BONA LÊKOLÎNÊ
Baweriya Xwe Diha Qewî ke ku Yehowa Dikare Te Xilaz ke
Bixûne Jimar 13:25–14:4. Li gora van rêza, Îsraêliya baweriya xwe Yehowa nedianîn.
Kontêkstê hilde hesab. Gava Îsraêlî ji welatê Misirê derketin, çima wanra lazim bû bawer bin, wekî Yehowa dikare wana xilaz ke? (Zebûr 78:12-16, 43-53) Baweriya wan çima sist bû? (Qanûna Ducarî 1:26-28) Yêşû û Kaleb ça nîşan kirin, wekî ewana Yehowada bawer in? (Jimar 14:6-9)
Kûr lêkolînê ke. Îsraêliya ça dikaribûn baweriya xwe hindava Yehowa diha qewî kirana? (Zebûr 9:10; 22:4; 78:11) Ev yek ku meriv baweriya xwe Yehowa tîne, ça vê yekêva girêdayî ye, ku meriv qedirê Yehowa digire? (Jimar 14:11)
Dersa bistîne. Ji xwe bipirse:
“Kîjan derecada minra dikare çetin be bi temamî îtbariya xwe Yehowa bînim?”
“Seva ku ez him niha him jî axiriyêda diha zêde Yehowada bawer bim, ez dikarim çi bikim?”
“Çida ez dikarim bawer bim, gava tengasiya mezin bê?” (Lûqa 21:25-28).