6-12 GULANÊ
ZEBÛR 36-37
Kilama 87 û Dua | Pêşxeber (deqek)
1. “Bîna Xwe Xiraba Teng Neke”
(10 deqe)
Ji bo merivên zulm em êşê dikişînin û diçerçirin (Zb. 36:1-4; w17.04 10 ¶4)
Hergê em tevî merivên zulm bikevine dewê, usa emê ziyanê bidine xwe jî (Zb. 37:1, 7, 8; w22.06 10 ¶10)
Çaxê em îtbariya xwe sozên Yehowa tînin, ev yek edilayê dike dilê me (Zb. 37:10, 11; w03 1/12 13 ¶20)
PIRSÊ BIDE XWE: “Gelo ez bi zêdeyî dîna xwe didime van nûçeya, yên ku zulmiyê û kirên xirab nîşan dikin?”
2. Xizna Kitêba Pîroz
(10 deqe)
3. Xwendina Kitêba Pîroz
(4 deqe) Mt. 20:1-16 (th dersa 10)
4. Xeberdanê Destpêkin
(3 deqe) MAL BI MAL. (lmd dersa 1, abzasa 5)
5. Xeberdanê Berdewam kin
(4 deqe) ŞEDETIYA NEFORMAL. Meriv hêlan ke ku hînbûna Kitêba Pîroz destpêke, kîjanî ku berê înkar kiribû (lmd dersa 9, abzasa 4).
6. Gotar
(5 deqe) ijwbv 45—Têma: Çi têne hesabê giliyên ji Zebûra 37:4? (th dersa 13)
Kilama 33
7. Tu Hazir î bona “Oxirmê Giran”?
(15 deqe) Şêwirkirin.
Xûşk-birên me ser temamiya erdê gelek diçerçirin ji bo teşqelên tebiyetê û zulmiya ku bi destê meriva tê kirinê (Zb. 9:9, 10). Yazix oxirmê giran dikarin nişkêva destpêbin, lema jî gelek ferz e, wekî em pêşda xwe bona vê yekê hazir kin.
Xêncî hazirkirina aliyê fîzîkîdaa, dîsa çi dikare alî me bike, ku bona teşqela hazir bin?
Aliyê êmosiyalîda hazir bin: Bîr nekin ku teşqele dikarin biqewimin, û pêşda xwe bona vê yekê hazir kin. Tiştên matêrîalîva neyêne girêdanê. Ev yek wê alî we bike ku bi bîlanî safîkirina bikin û berê ewlin emirê xwe û emirê kesên din xilaz kin, ne ku hebûka xwe (Dsp. 19:16; Zb. 36:9). Usa jî hergê hûn hebûkêva girêdayî nîbin, paşî teşqela jî hûnê bi zêdeyî bona hebûka undabûyî ber xwe nekevin (Zb. 37:19).
Aliyê ruhanîda hazir bin: Îtbariya xwe hindava Yehowa qewî kin û dudilî nebin, ku ewê alî we bike (Zb. 37:18). Pêşiya ku teşqele biqewime, timê bînin bîra xwe, wekî Yehowa wê derecên usada rêberiyê xizmetkarên xwe bike û wana xwey ke, hela hê hergê bê tişt bimînin jî (Yêr. 45:5; Zb. 37:23, 24).
Hergê em bi temamî bawer dikin, ku sozên Yehowa wê bêne sêrî, ewê “oxirmê giranda . . . piştovanê” me be (Zb. 37:39).
Vêxe VÎDÊO Te Xwe Hazir Kiriye bona Teşqela? Paşê pirsa bide guhdara:
Yehowa wedê teşqela ça dikare alî me bike?
Em çi dikarin bikin, wekî bona teşqela xwe hazir kin?
Ça em dikarin alî wan meriva bikin, yên ku wedê teşqela zirarê dikevin?
8. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda
(30 deqe) bt serê 9 ¶8-16
Xeberên Xilaziyê (3 deqe) |
a Binihêre Hişyar Bin! № 5, sala 2017, rûpêla 4-6.