KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb24 Mijdar rûp. 4-5
  • 18-24 Mijdarê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 18-24 Mijdarê
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê 2024
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê 2024
mwb24 Mijdar rûp. 4-5

18-24 MIJDARÊ

ZEBÛR 107-108

Kilama 7 û Dua | Pêşxeber (deqek)

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ

1. “Razî bin ji Xudan, Çimkî Ew Qenc e”

(10 deqe)

Çawa ku Yehowa cimeta Îsraêlê ji dîltiya Babîlonê aza kiribû, ewî usa jî em ji dinya Mîrê-cina xilaz kirine (Zb. 107:1, 2; Kl. 1:13, 14)

Razîbûna hindava Yehowa me hêlan dike, ku civatêda şikiriyê bidine wî (Zb. 107:31, 32; w07 15/4 20 ¶2)

Em dikarin hê zêde şêkirdar bin, hergê kûr bifikirin ser vê yekê, çi ku Yehowa bi hezkirinê bona me kiriye (Zb. 107:43; w15 1/1 8 ¶4)

Şikil: Mecalên ku em ça dikarin pesinê Yehowa bidin. 1. Ser civatê xûşk-bira kilam distirên. 2. Birak ser civatê caba xwe dide. 3. Du xûşk mal bi mal xizmet dikin.

2. Xizna Kitêba Pîroz

(10 deqe)

  • Zb. 108:9—Dibeke çira Xwedê derheqa Mowab got, ku ew “derdana Mine şûştinê ye”? (it-2 420 ¶4)

  • Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Mk. 2:1-14 (th dersa 5)

XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN

4. Xeberdanê Destpêkin

(3 deqe) ŞEDETIYA NEFORMAL (lmd dersa 1, abzasa 4).

5. Xeberdanê Berdewam kin

(4 deqe) ŞEDETIYA NEFORMAL. Merivra gilî ke derheqa kûrsa Kitêba Pîroz, û karta kûrsa hînbûna Kitêba Pîroz bide wî (lmd dersa 9, abzasa 3).

6. Gotar

(5 deqe) ijwyp 90—Têma: Ça Dikarim ji Fikirên Nebaş, Dûr bim? (th dersa 14)

MÎNA ÎSA BIJÎN

Kilama 46

7. Em bona Şikirdayîna Yehowara Distirên

(15 deqe) Şêwirkirin.

Gava Yehowa Îsraêliya ber Bera Sor, ji ordiya qewî ya Misiriya, xilaz kir, cimeta wî ji razîbûnê bi kilamekê şikirî da wî (Drk. 15:1-19). Pêşiyê mêra destpêkirin kilama teze bistirên (Drk. 15:21). Îsa û Mesîhiyên pêşin jî bona şikirî û pesindayînê, Xwedêra distiran (Mt. 26:30; Kl. 3:16). Em jî îro berdewam dikin razîbûna xwe Yehowara bidine kifşê, gava ser civat û civatên mezin distirên. Mesele, kilama ku me hêja stira, bi navê “Ji Te Razî ne Yehowa”, em ji sala 1966, ser civatên me distirên.

Hine miletada, dibeke mêr ber xelqê şerm dikin bistirên. Yên din jî nastirên, çimkî difikirin ku dengê wan nexweş e. Lê em gerekê bîr nekin, ku stirandina kilamên me ser civata, para hebandina me ye. Teşkîleta Yehowa gelek dixebite ser çêkirina kilamên xweş û ser vê yekê, ku ser her civata kîjan kilama bistirên. Me her kesîra mecal tê dayînê, ku tevayî bi dengê xwe, hezkirin û razîbûna xwe Bavê xweyî ezmanara bidine kifşê.

Vêxe VÎDÊO Terîxî: Pêşdaçûyîna Teşkîleta Me—Kilamên Pesindayînê, Para 2. Paşê pirsa bide guhdara:

    Derece ji vîdêo “Terîxî: Pêşdaçûyîna Teşkîleta Me—Kilamên Pesindayînê. Para 2”. Birê F. W. Frans derheqa derketina “Kitêba Kilama ya Xizmetiya Padşatiyê” elam dike.”
  • Sala 1944-da çi tiştekî mexsûs qewimî?

  • Derece ji vîdêo “Terîxî: Pêşdaçûyîna Teşkîleta Me—Kilamên Pesindayînê. Para 2”. Nîvê şevê, birak ji Sîbîryayê nivîsara dengê stirana xûşk-bira binê kinca vedişêre.
  • Xûşk-birên ji Sîbîryayê çawa razîbûna xwe hindava stirandina kilamên Padşatiyê dane kifşê?

  • Derece ji vîdêo “Terîxî: Pêşdaçûyîna Teşkîleta Me—Kilamên Pesindayînê. Para 2”. Ser civata mezin bi orkêstir miqamê lêdixe û xûşk-bira distirên.
  • Çira bona Şedên Yehowa stirandina kilama gelek ferz e?

8. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda

(30 deqe) bt serê 18, abzasa ¶6-15

Xeberên Xilaziyê (3 deqe) | Kilama 73 û Dua

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin