KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w20 Adar rûp. 30
  • We Zanibû?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • We Zanibû?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
  • Têmên Mîna Wê
  • Ji Sêlavê heta derketina ji Misirê
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Malbatê Aqûb Derbazî Misirê Dibe
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Di Misirêda Padşakî Xirav Serkartî Dike
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
w20 Adar rûp. 30
Ûsiv tevî Midyana diçe Misirê.

We Zanibû?

Xêncî Kitêba Pîroz, dîsa çi îzbatkirin heye, ku Îsraêlî Misirêda xulam bûn?

Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî çaxê Midyana Ûsiv birine Misirê, paşê Aqûb malbeta xweva ji Kenanê derbazî Misirê bû. Ewana Misirêda erdê Goşenêda, Nîla Dêltada cîwar bûn (Destp. 47:1, 6). Îsraêlî “bêhesab li hev zêde bûn, gelekî qewat girtin”, lema jî Misirî ji Îsraêliya tirsiyan û zorê wan kirin, wekî wanra xulamtiyê bikin (Derk. 1:7-14).

Hine krîtîkên îroyîn ser vê yekê qerfê xwe Kitêba Pîroz dikin, çimkî dibêjin, wekî ew çîrok e. Lê yeke hene îzbatkirin, wekî Misira berêda Semîtîa xulam bûn.

Mesele, Misira bakûrda arxêoloja gund-bajarên bermayî dîtine. Zandarekî Kitêba Pîroz Con Bîmson, dibêje wekî Misira bakûrda 20 cî zêdetir hatine dîtinê, kîderê Semîtiya jîtine. Xêncî vê yekê, lêkolînkarê Misirê, Cêyms Hofmêyêr, dibêje: “Nêzîkî salên 1800-1540 B.D.M., Misir bona bineliyên Asyaya roavayê, yên ku ser zimanê Semîtî xeber didan, seva jîyînê cîkî gelek xweş bû”. Paşê ew dibêje: “Ew wede hema dikeve wedê hêna baveşîra, û hin jî hev digire tevî terîxiya ku kitêba Destpêbûnda hatiye gilîkirinê”.

Xêncî vê yekê, hine îzbatkirin Misira başûrda jî hatine dîtinê. Ser papîrûsa ya hêna berê (nêzîkaya sala 2000–1600 B.D.M.), navên xulama nivîsar in, yên ku malên Misira başûrda xulamtî dikirin. Ji wan nava, 40 zêdetir navên Semîtî ne. Ew xulam, yan jî berdestî, dixebitîn ça aspêj, terzî û pale. Hofmêyêr dibêje: “Hergê Têbaydêda [Misira başûrê] tenê malekêda 40 xulamên Semîtî zêdetir hebûne, em dikarin bawer bin, wekî temamiya Misirêda, îlahî Nîla Dêltada, wê hê zêde hebûna”.

Arxêoloj Dêvîd Rol dinivîse, wekî hine navên mîna ya wan xulama, Kitêba Pîrozda nivîsar in. Mesele, ser wê papîrûsê hene navên usa, ku mîna wan nava ne: Îsaxar, Aşêr, û Şîprah (Derk. 1:3, 4, 15). Dêvîd Rol dibêje: “Ew yek eşkere îzbat dike, wekî Îsraêlî bi rastî Misirêda xulam bûne”.

Bîmson jî dibêje: “Çi ku Kitêba Pîrozda tê gilîkirinê derheqa xulamtiya Îsraêliya di Misirêda û azabûna wan ji Misirê, xwexa terîxî jî zelal îzbat dike”.

a Xebera “Semît” ji navê Sem pêşda hatiye, yê ku kurê Nuh bû. Dibêjin ku nava rikiniyata Semda Elamî, Aşûrî, Kildaniyên berê, Îbranî, Sûrî û cûre-cûre berekên Erebî bûn.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin