KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb24 Gulan rûp. 6-7
  • 27 Gulanê–2 Hezîranê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 27 Gulanê–2 Hezîranê
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê 2024
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê 2024
mwb24 Gulan rûp. 6-7

27 GULANÊ–2 HEZÎRANÊ

ZEBÛR 42-44

Kilama 86 û Dua | Pêşxeber (deqek)

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ

Ji Hînkirina Xwedê bi Temamî Karê Bistînin

(10 deqe)

Van mecala ji destê xwe bernede, ku tevî xûşk-bira Yehowa bihebînî, çiqas dikarî rû bi rû tevî wan be (Zb. 42:4, 5; w06 1/6 9 ¶4)

Pêşiya lêkolîna Xebera Xwedê, dua bike (Zb. 42:8; w12 15/1 15 ¶2)

Bihêle wekî rastiya Kitêba Pîroz rêberiya hemû gavên te bike (Zb. 43:3)

Xûşk ser civata mezin rind guhdar e û fikira xwera dinivîse.

Hînkirina Xwedê wedê tengasiya me qewî dike û alî me dike li gora sonda xwe bijîn (1 Pt. 5:10; w16.09 5 ¶11-12).

2. Xizna Kitêba Pîroz

(10 deqe)

  • Zb. 44:19—Dibeke çi tê hesabê gilî ‘ciyê çeqela’? (it-1 1242)

  • Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Mt. 21:15-30 (th dersa 11)

XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN

4. Xeberdanê Destpêkin

(4 deqe) MAL BI MAL. Meriv hêlan ke ku hînbûna Kitêba Pîroz destpêke (lmd dersa 5, abzasa 5).

5. Xeberdanê Berdewam kin

(5 deqe) MAL BI MAL. Meriv teglîf ke ser gotara civatê. Şêwir ke vîdêo Çi Diqewime Oda Civatêda? (ne lazim e vîdêo vêxî). (lmd dersa 7, abzasa 5)

6. Gotar

(3 deqe) lmd elametiya zêde A №4—Têma: Her Kes Wê Sihet-Qewat be (th dersa 2).

MÎNA ÎSA BIJÎN

Kilama 21

7. Hindava Xebatê û Xwendina Bilind Safîkirinên Bîlanî Bike

(15 deqe) Şêwirkirin.

Şikil: Birakî cahil Kitêba Pîroz dixûne û difikire ser vê yekê ku ew paşî xilazkirina mektebê çi bike. 1. Ew tevî şîretkarê mektebê xeber dide. 2. Ew diçe Mekteba bona Mizgînvanên Padşatiyê. 3. Ew welatê xerîbda xizmet dike.

Cahilno, we îda safî kiriye ku pey xilazkirina mektebêra çi bikin? Dibeke we îda safî kiriye, ku filan xebatê xwera bivînin, wekî bikaribin ça pêşeng xizmet kin. Yan jî dibeke hûn difikirin derheqa hine kûrsa, kîderê dikarin pêşekê hîn bin, yan jî dîplomekê bistînin, wekî xwera xebateke usa bivînin. Emirê weda ew wedekî hewas e! Lê dibeke wedê safîkirinê, hûn tevlihev bin ji bo gelek şîreta yan jî hêlankirina merivên din. Çi dikare alî we bike, wekî safîkirina bîlanî bikin?

Bixûne Metta 6:32, 33. Paşê pirsa bide guhdara:

  • Çira wê baş be wekî pêşiya safîkirinên derheqa xebatê û xwendina bilind, nêtên ruhanî daynin pêşiya xwe?

  • Dê-bav ça dikarin alî zarên xwe bikin, wekî Metta 6:32, 33 bidine xebatê? (Zb. 78:4-7)

Fesal be wekî xwestina te ku axiriyêda aliyê perada tu kêmasiyê nevînî yan jî bibî navdar, ser safîkirinên te hukum nebe (1 Yn. 2:15, 17). Bîr neke, wekî ji bo gelek pera merivra dikare çetin be mizgîniya Padşatiyê qebûl ke (Lq. 18:24-27). Çaxê meriv pey hebûkê dikeve, wîra çetin dibe ruhanîda pêşda here û hiş-aqilê xwe bide ser vê yekê ku dilê Yehowa şa ke (Mt. 6:24; Mk. 8:36).

Vêxe VÎDÊO Miqatî Xwe bin, wekî Îtbariya Xwe Wan Tişta Neynin, Çi ku Wê Kuta bin!—Hebûk. Paşê pirsa bide guhdara:

  • Çawa Metelok 23:4, 5 dikare alî te bike, wekî safîkirinên bîlanî bikî?

ŞÎRET

  • Nêtên usa dayne pêşiya xwe, kîjan tê bikaribî wedekî kinda bigihîjêyî, û kîjan wedekî dirêjda bikaribî bigihîjêyî

  • Bawer be wekî bijartina xwendina bilind yan jî pêşeyê ku hîn bî, wê riya te negirin bigihîjî nêtên xweye ruhanî

  • Tiştekî kêrhatî bijbêre û hazir be guhastina bikî. Hergê tu safî dikî zêde kûrsa derbaz bî û tiştekî hîn bî, bawer be wekî ew xebat dikare alî te bike axiriyêda ebûra xwe bikî

8. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda

(30 deqe) bt serê 10 ¶5-12

Xeberên Xilaziyê (3 deqe) | Kilama 47 û Dua

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin