewas bal te hebû. Te ji xeberdan yan jî kirên kesekî hêlanî stand. Te dîna xwe dabû efrîna û wê yekêra heyr-hujmekar mabûyî. Ev her tişt pêşkêşên ji Yehowa ne (Aqb. 1:17). Hinekî zû here ser civata, wekî bikaribî tevî kesên din xeber dî.

Cab: Ser her civatê hema cabekê bide (Zb. 26:12). Tu dikarî raste-rast caba pirsê bidî, fikira zêde zelal kî, rêzekê yan şikilekî şirovekî, yan bêjî ku evê înformasiyayê ça bidine xebatê. Çaxê tu destê xwe bilind dikî, kesên din jî bilind dikin, lema jî çend komêntariya hazir ke. Diha zêde meriv wê bikaribin “qurbana pesindayînê bidine Xwedê”, hergê caba me 30 senî yan hê kêm be (Îbr. 13:15).

Kilam: Ser civata bi dil û can kilama bistirê (Zb. 147:1). Diqewime ser her civata tera mecal neyê dayînê ku caba xwe bidî, îlahî gava civat mezin e, lê tu dikarî timê kilama bistirêyî. Hergê tu nikarî rind kilama bistirêyî, lê dîsa jî her tiştî ji aliyê xweda dikî, ku bistirêyî, ew yek dilê Yehowa şa dike! (2 Kr. 8:12) Tu dikarî malda kilama bistirêyî û xwe hazir kî.

Vêxe VÎDÊO Terîxî: Pêşdaçûyîna Teşkîleta Me—Kilamên Pesindayînê. Para 1. Paşê pirs bide guhdara:

Teşkîleta meda ji berê heta roja îro, me ça daye kifşê wekî kilamên bona pesindayîna Yehowa gelek ferz in?

8. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda

(30 deqe) bt serê 9, abzasa ¶1-7, pêşxebera para 3 û çargoşe ser rûp. 70

Xeberên Xilaziyê (3 deqe) | Kilama Teze ya Civata Mezine 2024 û Dua

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin