KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwfq serê 63
  • Gelo Şedên Yehowa Vaksînasyê Înkar Dikin?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gelo Şedên Yehowa Vaksînasyê Înkar Dikin?
  • Pirsên Gelek Meriya Derheqa Şedên Yehowa
  • Têmên Mîna Wê
  • Nihada Xwe bona Derecên Sihet-Qewatêva Girêdayî Hazir kin
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (2023)
  • Jîyîna ku Xwedê Daye Te Qîmet ke
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
  • Çi Bikin Hergê Sihet-Qewata Me Nişkêva Xirab bû?
    Têmên Din
  • Problêmên Sihet-Qewatê—Padşatiya Xwedê wê Çi Bike
    Têmên Din
Pirsên Gelek Meriya Derheqa Şedên Yehowa
ijwfq serê 63
Botlên vaksînayê.

Gelo Şedên Yehowa Vaksînasyê Înkar Dikin?

Na. Şedên Yehowa vaksînasyê înkar nakin. Vê pirsêda her kes ji me xwexa safî dike, vaksînê xwe xe yan na. Gelek Şedên Yehowa safî kirine vaksînê xwe xin.

Em mêtodên qenckirinê yên lapî baş xwera dijbêrin, û em pêşdaçûyîna mêdîsînayê gelek qîmet dikin, bi saya kîjana nexweşiyên giran kêm dibin. Em gelek ji doxdira razî ne seva xebat û cefê wane giran, îlahî wedê pandemîyayê.

Şedên Yehowa, tevî doxdira hevkariyê dikin. Mesele, ji destpêka pandemîya COVID-19, Şedên Yehowa ser malpera xwe jw.org, ser seda zimana elam dikirin ku ça xwe ji wê pandemîyê xwey kin. Mesele, dûrî meriva bisekinin, karantînê xwey kin, destê xwe bişon, û berdevka bidine ber devê xwe, usa jî dewakirinên dewletêye din, bînine sêrî (Romayî 13:1, 2).

Şedên Yehowa bi deha sala edebyetên xweda berdewam dikin dîna meriva bidine ser prînsîpên ferz ku jêrê hatine dayînê:

  • Bijartina mêtodên qenckirinê ew heye safîkirina şexsî (Galatî 6:5).

    “Ew jûrnal ne tu derman, ne jî tu mêtodên qenckirinê rêklam nake, û usa jî mêtodeke qenckirinê ji mêtodeke din çêtir hesab nake, lê nêta wê jûrnalê ew e, wekî pê îzbatiya alî xwendevana bike, seva ewana xwexa bi bîlanî safîkirina bikin” (“Hişyar Bin!”, 8 Sibatê, sala 1987 “Înglîzî”).

    “Hûn gerekê xwexa safî kin, vaksînayê xwe û zarên xwe xin yan na” (“Hişyar Bin!”, 22 Tebaxê, sala 1965 “Înglîzî”).

  • Em alîkariya doxdira qebûl dikin, çimkî em jîyînê qîmet dikin (Karên Şandiya 17:28).

    “Çaxê Şedên Yehowa nexweş dikevin, ewana diçin cem doxdir, wekî xwe qenc kin. Ewana jîyînê hiz dikin, lema jî wan mêtodên qenckirinê didine xebatê, yên ku miqabilî Kitêba Pîroz dernayên” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Tîrmehê, sala 1975 “Înglîzî”).

    “Şedên Yehowa, dermana didine xebatê, û alîkariya hekîma qebûl dikin, ewana dixwazin sihet-qewata xwe xwey kin û emirê xwe dirêj kin. Nava Şedên Yehowada gelek doxdir hene, çawa ku berê nava Mesîhiyada doxdir hebûn, mesele, Lûqa. Şedên Yehowa, xebata doxdira ya bi dil û can gelek qîmet dikin, usa jî ewana gelek dişêkirînin, wekî doxdir aliyê xweda her tiştî dikin, ku êşa nexweşa sivik kin” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Sibatê, sala 2011).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin