KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb24 Tîrmeh rûp. 4-5
  • 15-21 Tîrmehê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 15-21 Tîrmehê
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê 2024
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê 2024
mwb24 Tîrmeh rûp. 4-5

15-21 TÎRMEHÊ

ZEBÛR 63-65

Kilama 108 û Dua | Pêşxeber (deqek)

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ

1. “Huba Te ji Emir Çêtir e”

(10 deqe)

Heleqetiya baş tevî Xwedê ji emir qîmettir e (Zb. 63:3; w01 15/10 15-16 ¶17-18)

Çaxê em derheqa hezkirina Yehowaye amin difikirin, razîbûna me hindava wîda diha zêde dibe (Zb. 63:6; w19.12 28 ¶4; w15 15/10 24 ¶7)

Razîbûna hindava hezkirina Yehowa me hêlan dike bi şabûnê pesinê wî bidin (Zb. 63:4, 5; w09 15/7 16 ¶6)

Şikil: Xûşkek Kitêba Pîroz dixûne. 1. Ew bi şabûnê tevî xûşkekê xizmet dike. 2. Ew ser civatê caba xwe dide.

WEDÊ QULIXKIRINA TEVÎ MALBETÊ: Şêwir kin, ku ça Yehowa hezkirina amin hindava we daye kifşê.

2. Xizna Kitêba Pîroz

(10 deqe)

  • Zb. 64:3—Ev rêz ça me hêlan dike bi xeberdana xwe meriva geş bikin? (w07 15/11 15 ¶6)

  • Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Mt. 24:1-15 (th dersa 12)

XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN

4. Xeberdanê Destpêkin

(2 deqe) MAL BI MAL. Xweyê malê ser zimanê te xeber nade (lmd dersa 3, abzasa 4).

5. Xeberdanê Destpêkin

(2 deqe) ŞEDETIYA NEFORMAL. Pêşiya ku tu şedetiyê bidî, xeberdana we xilaz dibe (lmd dersa 2, abzasa 4).

6. Xeberdanê Destpêkin

(3 deqe) XIZMETÎ LI WAN CIYA KÎDERÊ GELEK MERIV IN. Têderxe ku kîjan têma merivra hewas e û xilaziyêda safî kin, ku dîsa rastî hev bên (lmd dersa 1, abzasa 5).

7. Derheqa Baweriya Xwe Şiroveke

(4 deqe) Temaşe. ijwfq 51—Têma: Çira Şedên Yehowa Dîsa jî Diçin Cem Wan Meriva, Kîjanara Hewas nîbû Guh Bidana Wan? (lmd dersa 4, abzasa 3)

MÎNA ÎSA BIJÎN

Kilama 154

8. Em Ça Hezkirina Xwe Xwedêra Didine Kifşê

(15 deqe) Şêwirkirin.

Hezkirina Yehowaye amin bê sînor e (Zb. 86:15). Xebera “hub”, dêmek hezkirina amin, tê hesabê çaxê meriv bi hezkirinê kesekîva girêdayî ye, jêra amin e û heyr-hujmekar e. Rast e Yehowa hemû merivara hezkirina xwe dide kifşê, lê hezkirina amin ew tenê hindava xizmetkarên xwe dide kifşê, heleqetiya kîjana tevî wî qewî ye (Zb. 33:18; 63:3; Yn. 3:16; Kr.Şn. 14:17). Em dikarin razîbûna xwe bona hezkirina Yehowaye amin bidine kifşê bi vê yekê, ku em jî wî hez bikin. Gelo çi cûreyî? Em gerekê temiyên wî bînin sêrî û ev temî jî, ku meriva bikine şagirt (Mt. 28:19; 1 Yn. 5:3).

Vêxe VÎDÊO Hizkirina ku Tu Car Kuta Nabe Xizmetiyêda Bidine Kifşê. Paşê pirsa bide guhdara:

Hezkirina amin ça dikare me hêlan ke mizgîniyê bela kin çaxê

    Derecek ji vîdêo “Hizkirina ku Tu Car Kuta Nabe Xizmetiyêda Bidine Kifşê”. Bav ji xebatê hatiye û xewra çûye.
  • em westiyayî ne?

  • Derecek ji vîdêo “Hizkirina ku Tu Car Kuta Nabe Xizmetiyêda Bidine Kifşê”. Mêrek sert tevî vî bavî xeber dide, yê ku tevî kurê xwe derketiye xizmetiyê.
  • em rastî peyketina tên?

  • Derecek ji vîdêo “Hizkirina ku Tu Car Kuta Nabe Xizmetiyêda Bidine Kifşê”. Dê û qîz dikanêda tevî jinikeke xebatçî xeber dide.
  • em şixulên herrojî dikin?

9. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda

(30 deqe) bt serê 12, ¶abzasa 14-20

Xeberên Xilaziyê (3 deqe) | Kilama 79 û Dua

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin