KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb25 Adar rûp. 14-15
  • 28 Nîsanê–4 Gulanê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 28 Nîsanê–4 Gulanê
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (Bona Hînbûnê)—2025
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (Bona Hînbûnê)—2025
mwb25 Adar rûp. 14-15

28 NÎSANÊ–4 GULANÊ

METELOK 11

Kilama 90 û Dua | Pêşxeber (deqek)

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ

1. Miqatî Xeberdana Xwe bin!

(10 deqe)

Tiştên usa nebêjin, çi ku dikare dilê “heval-hogira” bêşîne (Mtl. 11:9; w02 15/5 26 ¶4)

Wan tişta nebêjin, çi ku dikare cudetî pêşda bîne (Mtl. 11:11; w02 15/5 27 ¶2-3)

Tiştên konfîdênsiyal bela nekin (Mtl. 11:12, 13; w02 15/5 27 ¶5)

Oda Civatêda du bira tevayî xeber didin. Yek ji van ser birakî din tiştên nebaş xeber dide, yê ku berbi wan tê.

BIFIKIRE: Giliyên Îsa ji kitêba Lûqa 6:45 ça alî me dikin, wekî ji xeberdana ku ziyanê tîne, xwe dûr bigirin?

2. Xizna Kitêba Pîroz

(10 deqe)

  • Mtl. 11:17—Gava em qenciyê dikin, ev yek ça mera karê tîne? (g20.1 11, çargoşe)

  • Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Mk. 10:1-16 (th dersa 5)

XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN

4. Xeberdanê Destpêkin

(4 deqe) ŞEDETIYA NEFORMAL. Mecala bigere wekî merivra derheqa vê yekê bêjî, çi ku tu wan paşwextiya ser civatê pêhesiyayî (lmd dersa 2, abzasa 4).

5. Xeberdanê Berdewam kin

(4 deqe) ŞEDETIYA NEFORMAL. Ji Hacetên Sereke bona Hînkirinê vîdêoyekê bide xebatê (lmd dersa 8, abzasa 3).

6. Şagirta Hazir kin

(4 deqe) XIZMETÎ LI WAN CIYA KÎDERÊ GELEK MERIV IN. Meriv hêlan ke hînbûna Kitêba Pîroz destpêke û nîşan ke, ku hînbûn ça derbaz dibe (lmd dersa 10, abzasa 3).

MÎNA ÎSA BIJÎN

Kilama 157

7. Bira Xeberdana We Edilayê Xirab Neke

(15 deqe) Şêwirkirin.

Em merivne qisûrdar in, lema jî cara em xeberdana xweda şaşiya dikin (Aqb. 3:8). Lê hergê em pêşda bifikirin ku rûyê xeberdana meye nebaşda çi problêm dikare pêşda bê, ev yek vê alî me bike miqatî giliyên xwe bin û tiştên usa nebêjin, bona çi jî emê paşê poşman bin. Vira hine cûrê xeberdanê hatine dayînê, kîjan ku dikarin edilayê civatêda xirab kin:

  • Payîdayîn. Çaxê kesek payê xwe dide, ev yek dikare bibe menî wekî merivên din xwe beramberî wî kin û hevsûdiyê lê bikin (Mtl. 27:2).

  • Xeberdana qelp. Xeberdana usada ne ku tenê derewiya eşkere heye, lê tiştên usa jî, çi ku dikare meriva bixalifîne. Hela hê qelpiya biçûk jî xeberdanêda, dikare navê me xirab ke û îtbariya meriva hindava meda unda ke (Wz. 10:1).

  • Buxdan. Ev heye çaxê kesek derheqa meriva û cûrê jîyîna wan tiştên ne bi temamî rast bela dike û dikeve nava şixulê wane şexsî (1 Tîm. 5:13). Ev yek dikare şer-dew û cudetî pêşda bîne.

  • Hêrsketin. Çaxê kesek dilê me dêşîne, em xwe kontrol nakin û hêrsa xwe ser wî merivî dirêjin (Ef. 4:26). Ev yek dikare ziyanê bîne (Mtl. 29:22).

Dereca ji vîdêoyê “Xeyset-Hunurên ku Dikarin Edilayê Xirab kin “ji Xwe Dûr Xin”—Parek. 1. Êmîlî û Sîlîya pêşberî hev rûniştine û qahveyê vedixwin. Sîlîya têlêda dinihêre ku Hêlîyê malpera sosiyalîda çi vîdêo daniye. 2. Ber Oda Civatê, kîderê ku ereba didine sekinandinê Hêlî bi hêrs tevî Sîlîyayê xeber dide.

Vêxe VÎDÊO Xeyset-Hunurên ku Dikarin Edilayê Xirab kin “ji Xwe Dûr Xin”—Parek. Paşê pirsa bide guhdara:

  • Tu çi hîn bûyî derheqa vê yekê, ku ça xeberdana me dikare civatêda edilayê xirab ke?

Binihêre vîdêoya bi navê “Edilayiyê Bigere, li pey Wê Here”, wekî bivînî ku ça edilayî hate vegerandinê.

8. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda

(30 deqe) bt serê 25, abzasa 14-21

Xeberên Xilaziyê (3 deqe) | Kilama Teze ya Civata Mezine 2025 û Dua

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin