KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb25 Çile rûp. 2-3
  • 6-12 Çileyê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 6-12 Çileyê
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (Bona Hînbûnê)—2025
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (Bona Hînbûnê)—2025
mwb25 Çile rûp. 2-3

6-12 ÇILEYÊ

ZEBÛR 127-134

Kilama 134 û Dua | Pêşxeber (deqek)

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ

1. Dê-Bavno Timê bona Zarên Xwe Xem Bikin

(10 deqe)

Dê-bav dikarin bawer bin, wekî Yehowa wê alî wan bike ku bona hewcên malbeta xwe xem bikin (Zb. 127:1, 2)

Zar pêşkêşa qîmet ji Yehowa ne (Zb. 127:3; w21.08 5 ¶9)

Zarên xwe li gora hewcên wan hîn kin (Zb. 127:4; w19.12 27 ¶20)

Bavek bi saya broşûra “Dersên Kitêba Pîroz bona Zara” tevî du zarên xwe hînbûnê derbaz dike. Zar didine ber çevê xwe ku ewana Cinetêda tevî fîl û gorîlayê dilîzin.

Yehowa gelekî dişêkirîne gava dê-bav îtbariya xwe wî tînin û her tiştî dikin, wekî bona zarên xwe xem bikin

2. Xizna Kitêba Pîroz

(10 deqe)

  • Zb. 128:3—Çira zebûrbêj kur beramberî çiqilên zeytûnê kirin? (it-1 543)

  • Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Mk. 5:1-14 (th dersa 2)

XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN

4. Xeberdanê Destpêkin

(3 deqe) ŞEDETIYA NEFORMAL (lmd dersa 1, abzasa 3).

5. Xeberdanê Destpêkin

(4 deqe) ŞEDETIYA NEFORMAL. Meriv besa hînkirinekê dike, ya ku miqabilî hînkirina Kitêba Pîroz e (lmd dersa 5, abzasa 4).

6. Şagirta Hazir kin

(5 deqe) lff dersa 16, abzasa 4-5. Xwendekarê xwera bêje, ku hînbûn wê çi cûreyî derbaz be heta tu vegerî (lmd dersa 10, abzasa 4).

MÎNA ÎSA BIJÎN

Kilama 13

7. Dê-Bavno, Hûn bona Hînkirina Zarên Xwe Hacetên Baş Didine Xebatê?

(15 deqe) Şêwirkirin.

Teşkîleta Yehowa gelek edebyeta derdixe, wekî alî dê-bava bike ku derheqa Yehowa zarên xwe hîn kin. Lê yek ji hacetên lape qewî, bi saya çi jî dê-bav dikarin zarên xwe hîn kin, ev heye mesela wane baş (Qn.Dc. 6:5-9).

Îsa jî bi saya vê hacetê, dêmek bi mesela xwe şagirtên xwe hîn dikir.

Bixûne Yûhenna 13:13-15. Paşê pirsê bide guhdara:

  • Çira ev yek ku Îsa bi mesela xwe hîn dikir, mêtodeke baş û kêrhatî bû?

Dê-bavno giliyên we wê ser zarên we diha baş hukum kin, hergê hûn pê kirên xwe wanra bibine mesele. Usa jî mesela weye baş, wê zarên we hêlan ke, ku şîreta we bişêkirînin û emirê xweda bidine xebatê.

Şikil: Dereca ji vîdêoyê “Bi Mesela Xwe Zarên Xwe Hîn Dikin”. 1. Malbeta Garsîya ereba xweda rûniştine, û hazir in herine civatê. 2. Malbet paşî civatê malda ber sifirê rûniştine. Ewana tiştekî dixwin û hevra xeber didin. 3. Birê Garsîya lêkolîna xwe dide sekinandinê wekî tevî qîzeke xwe xeber de. 4. Birê û xûşka Garsîya Kitêba Pîroz didine xebatê, wekî tevî qîzeke xwe pirsekê şêwir kin.

Vêxe VÎDÊO Bi Mesela Xwe Zarên Xwe Hîn Dikin. Paşê pirsa bide guhdara:

  • Malbeta Garsîya çi dersên ferz qîzên xwe hîn kirin?

  • Ev vîdêo çawa alî we dike, wekî berdewam kin bona zarên xwe bibine meseleke baş?

Bi mesela xwe hûn dikarin zarên xwe hîn kin, wekî . . .

  • ewana safîkirinên baş bikin bona wedederbazkirinê, îçkevexwarinê û xebitandina malperên sosyalî

  • şixulên ruhanî daynin ser ciyê pêşin

  • qedir û hezkirinê hindava hevalzewacê xwe bidine kifşê

8. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda

(30 deqe) bt serê 20, abzasa ¶13-20

Xeberên Xilaziyê (3 deqe) | Kilama 73 û Dua

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin