KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb25 Gulan rûp. 12-13
  • 16-22 Hezîranê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 16-22 Hezîranê
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (Bona Hînbûnê)—2025
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (Bona Hînbûnê)—2025
mwb25 Gulan rûp. 12-13

16-22 HEZÎRANÊ

METELOK 18

Kilama 90 û Dua | Pêşxeber (deqek)

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ

1. Berdiliyê Bide Wan Meriva, Yên ku Nexweş in

(10 deqe)

Bira bîlaniya Xwedê xeberdanêda rêberiya te bike (Mtl. 18:4; w22.10 22 ¶17)

Xîret bike wekî fem kî, ku meriv çi halîda ne (Mtl. 18:13; mrt 19 çargoşe)

Bona hevalê xwe merivekî bi sebir be û gava lazim be, alî wî bike (Mtl. 18:24; wp23.1 14 ¶3–15 ¶1)

Mêr bi dil guh dide jina xwe, ya ku dilê xwe jêra vedike.

PIRSÊ BIDE XWE: “Ez ça dikarim alî hevalzewacê xwe bikim, hergê sihet-qewata wîye fîzîkî yan êmosiyalî nebaş e?”

2. Xizna Kitêba Pîroz

(10 deqe)

  • Mtl. 18:18—Seva çi wedê berê peşk didane xebatê? (it-2 271-272)

  • Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Mk. 12:28-44 (th dersa 11)

XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN

4. Xeberdanê Destpêkin

(deqek) MAL BI MAL. Meriv ser zimanekî din xeber dide (lmd dersa 2, abzasa 5).

5. Xeberdanê Berdewam kin

(3 deqe) XIZMETÎ LI WAN CIYA KÎDERÊ GELEK MERIV IN. Meriv dibêje wekî tu kin tevî wî xeber dî (lmd dersa 7, abzasa 4).

6. Xeberdanê Berdewam kin

(3 deqe) ŞEDETIYA NEFORMAL. Meriv derheqa Padşatiya Xwedê hîn ke (lmd dersa 9, abzasa 5).

7. Derheqa Baweriya Xwe Şiroveke

(4 deqe) Temaşe. lff 30 ¶2-3—Têma: Hûn ji ku Zanin wekî Mirî Wê Bêne Saxkirinê? (lmd dersa 5, abzasa 5)

MÎNA ÎSA BIJÎN

Kilama 144

8. “Bê Gotin” Alî Merivên Xweye Hezkirî Bikin wekî Nêzîkî Yehowa bin

(15 deqe) Şêwirkirin.

Gelek ji me dixwazin wekî merivê meyî nêzîk Yehowara xizmet ke, mesele hevalzewacê me, zara me, yan jî hevalê meyî nêzîk, yê ku ji civatê dûr ketiye. Qe usa bûye, ku we xwestiye ça bêjî bi destê zorê kesek ji wan bidine bawerkirinê, wekî Yehowara xizmet ke? Rast e em bi nêteke baş vê yekê dikin û kara wan dixwazin, lê bi rastî ev yek dikare derecê diha xirab ke (Mtl. 12:18). Lê diha baş e em çi bikin?

Mesele, 1 Petrûs 3:1-da tê gotinê, wekî mêrê nebawer “bê gotin jî” dikare bibe yekî bawermend. Hergê mêrê xûşkeke me nebawermend e û naxwaze ser hîmê Kitêba Pîroz tiştekî tevî wê şêwir ke, dîsa jî ew dikare alî mêrê xwe bike Yehowa nas ke. Ew bi xeyset-hunurên xweye baş, ku bi alîkariya Kitêba Pîroz nav xweda pêşda aniye, dikare dilê mêrê xwe nerm ke, mesele bi hezkirinê, qenciyê û serwaxtiyê (Mtl. 16:23). Em dikarin bi qencî û rabûn-rûniştina xweye baş alî merivên xweye hezkirî bikin, wekî ewana bixwazin Yehowara xizmet kin (Kl. 4:6).

Vêxe VÎDÊO Kesên ku Şerê Baweriyêda Serketine—Hevalzewacê Kîjana Bawermendê Xwedê Nînin. Paşê pirsa bide guhdara:

    Derece ji vîdêoya bi navê “Kesên ku Şerê Baweriyêda Serketine—Hevalzewacê Kîjana Bawermendê Xwedê Nînin”. Xûşka Sasakî.
  • Tu çi hîn dibî ji serhatiya xûşka me Sasakî?

  • Derece ji vîdêoya bi navê “Kesên ku Şerê Baweriyêda Serketine—Hevalzewacê Kîjana Bawermendê Xwedê Nînin”. Xûşka Îto.
  • Tu çi hîn dibî ji serhatiya xûşka me Îto?

  • Derece ji vîdêoya bi navê “Kesên ku Şerê Baweriyêda Serketine—Hevalzewacê Kîjana Bawermendê Xwedê Nînin”. Xûşka Okada.
  • Tu çi hîn dibî ji serhatiya xûşka me Okada?

9. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda

(30 deqe) bt serê 27, abzasa 23-26, çargoşên ser rûp. 214, 217

Xeberên Xilaziyê (3 deqe) | Kilama 60 û Dua

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin