KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb25 Îlon rûp. 8-9
  • 29 Îlonê–5 Cotmehê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 29 Îlonê–5 Cotmehê
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (Bona Hînbûnê)—2025
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (Bona Hînbûnê)—2025
mwb25 Îlon rûp. 8-9

29 ÎLONÊ–5 COTMEHÊ

WAÎZ 3-4

Kilama 93 û Dua | Pêşxeber (deqek)

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ

Jin-mêr bi beşera xweş Kitêba Pîroz dixûnin.

Tevayî wede bona Yehowa başqe kin

1. Zewaca Xwe Qewî kin

(10 deqe)

Wede bivînin ku tevî hevalzewacê xwe xeber din (Wz. 3:1; hf serê 2, para 1)

Tevayî tişta bikin (Wz. 4:9; w23.05 23-24 ¶12-14)

Heleqetiya xwe tevî Yehowa qewî kin (Wz. 4:12; w23.05 21 ¶3)


PIRSÊ BIDE XWE: “Çi wê biqewime hergê ez ser wextekî dirêj ji hevalzewacê xwe dûr bim, mesele seva xebatê yan tatîlê?”

2. Xizna Kitêba Pîroz

(10 deqe)

  • Wz. 3:11—Çi dide kifşê, wekî meriv nehatiye efirandinê wekî bimire? (w22.12 4 ¶7)

  • Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Lq. 1:49-66 (th dersa 2)

XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN

4. Xeberdanê Destpêkin

(3 deqe) MAL BI MAL. Seva ku xeberdanê destpêkî bide xebatê Birca Qerewiliyê № 1 ya sala 2025. Hazir bin pêşanîna xwe biguhêzin, hergê meriv dixwaze derheqa tiştekî din xeber de (lmd dersa 2, abzasa 5).

5. Xeberdanê Berdewam kin

(4 deqe) ŞEDETIYA NEFORMAL. Wî merivî, yê ku Birca Qerewiliyê № 1 ya sala 2025 hildabû, hêlan ke ku hînbûna Kitêba Pîroz destpêke (lmd dersa 9, abzasa 4).

6. Gotar

(5 deqe) lmd elametiya zêde A №12—Têma: Xwedê Heq e û Firqiyê Nake Orta Meriva (th dersa 19).

MÎNA ÎSA BIJÎN

Kilama 131

7. Çaxê Zewacêda Problêm Pêşda Tên, Rêberiya Yehowa Hildin Hesab

(15 deqe) Şêwirkirin.

Yehowa her tiştî dide cotên zewicî, seva ku ewana bextewar û pêşdaçûyî bin. Lê dîsa jî carna wê nefemdarî orta wanda pêşda bê (1 Kr. 7:28). Hergê ewana van problêma orta xweda safî nekin, ewana wê şabûna xwe unda kin û bifikirin wekî heleqetiya wan wê tu car baş nebe. Lê hûn çi dikarin bikin hergê zewaca weda problêm pêşda bên?

Fîlmêda bi navê Gelo Hezkirina Rast Çi ye? cotekî zewicî rastî problêmên mezin tê. Tê bîra we ku bav kîjan şîretê dide qîza xwe, ya ku dixwest safîkirineke usa bike, çi ku wê dilê Yehowa xweş nehata?

Vêxe VÎDÊO Gelo Hezkirina Rast Çi ye?—Parek. Paşê pirsê bide guhdara:

  • Çira gava em zewacêda rastî problêma tên, em gerekê îtbariya xwe Yehowa bînin? (Îş. 48:17; Mt. 19:6)

Hergê zewaca weda problêm pêşda tên, bifikirin hela hûn hemû şixulên ruhanîva mijûl dibin yan na. Her tiştî bikin, wekî bi saya prînsîpên Kitêba Pîroz problêmên xwe safî kin, edebyetên meda înformasiya bigerin, û pêbihesin wekî Yehowa dixwaze ku hûn dereca xweda çi bikin. Hergê hûn usa bikin, hûnê bidine kifşê, wekî alîkariya Yehowa qebûl dikin (Mtl. 10:22; Îş. 41:10).

Dereca ji vîdêoya bi navê “Bira Edilaya Vê Dinyayê We Nexapîne!—Dêrl û Dêbora Frêsîngêr”. Dêbora Frêsîngêr şikilê dinihêre.

Vêxe VÎDÊO Bira Edilaya Vê Dinyayê We Nexapîne!—Dêrl û Dêbora Frêsîngêr. Paşê pirsê bide guhdara:

  • Hûn ji serhatiya malbeta Frêsîngêr çi hîn dibin, ku hergê problêmên mezin zewaca weda pêşda bên, ça vana safî kin?

8. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda

(30 deqe) lfb dersa 22, pêşxebera para 5, û dersa 23

Xeberên Xilaziyê (3 deqe) | Kilama 51 û Dua

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin