KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb24 Îlon rûp. 5-16
  • 16-22 Îlonê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 16-22 Îlonê
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê 2024
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê 2024
mwb24 Îlon rûp. 5-16

16-22 ÎLONÊ

ZEBÛR 85-87

Kilama 41 û Dua | Pêşxeber (deqek)

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ

Dawid Padşa bi dil û can dua dike.

1. Dua Alî Me Dike Sebir kin

(10 deqe)

Ji Yehowa lava ke, ku şabûnê bide te (Zb. 86:4)

Ji Yehowa lava ke ku alî te bike amin bimînî (Zb. 86:11, 12; w12 15/5 25 ¶10)

Bawer be ku Yehowa wê caba duayên te bide (Zb. 86:6, 7; w23.05 13 ¶17-18)


PIRSÊ BIDE XWE: “Çaxê ez rastî problêmekê têm, gelo ez diha dirêj û gelek car bona vê yekê dua dikim?” (Zb. 86:3).

2. Xizna Kitêba Pîroz

(10 deqe)

  • Zb. 86:11—Ji duayê Dawid em derheqa dilê meriv çi pêdihesin? (it-1 1058 ¶5)

  • Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Mt. 26:57–75 (th dersa 12)

XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN

4. Xeberdanê Destpêkin

(3 deqe) ŞEDETIYA NEFORMAL. Meriv hêlan ke ku hînbûna Kitêba Pîroz destpêke (lmd dersa 3, abzasa 5).

5. Xeberdanê Berdewam kin

(4 deqe) ŞEDETIYA NEFORMAL. Merivê ku pêşda digot, wekî ew ji bo qewimandinên dinyayê ber xwe dikeve, hêlan ke hînbûna Kitêba Pîroz destpêke (lmd dersa 7, abzasa 4).

6. Şagirta Hazir kin

(5 deqe) lff dersa 15, abzasa 5. Xwendekarê xwera bêje, ku heftiya din tuyê ciyada herî û heta tu bêyî, kesekî din wê tevî wî hînbûnê derbaz ke (lmd dersa 10, abzasa 4).

MÎNA ÎSA BIJÎN

Kilama 83

7. Berdewam kin Xizmet kin

(5 deqe) Şêwirkirin.

Vêxe VÎDÊO. Paşê pirsa bide guhdara:

  • Çira em carna dikarin bifikirin, wekî xizmetiya me badîhewa ye?

  • Çira em gerekê dilteng nebin û xizmetiya xwe berdewam kin?

8. Berdewam kin Derheqa Hînbûna Kitêba Pîroz Merivara Bêjin!

(10 deqe) Şêwirkirin.

Xûşkek ber sekinandina ereba şedetiyê dide jinikekê.
Cotekî zewicî ber stêndê sekinîne, ser kîjanê nivîsar e “Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroze Bêpere” û jinikek dîna xwe dide stêndê.
Cotekî zewicî wedê xizmetiya mal bi mal broşûra “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê! didine mêrekî

Wedê kampaniya mexsûs te pê broşûra Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê! qe hînbûna Kitêba Pîroz destpêkiriye? Hergê erê, dêmek tu gelek bextewar î! Xûşk-bira jî ji mesela te hêlanê distînin. Lê ji aliyê dinva, hergê te hînbûna Kitêba Pîroz destpênekiriye, diqewime tu difikirî, wekî cefê te badîhewa ye. Lê tu gerekê çi bikî hergê dilteng dibî, ku te hînbûna Kitêba Pîroz destpênekiriye?

Vêxe VÎDÊO “Em Xwe bi Sebira Xweye Mezin Didine Kifşê, Çawa Qulixkarên Xwedê” —Çaxê Xizmet Dikin. Paşê pirsa bide guhdara:

  • 2 Korintî 6:4, 6 ça dikare alî me bike, çaxê em difikirin, wekî xizmetiya me boş-betal e?

  • Tu çi guhastina dikarî bikî, hergê difikirî, wekî mêtodên ku tu xizmetiyêda didî xebatê, alî te nakin hînbûnên Kitêba Pîroz destpêkî?

Bîr nekin, wekî şabûna me vê yekêva girêdayî nîne, ku çiqas hînbûnên meye Kitêba Pîroz hene. Belê, şabûna me vê yekêva girêdayî ye, ku em zanin, wekî Yehowa cefê me dişêkirîne (Lq. 10:17-20). Lema jî berdewam kin bi dil û can kampaniya mexsûsda kar bikin û bawer bin, ku “xebata we boş-betal nîne li ber Xudan” (1 Kr. 15:58).

9. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda

(30 deqe) bt serê 15, abzasa ¶13-14, çargoşe ser rûp. 121

Xeberên Xilaziyê (3 deqe) | Kilama 39 û Dua

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin